Xwendina dibistanên taybet li ser zimanê Kurdî metirsî ye

Li herêma Kurdistanê zêdetirî 300 dibistanên taybet hene û zimanê biyanî yê wan dibistanan bûye zimanê sereke yê xwendinê û zimanê kurdî û dîroka Kurdî têde nayê dayîn, desthilata Kurd jî ev yek pejirandiye.

Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê li gel dibistanên hikumetê zêdetirî 300 dibistanên taybet hene, her sal bi zêdebûna rêjeya xwendekaran li herêmê dibistanên taybet jî zêde bûne û zimanê wan ê sereke jî zimanê biyanî ye û li van dibistanan girîngî nadin zimanê Kurdî û gelek ji wan jî naveroka sîstema xwedinê ji sîstema perwerdeyê cuda ye û nirxê xwendina van dibistanên taybet de ji hezar dolaran dest pê dike heta 10 hezar dolaran. Gelek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên taybet, ev jî wisa dike ku zarok bi welat û civaka xwe nehesin û xwe xerîb bibînin.

Ziman yek ji bingehên sereke yên pêkhatina neteweyan e ger ew pêkhate bikaribe zimanê xwe biparêze û nehêle zimanê wan were dagirkirin, wê demê ew pêkhate zindî dimîne. Xwendina zimanê dayikê di sîstema perwerdeya modern de hemû netew dewlet girîngî didin zimanê dayikê. Hemû netew di çarçoveya netew dewletê de planek dogmatîk, ji bi pêşxistina perwerdeya bi zimanê neteweyî, çespandina wî zimanî jî di hemû alî û hemû dezgehên wan welatan de pêwîst e reng bidin. Îro zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi damezrandinek taybet heye ji bo parastin û geşepêdanê, heta bi vê sayê biha û pîroziya zimanê Kurdî ji aliyê kesên Kurd ve bê zanîn û biparêzin.

Xwendina dibistanên taybet a wezareta perwerdeyê, bi hevkarî û alîkariya xwendina dibistanên fermî li herêma Kurdistanê tê dayîn. Ev jî ji bo dagirtina wê valahiya ku di xwendina hikumetê de çêbûye.

Xwendina zimanê biyanî bûye model

Li welatên pêşketî salane gelek dibistanên taybet tên avakirin, salane li gel zêdebûna rêjeya xwendekaran hikumet derfetên xebatê dide, ji ber ku di sîstema dibistanên hikumetê de nîn e ku hemû pêwîstiyên xwendinê bigre ser milên xwe, bi alîkariya beşek berhemhêner û li pey peydakirina xerca dewletê û ji bo birêveçûna qonaxa perwerdeyê derfetên xwendina taybet didin.

Xwendina dibistana taybet li herêma Kurdistanê weke hemû welatên din ji aliyê hikumet û wezareta perwerdeyê ve bi awayek bê plan zemîn jê re daniye, wisa kiriye ku tenê çînek ji civakê ji vê xwendinê sûd bigre. Ji ber li hemberî xwendina di dibistanên taybet de hinek pere digrin, ev jî wisa kiriye ku çînayetî di nava civakê de bi awayek zêde derbikeve û di heman demê de xwendina dibistanên hikumetê jî dixe zoriyan.

Ziman Kurdî di van dibistanan de bûye zimanek biçûk

Li Başûrê Kurdistanê piştî sala 2003’an qonaxek nû dest pê kir, bi taybetî bi fermîbûna zimanê Kurdî di destura nû ya Iraqê de, li herêmê, bi taybetî di aliyê perwerdeyê de bi awayek berfireh hinek dibistanên taybet hatin vekirin, xwendina zimanê biyanî û zimanê Kurdî di van dibistanan de girîngiyek wisa nayê dayîn û ev jî gefek tirsonek e li ser zimanê Kurdî û neslên nû. Niha li herêmê bi awayek berbiçav girîngî ji zimanê biyanî re tê dayîn, ji derveyî zimanê Kurdî dagirkeriya ku heye bûye sedem roj bi roj desthilatdar dersên zimanê Kurdî kêm bikin û zimanê biyanî bikin zimanê fermî.

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 dibistanên taybet hene û zimanê wan biyanî ye

Li herêma Kurdistanê ji derveyî dibistanên hikumetê di dibistanên taybet de zimanê Farsî, Îngilîzî, Erebî, Elmanî, Koreya Başûr, Fransayê, Îtalyayê hene. Li gorî daneyên wezareta perwerdeyê di sala 2019’an de zêdetirî 300 dibistanên taybet hatine vekirin û zimanê wan ê xwendinê jî zimanê biyanî ye û zimanê Kurdî weke zimanek biçûk tê xwendin. Gelek ji dayik û bavan ji vê metirsiya li ser ziman bê agahî ne û zarokên xwe bi kêfxweşî dişînin dibistanên taybet.

Di dibistanên taybet de zimanê biyanî bûye zimanê yekem û zimanê dayikê bûye zimanê duyem û sêyem. Gelek xelk û kesên dewlemend zarokên xwe dişînin dibistanên taybet û girîngî zêdetir didin fêrbûna zimanên cuda. Ger wisa berdewam bike wê di dahatuyê de neslek wisa peyda bibe ku tu zanabûna wan li ser zimanê Kurdî namîne. Beşek ji wan nîşaneyan niha derketiye û gelek zarok nikarin bi zimanê Kurdî hîs bikin û bifikirin, ev jî dibe sedema nemana di nava civakê de.

Di dibistanên teybet de dersên zimanê Kurdî û dîroka Kurdan nayên dayîn

Di dibistanên taybet de waneyên xwedinê di aliyê taybetmendiya naverokê de cuda ne û piraniya wan li gorî sîstema perwerdeyê bi rêve diçin, kêm û kurtî di perwerde û fêrkirinê de diyar e. Ev di demeke ku bi biryara wezareta perwerdeyê pêwîst e li hemû dibistanên taybet waneyên civakî, Kurdî û Erebî werin dayîn.

Welatên cîhanê giştî hewl didin ziman, nasname û dîroka neteweya xwe biparêzin. Lê belê ya ku îro li Başûrê Kurdistanê li ser zimanê Kurdî tê meşandin piranî ne neteweyî ye. Desthilatdariya Kurd ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bêdeng e û li gorî wan ziman ne tenê amraz û nasname ye. Heta astekê girîngî didin zimanê biyanî û dibistanên taybet vedikin. Li herêmê xwendina bi zimanê biyanî bi hêz kirine û ji ber wê gef li ser zimanê Kurdî hene. Li gorî pisporan, di aliyê perwerdeyê de ev bandorek xirab li ser kêmkirina hestên zarokan kirine û li dijî welat û civaka xwe de xwe xerîb dibînin.