Sê sal li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî

Sê salan li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî derbas bû. Di nav sê salan de bi navê herema kaşo bi ewle li ev cihên ku hatine dagirkirin gelek buyerên dermivorî hat jiyîn.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Di navbera çemê Dicle û Firatê de û li ser axa Mezopotamyayê du bajarên ku ji şaristaniya mirovahiyê re şahidî kirine hene ew bajar Serêkaniyê û Girê Spî ne. Serêkaniyê ya malavahî û şahidî ji dîrokê re kiriye, bû hedefa dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wî yên ji hêzên hegemonîk û kapîtalîst di serî de jî dewletên NATO’yê.

Wekî garantor xwe nîşandan lê pêşengî ji dagirkeriya dewleta Tirk re kirin

Ew dewletên ku kaşo xwe wekî garantor nîşan didin, bûn sebebê dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê. Dagirkirina van bajaran jî tenê ji bo razîkirina dewleta tirk û çeteyên wê yên ku li hemû parêzgehên Sûriyeyê belav bûne, bû. Dewleta tirk li ser sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re kampên koçberan ji bo gelê Sûriyeyê vekir. Ciwanên ku koç dibin wan wekî çete bi çek û perwerde dike û ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe bi kar tîne. Sedema ku heta niha krîza Sûriyeyê çareser nebûye, hebûna dewleta tirk a ser vê axê ye û xurtkirin û piştgiriya wê ji aliyê Emerîka, Rûsya û Îranê ye. Li herêmên dagirkirî li dijî pîrozî û nirxên neteweyan binpêkirinên mezin hatine kirin. Li dijî projeya Neteweya Demokratîk hemû rengên êrîşan pêk tînin ku vê projeyê têk bibin û li ser nijadperestî û zayendperestiyê vê civakê bidin berdewamkirin.

Hinceta valakirina ‘Herêma Ewle’

Serokkomarê Tirk Erdogan ji destpêka Şoreşa Rojava ve her dem digot ku Kurd li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê, li ser ewlehiya welatê wan xeterê ava dikin. Paşê xwest ku Emerîka navbeynkariyê di navbera Tirkiye û QSD'ê de bike. Piştî civînên Emerîka û Tirkiyeyê ku 3 rojan berdewam kirin, di 7'ê Tebaxa 2019'an de gihîştin tîfaqê ku (Herêma Ewle) ava bikin. Paşê QSD'ê daxuyanî da û got ku ji bo ev tîfaqî here serî ew ê her tiştî bikin.

Li ser van xalan wê herêma ewle bihata avakirin, avakirina Odeya Operasyonên Hevpar navbera her du hêzan de her wiha avêtina dewriyeyên hevbeş ên Emerîka-Tirkiye li ser dirêjahiya 5 heya 9 km. li ser sînor ji Serêkaniyê heya Girê Spî. Di 1’ê Îlona heman salê de yekemîn dewriyeya hevbeş hat avêtin.

Vekişîna Koalîsyona Navdewletî

Serokê Emerîkayê Donald Trump di 6'ê Cotmehê de biryara vekişîna Hêzên Koalîsyona Navdewletî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Li ser wî bingehê di 7'ê Cotmehê de Hêzên Koalîsyonê ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişiyan û rê dan ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 9'ê Cotmehê de êrîşên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin. Lê li vir durûtiya Emerîkayê derket holê ku bi planên bi Rûsya û Îranê re hewl didin hemû Rojhilata Navîn dagir bikin û planên xwe bi cih bînin.  

Di rastiyê de “Herêma Ewle”

Li ser axa Mezopotamiyayê ku bi dehan netew lê dijîn, çete li ser bi hev dikevin. Li ser dizîna mal û milkên sivîlan fesîleyên çeteyan bi hev ketine, kuştî û birîndarên wan çêbûne. Berhemên genim û cehê Serêkaniyê û Girê Spî û zeytûnên Efrînê derbasî axa Tirkiyeyê dikin û ji wir derbasî welatên Ewropayê bûne û dibin jî. Li hember simbila genimê ku diçandin, hemû çekên giran, kîmyewî û balafirên herî pêşketî bi kar anîn. Li dijî zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê (Kurdî) dixwendin bi hezaran bombe barandin. Dayika ku baxçeyê xwe av dida, çek xistin sînga wê de û ew qetil kirin.

Rûyê niha yê Serêkaniyê

Malên ku di her quncikek xwe de bi dehan bîranîn dihewandin, veguherandin girtîgehên îşkencekirinê. Bi dehan girtîgehên ku jinan tê de bi alavên herî tûj îşkence dikin, çêkirin. Li malên Kurd, Ereb û Suryaniyan malbatên çeteyan û di serî de yên DAIŞ'ê hatine bicihkirin. Beşek ji wan malbatên çeteyan ji Kampa Holê ya ku rojhilatî bajarê Hesekê bi 45 km. dûr dikeve reviyan û derbasî wir bûn, beşek jî ji Kampa Eyn Îsa ya li Herêma Firatê reviyan û xwe gihandine herêmên dagirkirî. Malbatên ji Xûta, Dera, Idlib û gelek bajarên din lê hatine bicihkirin. Demografiya herêmê tê guhertin, li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî hatiye ferzkirin û sirûda wan tê xwendin.

Hêlîn û stargeha DAIŞ'ê!

Serêkaniyê êdî hêlîn û strageha DAIŞ û çeteyên El-Nusrayê ye. Li wir çete tên perwerdekirin û derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin. Di nava Kampa Holê de xwe birêxistin dikin û amadekariya êrîşên nû li ser herêmê dikin.

Bi dehan caran alên DAIŞ'ê li kolanên bajêr hatine rakirin. Komên çete ku navê cuda cuda li xwe kirine, hemû çeteyên DAIŞ'ê ne. Di Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de rastiya vê yekê hat xuyakirin ku çeteyan perspektîfên ku ji MÎT’a Tirkiyeyê digirtin û hemû çete jî ji herêmên dagirkirî Serêkaniyê û Girê Spî derbasî Kampa Holê dibûn, rêxistina xwe li hemberî tevahî mirovahiyê mezin dikirin.   

Di Newroza 2022'an de çeteyan çi kir?

Koma El-Hemzat a girêdayî Tevgera Şoreşgeran (Hereket El-Sairûn) di roja 21'ê Adara 2022'an ango Cejna Newrozê de, komek ji malên sivîlan ên ku li gundê Eyn Hisanê dikevin bi temamî hilweşandin. Eyn Hisan jî dikeve bejahiya başûrê bajarê Serêkaniyê û tenê bi 2 km. dûrî bajêr e. Di heman wextê de hejmareke mezin ji daran jî di nav de darên zeytûnan hebûn jêkirin. Sedema rakirin û hilweşandina malan jî ew bû ku veguherandina nuqte û baragehên leşkerî. Ya din jî ji ber helwestên wan ên neteweyî li hemberî dagirkeriya tirk.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelê Serêkaniyê her sal Newroza xwe li wî gundî pîroz dikirin û ev gund jî dîroka wî digihîje 107 salan.

‘Kirîna rê?’

Qaçaxçî û şebekeyên qaçaxçîtiyê yên bi navê "Encûmena Netewî ya Kurd" û îstixbarata Tirkiyeyê amaje bi wê yekê dikin ku riyên qaçaxkariyê ji % 100 ewle ne û tu metirsî di vê mijarê de nîn e. Dibêjin ku ji aliyê leşkerên tirk û çeteyên wê ve ku (Rê kirîne) bi vî awayî koçber têne xapandin û dikevin torên wan ku paşê çarenûsa wan nediyar e. Paşê yan rastî şantajên aborî yan zayendî yan jî rastî kuştin û diziyê yan jî diziya organên wan tên.

Çav li riya vegerê qerimîn…

Bêtirî 500 hezar kes ji kobçerên Serêkaniyê û Girê Spî bi hêviya vegera cih û warên xwe li dijî dagirkeriyê di nav berxwedanê de ne. Her sal hêviyên xwe nû dikin ku wê rojekê dîsa vegerin bajarên xwe û di hembêza wê de bi azad û bêtirs razên û bijîn. Wê hesreta van salan ji dilê xwe derxin.

Komeleya Hevdestî ya qurbaniyan bîlançoya binpêkirinên 3 salan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî belge kirine.

Belgeyên wan jî wiha ne:

Girtin:

511 kes hatin girtin, ji wan: 68 jin û 42 zarok in.

Herî kêm 185 kes hatine windakirin.

325 bûyerên îşkenceyê rû dan, herî kêm 5 kes di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin.

92 girtî sewqî Tirkiyeyê hatin kirin (48 girtî heta niha ji 13 salan heta ebedî cezayên hepsê li wan hatine birîn).

Kuştin:

56 sivîl hatine kuştin 4 jê jin in.

11 kes jî li qadê hatine tesfiyekirin.

Koçberî:

Zêdetirî 150 hezar kes ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber in û bi darê zorê hatine koçberkirin

Zêdeyî  85% şêniyên Serê Kaniyê piştî dagirkirinê venegeriyan malên xwe.

2500 malbatên koçber ji herêmên din ên Sûriyeyê li malên sivîlên koçberkirî hatine bicihkirin

55 malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji jin û zarokên wan pêk tên ku (piraniya wan Iraqî)ne li Serêkaniyê li malên desteserkirî bi cih bûne.

Desteserkirina milkan:

Zêdeyî 5 hezar û 500 xaniyên niştecihan

Zêdetirî hezar û 200 firoşgehên bazirganî û pîşeyî

55 gund ji şêniyên xwe yê resen hatine valakirin

Zêdeyî milyonek donim (100 hezar hektar) erdê çandiniyê hatine desteserkirin.

Bêewlehî

Li herêmên dagirkirî (Kaniya Aştiyê) ango Nebih El-Selam:

Herî kêm 72 teqîn ku zêdetirî 145 sivîl di nav de jin û zarok hene hatin kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûne, rû daye.

46 bûyerên şer û pevçûnên navxweyî di navbera komên çete yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de çêbûn ku di encamê de herî kêm 3 sivîl hatin kuştin û bêtirî 25 kesên din jî birîndar bûn.

Hevdestî ev têbînî kir ku: Binpêkirina Tirkiyeyê û komên çete yên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin zêdetirî ji tiştên ku hatine belgekirin û piştrastkirin e. Ji ber ku em piştrast dikin rêjeya rastî ya binpêkirinan zêdetirî hejmarên ku di vê bilançoyê de hatiye gotin e.