2 hezar jin li dijî polîtîkayên avhewayê çûn DMME

Li Îsviçrê zêdeyî 2 hezar jin bi hinceta ku polîtîkayên guherîna avhewayê mafên wan ên jiyan û tenduristiyê binpê dike ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re doz vekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îsviçrê zêdeyî 2 hezar jin li dadgeh diyar kirin ku polîtîkayên hikûmetê mafên wan ên ên jiyan û tenduristiyê binpê dike û serî dadgehan dan. Lê belê jinên ku 6 sal in ji dadgehên Îsvîçre encam negirtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.

Jinên dozdar ên ku navînî ya temenê wan 73 salî ye, dibêjin guherîna avhewayê li ser mafên mirovan, tenduristî û heta jiyana wan xeteriyan avadike. Jinên ku xwestin Hikûmeta Îsvîçre ji bo kêmkirina hejikbûna gaza serayê hin zêdetir hewildan bike, di nava delîlên ku pêşkeşî dadgehê kirine de qeydên tenduristiyê jî cih digre.

Biryar dê ji bo 46 welatan emsal avabike

Hikûmeta Îsviçre jî, înkar nake ku guherîna avhewayê bandorê li tenduristiyê bike, lê diparêze nikare rasterast bi tenduristiya jinên pîr ve girê bibe. Dê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li yekemîn doza ku têkildarî bandorê avhewayê ya mafê mirovan bê dîtin. Biryara ku dê ji dadgehê derbikeve jî ji bo 46 welatên ku alîgirê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne, emsal ava bike.

Guhertina avhewa li hemû aliyan bandor li jiyanê dike

Li seranserê cîhanê germahî di encama çalakiyên mirovan de zêde dibe û guherîna avhewayê bi her awayî gef li mirovan dixo. Ger ji bo çareser kirina pirsgirêkê gav neyên avêtin, wê gel û xweza di encama germahiyê de hilweşîneke mezin rû bijî; tê diyarkirin ku ziwabûn dê zêde bibe, astên behrê bilind bibe û nîfşên cureyên zindiyan tune bibe. Bûyerên hewayê yên seranserê cîhanê ji niha zêdetir tundtir tê dîtin, gef li mirovan û jiyana wan dike.

Zanyarên avhewayê diyar dikin ku ji bo pêşî li hilweşandina bi vî rengî were girtin, divê heya sala 2100'an bilindbûna germahiyê bi 1,5 pileyî sînordar were girtin. Panela Guhertina Avhewayê ya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, ger armanca 1,5 pileyî neyê cîbicîkirin, ji ber barîna barana zêde Ewropa dê bikeve ber lehîyê. Tê diyarkirin ku germahiya zêde dikare şewatên daristanan ên ku havîna par li Ewropayê tê dîtin zêde bike. Hate diyarkirin ku di navbera Çile û nîvê Tîrmeha sala borî de, herêmên şewitî bi qasî 7 qat ji nîvê salên berê zêdetir bûne.