Perwerdeya bi zimanê dayikê hebûn û mayîndebûna civakan mîsoger dike 2

Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Fatime Abdullah û Berdevka Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Herêma Cizîrê Ferîda Ibrahîm têkildarî pergala perwerdê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn dan zanîn ku êdî di dibistanan de pergala perwerdê hatiye runiştin û gotin: "Yek ji xebatên ku Rêveberiya xweser li perwerdê zêde kiriye avakirina navendên amadekirina materyalan e. Navendê pirtûkên waneyan li gorî pêdiviyên xwendevanan amadekirine û vê yekê lez da jiyanîkirina pergala perwerdê."

Di dibistanan de pergala perwerdê hatiye runişkandin

ROJ HOZAN
Qamişlo - Sîstemên ku xwestin civakan bihelînin destpêkê mêjiyê mirovên civakê û zarokan hedef girtin bi vê yekê re rêbazên şaş ên perwerdeyê bi pêş xistin û li ser esasê wê civak ji hev xistin. Her çiqas jiyan bê perwerde nabe jî sîstemên desthilatdar li dijî sîstemên demokratîk rêbazên qirêj bi pêş xistin û bandor li ser pêvajoya xwebirêvebirin û perwerdeyê kirin. Mirov dikare bibêje civakên xwedî exlaq, çand, nasname û hebûn heya niha di şerekî dijwar de ne bi van sîstemên nijadperest re. Bi pêşketina jiyanê re rêbazên perwerdeyê jî tên guhertin lê ciqas ev rêbaz saxlem in û dikevin xizmeta wê civakê ev divê wekî pirs bin ku em ji xwe bikin. Di sîstema Pergela Neteweya Demokratîk de girîngiya perwerdeyê li akademiyan cihekî girîng di avakirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt, mirov hînî rihê berpirsyarî, parastin, xwebirêvebirin û wekheviyê kirin. Her wiha ev pêvajoya girîng di dibistanan de jî hat rûniştandin bê çawa her neteweyek di herêmê de bi fikrên xwe yên demokratîk perwerdeya xwe dibîne dûrî hemû rengên desthilatdariyê. Têkildarî mijarê em ê girîngiya perwerdeyê ya di akademiyên civaka demokratîk û di dibistanên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin ziman. 
"Guherînên civakî bi perwerdê pêkane"
Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Fatime Abdullah encamên perwerdeya rast ji ya şaş ku di dîrokê de heya niha hebûne anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi rastî pêwîstiya me heye em sîstema xwe ya perwerdeyê ji tevahî cîhanê re bidin diyarkirin. Em ê destpêkê hinekî li dîrokê vegerin bê çawa civakan xwe perwerde dikir? Ruxmî ku cihên taybet ji bo perwerdeyê tunebûn jî civak bê perwerde nejiyan. Mînak kilanan çawa bi sîstemeke durist xwe birêve dibirin, wekheviya herdu zayendan hebû û jinan çawa pêşengî ji vê perwerdeyê re dikir, ev hemû mijarên bingehîn in ku îro em bi saya wê gihîştine vê astê. Civak di nav liv û tevgerê de ye û her tim guhertinan bi xwe re tîne. Piştî civaka xwezayî dema ku sîstema deshilatdariyê dest pê dike, yekemîn akademiya Sumeran li Nîporê hat avakirin. Rast e akademiyeke perwerdeyê bû lê em vê jî bêjin perwerdeya rast û ya şaş jî heye û ev akademî yekem reng bû ji sîstema perwerdeya desthilatdariyê re. Di vir de cudahiya di navbera jin û mêr de bi pêş ket û exlaqê civakê ber bi guhertinên neyînî ve birin. Ger em binêrin şerekî hemdem di navbera sîstema perwerdeya civaka xwezayî û sîsmeta perwerdeya desthilatdariyê de heye. Di dema olan de jî perwerdeyên şaş bandorê li ser mêjiyê civakan kirine, pê re jî kevneşopiyên civakê bi pêş ketin û taybet li ser vîna jinan hatin ferzkirin. Sîstema kapîtalîst jî roleke xwe ya girîng hebû di perwerdekirina şaş a civakan de tevî pêşketina teknîkî lê encamên wê hiştin ku civak dûrî çand, exlaq û nasnameya xwe bikeve. Yanî mirov kirin mîna robotan û ew rihê zindî di civakê de helandin bi rengekî ku mirov bê teknîk nikare bijî û wisa civak ji hemû nirxên wê pişavtin.”     
"Di akademiyan de pergala perwerdê ji nû ve hat destgirtin"
Fatima Abdullah bal kişand ser girîngiya perwerdeya avakirinê di sîstema akademiyên Pergala Neteweya Demokratîk de û wiha pêde çû: “Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rast e hin nirxên me yên exlaqî bi riya dayikên me hatibûn parastin lê pir kêm bûn. Ew civaka me jî di bin bandorên şaş ên perwerdeyê de jiyabûn û ji hev ketibûn. Mirovên me bi tirs dijiyan, bê nasname bûn û ji hemû nirxên xwe yên kurdewariyê dûr ketibûn. Bi şoreşê re êdî hêdî hêdî civaka me xwe komî ser hev kir û li xwe vegeriya. Helbet ev jî bi riya perwerdeya rast a felsefeya Neteweya Demokratîk bû. Akademiyên me hatin avakirin pêkhate ji hemû neteweyan tevli perwerdeyan bûn, civak vegeriya rastiya xwe vegeriya ziman û hebûna xwe mîna çawa ji kokê ve tu dendikekê biçînî.”
Fatima Abdullah têkildarî pergala perwerdê ya li akademiyan jî ev tişt got: “Di akademiyên me de destpêkê komîte tên amadekirin ji bo em rihekî berpirsyariyê li gel mirovan çêbikin. Di vê der barê de komîteya perwerdeyê, komîteya zanistê, komîteya şopandinê û komîteya rêxistinê tên pêşxitin heya jiyana hevbeş di navbera jin û mêr de bi hev re tê meşandin. Bi vê yekê re ji zanistê bigre heya danûstandin, parvekirin û erkên sereke di navbera herdu zayendan de tê dabeşkirin. Bi perwerdê re rengê jiyana hevbeş pêş dikeve rêzdarî, hînbûn, avakirina kesayet û hîmên rast ên exlaqê civakê tên pêşxistin. Rêber Apo jî dibêje ‘Perwerde mîna nan û avê ji mirovan re pêwîst e’ yanî perwerde weke rihekî nû xwe berdide beden û mêjiyekî mirî. Mirovên ne perwerdekirî windayî ne kêliyên jiyanê ji wan re wekhev tên bêyî tu guhertinan bi xwe re bidin çêkirin li ser vî esasî girîngiya perwerdeyê di kesayeta her mirovê de pêwîst e. Ger mirov kesayeta xwe bi perwerdeyê ava neke tu girîngiyê nikare bide hebûna xwe. Pêşeroj bi perwerdeya rast diyar dibe wê demê em dikarin civakek azad jî ava bikin. Perwerdeya di akademiyan de hemû qalibên civakê derbas dike mînak cudahî di navbera jin û mêr de namîne, di nabera zengîn û xizanan de namîne her wiha cudahî di nabera kesên xwedî zanist û mirovên nexwedî zanist de jî namîne hemû bi rengekî  demokratîk li ser hîmên exlaqî tên perwerdekirin di encamê de hevaltiya rast bi pêş dikeve.”
"Êdî di dibistanan de pergala perwerdê hatiye rûniştandin"
Berdevka Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Herêma Cizîrê Ferîda Ibrahîm jî sîstema ku hatiye avakirin vegot û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Bi Rûniştandina Sîstema Rêveberiya Xweser re di sala 2014’an de yek ji xebatên wê yên serek pêşxistina sîstema perwerdeyê di dibistanan de bû. Destpêkê Desteya Perwerdeyê hat avakirin û bi taybetî li ser rêvebirina dibistanan hat sekinandin. Destpêkê me dibistan ji hişmendiya sîstema perwerdeya rejîma Baasê paqij kirin, desteyê jî ji bo bicihkirina dibistanan xebateke pîroz da meşandin û dest bi guhertina pirtûkan û caksazkirina dibistanan kir. Bi rastî dema sîstemek ji holê radibe û li şûna wê sîstemek din tê rûniştandin ne tiştekî hêsan e. Bi hezaran dibistan, mamoste û xwendekar hatin amadekirin û birêvebirin di demek ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargo û şerekî giran hebû yek ji destkeftiyên vê şoreşê xebatê perwerdeyê bû. Gavên destpêkê li gorî îmkanên me bûn her sê salan em derbasî guhertina qonaxekê dibûn heya niha bi temamî ev sîstem hatiye guherandin. Sîstema zimanê dayikê di dibistanan de tê fêrkirin ji bo her neteweyek bi ziman, çand û nasnameya xwe perwerdeya xwe di dibistanan de bibîne. Di sîstemên çûyî de em bi hişmendiyeke şaş hatin perwerdekirin û fikrandin vê yekê hişt em ji xwebûna xwe dûr bikevin û bi zimanên din werin helandin.”
"Di pêşveçûna pêvajoya perwerdê de meteryal hemû hatin guherîn"
Ferîda Ibrahîm naverok û sîstema Rêveberiya Dibistanan di pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê de şîrove kir û wiha domand: “Bi van avakirinan jî kadroyên ku pêvajoya perwerdeyê di dibistanan de birêve bibin hatin amadekirin li ser vî esasî peymangehên me hatin vekirin û mamoste tê de hatin perwerdekirin. Di meha havînê de her sê mehên petlaneyê mamoste tevli perwerdeyên şêwaz û danûstandina bi zarokan re di dibistana de dibin. Her mamosteyek beşa xwe hîn dibû û der barê wê de perwerdeyên li ser biranş û mataryalan didîtin da bikaribin bibin bersiv ji xebatên perwerdeyê re. Her wiha materyal ji kokê ve hatin guhertin û li gorî fikir û nêrîna Neteweya Demokratîk materyalên nû ku naveroka wê dîrok û erdnîgariya hemû neteweyan vedibêje hatin amadekirin. Ji bo rêveberiya dibistana jî Desteya Perwerdeyê biryar da ku li her herêmekê komîteya dibistanan bê avakirin da karûbarên dibistan û xwendekaran bigre ser milên xwe û birêxistin bike. Şopandineke rojane li dibistan û rêveberiyên dibistana heye em bi her tiştî agahdar in.”
Ferîda Ibrahîm da zanîn ku ew pirsgirêkên perwerdê di konferansan de nîqaş dikin û wiha domand: “Di van salan de me gelek konferansên xwe li dar xistin tê de sîstema pergala perwerdeyê hat nîqaşkirin û biryarên nû ji bo wê hatin pêşxistin. Pîvanên xebatên perwerdê tên guhertin û li şûna wê her pêşketinên mayînde derdikevin holê. Yek ji xebatên ku Rêveberiya xweser li perwerdê zêde kiriye avakirina navendên amadekirina materyalan e. Ev navend li ser pêşxistina biranşan dixebite û her sal li gorî sîstema perwerdeya Neteweya Demokratîk pêşketinan mayînde dike. Di van pirtûkan de em rêzgirtin, çand û hebûna zimanê hemû neteweyan diparêzin. Di hersê qonaxên dibistanê de jî mamosteyên taybet hene û şagirtan perwerde dikin. Em dixwazin di hundirê pirtûkan de xwe bigihîjînin mêjiyê her zarokê ku hînî çand û exlaqê vê civakê bibin. Her sal li gorî nêrîn, çand û hunera civaka xwe em pirtûkên xwe diguherînin û nûbûnên guncav li şûna wan amade dikin.”
"Me şaşîtiyên sîstemên heyî sererast kir"
Ferîda Ibrahîm rêbazên rast ên perwerdekirina xwendekaran anî ziman û wiha bi dawî kir: “Mirov nikare bi sîstemên din xwe bide muqayesekirin û ev rêbazeke şaş e, ji ber ku her welatek xweseriyeke wê ya cuda heye. Me şaşîtiyên sîstemên heyî sererast kir û nijadperestiyên wê ji holê rakirin. Ger pirtûkên zarokan bi awayek şaş bên amadekirin dê ew zarok li ser perwerdeyeke şaş bên mezinkirin. Her wiha di sîstema me de lêdana zarokan di dibistanan de qedexe ye ger zarokek îro di dibistanê de lêdanê bixwe wê ew zarok ji xwendinê hez neke û ev yek ji cureyên tundiya perwerdeya li ser zarokan bû. Ya din di sîstema me de nirxandin heye yanî li ser esasê nirxandina şagirt ew derbasî refa din dibe ne li ser esasê ezmûnan. Bi vê yekê me dikaribû heya asteke bilind em sîstemek baş ji bo mamoste û xwendekarên xwe bidin rûniştandin.”
Sibê: Pêvajoya qonaxa seretayî û navîn di pergala Netewa demokratîk de girîngiyê dide hişmendiya bi zanist û kesayeta azad.