Parzemîn bi parzemîn ji berê heta îro têkoşîna jinan-DOSYA (3)

Ji Assata heta Marîssayê li DYA’yê li dijî netewperestiyê têkoşîna jinan DYA ku xwedî dewlemeniya tecrubeyên feminist e, di têkoşîna jinan de zagon guherîbin jî pêkanînên netewperest neguherîne. Li DYA’yê yek ji navên ku balê dikşîne şoreşgera tevgera azadiya reşikan Assata Olugbala Shakur e. Ew piştî îşkence û girtîgehê neçar ma ji welatê xwe bireve. Îro jî ji ber ku li welat, şîdeta zayendî, şîdeta polîsan û tevli zagonan jî mînakên newekheviyê her roj didomin, li hemberî tecawiza li zanîngehan zêde bûye jinên xwendekar ‘çalakiya bi doşek’ li dar dixin. Di rojeva jinan de doza jina reşik Marîssa Alexander a bi salan şîdet ji hevjînê xwe dît û ji bo xwe biparêze gule berda hewayê û 60 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin heye.

Ji Assata heta Marîssayê li DYA’yê li dijî netewperestiyê têkoşîna jinan 
DYA ku xwedî dewlemeniya tecrubeyên feminist e, di têkoşîna jinan de zagon guherîbin jî pêkanînên netewperest neguherîne. Li DYA’yê yek ji navên ku balê dikşîne şoreşgera tevgera azadiya reşikan Assata Olugbala Shakur e. Ew piştî îşkence û girtîgehê neçar ma ji welatê xwe bireve. Îro jî ji ber ku li welat, şîdeta zayendî, şîdeta polîsan û tevli zagonan jî mînakên newekheviyê her roj didomin, li hemberî tecawiza li zanîngehan zêde bûye jinên xwendekar ‘çalakiya bi doşek’ li dar dixin. Di rojeva jinan de doza jina reşik Marîssa Alexander a bi salan şîdet ji hevjînê xwe dît û ji bo xwe biparêze gule berda hewayê û 60 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin heye. 
Navenda Nûçeyan - Li DYA’yê ku yek ji welatên tê zanîn e; di warê têkoşîna jinan de kêm tişt tên zanîn. Dîroka jinan a li DYA’yê ku xwedî sedsal e di dîroka nivîskî ya mêr de cih negirtiye. Tevgera jinan destpêkê li fabrîkayan dest pê kir. Di 1857’an ku bûye Roja Jinên Cîhanê, li bajarê New York ê DYA’yê piraniya wan jin 40.000 karkerên tekstîle, ji bo mercên kar baştir bibin dest bi grevê kirin lê ji ber ku polîsan êrîşê karkeran kir û deriyê fabrîkayê li ser wan kilît kirin agir derket. Di şewatê de 129 jinên karker mirin. 10.000 kes tevli merasima cenezeyên karkeran bûn. Di 6-27’ê tebaxa 1910’an de li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê jinên girîdayî Enternasyonala duyemîn civîn li dar xistin. (Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî) Ji pêşengên Partiya Demokrat û Sosyalîst a Almanyayê Clara Zetkîn, pêşniyar kir ku ji bo jinên di 8’ê adara 1857’an de di şewata fabrîkayê de jiyana xwe ji dest dan; ew roj bibe Roja Jinan Cîhanê û ev daxwaza wî bi hevdengiyê hat pejirandin.    
Xwedî tecrubeyên dewlemend ên feminist
 
Aliyekî din ê têkoşîna jinan a li DYA’yê xwedî dîrokeke bi kok e jî tevgerên feminist bûn. Di dawiya salên dawî yên sedsala 19’an de tevgerên jinan, bi gotina ‘wekhevî’ girseyî dest pê kirin. Di heman demê de li DYA’yê ku pêla yekem a femînîzmê dest pê kiribû daxwaz ew bû ku di warî polîtîk de bi mêran re xwedî mafên wek hev bin, di heman karî de jî pere wekhev be û jin jî zanîngehê bixwînin bikaribin bixebitin. Vê tevgerê heta dawiya sedsala 19’an li ser gelek welatan bi bandor bû. Ji destpêka sedsala 20’an ve femînîstên pêla yekem bi piranî spî bûn, reşik yan jî tiştên jinên reşik dijiyan wan têkildar nedikir lê piştî salên 1940’an jinên reşik li hemberî jinên femînîstên spî teoriya femînîzma rengîn bi pêş xistin. Li DYA’yê ku xwedî dîroka dewlemend a femînîzmê ye yek ji navên ku zêdetir balê dikşîne, şoreşger û pêşenga tevgera azadiya reşikan û girtiyên siyasî Assata Olugbala Shakur e.  
Tevli Partiya Pantera Reş bû
Assata di 16’ê temûza 1947’an de li bajarê New Yorkê bi navê Jo Anne Byron hat dinyayê. Assata di kurtejiyana xwe “Assata” de behsa têkoşîna xwe dike û di daxuyaniya çapemeniyê ya meha kanûnê de xwe wekî koleya  mişext a sedsala 20’an pênase dike.  Assata dibêje ku li DYA’yê ku lê mişext bû pergala girtîgehê berdewamiya koletiyê bûye lê li Kubayê wekî koçbera siyasî jiyaye. Assata ku bi temenê ciwan di tevgera xwendekaran de xebitiye di 20 saliya xwe de tevli koma azadiya reşikan Partiya Pantera Reş bû, bû yek ji pêşengên şaxa partiyê ya li taxa Harlem a New Yorkê. Destpêkê, ji bo di partiyê de cudakariya neteweyî bi dawî bike li deh cihan ji zarokên reşik ên birçî re taştê îkram kir. Assata dibêje ku dema li cihên DYA’yê yên wekî Kalîforniayê geriyaye fam kiriye ku kesên ji Asya û Amarîkaya Başûr jî wekî wan têdikoşin. Assata di heman demê li hemberî milîtarîzmê û şerê Vîetnamê têkoşiya û wê demê di Artêşa Azadiya Reşikan de cihê xwe girt.
Hevalek wê hat kuştin ew hat girtin 
FBI, di salên 70’yî de tevgera mafên sivîl û tevgera azadiya reşikan wekî “Gefa herî mezin a li dijî ewlehiya DYA’yê bi nav kir û li dijî komên reşik, dest bi operasyonên COINTELPRO kir. COINTELPRO ji sûîqestê heta sîxuriyê li dijî tevgerê gelek rêbaz bi pêş xist. Assata jî yek ji hedefa wê ya girîng bû. Bi şopandinê re Assata mexdûrê propagandaya reş a COINTELPRO ma û hema bêje her hefte di rojnameyên xwedî gotinên zayendperest û netewperest de bi tiştek dihat sûcdarkirin. Di gulana 1973’yan de li eyaleta New Jersey a nêzî Newyorkê, polîsan wesayîda ku Assata û du hevalên xwe tê de bûn li kenarê rê da sekinandin û gule berdanê. Di bûyerê de hevalê Assata Zayd Malik Shakur hat kuştin û polîsek jî bi guleya ji çeka xwe hat kuştin. Sundîata Acolî û Assata ji polîsan reviyan lê piştî çend rojan dîl hat girtin. Assata, dema ku gule berdan destên xwe rakir hewa jî bi darizandinek lezgîn sûcdar hat dîtin. Dewletê sûcên din jî xwest bixe stûyê Assatayê.
 Îşkence û girtîgeh
Assata, bi îşkence û mercên ku li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a NY’yê nayên pejirandin re rûbirû ma. Assata ya şandin girtîgeha mêran, tevî ducanî bû di mercên nebaş zarok anî dine. Assata piştî 6 sal di girtîgehê de ma, di 1979’an de bi alîkariya Artêşa Rizgariya Reşikan firar kir. FBI pênc salan li dijî kesên bi Assata re di têkiliyê de bûn nêçîra mirovan domand. Di wê demê de Tevgera piştgiriya bi Assatayê re mitîngan li dar xist. Heta dikandaran jî bi şibakên xwe ve pankarta “Assata li vir tê xwestin” daliqandin. Assata ku neçar ma di bin erdê de bijî di 1984’an de bi dayîna penaperiya siyasî li Kubayê bi cih bû. Assata li Kubayê rastî civakên azad û kolektîf ku koleyên di dema koletiyê de reviyabûn wê derê û zêdetirî wan afrîkî bûn hat. Assata li wê derê lîsansa bilind xwend û pirtûk nivîsand. Di 2013’an de Assata bû jina yekem a ji aliyê DYA’yê ve ‘terorîst’ hat îlankirin û ket lîsteya FBI ya ji kesên lê tê gerîn û hat diyarkirin ku ji bo were girtin 1 milyon dolar dê were dayîn. Asata bû krîz di navbera DYA û Kubayê de. Parêzerên Reşik di Kongreya Neteweyî de bi gotina “0 1 milyon dolar, xelatên ku di dema koletiyê de ji bo koleyên kaçax paşve werin girtin dihatin dayîn tîne hişê me” DYA’yê şermezar kirin.
Îro di rojeva jinên DYA’yî de çi heye? 
Li Emerîkayê, wekî demên berê, îro jî pirsgirêka herî mezin a jinan şîdeta zayendî û şîdeta polîsan e. Tevî şîdeta polîsan, li Emerîkayê kuştina jinên trans ên reşik di rojevê de ye. Tenê li gorî daneyên 2015’an li welat di hefteyê de herî kêm jineke trans tê kuştin û li pişt van cînayetan komên spî yên netewperest hene. Di rojên derbasbûyî de li gelek bajarên DYA’yê ji bo mexdûran mûm hatin vêxistin. 
Jinên doşekan hildigrin. 
Di sala dawî de bi taybetî li zanîngehên DYA’yê, li dijî êrîşên zayendî û tecawizê têkoşîn berdewam dike. Li New Yorkê Xwendekara Zanîngeha Columbiayî Emma Sulkowîcz ji meha îlonê ve diçe ku doşeka ku li ser rastî tecawizê hatiye bi xwe re digerîne. Ev çalakiya ku ji bo bale bikşînin ser xwendekarê tecawizê Emma û du jinan kiriye û ji aliyê rayedarên zanîngehê ve tu ceza negirtiye û li kampusê serbest digere tê lidarxistin, li gelek zanîngehan belav bû. Xwendekarên jin ên doşekan bi xwe re digerînin bal dikşînin ku li DYA’yê, zanîngeh ji bo tecawiz û êrîşên zayendî cihên serbest in, ji ber vê yekê jî li dijî gelek rêveberiyên zanîngehan doz vedikin. Li eyaletên DYA’yê jî zagonên ku jinan diparêzin hene. Di gelek dozên tecawizê de jî bi hinceta ‘jinê bi awayê çalak negot na’ encam nayê girtin. Di encama tekoşîna jinan de li Kalîforniayê zagon di lehiya jinan de hatin guhertin. Li gorî hin jinan ev pêşveçûna zagonî dê li zanîngehan pêşî li wan kesên ji bo tecawizê alkol û madeyên hişbir bikar tînin bigre.
Zagon kesên spî diparêzin  
Li gorî hin kesan ev zagon û yên bi vî rengî, ji bo edaletê xwe dispêrin dewletê û dibin “femînîzma hepskirî”. Di sîteya web a Jacobîn de di makaleya bi sernavê  “Femînîzma hepskirî” de Vîctorîa Law dibêje ku çareseriya şîdeta li dijî jinan û ya zayendî ne li ba dewletê bi piştgiriya jinan pêkan e. Vîktorîa dibêje ku li DYA’yê ji bo jinên reşik ên ji aliyê rêveberiyên girtîgeh û polîsan ve bênavber rastî şîdetê tên dadgeh û polîs her dem dijminane tevgeriyane û bal dikşîne ku guherînên zagonî tenê bi kêrî jinên rewşa wan a madî baş e, rastî cudakariya netewperest nehatine tê.   
Marîssa ji bo xwe biparêze gule bera hewayê dabû 
Herî dawî di 27’ê çileya 2016’an de Marîssa Alexander a reşik ji bo xwe ji hevjînê wê yê ku bi salan li şîdetê dikir, biparêze gule bera hewayê dabû û ji bo vê yekê 60 sal cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin, piştî 3 sal girtî ma tehliye bû. Marîssa ji ber ku cezayê wê neqediyaye, li malê du salan di bin çavdêriyê de be. Doza Marîssayê nîşan da ku li DYA’yê zagon, ji bo jinan bi taybetî jinên reşik, adil û wekhev nîn e. Di 3 salên dawî de bi dirûşma “Ji Marîssa re azadî” gelek çalakî hatin lidarxistin.  
Li aliyê din, li eyaleta Florîdayê, di 2012’an de polîsan mêrê spî George Zîmmerman, ciwanê reşik Trayvon Martîn ê vegeriya malê şopand û bi çekê kuşt, bi hinceta ‘xwe parastiye’ serbest berdabûn. Di doza Marîssa de hinceta xwe parastiye nehat pejirandin. Goerge ciwanekî bê çek ê wî aciz nekiribû kuştibû, Marîssa jî tu zirar nedabû hevjînê xwe yê ku bi salan şîdetê lê kiribû û di roja lê dabû de gefa mirinê lê hatibû xwarin. Mijara balkêş jî ew e ku dozgerê doz li Marîssa vekir û Goerge Zîmmerman beraet kir heman dozger e.  
Serhildana li dijî polîtîkayên muhafezekar didome 
Li welat 3 sal in li dijî polîtîkayên muhafezekar, serhildana jinan zêde dibe. Di dema kapmanyaya hilbijartinê de Donald Trump bi gotinên zayendperest ket rojevê û di 20 çileya 2017’an de dema bi awayê fermî dest bi peywira xwe kir bi sedhezaran jin derketin kolanan û meşiyan. 
Jin bi heman awayî di 2018 û 2019’an de di heman rojê de li bajarên DYA’yê derketin kolanan, polîtîkayên Tramp şermezar kirin. Meşa jinan a mezin li Washîngtonê dest pê kir li bajarên din jî bi vê organîsyonê ve girêdayî xwepêşandan çêbûn. 
Herî dawî li DYA’yê qedexekirna kurtajê ya li çend eyaletên muhafezekar, li tevahiya welat hat şermezarkirin. Çalakiya herî mezin, li pêş Dadgeha Bilind a li Washîngtonê ku dê der barê qedexeya kurtajê de biryara dawî bide hat lidarxistin.