Romanên di bin siya gotinên nefretê de: Dîrokek ji qirkirinê heta ji holê rakirinê (2)

Ji civaka Roman Berfu Yilmaz, dibêje: “Em di taxa xwe de heps bûne, ji civakê hatin îzolekirin. Em hewl didin di nava xwe de edaletê pêk bînin, ewlehiya xwe pêk bînin. Ji ber ku dewlet pêwîstiya vêya pêk nayne.”

Berfu Yilmaz: Dibêjim ‘Ez Roman im’, dibêjin ‘Haşa ma tiştek wiha çêdibe’

REVŞAN SAGLAM

Navenda Nûçeyan – Civaka Roman, ji dîrokê heta niha di nava zivrîneka polîtîkayên derkirin û cûdakarî yên li dijî komên kêmnetew de dijîn.

Em bi Berfu Yilmaz a Abdal re, li ser  edalet û piştevaniya ku Roman bi xwe di nava xwe de pêk tînin, axivîn. Berfu balê dikşîne ser civaka xwe ya Roman ku ji ber pêşdarazên hatine avakirin û xelet pênase dikin. Berfu hişyariya kolektîf ku jinên Roman ava kiriye vegot. Berfû ya ku di taxek ku Roman bi hevre dijîn de mezin bûye, diyar dike ku di salên dibistana seretayî de fêr dibe ku endamek civaka kêm netew e, gotinên nefretê dibhîze û hatine derkirin.

‘Ez bi bihîstina gotinên nefretê mezin bûm’

Berfu Yilmaz wan salan wiha vedibêje: “Min li dibistanek ku xwendekarên Roman lê kêm bûn xwend. Ji ber ez Roman bûm bendewariyên sûc ji me hêvî dikirin. Ji ber vê ev di mirov de tirsê ava dike. Ger zarokek din xeteyekê bike dibêje ‘zarok e’, lê dema zarokên Roman dibe mijara gotinê, dibêjin ‘ji xwe ew diz in, meyldarên sûcan in.’ Dema ez rastî van cûdakariyên kirêt hatim, min zanî ku ez cûda me.”  

‘Mamosteyê min digot ‘tu nebe ji wan’

Berfu Yilmaz, anî ziman ku hinek deman di qada havaltiyê de, hinek deman di hevdîtina kar de ji ber nasnameya Roman hatiye derkirin û wiha got: “Di hevdîtinek kar de min got ez ‘roman im’, ji min re got ‘haşa ma tiştek wisan çêdibe?’. Mirovên civakekê bi van şêwazên gotinan dikarin der bikin û biçûk bixin. Hinek caran dibêjin ‘tu naşibî Romanan’. Ev îfade hê bi jehrtir e. Gotinên wek diz, meylê sûcê bandorek mezin li jiyana me û bi taybetî jiyana zarokan dikin. Ji aliyê civakê ve em wek ‘diz, meylê sûcan, bikaranînên madeyên hişbir’ tên kodkirin û ev rewş gotinên nefretê rewa dike. Ev gotin bi temamî ji darazên giştî derketiye holê. Ji ber nêzîkatiyên ku min ji derdor dîtine, bi taybetî mamosteyên min, mirovên ku em wek xwenda dinirxînin, her tim digotin ‘tu jî nebe ji wan’. Lê belê ya wan digot, civaka min e.”

Romanbûn û Abdalî: Em rastî cudakariya yên tên derkirin hatin

Berfu Yilmaz li kêleka nasnameya Roman, xwedî nasnameya Abdal e jî. Berfu da zanîn ku ji aliyê gelên ku li welat wek yên din dihat dîtin û baweriyan ve hatine derkirin û wiha vegot: “Em wek Romanên Elewî, dixwazin herin Malêncemê. Lê me nagrin wê derê. Dibêjin ‘Hûn Roman in, tu têkiliya me bi Romanan re nîne’ û me diqewtînin. An jî komên din ên etnîkî, cûdakariya ku dijî dikare di cihek cûda de bigre. An jî difikirin ku em bi qasî pêwîst dike, tênakoşin. Lê belê em ji bo ku bighên mafên bingehîn, têdikoşin. Ji ber wê jî têkoşîna me ya nasnameyê kêmtir tê dîtin.”

‘Em hewl didin bijîn û bighên mafê herî bingehîn’

Roman wek civakek ‘bicih dibe-koç dike’ tê zanîn, lê belê ev di encama neçariyê de derketiye. Berfu Yilmaz vê rewşê wiha tîne ziman: “Şêwaza jiyana me ya bicih dibe-koç dike, ne wek ku havînê li cihekê, zivistanê li cihek din e. Rewşek ku ew cihê em biçinê emê çiqas bimînin ve eleqedar e. Dayîka min, pîra min, belkî dayîka wê, dibe ku ew rewşa bicih dibin-koç dikin normal bibînin, wek derkirinê nabînin, lê belê ‘polîtîkayek bêwarkirinê’ ku bi eşkere tê pêkanîn heye. Mirov li taxên lê rûniştine, ji bajaran dikin, neçarî jiyanek koçberiyê dikin. Lê belê ev polîtîkaya bêwarkirinê, wek çand tê ziman. Li ti cihan bi temamî bi cih nabin û em nayên girêdan. Felsefeya ku ji bo me tê gotin ya ‘Em ne ji tu cihan hatine, em diçin tu cihan’ di vê wateyê de rast e. Lê belê ji aliyê min ve felsefeya me ya jiyanê, jiyankirin e.”

Berfu Yilmaz nirxandina çanda civaka Roman a di medyayê de rexne dike, ji ber ku li gorî wê medya romantîze dike û zêde dike.

‘Di civaka Roman de jin her tim aktîf bûn’

Hate diyarkirin ku di civaka Roman de, jin aktîf in û di karên wek keda dest gulvanî û sepetvaniyê de kedê didin û debara malbatê pêk tînin, balê dikşînin ser rola jinan, lê belê pergala kapîtalîst derbe li vê yekê xistiye. Berfu Yilmaz wiha got: “Di civaka me de jin her tim aktîf bû. Jixwe dibêjin Roman ji civaka dayîksalarî hatine. Ev pergal hê zêdetir di civakên koçer de çêdibe. Lê belê dema em jî derbasî jiyana bicihbûnê bûne, sazûmaniya me şibiya sazûmaniya mêrsalar. Lê divê jin bixebitin, ji ber barê li ser wan hê girantir e û li gel windabûna pîşeyên wan, tu bijarteyek din nema. Lê belê jinên Roman di gelek qadan de xebitîne. Di sazbendiyê de dîsa rola jinan heye, herçend mêr di plana pêş de bin jî.”

‘Jinan bi ‘dîwarê ewlehiyê’ îzole kirine’

Berfu Yilmaz da zanîn ku pergala kapîtalîst û teyîsînên zîhniyeta mêr di pergala civaka Roman de bû sedemê guherînan. Berfu anî ziman ku jin di civaka Roman de hê rolek bi bandor digre û piştevaniyê dike û wiha domand: “Li taxan piştevaniya di pêşengtiya jinan de bi xwezayî bipêş dikeve. Di binê vê de hînek neçarî jî heye. Jin li beramberî vê rewşa ku bi zext û rêveberiya xizan ava bûye, îzolasyona ku em hatine dehfdan bûye ‘dîwarê ewlehiyê’. Em tenê hatin hiştin, ji ber vê bi taybetî li taxan civaka me gelek piştevan in, dema bûyerek diqewime her kes destekê dide. Lê belê ji ber em di taxa xwe de hatine asêkirin, rewşa neqebûlkirina yek ji derve jî dibe ku ava bibe.”

‘Em hewl didin edaleta xwe pêk bînin û ewlehiya xwe ava bikin’

Berfu Yilmaz destnîşan kir ku Roman an tên derkirin an jî dibêjin ‘hûn ji jiyanê hez dikin’ zêde romantîze dikin û got: “Em di taxa xwe de hema bêje heps bûne. Em ji civakê îzole bûne. Em hewl didin di nava xwe de edaletê pêk bînin, ewlehiya xwe ava bikin. Ji ber mixabin dewlet vê qasî pêwîst pêk nayne. Ji ber vê di mijara em hev biparêzin de piştevaniya hev dikin.”

‘Em ji mafê perwerdê bêpar dimînin’

Berfu Yilmaz  jiyana ji dinyaya derve dûr, bi awayek îzole bandorên cîdî heye û wiha pê de çû: “Rewşa tirsa derketina ji derveyî taxê, bi taybetî di jinan de gelek belave ye. Ji ber ku li beramberî jinan ji xwe cûdahiyek cûda heye, bi taybetî di mijara derfetên kar de. Ji ber hertim mirov wan dehf didin, ji derketina derveyî taxê ditirsin. Ev rewş hê zêdetir bandorê li jinan dike û dibe sedem ku ji geşedanên di qewimin dûr bikevin. Hem zexta ji derve tê, hem jî ji ber zexta mêrên di civaka me de li dijî jinan, jin û zarokên keç bê perwerde dimînin. Neçar dimînin ku di temenê biçûk de mezin bibin.”

‘Li taxên Romanan piştevaniya jinan heye’

Berfu Yilmaz diyar dike ku piştevaniya jinên Roman mînak e û jin di her qadê de destekê didin hev û wiha got: “Em bêjin yekê ji derve karek dît, tê ya din jî dike nav. Piştevaniya di nava jinan de bi rastî gelek baş e. Li gor min gelek jin dikarin bibin mînaka civaka xwe. Dema jinek tiştek bi ser dixe, yê din jî wê bi awayek lez dibe hevpar û em vê gelek baş dikin. Ev rewş hinek bi bandora îzolasyonê bipêş ketiye. Bi taybetî dema ku mijar dibe derfetên kar an jî ezmûna jiyanek baş, em vê bi hev re parve dikin. Di vê xalê de jin dibe warê jinê. Di taxa me de ev piştevanî bi awayek gelek xweş tê jiyîn. Dibistan be, kar be di her qadê de em destek didin hev.”

Berfu Yilmaz diyarkir ku hewl tê dayîn ku Roman li derdora dîwarên hatine hûnandin de bijîn û wek jinek Roman daxwazên xwe tîne ziman û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Li derdora me ewqas dîwar hatine hûnandin, ger ji vî alî ve bê nirxandin, em difikirin ku ji xwe em nayên qebûlkirin. Dema ji wî alî ve were nirxandin, difikirin ku ‘ew ji jiyana di nava xwe de hez dikin’. Jixwe yek ji van jî rast nîne, tiştên tên gotin ne rast in. Ez qet naxwazim ku zarokek Roman rastî cûdakariyê were û hemû xeyalên wê bişkê. Ez bi derbaskirina wan rojan û pêvajoyan hatime îro. Ez qet naxwazim zarokek vê bijî. Em tu kesî dernekin.”

Sibe: Psîkolog Fatoş Kaytan: Derkirin, kesan ji derveyî qadên civakî û

demokratîk derdixin