Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-6

Parêzer Xanim Eyo rehenda Hiqûq ya netewa demokratîk nirxand û da zanîn wek hiqûq dikare di netewa demokratîk de bide nasîn ku li hember qanûna dewletê ye, ji ber bingeha xwe ji îradeya gel digre.

Xanim Eyo: Rehenda Hiqûqê tê wateya qanûna civakê

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Rehenda hiqûqê statûya projeya xweseriya demokratîk pênase dike. Makeqanûn û qanûnan derdixîne pêş. Qanûn, çarçove û naveroka Xweseriya Demokratîk dide diyar kirin. Rêveberiya Xweser di tevahî civakan de kar û jiyana civakî ne bi hiqûqê, zêdetirî bi exlaqî dide meşandin. Exlaq û polîtîka heqîqeta civakê dibîne. Her wiha ji bo ku hiqûq bi destê gel bê meşandin xwe berdide di nava civakê de û biryara wan bingeh digire. Her wiha ji bo ku mafê gel bide hevpeymana civakî avakiriye û makezagonên demokratîk esas digire. Ev rehend jî bi avabûna pergala netewa demokratîk re li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyanî bû û heta niha gelek kar û xebatên dewlemend ji civakê re pêşkeş dike.

Parêzer Xanim Eyo, der barê girîngî û rola vê rehendê ya di nava civak û pergala Netewa Demokratîk de nirxandinên xwe parve kir.

‘Rehenda hiqûqê bingeha xwe ji vîna gel digre’

Xanim Eyo di netewa demokratîk de rehenda hiqûqê nirxand û armanca wan wiha anî ziman: “Netewa Demokratîk li dijî netew-dewletê hatiye avakirin. Bingeha Rêveberiya Xweser, netewa demokratîk e. Wek hiqûq di netewa demokratîk de, dikare bide nasîn ku li hember qanûna dewletê ye, ji ber bingeha xwe ji îradeya gel digre. Lê dewlet navendî esas digire û li ser civakê xwe ferz dike. Di netewa demokratîk de li ser gel ferzkirin nîne, ji ber biryar ji civakê bi xwe derdikeve. Pir cudahî heye ku qanûna min ji min derdikeve ango li ser min tê ferz kirin. Hemû kes baş dizane, qanûna dewletê navendî ye û ji cihekî biryar tê dayîn. Dema biryar navendî be, ew mirov xwe di vê qanûnê de nabîne. Di netewa demokratîk de qanûna me gelêrî, polîtîk û exlaqî ye. Lewra civak qebûl dike û zû bi ser dikeve. Civak hîs nake tiştek hatiye ferzkirin, bi biryara vê qanûn pêk tê. Qanûnên xwecihî û qanûnên meclîsî qanûna xwe bi xwe bi rê ve dibin û xerîb nabînin. Di pergala dewletê de dema qanûn sê rojan pêk neyê, wek sûc tê hesibandin. Netewa demokratîk ruhê civakê ye û dirûst e.”

‘Rehenda hiqûqê bi destê civak û jinê tê nivîsandin’

Xanim Eyo rola jinan a di rehenda hiqûqê de wiha dinirxîne: “Netewa demokratîk li ser bingeha wekhevî û azadiya jinê hatiye avakirin. Jin azad nebe, ji xwe civakî jî azad nabe. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek di hundirê şoreşê hatiye avakirin. Şoreşa Rojava ji xwe bi şoreşa jin tê nasîn. Îro cudahiya qanûnê me ji her dewletê ew e ku ya dewletê bi zimanê mêr hatiye nivîsandin û ji bo mêr e, lê ya netewa demokratîk ji ber ruhê civakê derdikeve û ya bi rê ve dibe û ava dike jine, loma bi destê jinê tê nivîsandin. Rehenda hiqûqê fikir, raman û wekheviya jin, zarok, mêr û kalan diparêz e. Netewa demokratîk û azadiya jin li hev temam dike û civaka wekhev esas digire. Divê pergalê de hemû wekhev lihev mêze dike, lewra ev civak ne bê jin û ne jî bê mêr nameşe.”

‘Hiqûqa civakê çareseriya hemû pirskirêkan e’

Xanim Eyo destnîşan kir ku rehend projeya xweseriya demokratîk îfade dike û wiha got: “Rêveberiya Xweser bingeha xwe ji netewa demokratîk, wekheviya jin û mêr digre. Hemû aliyên Rêveberiya Xweser li ser rehenda hiqûqê tê avakirin. Dema statû bê avakirin, bê rehenda hiqûqê nayê avakirin. Pirskirêk yekaliya hiqûqê ye, lê hiqûqa civakê nabe pirskirêk, berovajî dibe çareseriya pirsgirêkan. Ji xwe ji navê Rêveberiya Xweser jî diyar dibe ku civak xwe bi xwe bi rê ve dibe û qanûna exlaqî ji civakê tê meşandin. Civak çiqas ji dûrê exlaq, qanûn û cewherê xwe bibe, qanûna dewletê pêk tê. Wek Rêveberiya Xweser xwe bi rê ve birin û tevlîbûna civakê ji qanûnê re tê wateya hiqûqa civakê.” 

‘Hiqûq bi wekhevî û azadiya jinê dimeşe’

Xanim Eyo jiyanîbûna rehenda hiqûqê li ser axa Bakur û Rojhiatê Sûriyê wiha tîne ziman: “Netewa demokratîk, azadiya mirovan bi xwe re tîne bi taybet azadiya jinê. Dema azadiya jin tê, rol û zanebûna wê jî diherike di nav civakê û edaleta herî resen pêk tê. Qanûna civakê bi destê jinê hatiye nivîsandin û îro li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyanî dibe. Her wiha ev qanûn ji xwezaya jinê tê. Rêveberiya Xweser dema pêşiya jinê vekir, qanûna civakê pêk hat. Netewa demokratîk tiştek nû li ser mirovan ferz nake, tenê vedigerîne xwezaya civakê. Ji ber qanûn li ser ked û zanebûna jin hatiye avakirin. Dewlet dema jin qels kir civakê jî bi xwe re qels kir û qanûn û exlaqa civakê nema. Niha li ser van axên pîroz hiqûq bi wekhevî û azadiya jin dimeşe.”

‘Dewlet qanûnê yek alî esas digre, lê Rêveberiya Xweser qanûna gel esas digre’

Xanim Eyo hiqûqê di pergala dewlet û pergala netewa demokratîk de çawa dimeşe wiha parve kir: “Ya dewletê yek alî tê nivîsandin, lê ya Rêveberiya Xweser ji gel derdikeve. Her wiha ya dewletê yek kes dinivîsîne, lê ya Rêveberiya Xweser gel diyar dike. Ya Rêveberiya Xweser bi destê hemû pêkhateyan tê nivîsandin û hemû digre nav xwe. Ya dewletê tenê yek qalip, ruh têde nîne û bi hişkî nêz dibe. Mirov bi xwe beşek ji gerdûn û xwezayê ye, xweza bi rojane tê guhertin, mirov jî tê guhertin. Loma nayê qebûlkirin ku ew qanûn li ser her doz û pirskirêkê bê meşandin, loma edalet jî pêk nayê. Li gel me her mirovek dema dikeve şaştiyan, nayê vê wateyê ku ew kes sûcdar e. Em bingeha pirskirêkan lêkolin û çareser dikin. Heta zîndan jî navê wê li gel me, cihê çareserî û avakirina mirovan e, lê di dewletan de navê wê girtîgeh e.”

‘Divê statûya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dayîn’

Xanim Eyo hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser wiha dinirxîne: “Şoreşa Rojava 10 salên xwe li pey xwe hişt û gelek bedelên giran daye. Ev pêkhateyên ku ev 10 salin bi hev re û bi çand û xwezayê xwe dijî, divê statûyek bê dayîn. Pirskirêka Sûriyê heta niha dewam dike, lê heta niha çareser nebûye. Ji bo pêşeroja Sûriyê demokratîk, hevpeymana civakî hate nivîsandin, ji ber em jî perçeyek ji Sûriyê ne. Ev pêkhateyên ku li vir dijîn li hemû Sûriyê hene. Li ser bingeha wekhevî, azadiya jin û parastina zarok, kal, astengdar hevpeymana civakî hatiye avakirin. Her wiha ji xwe re, pergala hevserokatî û parastina rewa esas digire. Pîvanên wiha ger li tevahî Rojhilata Navîn pêk werê, ew jiyan hêsan dibe û pirsgirêk namîne. Hevpeymana civakî li ser esasê li cihê dewletekî nehatiye nivîsandin, berovajî li ser esasî nimûneya demokratîk, hevjiyana demokratîk û wekhev hatiye nivîsandin.”

‘Hêviya me hevpeymana civakî li tevahî Sûriyê û cîhanê bê erêkirin’

Xanim Eyo destnîşan kir ku hevpeymana civakî bi erê kirina civakê hatiye nivîsandin û axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo nivîsandina hevpeymana civakî gelek civîn û hevdîtin di navbera maf nas û civakê de çêbû. Hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi hemû nêrîna wan ev hevpeyman hate nivîsandin û weke makezagon ji bo pêşeroja Sûriyê ji bo civakê hatiye nivîsandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo têkoşîna xwe, xwe gîhand vê astê ku Rêveberiya Xweser îlan bikin û îro ji bo tevahî cîhanê bûye nimûne. Dewleta herî pêşketî heta niha pergala hevserokatî pêk neaniye. Jin heta vê rojê û vê astê cihê xwe negirtiye. Lê şoreşa me azadiya jin û mafê wê esas digre. Zagon û makezagona ku hatiye nivîsandin wek nimûne hevpeymana civakî hatiye nivîsandin. Hêviya me xurte ku li tevahî Sûriyê û cîhanê bê erêkirin.”

‘Hêviya me ew e ku Rêber Apo pergala ku pêşkeşê me kir bibîne’

Xanim Eyo herî dawî salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê li jin û civakê pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Kes bawer nedikir ku şoreşa me 11 saliya xwe bibîne, lê şoreşa me bingeha xwe civak esas girt bi taybet jin. Loma şoreşa me pir xurte û wê hîn jî pêş bikeve. Fikir û ramanê ku di nava civakê de hatiye meşandin, bi hêsanî pêk nehat. Îro civak vegeriya civaka xwe û derveyî pergala dewletê dijî. Şoreşa me du xalên bingehîn esas digire, ya yekê jinê ji xwe re esas digire û ya duyem jî şoreş û avakirin bi hev re meşand. Ev hêzek pir xurt pêwiste ku ev tiştana pêk werê ku îro eşkere bû hêza civakê heye. Ger hemû dewlet li hember me nebûyana dê gavên hîn xurtir bihata avakirin. Zehmetî û şaştî heye, lê em bîr nekin heta roja îro şer û ambargo li ser me heye û dewleta Tirk her roj gef li me dixwe. Ruxmê her tiştî em li ser piyanin û civaka me civaka herî hêz û quwet e. Serkeftinên ku me bi dest xistiye, em ê hîn xurtir û mezintir bîkin. Hêviya me ew e ku Rêber Apo fikir û felsefeya wî ya ku îro li ser vê axê jiyanî bûye bibîne û bi awayekî fizikî me re bijî.” 

Sibê: Nesrîn Abdullah: Rehenda xweparastinê mozaîka gelan ava kir