Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-1

Projeya netewa demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo çareseriyê hatiye destnîşankirin îro li ser axa Rojavayê Kurdistanê şênber dibe.

RONAHÎ NÛDA/EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Civakbûn bingeha mirovahiyê ye û ev civak bi hezaran salan e ji aliyê desthilatdaran ve hatine perçiqandin û di bin sîwana dewletbûnê de dijîn. Ruxmê ewqas kiryaran jî civak dikaribû çand û zimanê xwe biparêze. Li dijî netew-dewletê, alternatîfa netewa demokratîk ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat derxistin. Îro ev proje li seranserî Rojavayê Kurdistan- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şênber dibe.

Ji bo ku em zêdetir netewa demokratîk- Rêveberiya Xweser û hemû rehendên wan fêm bikin ev dosya hatiye amadekirin. Ka em mêze bikin armanc û projeya netewa demokratîk çi ye û li ser van axên pîroz ên xwedawendan çawa jiyanî bûye.

Netewa Demokratîk

Netew û netewbûna demokratîk bê xweseriya bajar, xwecihî û herêmî nikare hêza rêveberiyê bi dest bixe. Divê tevgera netewa demokratîk teqez xweseriya demokratîk a bajar, xwecihî û herêmî pêş bixe. Li beramberî wê, ji ber ku rêveberiyên xweser ên bajar, xwecihî û herêmî bi giştî neyên daqurtandin û hêza xwe ya aborî, civakî û siyasî tam bi kar bînin, pêwîst e weke netewa demokratîk bi tevgera netewî ya demokratîk re bibe yek. Netewa demokratîk bi pêkanînên konfederalîst ên demokratîk ku weke teşeya polîtîk a bingeh e, ji nîjad heya olê, ji civatên bajariyî, xwecihî, herêmî û netewî heya cureyeke nû ya netewê ku di rewşa pêkhatinên siyasî yên xweser ên demokratîk de ne her cure hebûnên çandî ava dike. Li hemberî cinawirên netew-dewletperestiyê weke pirnasnameyî, pirçandî û pêkhatina siyasî ya pir netewî digre hundirê xwe. Di netewa demokratîk de xalên herî sereke yên derdikevin pêş, xalên weke komûn, kooperatîf û meclis in ku di netewa demokratîk de hêmanên sereke ne. Li her gund, tax û kolanan komûn ava dibin. Li her navçe û bajarekî de meclis û kooperatîf tên avakirin ku di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de roleke sereke dilîzin. Netewa demokratîk derbeyek li feraseta netew-dewletê ye ku li ser esasê etnîsîteyê hatiye sazkirin. Paradîgmayeke nû ye ku li dijî paradîgmaya netew-dewletê ya li ser bingeha etnîkî ye. Netewa demokratîk îfadeya nasnameya gelan, çandan û dewlemendiyan e, ji ber netewa demokratîk, neteweke ku dewlet li ser nayê avakirin, komunal û demokratîk e.

Civaka ku xwe dispêre paradîgmaya netewa demokratîk divê hin parametreyan esas bigre

Divê civak xwe ji tevahiya pêkhateyên ku çavkaniya xwe dispêrin desthilatdariyê rizgar bikin her wiha di biryargirtin û rêvebirinê de her kesek xwedî gotin û erk be. Divê jiyana komûnal, kolektîf û beşdarî di tevahiya civakê de were serwerkirin. Di heman demê de civak divê exlaq û polîtîkayên ku xwe dispêrin teşeya civakî bi pêş bixe. Pêkhateyên zayendperest û baviksalarî bên hilweşandin û li gorî hevsengiya jiyanê ku ev yek di şexsê jinan de heye ku ava bibe. Divê beşdarbûna jinê ji jiyana civakî re teqez bibe. Di tevahî civakê de pêwîst e ku hişmendiya bi xwezayê re di nava hev de dijîn û pê re li hev hatiye û terzê jiyana ekolojîk a ku li hemberî xwezayê di zanebûna berpisiyariya xwe de be. Di nava civakê de kategorîzekirina çîn, tebeqe, zûmre û hwd. ku di encama desthilatdariyê de çêbûne red bike.

Koonfederalîzma Demokratîk

Koonfederalîzma Demokratîk xwe dispêre civaka exlaqî û polîtîk û xwe dispêre siyaseta demokratîk. Vîna azad a civaka exlaqî û polîtîk dide xuyanîkirin. Di heman demê de xwe dispêre xweparastinê. Di rêxistinbûna konfederal a demokratîk de cihê hegemonyayê nîne. Koonfederalîzma Demokratîk teşeyeke rêvebirina roja me ya îro ye. Pergaleke ku bi hemû giraniya xwe di dîrokê de cihê xwe girtiye. Loma dîrok ne navend dewletî ye, konfederal e. Koonfederalîzma Demokratîk, ne yekdestî ye, civak e. Civak di eslê xwe de konfederalîst e.

Xweseriya Demokratîk

Xweseriya demokratîk şeş rêgezên mîna siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplomasî, ewlekarî û hiqûq di hundirê xwe de dihewîne. Ev proje dê tevahî Rojhilata Navîn bandor bike ku projeyek çareseriyê ye. Xweseriya demokratîk tê wê wateya redkirina nijadperestiya ku rê li ber mekanîzmaya dewletê ya navend, burokratîk û yekperest vekiriye û tê wateya derbaskirina pirsgirêkên ku bi wê ya derketin holê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xweseriya demokratîk dibêje: “Ger netewa demokratîk ruhek be, xweseriya demokratîk jî beden e. Xweseriya demokratîk di avabûna netewa demokratîk de weke goşt û nênokê ye. Rewşa bedenbûn û şênberbûna wê ye.”

Rehendên Xweseriya Demokratîk wiha ne:

Rehenda siyasî

Ew rehend ji bo meclisê ye. Her wiha dibe kongreya gel. Ew kongre kongreya civaka demokratîk e. Her wiha lijneyek rêveber a biçûk a wê kongreyê heye. Rehenda siyasî kêm dewlet, pir civak, kêm qedexe û pir azadî esas digre. Sedema siyaseta Xweseriya Demokratîk bi hîmê bingehîn nîqaşkirin, bi qasî naveroka siyaseta ku di bin siya xweseriya demokratîk de pêk tê û derxistina hole ya teşe û şixulîna wê jî girîng e. Xweseriya demokratîk raber dike ku çand û gelên ku tune hatine hesibandin, derkevin li ser dika siyasetê. Di siyasetê de feraseteke piranîparêz, demokratîk, wekhevîparêz û hevgirtî dike armanc. Siyaseta demokratîk, xwedîderketina civaka ku rastî hilweşandin û destwerdana mezin hatiye, xweparastin û li ser esasê azadiyê bi dest xistina hêza xwe ya cewherî ye.

Rehenda hiqûqî

Statuya hiqûqê ya projeya xweseriya demokratîk îfade dike. Makeqanûn û qanûnan derdixe pêş. Qanûn, çarçove û naveroka Xweseriya Demokratîk dide diyarkirin. Di tevahiya civakan de kar û jiyana civakî ne bi hiqûqê, zêdetirî bi exlaq tê meşandin û birêxistinkirin. Exlaq û polîtîka heqîqeta civakê ye. Civak di nava xwe de karên xwe bi exlaq dimeşîne û bi dewletê re jî bi hiqûqî re dimeşîne. Ji ber ku hiqûq li gorî formulasyona dewlet -demokrasî ye bi temamî ji holê nayê rakirin, ji bo ku edalet pêk were, tenê riyek dîmîne, ew jî demokratîkirina hiqûqê ya ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe dişixulîne ye, ew jî tê wateya çêkirina zagon û makezagonên demokratîk.

Rehenda aborî

Aboriyek çawa hebe wê dide xuyakirin. Polîtîkayeke bendavan û çavkaniyên sererd-binerd heye. Weke pergala aboriyê, kapîtalîzmê qebûl nake. Ev pergal dibe aboriya gel. Rehenda aborî kontrolê di destên xwe de digire, bi hilberînê re di nava pêwendiyê de ye, têrîbûna xwe esas digre, ji ber ku li ser pêwîstiyên civakî pêk tê û nirxê bikaranînê esas digire. Xweseriya Demokratîk, weke kapîtalîzma ku milkiyeta taybet weke dilê pergalê dibîne, nagire dest. Feraseta xweseriya demokratîk ew e ku amûr a kesên ku wan bi kar tîne ye lewma hilberîna ku derdikeve holê jî ya afrîneran e û ya xwediyên kedê ye.

Yek ji pirsgirêka herî girîng a roja me ya îro, bêguman pirsgirêka ekolojiyê ye. Pergala kapîtalîzmê bi taybetmendiya xwe ya kara ezamî ku her tiştê dike meta, çiqasî zerarê dide xweza û binyata civakê qet hesab nake. Di mercên xweseriya demokratîk de derfet û teknîka heyî ji bo berjewendiyên civakê tê bikaranîn û li gorî pêdiviyên civakê pêk tîne û zirarê nade xwezayê. Herî kêm dizane ku dikare beşek ji wê rûxandinê ji holê rake. Dîsa dikare bi milyonan mirovên ku her sal ji ber birçîbûnê dimrin, rizgar bike. Di feraseta hilberandinê ya Xweseriya Demokratîk de pêkanîna kara ezamî nîn e, gumana xerabkirina xwezayê û xerabkirina tenduristiya mirovan nîn e.

Çavkaniya esasî ya ku mirovahiyê têr dike çandinî ye. Pêşxistin û teşwîqkirina çandiniya organîk, di xweseriya demokratîk de nêzîkbûna bingehîn a çandiniyê ye. Çandiniya organîk tenê xizmetê ji parastina erd, pêşîgirtina qirêjiya hawirdorê, parastina hevsengiya ekolojîk re nake, di heman demê de xizmetê parastina tenduristiya civakê jî dike. Xweseriya Demokratîk girîngiyê dide pêşxistina çandiniyê û teşwîq dike. Çandiniya ku di çarçoveya hevsengiya ekolojîk de tê kirin esas digre. Xweseriya demokratîk hewl dide di wê çarçoveyê de hevsengiyê di navbera çandinî û senayî, gundewarî û bajaran de ava bike.

Di Kurdistanê de beşek mezin a bêkariyê heye. Daneyên fermî radigihînin ku li Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji %20 e lê ew rêje gelek ji rastiyê dûr e. Jinên nîvê civakê pêk tînin ji derveyî wê daneyê ne. Eger daneyên rast werin dayîn mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê ji %50 zêdetir bêkarî heye. Bêkarî bi gelemperî berhemeke kapîtalîzmê ye. Di pergala aborî de mijareke weke bêkarî nîn e.

Rehenda çandê

Ziman, perwerdeya zimanê dayikê, dîrok û hunerê digre nava xwe. Rêbertî hêmaneke bingehîn a xweseriya demokratîk weke rehenda çandî daye diyarkirin. Şoreşa herî bingehîn û mezin a dîroka civakî, şoreşa ziman e. Ziman, yek ji nîşaneya bêhempa ya geşedana civakî ye ku bîra civakî û ezmûnên pratîkî yên ku bi deh hezaran sal e jiyana civakî ava kirine û bi roja îro re parve kiriye. Qada ku herî berfireh jiyana civakî hebûna xwe di tê de peyda dike ziman e. Di wê qadê de tenê ne serdemek, tevahiya deng, wate, nav, xîtabet û şopên pêvajoyên civakî hene, ji ber ziman tenê di civakbûnê de watedar dibe.

Di beşa çandî de beşa herî girîng a dîrokê ye ku mirov nikare dîrokê ji dîroka mirovahiyê qut bigre dest. Xweseriya demokratîk dîrokçeya berxwedanê derdixe holê. Feraseta dîrokê ya xweseriya demokratîk, geşedan û pêkhatinên nirxên demokratîk ên komînal ên dîroka civakî, di nava xwe de digre dest. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîrokê dibêje: “Divê dîrok bibe, civaknasî, civaknasî jî bibe dîrok. Her wiha dibêje “Dîrok niha ye” û rastiya ku di rojaneyî de tê jiyîn bi dîrokê re girêdide.

Beşa din a çandê ya girîng jî huner e. Huner qadeke çalakiyê ya înşaya civakî û ji nû ve afirandina çandê ye. Huner, qadeke ku bi awayeke herî bi hêz û xweser aliyên çandê derdixe holê. Huner, qadeke yekane ye ku dikare duh, îro û sibê di nava hev de bigre. Huner, li hemberî zilma meran mertalê herî girîng ê berxwedana mezlûman e. Qada hunerê ji pêvajoya avakirina netewa demokratîk re hem weke çalakvaneke avaker tevli dibe, hem jî bi xwegihandina rêxistinbûneke berfireh xwe ava dike. Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî manîfestoya civaka demokratîk in, ewqas jî manîfestoya hunerê ya ku pêşengiya ronesansa Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Xweseriya demokratîk ciheke sereke dide nêzîkbûna rêgezî ya ku dibêje“Huner bê birdozî, tevgera hunerê jî bê rêxistinbûn nabe."

Rehenda dîplomasiyê

Têkiliya bi gel û civakên din re digre dest. Bi welatên cuda, cîran û bi Kurdên parçeyên din re têkîlî pêk tên. Ji bo dîplomasiyê gelek pênase hene mîna têkiliya dîplomasî û hêz, dîplomasî û feraseta stratejîk, feraseta stratejîk dîplomasî û hêz, dîplomasî û daneheva dîrokî derdikeve pêş. Xweseriya demokratîk dîplomasiyê, di xizmet û bihêzkirina avakirina jiyana hevpar, hevgirtin û şertên xebatê yên di navbera gelan de esas digre. Navê ku jê re were diyarkirin dîplomasiya gel an jî dîplomasiya gelan tê gotin. Xweseriya demokratîk rêveberiyek ne dewlet e, her çiqasî bi dewletê re li hev hatin pêk were jî dewletbûnê nake armanc. Rasterast xwe bi xwe bi rê ve birina civak û beşa civaka exlaqî û polîtîk e. Çavkaniya hêza bingehîn a dîplomasiya xweseriya demokratîk, hêza cewherî yan jî hêza rêxistinî ya pêkhateyên xweseriyê ya ku nûnertiya wan dike ye. Di polîtîkayê de nerm û ber bi lihevhatinê ve vekiriye lê di rêgezan de xwedî sekn û bê tawîz e. Projeya xweseriya demokratîk ne projeyeke ku tenê ji bo Kurd û Kurdistanê hatiye pêşxistin. Elewî, Laz, Çerkez, Asûrî-Suryanî, Rum, Musewî, Ereb hwd. dikarin rêveberiyên xwe yên Xweseriya Demokratîk ava bikin. Xweseriya demokratîk yekitiya civatan a ku civak û beşê civakê bi nasname, çand, bawerî, berjewendiyên aborî hwd. awayeke azad xwe îfadekirin, bi rêxistinkirin û di tevahiya beşê jiyanê de bi destxistina mafê nûnertiyê ye. Her wiha Xweseriya Demokratîk yekitiya civatan a ku her kesek li ser bingehê cudahiyan a li ser esasê yekitiya azadî û demokrasiyê xwe tevlî jiyana hevpar dike ye. Ji ber wê xwesertî weke netew dewletê ne vesazîbûneke ku yekperestî û yektîpkirinê dike ye. 

Armanca bingehîn a dîplomasiya ku bi pêkhateyên parçeyan re were meşandin wiha ye:

Bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser” tê îfadekirin de ne. Di merheleya heyî de komara Tirkiyeyê yan dê vîna netewî û li ser bingehên cudahiyan wekheviya gelê Kurd qebûl bike û bi hatina xwe ya çareseriya demokratîk dê maf û azadiya gelê Kurd bixe bin ewlehiya makezagonî û xwe demokratîk bike, yan jî bêyî ku bendewariyek gelên Kurdistanî ji dewletê hebe, bi pratîzekirina çareseriyên xwe dê Kurdistana xweser bi hemû saziyên wê ve ragihîne û çareseriya xwe pêk bîne. Ji xeynî wê riyeke din a cuda nemaye.

Başûrê Kurdistanê bi rêveberiya herêma Kurd a federe re têkiliyek dîplomatîk a ku demokratîkbûn, şopandina polîtîkayên netewî ku parastin û pêşxistina destkeftiyên netewî esas digire, hevgirtin û hevkariya di navbera Kurd û gelê Kurdistanî de dike armanc û di nava hev de pêşxistina têkoşîneke demokratîk esas digire.

Rojhilatê Kurdistanê hem di aliyê erdnîgarî ve hem jî di aliyê nifûsê de duyemîn parçeyê mezin ê Kurdistanê ye. Ji wê hêla xwe ve xwedî cihekî girîng e. Bi qasî di demokratîkirina Îranê de, di demokratîkirina Rojhilata Navîn de jî dikare risteke girîng bilîze.

Rojavayê Kurdistanê hem di aliyê erdnîgariyê de, hem jî di aliyê nifûsê de parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Gelê me yê vê parçeyê ku di bin venêrana dewleta Sûriyeyê de hatiye hiştin, piştî Bakur herî zû têkoşîna demokratîk a netewî nas kiriye û awayeke herî bi hêz tevli bûye. Bi piştgiriya xwe ya geşedanên bi parçeyên din re wêdetir, yekem car cihê xwe di nava hêmanên esîl ên şoreşê de girtiye.

Rehenda xweparastinê

Jê re rehenda ewlekarî tê gotin. Her wiha komkujî tê tên bidestgirtin. Ne tenê komkujiya fizîkî, komkujiya çandî û her cure tê de cihê digrin. Her wiha divê civak di vê rehendê de parastina xwe bi xwe ava bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rehenda xweparastinê dibêje; “Rehenda xweparastinê bi qasî av û nan girîng e û heya ew nebe, nayê jiyîn kirin.” Di tevahî qadên jiyanî yên civakî de avakirina xwerêxistinkirinê mîna meclis, komîn, ocax, kooperatîf, rêxistinên tenduristî, perwerde û kargehên aboriyê tê wateya temînata ewlehiyê. Xweparastin tenê weke pêkhatineke çekdarî bi dest nayê girtin. Xweparastin di nasname û xwejiyanê de, di her qadê de rêxistinbûna civakê îfade dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava mijarên weke akademî, meclis, kongre û konseyê tîne ziman, di heman demê de wan weke navendên xweparastinê jî dinirxîne. 

Sibê: Foza Yûsif: Siyaset bi destê jin û gel tê meşandin