Êdî şîrket bêyî destûr bigrin dikarin santralan ava bikin!

Sererastkirina qanûnî ya nû ku destûrê dide li qadên weke çavkaniya enerjiya venûker hatine raginandin plana îmarê bê kirin, ket meriyetê.

Navenda Nûçeyan – Qanûna Têkildarî Guhertina di Qanûna Madenî û Hinek Qanûnan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di çarçoveya guhertinê de li Qanûna Qeraxê ya hejmar 3621’ê hinek fikrayên nû hatin zêdekirin. Li gorî vê yekê; li qadên ji hêla Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve weke çavkaniya enerjiya venûker hatine ragihandin dikare bêyî plana îmarê santralên hilberandina enerjiyê bên avakirin.

Derya baraj û gol dikevin ber qanûnê

Li gorî biryarê, rezervuarên ku ava vexwarinê li wan tên peydakirin, qadên bi av û qerax û şirîdên beravê yên nakevin ber çarçoveya qanûnê nakevin ber vê qanûnê lê belê behr, golên bendavan, golên çêkirî û golên xwezayî dikevin çarçoveya qanûnê. Bi vê yekê re Komîsyona Çavkaniya Madeniya Madenê ya Neteweyî û Raporkirina Rezervê (UMREK) dê mecbûriyeta raporkirinê tenê ji hêla ruxsetkirina şîrketên madenê yên “IV. Grup”ê ve bidome. 

Wê bikaribin ji bo lêgerîna madene lêkolîn bikin

Midûriyeta Giştî ya Vekolîna Madenê û Lêgerînê (MTA) ji hêla komên madenê yên derveyî vê dimînin ji bo madenên piştî girtina ruxsetê hatine dîtin bêyî ku şertê rapora li gorî koda UMREK’ê hatiye amadekirin were ferzkirin dikarin lêgerînê bikin. Projeyên bi mebesta zêdekirina berhemdariya enerjiyê hatine amadekirin, bi şertê 15 milyon TL ji hêla wezaretê ve hatiye destnîşankirin, herî zêde dê ji sedî 30 alîkarî jê re were kirin.

Qadên xwezayî di destên şîrketan de ye

Di heman demê de dê qadên xwezayî bi hinceta hilberandina “enerjiya venûker” bidin şîrketan. Ji bo avakirina tesîsên beravêtiyan ên li golên bendavan, golên çêkirî û golên xwezayî şîrket mecbûr nîn in destûra îmarê bigrin û dê bikaribin bêyî lîsans ‘hilberînê’ bikin.