Rûyekî din ê tundiya li ser jinan: “Hêwîtî” -2

“Zewaca bi hêwîtî bêyî vîna jinan bi pêş dikeve” Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku em bi wan re li ser mijara hêwîtiyê ya di pêvajoya dawî de li Rihayê zêde bûye û bûye sedema qetilkirina 2 kesan bi awayekî hovane axivîn, diyar kirin ku ev rewş jinan rastî binpêkirinên giran ên mafên tîne. Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Rihayê Parêzer Canan Bêrîtan Gokkan, diyar kir ku zewacên bi hêwîtî bêyî vîna jinan, ji bo pirsgirêkên aborî tên kirin.

“Zewaca bi hêwîtî bêyî vîna jinan bi pêş dikeve”
Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku em bi wan re li ser mijara hêwîtiyê ya di pêvajoya dawî de li Rihayê zêde bûye û bûye sedema qetilkirina 2 kesan bi awayekî hovane axivîn, diyar kirin ku ev rewş jinan rastî binpêkirinên giran ên mafên tîne. Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Rihayê Parêzer Canan Bêrîtan Gokkan, diyar kir ku zewacên bi hêwîtî bêyî vîna jinan, ji bo pirsgirêkên aborî tên kirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha - Jinên penaber ên ku bi pêvajoya şerê li Sûriyeyê re herikîn bajarên sînor, bi salan e rastî binpêkirinên giran ên mafên civakî û aborî tên. Li Rihaya ku di salên herî dawî de binpêkirinên mafan lê kûr bûne û jinên penaber lê kom bûne, mirina bi guman û qetlîamên jinan roj bi roj zêde dibin. Di vê dema ku piraniya bûyerên mirina bi guman ji jinên penaber pêk tên ango yên ku bi awayê bi guman dimirin jin in, me bûyera "Hêwîtî" (Hevjîna duyemîn) ku yek ji bûyerên sereke ye jinên li bajêr di van salên dawî de rû bi rû mane lêkolîn kir. Me bûyera hêwîtiyê ku di beşa dosyayê ya yekem de me ji şahidan guhdarî kir, di vê dosyayê de ji parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên li bajêr dimînin û ji nêz ve penaberan re mijûl dibin pirs kir.
"Hêwîtî wekî neçariyek derketiye pêşberî wan”
Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Rihayê Parêzer Canan Bêrîtan Gokkan diyar kir ku ev dozên li bajêr her ku diçe zêde dibin di sala 2015’an de zêdetir derketiye holê. Canan Bêrîtan Gokkan a ku anî ziman pirjinî li Sûriyeyê rewşeke asayî tê dîtin, diyar kir ku jinên piştî şer hatine welatekî ku ew nas nakin, di vê wateyê de bêparastin hatine hiştin. Canan Bêrîtan Gokkan diyar kir ku jinên penaber ên hatine ji ber zehmetiyên aborî "zewaca bi hêwîtî" qebûl kirine û wiha got: "Ev qebûlkirina wan ne ji ber ku ew dixwazin, wek mecbûriyetekê derdikeve pêşberî wan. Helbet di van qonaxan de zilamên 70 salî dest bi zewicandina bi keçên Sûriyeyî yên 15 salî re kirine û ev rewş pir hat normalîzekirin. Li vir îradeya jinan li ber çavan nehat girtin, ji ber ku awayê nêzîkbûna mirovan weki ev tiştekî pir normal e. Jin, bêyî ku ji wan bê pirsîn ka vîna jinan ji bo hêwîtiyê heye yan na, mehkûme hêwîtiyê hatine kirin.”
“Jinên ku ji zilmê direvin rastî zilmeke din tên” 
Canan Bêrîtan Gokkan anî ziman ku di encama pêvajoyê de keçên 14-15 salî bi riya navbeynkaran bi zilamên 70 salî re tên zewicandin, diyar kir ku ji ber zehmetiyên aborî yên malbatan ev encam derdikeve. Canan Bêrîtan Gokkan dibêje ku jinên ji şer direvin bi vî awayî ji zilmek direvin rastî zilmek din tên, diyar kir ku piraniya jinan ji derveyî vîna xwe tevdigerin.
“Pergal di çareserkirina pirsgirêkên jinan de kêm dimîne”
Canan Bêrîtan Gokkan bal kişand ku jin di mijara jina duyemîn de bi fermî zewaca xwe nakin û wiha got: “Dîsa nasnameyên zarokên ku hatine dinyayê nabe. Ev şert û merc jî di her warî de wan pir dijwar dike. Pir caran jin tedbîrên parastinê yên 6284’an nizanin. Tirsa wan a dersînorkirinê heye lewma nikarin pirsgirêkên xwe bibin navenda polîsan. Dîsa jina ku rastî tundiyê hatiye, ji ber tunebûna wergêran nikare xwe îfade bike û nikare tişta ku dixwaze bibêje. Di vê xalê de sîstem pir kêm dimîne.”
“Jin ji hemû mafan bêpar dimînin” 
Canan Bêrîtan Gokkan dibêje ku pirsgirêka hewîtiyê yek ji pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê ye û wiha got: “Pirsgirêka hêwîtiyê bi koçberiya ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve veguherî rewşeke gelekî asayî. Jin rastî tundiye tên û dixwazin hev berdin lê ji ber ku zewaca wê ya fermî nîn e, nikare ji mafên ku di qanûnê de hatine naskirin, sûdê bigre. Di warê aborî de, ew li malê dimîne û tundûtûjî berdewam dike. Jinên ku bi vê yekê re rû bi rû dimînin, ji ber ku difikirin çareserî tune ye gilî nakin."
"Ji ber ku derfet û ewlehiya jiyana wan tune ye dizewicin" 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê Sumeye Koç a em pê re li ser mijarê axivîn, diyar kir ku paşverûtiyên çandî û olî yên penaberên Sûriyeyî jî bandorek mezin li bûyerên hewîtiyê dike. Sumeye Koç bal kişand ku zewac li Sûriyeyê hem statûyeke civakî ye û hem jî pergala ewlekariya aborî ye, destnîşan kir ku ev rewş li Sûriyeyê weke tevgereke şermezarkirinê nayê dîtin. Sumeye Koç anî ziman ku jinên ji şer reviyane hatine welat ji bo lêçûnên aborî peyda bikin an jî li ser malbatê nebin bar dizewicin, wiha got: “Giraniya kesên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê koçber bûne jin û zarok in. Jinên ku mêrên malbatê winda kirine yan jî şandine welatên sêyemîn, piraniya nifûsa Sûriyeyê pêk tînin. Ev rewş jinên Sûriyeyê dixe hedefa zewaca bi hêwîtî. Jinên ku bûne hedefa gelek metirsiyên din ên weke fuhûş, karê bi darê zorê û îstîsmara kedê, ji bo xwe ji metirsiyên koçkirina bi darê zorê dûr bixin tercîh dikin ku bizewicin. Bi gotineke din, mijara hêwîtiya jinên Sûriyeyê di eslê xwe de rewşeke ji ber şert û mercên çandî derketiye holê.”
“Hêwîtî dibe sedema binpêkirina mafên jinan” 
Sûmeye Koç diyar kir ku rewşa hêwîtiyê jinan ji her du aliyan ve di warê hestiyarî, civakî û aborî de aciz dike, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di vê pêvajoyê de tên jiyîn nayên paşguhkirin. Sumeye Koç dibêje ku jinên Sûriyeyî ji bo ji bêewlehiya aborî û civakî rizgar bibin, neçar dimînin  hemû şert û mercên zehmet ên zewacê qebûl bikin û wiha got: “Di bûyera hêwîtiyê de her du jin jî rastî îstîsmara zayendî û derûnî tên. Parastina ji vê tundiyê û parastina zarokên xwe dibe yekane çalakiya jiyana wan û di qada civakî de ji derfeta naskirina xwe bêpar dimînin.”
“Divê jin ji dorpêça îstîsmarê rizgar bibin” 
Sumeye Koç, ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên mafan vebijarkên çareseriyê rêz kirin, bang kir ku divê di serî de kes û saziyên fermî dev ji zimanê ku dibe sedema pêşdaraziyên zayendîparêz û nijadperest berdin û got; “Ji bo ku sedemên vê rewşê pêk tinîn ji holê bên rakin divê mekanîzmayên aborî û ewlekariya civakî bên avakirin û bi vî awayî jin ji hedefgirtina îstîsmarê rizgar bibin. Ji bo bilindkirina asta hişmendiya civakî, pêwîst e pirsgirêkên di xalên cuda yên ziman de bên çareserkirin û lêkolînên agahdarî yên lezgîn û berfireh bên kirin. Divê gelê me jî baş fêm bike ku ev rewş encameke şer e û penaberên Sûriyeyê ne ku ji bo jiyana me tehdîd bikin, ji bo jiyana xwe bidomînin koçber bûne.”
Dawî…