Şerê Rûsya û Ukraynayê: Enerjiya paqij di heman demê de jî mijareke ewlehiyê ye

Piştî dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, gelek welatan ji Rûsyayê kirîna gaza xwezayî rawestand. Duygu Kutluay, bandorên vê yekê yên li ser hilbijartina enerjiyê û serxwebûna wê vegot.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê du meh li peyî xwe hişt. Dema ku bi şer ê tehrîk kirina şer, sûcên li dijî mirovahiyê û mirovên hatin koçberkirin dihatin axaftin, ji ber ku Rûsya yek ji mezintirîn hilberînerên gaza xwezayî li cîhanê ye mijareke din a girîng kêmbûna gazê bû.

Ji bilî pêkanînên li dijî Rûsyayê, gelek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî ragihandin ku ew ê gaza xwezayî ji Rûsyayê nekirin. Dema ku di vê zivistanê de li gelek welatên Ewropayê lêçûnên germkirinê zêde bûn, hikûmetan jî hewl da ku çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf bibînin. Di nav wan de sotemeniyên fosîl jî hene. Ev yek wê bandoreke çawa li ser derbasbûna enerjiya kesk bike?

Têkildarî Kampanya Ewrupayê ya ji komirê wêdetir (Europe Beyond Coal) Duygu Kutluay a ji ajansa me re axivî, dibêjê ku şerê heyî derdixe holê ku polîtîkaya enerjiya paqij a domdar di heman demê de pirsgirêkek ewlehiyê ye.

Duygu Kutluay, destnîşan kir ku ji 24’ê Sibatê ku dema dagirkeriyê dest pê kir ve welatên Yekîtiya Ewropayê 32 milyar Euro ji bo sotemeniyên fosîl daye Rûsyayê û got ku, ji van 11 milyar ji bo petrolê, 20 milyar ji bo gazê û 845 milyon jî ji bo komirê hatiye xerckirin.

"Divê êdî biryarên wêrek bên girtin"

Dema ku dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve dewam dike, di raya giştî ya navneteweyî de mijara herî zêde tê axaftin dabînkirina gaza xwezayî ya Rûsyayê ye. Dema ku gelek welatan ragihandin ku ew ê gazê ji Rûsyayê nekirin, Rûsya jî di dabînkirina gazê de şert û mercên wekî bi rubleyê drav dayîn anî. Wek encama vê qeyrana dabînkirina sotemeniyê ya cîhanî tê jiyan kirin. Encama şer li ser gelên Ewropayê û bi taybetî di van mehên ku pêdiviya germbûne pir heye de, çi bû?

Beriya şerê Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê û jê ve serxwe ji xwe xerîdar ji ber qezencên zêde yên ji gelek pargîdaniyên enerjiyê, girêdayîbûna sotemeniya fosîl, sererastbûna bazarên nebaş û pirsgirêkên zincîra dabînkirinê re bi zêdebûna fiyatên enerjiyê re rû bi rû bûn.

Îro, niha ji aliyê her kesî ve bi zelalî tê dîtin ku girêdayîbûna Ewropayê bi sotemeniyên fosîl, bi taybetî bi Rûsyayê re, çiqasî zêde ye û di heman demê de, welatên ewropî ji bo sotemeniyên ku her roj îthal dikin, çiqas pere dişînin Rûsyayê. Welatên Ewropî bi awayekî mafdar vê dagirkeriyê şermezar dikin, lê DYE ragihad ku heta niha ji Rûsyayê dê tenê îthalata komirê birawestîne û ew ê encaq ji Tebaxa 2022’an pê ve dê bike. Li gorî kontrayê me, welatên Yekîtiya Ewropayê ji 24’ê Sibatê û vir ve ku dagirkeriyê dest pê kir, 32 milyar Euro ji bo sotemeniyên fosîl da Rûsyayê. Ji vê 11 milyar petrol, 20 milyar gaz û 845 milyon jî komir e.

Dema ku ji aliyêkî ve bandorên qeyrana enerjiyê û zêdebûna bihayê û ji aliyekî ve dagirkirina Ukraynayê didome, di hefteyên borî rapora nirxandinê nû ya ku ji hêla Panela Navdewletî ya Guhertina Avhewayê (IPCC) ve hate weşandin de, mirovên zanyar hişyar dikin ku ji bo sînordarkirina zêdebûna germahiya gerdûnî divê gavên kurtedemî û bilez bên avêtin.

Dem hatiye ku Ewropa li şûna biryarên kêm ên enerjiyê yên salên borî ku bûne sedema rewşa heyî, biryarên wêrek ên enerjiyê bigire. Ne tenê ji bo pêşerojeke paqijtir, adiltir û saxlemtir, heman demê de ji bo pêşerojek ewletir pêwîste sotemeniyên fosîl heta dawiyê li paş xwe bihêle.

“Tirkiye girêdayî derve ye”

Tirkiyê derbarê nekirina gaza xwezayî de tu daxuyanî neda. Di vê demê, ew ê çawa ji vê qeyranê bandor bibe?

Tirkiye di gazê de ji sedî 99, ji petrolê ji sedî 92 û ji komirê kevirîn ji sedî 97 ji bo girêdayî derve ye. Ev yek Tirkiyeyê li hemberî her qeyraneke jeopolîtîk û enerjiyê tê jiyan kirin tê gelekî qirofek dike. Mixabin Tirkiye îro berdêla tedbîrên ku heta niha negirtiye dide. Li welatekî ku xwedî potansiyela enerjiya venûkerê, niha di elektrîka sazkirî de rêjeya enerjiya rojê tenê ji sedî 8 e. Israra li ser sotemeniyên fosîl, bi taybet jî komir, xeletiyek biha û xeternak e ku em di cîhanek ku her diçe bêîstîkrar de çêkirina wê berçav negrin. Tiştê ku divê em bikin ev e ku em planek jêhatî ya derketina ji komir û sotemeniyên din ên fosîl amade bikin û astengên li ber enerjiya venûker rakin.

"Enerjiya venûker serxwebûna enerjiyê misoger bike"

Di rapora me ya bi navê “Ji Komirê derketin 2030” de, em dibînin ku ger kesên qirêj dikin lêçûnan serxwe bigrin û rakirina teşwîqên komirê, mimkune ku Tirkiye jî ji komirê derbikeve. Û gelek feydeyên ji derketina komirê hene. Li gorî modelkirina di rapora me de, bi derketina ji komirê re, di sala 2035'an de hem emisyonên karbon ji sedî 82,8 kêm dibe hem jî di hilberîna elektrîkê de para enerjiya hemû xwecih û enerjiya venûker du qat bibe.

Dîsa li gorî rapora me ya "Potansiyela Rojê ya Qadên Komirê" ger qadên ku bi santralên komirê ve girêdayî ne bi panelên tavê bên tijî kirin, pêwîstiya salane ya elektrîkê ya 6,9 mîlyon malbatan dikare were dabînkirin. Li Tirkiyeyê veguherîna enerjiyê ya ku dê bi saya çavkaniyên dewlemend ên enerjiya venûker pêk were hem dê welatiyan ji lêçûnên zêde yên enerjiyê rizgar bike hem jî dê serxwebûna enerjiyê misoger bike.

Ev krîza li ser gaza xwezayî di demekê de ye ku rojeva krîza avhewayê û polîtîkayên derbasbûna ji sotemeniyên fosîl ber bi enerjiya kesk ve ber bi pêş diçe. Pêkhatina qeyranêk ji bo gelek welatan tê vê wateyê ku bê amade bi qeyranê re rû bi rû bimînin. Gelo di vê rewşê de, mimkun e ku meyl/daxwaza ji bo sotemeniyên fosîl ên cuda ên wekî komirê vebijarkek lezgîn zêde bibe? Bandora vê qeyranê dê li ser pêvajoya "veguherîna kesk" çi be?

Em niha dibînin ku du tedbîr li dijî vê krîzê têne girtin: şûna sotemeniyên fosîl ên rûsî bi anîna sotemeniyên fosîl ên wekî LNG ji welatên din, an jî bilindkirina roj û bayê, kêmkirina daxwaza enerjiyê û zêdekirina rêjeya elektrîkê ya sektorên cihêreng di aboriya me de. Ji bilî bandorên neyînî yên avhewa, civakî û jîngehê yên derxistin û şewitandina sotemeniyên fosîl, metirsiya cîgirkirina sotemeniyên fosîl ên ji welatên din tê wê wateyê ku hemî welat ji bo enerjiyê bi çavkaniyên biyanî ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, ya ku divê were kirin ew e ku lezkirina derketina ji sotemeniyên fosîl ber bi pergalek enerjiyê ya li ser bingeha enerjiya dikare bê nûkirin were kirine.

Her wiha, hikûmetan dibînin ji ber ku di bazirganiya enerjiyê ya gerdûnî de kapasîteya zêde pir kêm heye, bi kesên din re îkame kirina sotemeniyên fosîl ên Rûsî bi rastî ne hêsan e. Her gava ku hikûmet ji bo ji holê rakirina sotemeniyên fosîl ên rûsî bavêjin, bi gavên ku pêwîste li dijî qeyrana avhewa bê bavêjin re wekheve.

Wekî din, em hêj di planên derbasbûne ya enerjiyê navîn û demdirêj de tu guhertinên bingehîn nabînin. Li 23 welatên Ewrûpayê planên ji komirê derketine heye. Em dibînin ku qeyrana heyî bandor li van planan nake. Weke ku me di plansaziya enerjiya nûjen a ambargo ya Almanyayê de jî dît, welat vê krîzê wekî derfetek bikar tînin da ku lezkirina karbonîzekirina aboriyên xwe bikin.

"Hilbijartinên baş ên enerjiyê dê ji bo cîhanê aştiyê jî teşwîq bike"

Ma gelo ev krîz hem hişyariya xweragiriya enerjiyê û hem jî polîtîkaya enerjiya fosîl-navendî nîne? Divê çi ders were derxistin?

Di bûyerên hewaya giran ya ji ber guherîna avhewayê, demên hişkayî de, zêdebûna şewatên daristanan sînyalên xetereyê di salên dawî de di dereceya ku her diçe zêde dibin de dide hîs kirin, bi taybetî jî yek ji herêmên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bibe welatekî wek Tirkiyeyê, ku di nav hewzeya Behra Spî de cih digire ye.

Ev qeyrana herî dawî careke din nîşan da ku sotemeniyên fosîl di hêla gelek pirsgirêkên cîhana nûjen de ne û ku rawestandina pêbaweriya enerjiyê li ser sotemeniyên fosîl ji bo hikûmetan divê pêşînek bêkêmasî be. Parastina tenduristiya me, başkirina aboriyên me yên neteweyî û butçeya malê, bihêzkirina civakan û rawestandina qeyrana avhewa encaq bi bijartinên baştir ên enerjiyê dikare were bidestxistin. Ev qeyrana herî dawî careke din nîşan da ku her panela rojê û turbîna bayê, her rêwîtiyêk bisîkletê ya ku rêwîtiyek bi otomobîlek tê guheztin, her mûçeya trênê yên daxistî, her pompa germê, her ronahiya kolana LED ya nû û xaniyek îzolekirî, gava di aliyêkî de ji bo cîhanê aşitiyê tevşîk dike, di aliyêkî de jî dijî qeyrana avhewa gerstêrka me û bi lêçûnên zêde yên enerjiyê welatiyan li hember şokên gazê biparêze.