Siyaset / Mêr,Dadger / Mêr,Fail /Mêr: Di nava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin - 2

"Pergala baviksalar newekheviyê xwedî dike" Li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê jin balê dikşînin ser pirsgirêkên ku li bajarên wan jin bi wan re rû bi rû dimînin û diyar dikin ku pergala baviksalarî newekheviyê xwedî dike. Jinan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan ên li herêmê û mirina bi guman ku di bin navê xwekuştinê de çêdibin, her wiha diyar dikin ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîna xwe bidomînin.

"Pergala baviksalar newekheviyê xwedî dike"
Li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê jin balê dikşînin ser pirsgirêkên ku li bajarên wan jin bi wan re rû bi rû dimînin û diyar dikin ku pergala baviksalarî newekheviyê xwedî dike. Jinan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan ên li herêmê û mirina bi guman ku di bin navê xwekuştinê de çêdibin, her wiha diyar dikin ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîna xwe bidomînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê di rojêve de, komkujiyên li dijî jinan, destdirêjiya zayendî, tacîz, xwekuştinên gumanbar cih hene. Em li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê jinên ku êrîşên li dijî jinan ji nêz ve dişopînin re peyîvîn. Jinan bal kişandin ser betalkirina Peymana Stenbolê, polîtîkayên li ser jinan, êrîşên li dijî jinan û polîtîkayên bêcezabûnê.
"Em baş dizanin ku mirina bi guman çi ye"
Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Melîke Bîsîkletçîler, diyar kir ku bûyerên mirinê baş nayên lêkolînkirin û rastî ji raya giştî tê veşartin. Melîke Bîsîkletçîler bal kişand ser pêvajoya bêcezabûnê ya di bûyerên mirina bi guman de.
"Heya me hemûyan ji zêdebûna xwekuştin û mirina jinan li herêmê heye. Nûçeyên mirina gumanbar ên jinan her roj ji ajansên nûçeyan re tên ragihandin. Em ji bûyerên berê baş dizanin ku ev mirin çawa ne û ne gumandar in. Lê wisa dixuyê ku lêkolînên piştî bûyerên mirinê hatine kirin nîvco dimînin. Sedema mirina mirovên ku dawî li jiyana xwe anîne û çi qewimiyê ji raya giştî tê veşartîn. Divê ev mirin normalîze nebin. Ger jin ji ber şîdet an zexta ku tê jiyîn dawî li jiyana xwe bînin divê sedemên vê yekê bên lêkolînkirin û yên ku bûne sedem werin darizandin."
"Zilam ji polîtîkayên hikûmetê cesaret digrin"
Melîke Bîsîkletçîler diyar kir ku di vê dema mirina gumanbar a jinan gihîştiye asta herî jor de betalkirina Peymana Stenbolê şîdeta mêr zêde kiriye û di berdewamiya axaftina xwe de cih da wan gotinan:
"Bêguman, zêdebûna tundîtûjiyê û mirinê, rasterast bi polîtîkayên hikûmetê û çanda bêcezabûnê ve girêdayî ye. Di sala paşîn de, li şîdeta mêr a wisa dijwar û sîstematîk dihat jiyîn, pandemî jî zêde bû. Di vê serdemê de, jin neçar man ku bi tawanbaran re bimînin û keda wan a nava malê her ku çû zêdetir bû. Bêguman, di meha paşîn de, ji bilî van, betalkirina Peymana Stenbolê yek ji sedemên bingehîn e ku tundiya mêr zêde dike. Ji ber vê yekê, di derdorek wisa de, nîqaş û betalkirina Peymana Stenbolê kuştina jinan pir zêde dike. Rastiyek heye ku em îro qirkirina jinan dibînin û hewl didin me bi bê ewlehîtiyê de bihêlin. Di vê wateyê de, em ê parastina Peymana Stenbolê bidomînin." 
"Bûyerên mirinê ne tesadufî ne"
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad a Êlihê (TJA) Semra Guneş difikire ku divê mirina jinan di vê pêvajoya dawî bi têgînên wekî "adet" û "namûs" neyên nirxandin û wiha didomîne:
"Haya me ji zêdebûna qetilkirina jinan a di van salên dawî de heye. Ji xeynî vê, xwekuştin û hejmara bûyerên mirina bi guman a jinan jî zêde dibin. Xwekuştina jinan ku di demên dawiyê de li Sêrt, Êlih û bajarên derdorê qewimîn ne tesadûfî ne. Di dema pandemiyê de, jin di malên xwe de bêtir rastî şîdeta nav malbatê, destdirêjî û şîdeta psîkolojîk hatin. Pêknehatina mekanîzmayên serlêdana qanûnî di pêvajoya pandemiyê de van sûcan du qat zêdetir kir."
"Dixwazin jinên îtaetkar biafirînin” 
Semra Guneş diyar kir ku ji ber qeyrana civakî û aborî ya ji hêla hikûmetê ve hatiye afirandin bûyerên xwekuştinê zêde bûne û diyar kir ku krîzên hatine jiyîn di her warî de piranî bandorê li jinan dikin. Semra Guneş diyar kir ku jinên li dijî krîzê têdikoşin jî dibin hedef.
"Hikûmet bi polîtîkayên ku dixwaze biafirîne, dixwaze jinan bixe girtîgehan. Dewlet xeyal dike ku bi afirandina civakek kevneperest şîdeta mêr meşrû bike. Li gorî wan, jina ku naxwaze guh bide mêr sûc dike. Jinên ku li dijî vê zordariyê li ber xwe didin û têdikoşin jî di hedefa wan de ne. Jinên Kurd bi salan e di nava xwe de li dijî baviksalariyê şer dikin. Li dijî çanda zewaca zarokan, şîdeta nav malbatê û destavêtinê têdikoşin. Her wiha hikûmet bi van polîtîkayên xwe dixwaze jinên ku têdikoşin bitirsîne."
"Ji saziyên jinan ditirsin"
Semra Guneş diyar kir ku hikûmet ji jin û saziyên jinan ên li herêmê têkoşîna xwe didomînin ditirse û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî hedefgirtina jinan û zilmê didome û wiha domand:
"Berî her tiştî, em dibînin ku di du salên dawî de li herêmê bûyerên qetilkirina jinan zêde bûne. Şîdeta civakî û zêdebûna şîdeta dewletê berî her tiştî bandorê li ser îhtîmala çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dike. Ji ber ku azadiya jinan tê wateya azadkirina kes û civakê, ew ji destkeftiyên jinan û saziyên jinan ditirsin. Ya ku vê dawiyê qewimî nîşaneya vê yekê ye. Em ê li dijî van polîtîkayên şerê taybet û şîdetê bi serbilindî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li her qadê xebatên hişmendiya jinan zêdetir bikin û li gel wan bin. Pergal dê bibîne ku polîtîkayên ew dixwaze li vir bê bandor dimînin."
"Polîtîkayên bêcezabûnê şîdetê zêde dikin" 
Endama Meclisa Giştî ya Şaredariya Sêrtê Cemîle Altan, bal kişand ser mirina jinan a bi guman û xwekuştina ku di van demên dawiyê de pir zêde bûne û got:
"Em komkujiyên vê dawiyê yên li ser jinan, mirina bi guman a jinan, xwekuştin û şîdeta li ser jinan bi xemgînî dişopînin. Jin ji mêran bêtir întihar dikin. Tê dîtin ku yên li Sêrtê întihar kirine bi piranî jinên ciwan in. Sedemên wekî zextên civakî yên malbatê, aborî û bêkarî yên bingehîn in. Zexta ji şîdeta psîkolojîk û bêhêvîtiyê ya der barê pêşerojê, kêmasiya parastinê ya jinan, polîtîkayên bêserûberkirina dewletê ji bo şîdetê û rewşa psîkolojîk û aborî ya jinan dibin sedema bûyerên mirinê."
 “Di pêvajoya pandemiyê de êrîşên li ser jinan du qat zêde bûn”
Cemîle Altan diyar kir ku di mirin û şîdetê de siyaseta desthilatdariyê û her wiha krîzên civakî jî xwedî roleke mezin in û got; "Dîtina neyînî ya rojevê ya li ser jinan û anîna tundîtûjiyê wekî jiyana normal di çapemeniyê de hêzê dide mêran. Di dema pandemiyê de, şîdet du qat zêde bû. Mêr nikarin xwe bi malê ve girê bidin, mêr çareseriyê di şîdetê de dibînin. Ji ber vê yekê, ev rewş dibe sedema mirina gumanbar û xwekuştinan.”
"Em krîza di nava krîzê de dijîn"
Endama Platforma Jinan a Rihayê Eylem Salar jî diyar kir ku li bajarê wan di ndawî de hejmara mirina bi guman a jinan ku zêde dibe baş û zelal nayê zanîn. Eylem Salar destnîşan kir ku pêwîst e hemî sazî vê pirsgirêkê bixin rojevê û diyar kir ku rewş gihîştiye asteke pir cidî û agahî da ku yek ji bajarên Tirkiyeyê ku tundî lê zêde bûye Riha ye û gotinên xwe wiha domand:
"Îro, jin ji ber ku dixwazin der barê jiyana xwe de biryaran bigrin û mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin, bi şîdeta psîkolojîk, bedenî, zayendî û aborî ve tên kuştin. Bi kûrbûna krîza pandemiyê re, em, wekî jin, di vê pêvajoya ku di nava krîzê de krîz e dibînin de ne. Heya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê eşkere dike ku tenduristiya jinan ji mêran bêtir, ji rewşên neyînî bi bandor dibe. Jin di nav koma metirsîdar de ne ku herî zêde ji pêvajoya pandemiyê bi bandor dibin. Bi pandemiyê re, li seranserê cîhanê ji sedî 27.8 bûyerên tundiyê zêde bûn. Dîsa, di serlêdanên li saziyên jinan de zêdebûnek pir cidî heye. Lê mixabin, welatê me ji jinan re bûye dojeh. Bi vî rengî, bi xwezayî, kesên ku di rêza yekem de ji çavên xwe derdixin jin in.”
"Şîdeta li ser bingeha feraseta zayendperest her ku diçe zêde dibe" 
Eylem Sayara dibejê; "Qeyrana aborî û civakî ya jin pê re rû bi rû dibin roj bi roj kûrtir dibe” û axaftina xwe wiha didomîne; “Şîdeta li ser bingeha zayendî li li dijî jinan zêde dibe. Pergala baviksalarî ya ku ji ber rolên zayendî heye, newekheviyê dide jiyîn. Jinek bi şîdetê re rû bi rû ye, bi berpirsyariyên zêde yên li malê re dimîne, barê malê zêde bûye û hewldanên peydakirina hewcedariyên endamên malbatê hemû dikevin dikevin ser milên jinan. "Polîtîkayên ku hatine meşandin bûne sedema pirsgirêkên ku dibin sedema windakirina hejmarek kêm destkeftiyên di van salên dawî de hatine bidestxistin û di pêşîlêgirtina cu00dakariya zayendî de newekheviya navbera zayendan kûrtir dike." 
Sibê: Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun: Jin ji bo nefes bigrin li ber xwe didin