Têkoşîna Clara Zetkîn bi şoreşa jinan gihîşt lûtkeyê 4

Dayika şehîd Avaşîn Kesra ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li ser axa Efrînê şehîd bûye, Sûad Suleyman şehadeta wê li hemû jinên cîhanê pîroz dike û dibêje: “Avaşîn her dem ji bo parastina axa xwe têdikoşiya û heya deqeya dawî bi moral û hêz bû, min guleke xwe li Efrînê çand û roja şehadeta wê ji bo me dîrokek e.

“Di 8’ê Adarê de min guleke xwe li Efrînê çand”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Şoreşa Kurdistanê, bi şoreşa jinan hatiye binavkirin. Bêguman di vê şoreşê de pêşengiya jinan û têkoşîna wan di hemû milan de xwe nîşan daye û her dem bûye mînak ji cîhanê re. Bi taybetî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi lêxistina zingilên şer re, bi hezaran jin tevli refên azadiyê bûn û cihê xwe di çeperên şer ên pêş de girtin û mînakên wê jî Hêzên Parastina Jin YPJ, Hêzên Parastina Hundirîn Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî Jin û gelek hêzên din ku jin cih di wan de digrin bû mînak. Ji nav wan jinan, Avaşîn Kesra ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku di temenekî ciwan de tevli refên azadiyê bûbû û cihê xwe di eniyan de girt. Avaşîn di roja jinan a cîhanî de li bajarê Efrînê gihîşt asta şehadetê. Kesên derdorê, vê rojê wekî dîrokeke serkeftin û berxwedaniyê pênase dikin. Der barê jiyan, berxwedan û riya şehîd Avaşîn Kesra de, dayika wê Sûad Suleyman ji me re axivî.
 Sûad Suleyman qala zaroktiya Avaşîn Kesra kir û wiha dest bi axaftinê kir: “7 zarokên min hene, Avaşîn jî di sersala 1999’an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû, dema Avaşîn hat dinê ez pir kêfxweş bûm. Avaşîn di biûçkatiya xwe de bala mirovan dikişand, ji ber ku ne wekî zarokên di temenê xwe de bû, têkiliyeke wê ya xurt bi birayê wê yê mezin re hebû. Ew pir zîrek û bi hêz bê lê tenê di dibistanê de lawaziya wê hebû ji ber tirsa wê hebû û ji xwendinê hez nedikir. Tişta ku herî bêtir bala wê dikişand, dîlan bû, li ser wî esasî jî di refa 7’an de tevli Koma Botan a çand û hunerê bû.”
“Piştgiriya Avaşîn ji hevalên wê re û hezkirina parastinê”
Sûad Suleyman bal kişand ser dilnizmiya Avaşîn, piştigiriya wê ya ji hevalên wê re û hezkirina wê ya ji parastina axê re û wiha pê de çû: “Avaşîn di sala 2013’an de biryara tevlibûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin da wê demê ez keniyam û min got temenê te biçûk e çênabe tu tevli bibî. Bersiv da got: “Rast e temenê min biçûk e lê belê bejna min bilind e û cilên leşkerî li min hatine.” Rast e temenê wê biçûk bû lê belê fikir û sekna wê ji temenê wê mezintir xuya dikir. Du salan di Asayîşê de ma û tevli gelek şeran bû, her kesê Avaşîn nas dikir, pê kêfxweş dibû ji ber ku hezkirina xwe dikir dilê her kesê. Pir caran hevalên wê dema nexweş bûna, nobeta wan digirt û tu car xwe ji pişta hevalên xwe dûr nedixist tevî hemû êş û westandinê. Şehadeta wê nêzî sala xwe ya 4’emîn dibe, ji roja ku ew jidayik bû heya roja şehadeta wê, dilê min jê nemaye û her dem ez pê serbilind bûm. Avaşîn kêf û xweşiya vê malê bû, her dem devliken bû û pir zana bû.”
“Biryara tevlibûna refên Tevgera Azadiyê û tolhildana şehîdan”
Sûad dibêje ku ku di sala 2014’an de Avaşîn biryara tevlibûna refên azadiyê dide ku rihê tolhildanê cem wê zêde dibe piştî şehadeta du hevalên wê û wiha domand: “Di sala 2014’an de, di merasîmê oxirkirina du şehîdan de li goristana şehîdan, li ser dikê bi dengekî bilind bi qehr û heyecan Avaşîn bang kir û got ez soza van herdu şehîdan didim û soza kadrotiyê li ser vê dikê didim. Çiqas dilê dayikê zora wê bibe jî min nikaribû piştgiriya wê nekira û hêzê nedayê. Min piştgirî da Avaşîn û got ku gere tu li gorî soza şehîdan bî jixwe ew jî di vî milî de ji xwe bawer bû.”
“Ger ez şehîd bûm, bila serê te bilind be”
Sûad Suleyman got ku Avaşîn her tim bi moral û hêz bû, çavên wê ji mirinê neditirsiyan û wiha axivî: “Jiyana wê her dem ken û kêfxweşî bû, ev yek di wêneyên wê de diyar dike, Avaşîn bi hêz bû û hêzê dida hevalên xwe jî. Piştî çend salan dema min ew dît, di şerê Minbicê de birîndar bûbû, li xwe nedida xuyakirin ku diêşe yan jî moralê wê ketiye, her û her bi moral bû. Ji min re got: “Yadê tu car li ser min netirse, ez şehîd nakevim û ger ez şehîd ketim bila kêfa te were ji ber ku tişta herî zêde ez jê hez dikim ev e.” Ev hevoka wê pir li min bandor kir. Di sala 2016’an de berê xwe da Efrînê û min nizanibû ku ew xatirê dawî ji me dixwaze. Min navê Avaşîn jê re hilbijartibû û dema ku min bihîst hevalên wê bi navê Avaşîn bang lê dikin, ez pir kêfxweş bûm. Ji dema ku hat dinê ve heta ku şehîd jî bû, her sal ez mûmên rojbûna wê vêdixim tevî ku ez dizanim nayê.”
“Di 8’ê Adarê de Avaşîn gihîşt asta şehadetê”
Sûad Suleyman da zanîn ku Avaşîn di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de gihîştiye asta şehadetê ku ev roj ji wan re wekî dîrokek e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di çeperên şer de moralê wê kêm nedibû û her tim bi dilsozî tevli hemleyên parastina vî welatî dibû. Dema min ev hêz û moralê wê yê bilind ditît, dilê min rehet dibû. Tevî hemû şerê ku tê re derbas bû, ya girîng ji bo min ew bû ku keça min ne bê moral bû ger ku Avaşîn xwedî hêzeke lawaz bûya dê dilê min rehet nebûya. Di êrîşên dewleta tirk de li ser Efrînê şerekî mezin hebû, me wekî malbat hesabê rojeke wiha dikir ji ber ku dema soza xwe da û tevli hêzên parastina welat bû, me dizanibû ku Avaşîn projeya şehadetê ye. Roja 8’ê Adarê ya sala 2018’an de Avaşîn li bajarê Efrînê gihîşt asta şehadetê. Roja ku şehîd ket pir bi moral bû, nexwest ku hevalên wê yên di çepera şer de ku ji lojîstîkû qut bûne wiha bimînin û dema ku lojîstîk gihand wan, şehîd ket. Berî ku şehîd bikeve, cejna jinan a cîhanî ku dikeve 8’ê Adarê, li hemû hevalên xwe pîroz kir.”
“Min guleke xwe li Efrînê çandiye”
Sûad Suleyman bi gotinên; min guleke xwe li Efrînê çand, serbilindiya xwe ya ji bo keça xwe anî ziman û got: “Nesîbê min û wê tunebû ku em li Efrînê hev bibînin, tişta ku dilê min xweş dike ew e dilê me bi hezkirin hev dît, me bi dil hev dît. Dema ku ez li dîrokên jidayikbûn, tevlibûn û şehadeeta wê mêze dikim, dibêjim ku Avaşîn hatibû dinê da ku dîrokekê binivîse û li pey xwe bihêle. Avaşîn di sersalê de ji dayik bû, di roja jinan a cîhanî de gihîşt asta şehadetê û merasîma oxirkirina koça wê ya dawîn jî di roja serhidana Qamişloyê de ku dikeve 12’ê Adarê de bû.  Ez her tim dibêjim ku min guleke xwe li Efrînê çandiye.”
“Şehadeta wê li hemû jinên cîhanê pîroz be”
Sûad Suleyman di dawiya axaftina xwe de şehadeta Avaşîn Kesra li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Ez nikarim kêliya bihîstina xebera şehadeta wê bînim ser ziman an jî bi gotinan şîrove bikim, êşeke gelek giran bû, tevî vê êşê jî ez ewqasî bi şehadeta wê serbilind im û berxwedaniya wê li ber çavên min e. Heyfa kenê wê ku ji dinyayê çû û heyfa hemû şehîdên me. Di 8’ê Aadara 2022’an de, şehadeta Avaşîn dikeve sala xwe ya 4’emîn. Em ber bi nêzîkbûna wê rojê ve tên. Ez şehadeta wê li hemû jinên cîhanê, malbatên şehîd û welatparêzan pîroz dikim. Avaşîn û hemû hevalên xwe ku di oxira azadiyê de çûne, roniya rojên me ne, ew in ên ku em bi wan şiyar dibin û ew in ên ku em li ser riya wan in. Şehîd tu carî namirin û jin azadiya jiyanê ne.”
Sibê: Nêrgiz Dawûd a ku di pêvajoyên herî zehmet de nêzî 15 salan komên hunerî  ji bo amadekariya şahiyên 8’ê Adarê di mala wê de perwerde dîtine.