Siyaset /Mêr,Dadger /Mêr,Fail /Mêr:Dinava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin-DOSYA 3

"Divê hikûmet îstîfa bike ji ber ku ew nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire" Kiryar hem ji hêla desthilatdariyê ve hem jî ji ber pratîkên heyî ve tên cesaretkirin. Niha, li salonên dadgehê, kujer parastina xwe bi referansa hêzê dikin. "Polîtîkayên AKP’ê yên li welat çi ne û çawa ne?" Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, pêvajo û nemaze komkujiyên li ser jinan zêde dibin nirxand û got ku ji ber hikûmet nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire divê îstîfa bike.

"Divê hikûmet îstîfa bike ji ber ku ew nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire"
Kiryar hem ji hêla desthilatdariyê ve hem jî ji ber pratîkên heyî ve tên cesaretkirin. Niha, li salonên dadgehê, kujer parastina xwe bi referansa hêzê dikin. "Polîtîkayên AKP’ê yên li welat çi ne û çawa ne?" Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, pêvajo û nemaze komkujiyên li ser jinan zêde dibin nirxand û got ku ji ber hikûmet nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire divê îstîfa bike.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan- Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê, li gorî salên borî zêdebûnek mezin di bûyerên qetilkirin û şîdeta li dijî jinan de heye.
Remziye Tosun diyar kir ku gavên hatine avêtin û polîtîkayên ku hikûmet dimeşîne rê li ber tundiya li ser jinan vekiriye û wiha berdewam kir:
"Di wextekî ku mirin ewçend dijwar bû de, ew şevek ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Piştî îmzeya paşvekişandî di nav 24 saetan de 6 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Kiryar hem ji hêla vegotina hêzê ve hem jî ji hêla pratîkên wê yên wekî peyman ve tên teşwîqkirin. Cesareta ku distîne bi bêcezatiya di darazê de dibîne digihîje asta herî jor. Kesên kiryar û kujer bi gotina "Ez ê her tiştî bikim, tiştek bi min nayê" tevdigerin.”
"Dixwazin jin bibin kole"
Remziye Tosun, ji hikûmetê xwest ku îstîfa bike ji ber ku ew nikarîn pêşî li qirkirinê bigirin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Desthilatdar dixwaze profîlek jinên ku li malê rûdinin, xwarinê çêdikin û tenê li tiştên ku mêr dixwazin digerin ava bike. Jin bi salan e her dem li dijî vê têgihîştinê têdikoşin. Ew li ber xwe didin her dem ji bo ku di nava van mercên bi zext û qedexeyên heyî de nefes bigrin. Hikûmet dixwaze hemû jinên li welat dijîn bibin kole."
Remziye Tosun destnîşan kir ku îro jin ne li malê, li kolanê, ne jî li devera ku lê dixebitin nikarin bêhna xwe bigirin û diyar kir ku jinên qada jiyanê li wan teng bûye ber bi mirinê ve tên kişandin.
“Li pişt perdeyê krîzek civakî heye”
Remziye Tosun diyar kir ku li pişt perdeya zêdebûna xwekuştin û mirina gumanbar ên jinan krîzek civakî heye û got; “Haya me ji zêdebûna hejmara xwekuştinên jinan di demên dawî de heye. Tu jin dema ku di jiyana wê de her tişt baş be, mirinê hilnabijêre. Wam jinan hemû neçarî mirinê dimînin. Pêvajoya berî û piştî xwekuştina jinan divê were lêkolînkirin. Divê kesên ku bûne sedema mirinê werin cezakirin. Di nav çar rojan de li Amed û Rihayê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. "Van xwekuştinên ku li Kurdistanê zêde dibin Polîtîk in." 
"Saziyên ku hatin girtin ji bo gel nefes bûn”
Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun destnîşan kir ku ji xeynî zextan, rola qeyûmên ku hatine avetin, di vê tengezariyê de heye û diyar kir ku beriya avetina qeyûman, li herêmê saziyên ku jin û ciwanan li wan nefes digirtin hebûn. Remziye Tosun diyar kir ku deriyên ji raya giştî re çareserî ne, hatine kilîtkirin û hewldanên partiyên wan ên li dijî tiryak û fuhûşê jî krîmînalîze dikin. Remziye Tosun di axaftina xwe de van tiştan anî ziman:
"Berî qeyûman, li Kurdistanê jin û saziyên çandî hebûn. Bi çalakiyên di wê serdemê de hatin meşandin, deriyek ji bo jin û ciwanan hebû. Ciwanan di warê çand, huner û werzîşê de xebat dimeşandin. Piştî ku qeyûm hatin avetin, saziyên jinan û çandî jî hatin girtin an jî bê fonksiyon kirin. Tenê cihê ku mirov lê nefes bigire jî hatin rûxandin. Qeyûm îro ne ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, ne jî ji bo ciwanên bêkar dixebitin. Wan gel bê hewa hiştin. Bi vî rengî, meyla ciwanan ber bi adetên cuda û yên xirab ve çêdibe. Ev gelên herêmê ber bi depresyon û xitimandinekê ve dibe. Heya ciwanên me yên ku li dijî van adetên zêde têdikoşin tên krîmînalîzekirin. Wisa ye ku dewlet tenê temaşe dike ka ciwan an jinên li herêmê ji xeynî siyasetê çi dixwazin. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet gelê me yê xwedî çanda gelerî ji rê derbixin."
XİLAS BÛ