Têkoşîna Clara Zetkîn, bi şoreşa jinan re gihîşt lûtkeyê 5

Nêrgiz Dawûd yek ji jinên têkoşer ên xeta azadiya jinan e bi qasî 15 salan komên hunerî yên amadekariya şahiya 8’ê Adarê di mala wê de perwerde didîtin. Têkildarî rengê pîrozbahiyên berê di dema zilim û zordariyê de wiha dibêje: “Mirovên hezkiriyên azadiyê helbet wê di oxira jiyana azad û bidestxistina mafên mayînde de bedêlan bidin. Bi xebatên cebhewî re ji bo çalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê ez dihatim erkdarkirin. Min di mala xwe de jinan li hev kom dikirin û wisa 8’ê Adarê pîroz dikir. Doza me fireh dibû, jin pir bûn û êdî pêwîst bû em bi guhertin û vîneke xurtir 8’ê Adarê pîroz bikin.”

Nêrgiz Dawûd: Nêzî 15 salan komên hunerî  ji bo amadekariya şahiya 8’ê Adarê di mala min de perwerde dîtin
ROJ HOZAN
Qamislo-Berî em kêfxweşiya 8’ê Adarê bi lêv bikin, pêwîst e em nirxê dayikan û keda wan a ku em gihandine vê rojê bi bîr bixin. Wan dayikên ku bi saya wan em îro cejna 8’ê Adarê bi xweşî û bedewiya wê pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê roja têkoşîn û berxwedaniya jinan li dijî bêmafî û serweriyê ye ji bo wê hemû jin vê rojê mîna çirûska azadiya xwe dibînin. Nêrgiz Dawûd bi temen 60 salî ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Nêrgiz yek ji dayikên pêşeng e ku mîrasê 8’ê Adarê di hundirê xwe de hewandiye, parastiye û bi serkeftinên mezin aniye roja îro. Berê di nav zor û zehmetiyan de her wiha di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de jinan Roja Jinan a Cîhanî pîroz dikirin, bi ceserateke xurt mohra xwe li dîroka bi nirx a 8’ê Adarê dixistin dayika Nêrgiz jî yek ji van jinan bû. Bi qasî 15 salan komên hunerê yên pîrozbahiya 8’ê Adarê û cejna Newrozê di mala wê de perwerdeya xwe didîtin û di mala wê de gelek şahî hatine pîrozkirin. Nêrgiz Dawûd têkildarî wan rojan û keda wê ya ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê ji me re bi berfirehî axivî. 
“Mirovên hezkiriyên azadiyê nikarin ji riya xwe vegerin”
Nêrgiz Dawûd behsa ked û jiyana xwe ya di nav xebatên Tevgera Azadiyê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Berî her tiştî ez 8’ê Adarê li mîmarê Azadiyê Rêber Apo ku bi saya wî em jin gihîştin maf û rastiya xwe pîroz dikim. Bi rastî ev zêdetirî 30 salan e ez Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikim û di ber de jî min gelek kar û xebat dane û bûme dayika şahîdan.
Mirovên hezkiriyên azadiyê nikarin ji riya xwe vegerin helbet wê di oxira jiyana azad û bidestxistina mafên mayînde de mirov berdêlan jî bide. Min ji fikrên Rêber Apo hez dikir û heya niha di mala xwe de û di nava civaka xwe de min ev fikir himbêz kir û belav kir. Min zarokên xwe jî li ser vê esasê perwerde û mezin kirin. Min Rêber Apo di şahiya girseyî ya 15‘ê Tebaxê sala 1991’ê de dît, ji wê hevdîtin û axaftinên wî min moralekî xurt girtiye. Weke hemû dayikên ku ji bingeha vê şoreşê re bûne pêşeng min jî bi vîneke xurt weke dayikeke cebhewî bê rawestandin kar dikir. Niha jî bi hêviyên serkeftin û azadiyê dijîm û xebatên xwe wiha berdewam dikim.”
“Min di mala xwe de pîrozbahiyên 8’ê Adarê li dar dixistin”
Nêrgiz Dawûd bal kişand ser xebatên xwe yên der barê pîrozbahiyên berê di dema rejîma Baasê de û wiha domand: “Berê me tenê dizanibû di salê de 3 cejnên me hene cejna Newrozê û cejnên me yên giştî, lê cejneke taybet a jinan em nizanibûn heye, bi rastî têghiştina me di vî alî de tunebû heya tevlibûna me ya nava Tevgra Azadiyê. Destpêkê di dema rejîma Sûriyeyê de me 8’ê Adarê bi rengekî veşartî pîroz dikir û piranî di malên welatparêzan de dihat lidarxistin. Bi xebatên cebhewî re ji bo çalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê ez dihatim erkedarkirin. Min di mala xwe de jin li hev kom dikirin û wisa me bernameya xwe ya pîrozbahiyê derdixist. Hîn di wan deman de me cil û bergên xwe yên çanda Kurdî li xwe dikir û wisa bi komên biçûk re me stranên xwe yên şoreşgerî digotin û şahî pîroz dikir. Heya 10 salan me wisa çalakiyên xwe pîroz dikir. Ji ber ku di wê demê de rejîma Baasê pir serwer bû. Piştî ewqas sal me dixwest em derkevin derve şahiyên xwe pîroz bikin ji ber doza me berfireh dibû, jin pir bûn û êdî pêwîst bû em bi guhertinên nû û vîneke xurtir 8’ê Adarê pîroz bikin. Bi qasî 15 salan komên hunerî yên pîrozbahiya 8’ê Adarê û Newrozê li mala min perwerdeya xwe didîtin, em wisa kêfxweş bûn me ji dil û can çalakiyên xwe pîroz dikirin te digot qey em û jinên cîhanê azad bûne.”
“Esasên gihandina azadiya pîrozbahiya 8’ê Adarê em dayikên berxwedêr bûn”
Nêrgiz Dawûd bal kişand ser zor û zehmetiyên ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve di dema ku çalakî pîroz dikirin û wiha pêde çû: “Rejîma Sûriyeyê nedihîşt em çalakiyên xwe serbest li dar bixin, dema cihê ku me çalakiyê lê li dar dixist hîn dibûn, dest bi dorpêç û girtinê dikirin. Salek cihê şahiya me li parkek bû, ji nişkêve rejîmê girt ser çalakiyê û dest bi lêdan û girtinê kir. Ez û çend hevalên xwe yên jin hatin girtin rejîmê pir xeberên nexweş û lêdan li me kir piştî wê bi çend saetan em berdan. Tevî ewqas zor û zehmetiyan me dîsa şahiya 8’ê Adarê çêdikir dewlet ji vîn, hêz û xemla me jinan ditirsiya nedihîşt em xebatên xwe berfireh bikin û weke jin azadî û mafên xwe têbigihîjin. Em neditirsiyan her me xemla 8’ê Adarê bi kêfxweşî pîroz dikir. Me xwest em rêbazeke nû bidin pîrozbahiya çalakiyên xwe ji bo wê me biryar de em cihê çalakiyên xwe diyar nekin heya roja em bi rê kevin lê mixabin her derdora me ajanên rejîmê hebûn û ji wan re agahî didan. Yanî bi rastî salên zor û zehmet bûn lê xweşiya wê hebû, me dizanibû em vê civakê ava dikin. Niha jî em karê xwe didomînin û çalakiyên xwe serbest li dar dixin, em li benda rojên wiha bûn. Esasên gihandina azadiya pîrozbahiya 8’ê Adarê em dayikên berxwedêr bûn.”
Bi dawî bû