Meşa jinên Siûdiyê (4)

Dijwariya desthilatdariya dewleta Siûdiyê tevî hewldanên navdewletî yên li dijî binçavkirinan, hê jî didome. Binçavkirina çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ên Siûdî berdewam dike, her wiha di bin çavan de bi şîdeta dijwar re rû bi rû dimînin.

Rewşa girtîgeh û dadgeran
Navenda Nûçeyan - Her çendî zagona rewakirina mafên jinan, bi ajotina wesayîdan di 24'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê mîr Mohammed bin Salman ve hatibû amadekirin jî di bin navê "Nêrîna 2030" û tevî zextên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve hatibûn kirin jî tu agahî der barê dîroka serbestberdanê de tune ye.
Li gorî lêkolînên ku der barê girtîgehan de ji aliyê rêxistina mafên mirovan ve hatine kirin, rayedarên Siûdî, îşkençeyên derûnî û fizîkî li girtîgeha Zehban li dijî girtiyên siyasî dikin. Li gorî ku tê ragihandin piştî zextên xizmên wan Alia û Walid Al-Hathloul, xwişkên Lujain, veguhestin zindana Elhayêr. Piştî bi hevkariya DAIŞ'ê re doz li wan hat vekirin, tên cezakirin. 
Girtîgeha Elhayr ku di sala 1983'an hatiye avakirin, ne ji ya Zehban baştir e. Her wekî hatiye diyarkirin tê de girtî rastî îşkenceyên gelekî dijwar tên. Ev yek jî rastî nerazîbûna rêxistina mafên mirovan hatiye.
Doza der barê çalakvanan, tenê bi beşdarbûna malbatên wan pêk hat. Nehiştin ku çapemenî  û rêxistinên mafên mirovan tevli doze bibin. Kesên li pêşberî dadgehê derketibûn, Lugin Hathloul , Aziza Al-Youssef, Eman al-Nafjan û Htun El-Fassi bûn. Doz di 13'ê Adara 2019'an de bêyî ku tu agahî werin dayîn hat girtin.
Tê diyarkirin ku diviyabû doza yekem li dadgeha tewanê ya terora siyasî pêk bihata lê ji ber sedema zexta navdewletî hat guhertin û li dadgeha Ceza ya Riyadê hat lidarxistin. 
Di doza yekemîn de çalakvanan destûra axaftinê bi dest nexistibûn. Tenê dozên li dijî wan hatin parvekirin û dadgeran jî gotibûn ev îtirafên girtiyan in.
Rûniştina doza duyem di 27'ê Adara 2019'an de hat lidarxistin. Wekî ku hatiye diyarkirin îtiraz ji bo rûniştina yekemîn e. Li gorî jêderan 12 nûner û xizmên wan beşdarî darizandinê bûne.
Li gorî çavkaniyan, 11 girtiyên jin hatibûn darizandin. Di nav wan de Lugin Hathoul, Htun El-Fassi, Eman El nafjan û Aziza Al-Youssef hebûne. 
Di rûniştinan de çalakgeran bersiv dane îdiayên li dijî xwe. Her wiha di lêpirsînê de rastî şîdet û lêdana bi elektîrîkê hatine. Hin ji wan bi wêrekî qala tecewiza cinsî ya li dijî xwe kirine.
Tê diyarkirin ku birayê Lugin Waleed ji kanala Almanî ya bi navê Deutsche Fillet re eşkere kiribû ku xwişka wî rastî îşkenceyên lêdan, xeniqandina bi avê, elektrîk û tecawizê hatiye. Ji ber eşkerekirina zextên li girtigehên Siûdî, kesê bi navê Saud Al-Qahtan şêwirmendê qralê Mohammed bin Salman bû, bi tehdîda kuştin û perçekirina xwişka wî ew tirsandibû.
Her wiha birayê Lugin gotareke nivîskî ji CNN’ê re şandibû tê de wiha nivîsandibû "Piştî heyvekê ji girtina xwişka min ew bi telefoneke ku hejmara wê veşartîbû geriya got ku ew di otêlekê de ne. Ji ber wê nikaribû serbest biaxivya. Piştî zextên rêxistina mafên mirovan bavê min çû serlêdana wê. Destên wê ji îşkenceyê hem diricifîn, hem jî şewitîbûn. Ji ber ku dewletê jê xwestibû hevkariyê bi jinên Siûdî yên li derve re bike û wan bîne Siûdiyê lê wê ev daxwaz red kiribû rastî îşkence û lêdanê hatibû.
Rojnameya The Guardian yekemîn belgeya di 31'ê Adara 2019'an de ku tê de isbat dibû rayederên Siûdî tewanbar in bi raporeke bijîşkî li ser rewşa girtiyan a tendirustiyê diweşîne. Her wiha ji qral Salman bin Abdulaziz re şandibû û di Çileya 2019'an de lêkolîn hatibû kirin.
Li gorî çavdêriyên tenduristiyê yên li ser 60 girtiyan hatibû kirin û di nav de girtiyên siyasî, olî û çalakger jî hebûn, tê ragihandin ku di rapora çavdêriyên li ser girtiyan de diyar bûye ku girtî rastî gelek zext û îşkenceyên giran, wekî şewat û lêdanê hatine. Ji ber laşê wan gelek bêhal maye xwîn vedireşin. Her wiha girtî, ji ber birînên li pişt û  lingên xwe nikarin bimeşin.
Rayedarên Birîtanî hewl dabûn di belgeyên di destên xwe de teqez bikin ku zext û îşkence li girtiyan çêdibin û daxwaza serlêdana zindanê kiribûn lê dewleta Siûdiyê ew daxwaz red kiribû.
Daxwaza serbestberdana 8 jinên girtî
Di rûniştandina doza duyemîn de girtiyan bi şertê ku ew ê beşarî rûniştina dadgehên wan bibin, heta biryareke der barê wan de daxwaza berdana bi kefalet kiribûn. Tê diyarkirin ku tenê sê girtî Ruqeye Elmuharb, Aziza Al-Youssef û Eman al-Nafjan hatine berdan. Rûniştina sêyemîn ku di destpêka Nîsanê de bi dawî dibe tu biryar der heqê serbestberdana wan de nehat dayîn û veguhestin rûniştina duyem. 
Di 1'ê Gulanê de der heqê pênc girtiyan de biryara berdanê hat dayîn. Htun El-Fassi, Abeer Al-Namankani, Amal Al Harbi, Maysa Al-Mana û Shaddan Al-Anzi hatin berdan. Bi vî rengî heşt girtî serbest hatine berdan. 
Siûdiyê daxwaza navdewletî ya hiqûqî red kir 
Rêxistinên mafên mirovan, Yekitiya Ewropayê, Emerîka, Fransa û piraniya welatên ku ji azadiya îfade û mafên jinan bawer dikin, berdewamiya binçavkirina çalakvanan, nemaze çalakvanên jin, doza mafên jinan li Erebistana Siûdî şermezar kirin.
Di 20'ê Mijdara 2018'an de rêxistina Efûya Navneteweyî raporekê der heqê binpêkirina mafên jinên girtî de li girtîgeha Siûdiyê weşand û ji ber tewanbarkirina li ser jinan bi derew û neheqî, wan şermezar kir.
Di 8'ê Adara 2018'an, roja jinên cîhanê Rêxistina Efûya Navneteweyî Amistî çalakiyeke li pêşiya sefareta Siûdiyê li dar xist. Şîdet û îşkenceyên li ser girtiyên jin şermeza kir. 
Her wiha rojekê beriya wê, Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek ku 36 dewletan ji bo çalakgerên siyasî serbest werin berdan îmze kiribûn da. 
Tê ragihandin ku rêxistina Human Rights Watch rexne li serokdewletê Siûdiyê dike. Li şûna sererastkirina qanûn û wekheviyê bide avakirin dijberî vê yekê li hemberî mafên gel dibe asteng. Ji ber wê banga bidawîkirina binpêkirina maf û cudakariya zayandan li dijî jinan kir. Her wiha rêxistinê da eşkerekirin ku têkiliya çalakgeran bi terorê re tune ye. 
Di Sibata sala 2019'an de hevseroka Brîtanyayê Ann Clwyd ji meclisa Brîtanyayê daxwaza serbestberdana çalakgerên jin ên li Siûdiyê kir û îşkenceya cinsî ya li wan hatiye kirin şermezar kir.
Tê teqezkirin ku Yekitiya Ewropayê, Kanade û Avustralyayê jî bang li rayederên Siûdî kirin ku binçavkiriyan serbest berdin lê helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê tenê bi şopandina rewşa girtiyan mabû.  
Rêxistina Tom Lantos Komîteya Mafên Mirovan li Kongreya Emerîkayê civîneke li dar dixin. Her wiha parêzvanên mafên jinên Siûdî û Walid Al-Hathloul birayê Lugin û her du rojnamegerên Safaa Al-Ahmad û Omaima El-Naggar jî amade bûn. Civîn li ser zextên li girtiyên jin di zindanên Siûdiyê de bû her wiha Nûnerên Demokrat gazî kirin ku divê Siûdî ji hêla civaka navneteweyî ve were cezakirin.
Komîteya Tom Lantos di sala 1983'an de hatiye avakirin. Ew komele ji endamên partiyên Demokratîk û komarê nehatiye hilbijartin. Armanca wê ew e ku piştgiriya mafên mirovan li çar aliyên cîhanê bike. Her wiha navê xwe jî ji damezrînerê wê Tom Lantos ê ku di sala 2008’an de çûye ser dilovaniya xwe girtiye. 
Serokwezîrê Franseyê Emmanuel Macron ki çalakgeriya Lugin Hathloul gelekî bi bandor bibû, ji ber vê hevxemî û helwesta piştgiriya xwe di roja Jinên Cîhanê de daye aşkerakirin û gotiye: "Lugin ji ber rexne li pergala Siûdî kiriye hatiye girtin, reşkirina wê ji hêla ragihandina Siûdiyê ve wekî derewek daye nîşandan."
Beriya daxuyaniya Macron, 36 dewletan jî bi daxuyaniyeke hevbeş nêrîna dabûn eşkerekirin. Daxuyanî zext û zilma ku li ser jin û mêrên daxwaza mafên mirovan dikin şermezar dike, her wiha hêzên terorê yên Siûdî li hemberî azadîxwazan zextên dijwar pêk tînin. Daxwaza serbestberdana girtiyan ji rayederên Siûdî kiribûn. 
Peyameke ji 9 senatorên (rihspî) komîteya rihspiyên Emerîkî ji serok Salman bin Abdulaziz re şandine. Tê de daxwaz dikin ku çalakger û siyasetmederên mafên mirovan ên jin û mêr werin berdan.
Tê diyarkirin ku  peyameke ji 50 rêxistinan ji endamên wezaretên ku beşdarî civîna 40'emîn a li Geneva di sibatê de hatiye lidarxistin bûne re şandine. Tê de daxwaza serbestberdana girtiyan û avakirina mekanîzmayeke ku çavdêriya binpêkirina mafên mirovan li Siûdiyê bike û bişopîne kirine.
Di çarçovaya rûniştinan de nîqaşa bi navê "li Siûdî dema lêpirsînê" çêbû. Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî yên Emerîkayê ragihandibûn ku dewleta Siûdiyê zagonên li dijî terorê li hemberî tepisandina çalakiyên çalakvanan bi kar tînin. Ev yek jî binpêkirina zagonên navneteweyî ye û li hemberî azadîxwezan e.
Rêxistina mafên mirovan a ku çalakgerê bi navê Yahya Asiri di 2014'an de damazirandiye, kampanyayek li dar dixe. Kampanya bi hevkariya rojnameyên navneteweyî weke Washington post, The New York Times, The Guardian, Los Angeles û times her wiha rojnameya Îspanî Alyabis ku di rûpela yekem de bal dikşîne ser wêne û vîdeoyên ku zextên li ser girtiyên Siûdi weşandin. Her wiha heştag li ser medyaya civakî jî belav kirin bi hasthaga 'Bi qehremanên Siûdî re binavê (stand With Saudi Heroes#') weşandin. 
Peyam û daxwaza dawî, ji aliyê Rêxistina Efûya Navneteweyî ve li ser hesabê Twitterê ku dîmenê jineke bi destekê bi wesayîdê digire û bi yê din jî bi deriyên zindanê girtiye heye. Her wiha daxwaza serbestberdana Lugin Hathloul û daxwaza parastina mafên jinên ku li hemberî pergala desthilatdariya dewletê helwestên xwe dane nîşandan kiriye.  
(Sanaa El-Elî)