Têkoşîna Clara Zetkîn, bi şoreşa jinan re gihîşt lûtkeyê 3

Jinên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xemla cil û bergên xwe yên folklorî amadekariyên pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê dikin. Jinan têkildarî çanda cil û bergên xwe yên folklorî yên çanda wan nîşan dide gotin: “Li dijî zîhniyeta baviksalarî ya bi hezaran salan li ser jinan hatibû meşandin dîsa jin xemla têkoşînê girê didin û ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê nefeseke kûr ji dil bi vîn û cesaret dikşînin. Ew kombûna me jinên pêkhateyan di 8’ê Adarê de bi serê xwe serkeftineke binghîn e ji têkoşîna jinan a ji dîrokê heya roja me ya îro.”

“Cil û bergên jinan dîmenên herî xweş ên 8’ê Adarê ne”
 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Em ber bi Roja Cîhanî ya Jinan 8’ê Adarê ve diçin. Jin li tevahî cîhanê di nava amadekariyên pêşwaziya vê cejnê de ne. Jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal ji bo 8’ê Adarê bernameyek dewlemend didin pêşiya xwe û li gorî wê pêşengiya xwe ji têkoşîna jin re mayînde dikin. Li kêleka çalakiyan jin xeml û xêla xwe girê didin û bi bedewiya Adarê re dibin yek. Jinan dest bi dirûtina cil û bergan kirine û ya herî balkêş ew e ku li herêmê, jinên hemû pêkhateyan bi cilên folklora xwe beşdarî şahiya pîrozbahiyê dibin, bi wê tabloya xweşik reng didin hatina 8’ê Adarê. Têkildarî amadekarî û rengê pêşwaziyê, jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê bi me re axivîn.
“Cil û bergên çanda Kurdî balê dikşînin ser xemla biharê û têkoşîna jinan”
Endama Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Hesna Mihemed ji bo Roja jinan a Cîhanî cil û bergên xwe amade kiriye û wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo 8’ê Adarê anî ziman: “Roja 8’ê Adarê ji bo me hemû jinan rojeke watedar e, ji ber ku ew rojek destnîşanî têkoşîna me jinan li hember bêmafî û desthilatdariyê dike. Em weke jinên Kurd bi sembola xwe ya têkoşînê tên nasîn ji bo wê heya niha me çanda xwe ya folklorî ji hemû rengên helandinê parastiye. Cil û bergên me ji hemû pêkhateyan cuda ne û xemla biharê û têkoşîna jinan nîşan didin. Her wiha ji kiras, xeftan, kember, şohî û hebrî pêk tên. Helbet her sal ji bo 8’ê Adarê em jî amadekariyên xwe dikin, berî cejna jinan bi mehekê em qumaşê xwe dikrin û wisa modêlên folklorî hildibjêrin. Nêzî 8’ê Adarê cil û bergên me amade dibin û wisa em ji bo beşdariya şahiyê li xwe dikin. Ne tenê di 8’ê Adarê de em dixwazin lixwekirina cil û bergên çanca Kurdî bibe weke çandekê di civakê de û jin her dem li xwe bikin. Mixabin heya niha lixwekirina cil û bergan tenê di şahiyan de sînordar maye lê em hewl didin bi têkoşînek mezin bikin malê hemû jinan. Ji niha ve 8’ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz be.”
Nirxê 8’ê Adarê mîrasê me hemû jinan e
Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Êzidî Hediya şemo têkildarî çanda lixwekirina cil û bergên folklorî di 8’ê Adarê de her wiha watedariya vê rojê wek jinek Êzidî wiha anî ziman: “Destpêkê di şexsê hemû jinên Êzidî de ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Nirxê 8’ê Adarê mîrasê me hemû jinan e lê mijara girîng di vir de ku têkoşna jinan bi xwe re aniya roja îro û zindî hiştiye. Li dijî zîhniyeta baviksalarî ya bi hezarê salan li ser jinan hatibû meşandin dîsa jin xemla têkoşînê girêdide û ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê nefeseke kûr ji dil bi vîn û cesaret dikşîne. Em nikarin pesnê jinan bidin ji ber ew her pênaseya û mirov dikare di kesayeta wê de 8’ê Adarê pênase bike. Ew kombûna me jinên pêkhateyan di 8’ê Adarê de bi serê xwe serkeftineke binghîn e ji têkoşîna jinên dîrokê re heya roja me ya îro. Em nikarin dîroka xwe ji pêşeroja xwe qut bibînin ger em wisa bikin wê demê me baş watedariya 8’ê Adarê hembêz nekirye. Tevî hemû êrîş û komkujiyên li dijî jinan me dikaribû van nirxên xwe yên pîroz biparêzin û ji bo 8’ê Adareke wisa azad misoger bikin. Li gorî pîvanên me yên demokrasiye jî divê ku hemû rojên jinan mîna 8’ê Adarê bin. Helbet weke jinên Êzidî amadekariyên me jî hene û em jî kêfxweşiya pêşwaziya 8’ê Adarê dijîn. Taybetmendiya cil û bergên me pêwîst e hemû kiras spî bin, jixwe em dizanin rengê spî destnîşanî aştiyê dike û ev tê wateya aştî û aramiya ku civaka Êzidî bi xwe re tîne ku aşiqê aşîtiyê ye. Ji berê ve jinên Êzidî di hemû tevgera xwe ya civakê de cil û bergên spî li xwe dikin û li kêleka parastina çand û ziman, folklora xwe jî parastine. Peyama me weke jinên Êzidî ji bo 8’ê Adarê ew e ku hemû jin hevgirtina xwe xurt bikin. Em 8’ê Adarê li jinên hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye pîroz dikin.”
“Têkoşîna 8’ê Adarê bi şoreşa jinan re misoger bû”
Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya li Herêmên Rizgarkirî yên Ereban Xod El-Elî kelecana jinên Ereb û coşa wan ji bo amadekariyên 8’ê Adarê wiha anî ziman: “Em weke jinên Ereb roja 8’ê Adarê roja rizgariya ji hemû rengên tundiyê dibînin. Li Sûriyeyê jinên Ereb wateya rast a 8’ê Adarê di hundirê xwe de neteyisandibûn ji bo wê rastî hemû cureyên tundî û paşverûtiyên civakê dihatin. Ew hînbûna durist û kesayeta azad me nas nedikir ji bo wê em li benda pejirandina têkoşîneke nû bûn mîna têkoşîna dîrokî ya 8’ê Adarê û ev yek bi şoreşa jinan re mayînde bû. Cudahiye me ji neteweyên din ên li herêmê nîn e me çanda hemû pêkhateyan di hundirê xwe de hewandiye ji ber kêfxweşiya me jinan di mijara serkeftinê de yek e. Helbet bi 8’ê Adarê re ew rihê neteweyî li gel hemû jinan dipejire, jinên Ereb jî hin xalên bingehîn hene wan pênase dike ji bo wê em jî serbilind in dema em bi folklora xwe beşdarî şahiya 8’ê Adarê dibin. Cil û bergên me hêz û cesareta jinan nîşan didin. Piranî rengên cil û bergên me tarî tên ev jî yek ji cudahiya reseniya me ye. Ji bo 8’ê Adarê çalakiyên me jî hene weke semîner, xemilandin û 4 şahiyên girseyî hene li Minbic, Dêrezor, Tebqa û Reqayê. Em dixwazin bi boneya 8’ê Adarê xwe bigihîjînin her jina Ereb û 8’ê Adarê di jiyana wê de misoger bikin.”
“Bi rihê têkoşîna xwedawend Aştar em dixwazin beşdarî 8’ê Adarê bibin”
Hevseroka Yekitiya Ciwanên Xirîstiyan a Sûriyeyê Miryana Îsa behsa tevgera jinên Xirîstiyan ji bo pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê kir û wiha got: “Dema em qala 8’ê Adarê dikin rihekî kelecanê di canê me jinan de xwe vedide. Me bi şoreşa ku heqîqeta jinan pênase dike dest pê kir û wisa em gihîştin watedariya rast a 8’ê Adarê  me di hundirê xwe de jî ew rih ava kir. Her pêkhateyek roleke xwe ya bingehîn heye bi gihandina 8’ê Adarê re, weke jinên Xirîstiyan cudahiya me jî balkêş e ji xwedawend Aştar bigre heya Şahbanûya Şamîran di şexsê wan de em xwedî dîrokek dewlemend in. Bi rihê têkoşîna van jinan em dixwazin beşdarî 8’ê Adarê bibin û mohra xwe ya dîrokî lê bidin. Folklora me wek jinên Xirîstiyan ji pêkhateyên din cuda ye mînak piranî cil û bergên me, heybeta jinên Şahbanû nîşan dide. Sembola jinên xwedî vîn û îrade destnîşana folklora jinên Xirîstiyan e, wekî din nexşeya wê jî cuda tê. Di dawiyê de ez 8’ê Adarê li tevahî jinên pêkhateyên herêmê û jinên Sûriyeyê pîroz dikim.” 
“Di şexsê têkoşerên jin de em dixwazin 8’ê Adarê bi folklor û çanda xwe zindî bikin” 
Endama Komîteya Jin a Meclisa Civaka Ermen Anûş Teteryan kêfxweşiya xwe bi hatine 8’ê Adarê wiha bi me re parve kir: “Berî niha civaka me ya Ermen rastî qirkirinên çandî hatibû ji bo wê em dixwazin di şexsê têkoşerên jin de 8’ê Adarê bi folklor û çanda xwe zindî bikin. Di roja îro de dîrokê berê xwe ji bo Ermenan guhert pêvajoyên erênî di aliyê parastina çand, nasname û hebûnê de hene. Em jî weke hemû pêkhateyên li herêmê xwedî çand û dîrokeke bi nirx in û folklora me vê yekê baş pênase dike. Cil û bergên me pênaseya xweşikbûna jinan dikin û ji kiras, şal, pêşmalk, kofî, kembera serî û noqê pêk tên. Cil û bergên jinan di 8’ê Adarê de bi xwe dîmenên herî xweşik in. Cil û bergên me nasnameya me ne em jî di wê baweriyê de ne ku ne tenê 8’ê Adarê di hemû kêliyên jiyanê de em ê cilên folklora xwe li xwe bikin.”  
Sibê: Dayika Avaşîn Kesra ya di berxweana Efrînê de jiyana xwe ji dest dayî Sûad Suleyman qala têkoşîna keça xwe dike.