Meşa jinên Siûdiyê (3)
Wekî di beşên yekem û duyem de hatibû diyarkirin ku pêşiyê di civaka Siûdî de qebîle û eşîret hebû. Karmendên wê yên oldar li gel dewletê kar dikirin. Bi vî awayî rewşa jinan ket nava êş û tarîtiyê. Jin ji hemû aliyên jiyana civakî û siyasî ve bêmaf man.
Yekem çalakiyên femînîstan ên ji bo bidestxistina mafê jinan
Navenda Nûçeyan - Pergala baviksalar, rewakirina serdestiya zilaman a li ser jinan û xistina wan a bin kontrola xwe wekî zagoneke di şerîetê de dabû ragihandin.
Zagonên malbatê û jinan li Erebistana Siûdî di dawiya salên 70'yî de hatibûn tomarkirin ango nayên guhertin. Zagona jin nikarin wesayîd biajon, çûn û hatin, zewac, berdan û hemû tiştên mezin û yên biçûk ne xwedî biryar in hebû, diviyabû kesên berpirsiyarên wan destûrê bidin.
Di 24'ê hezîrana 2018'an de rewakirina destûra ajotina jinan a wesayîdan û betalkirina zagona cerdevanî li ser wan xeyal û hêviya hemû jinên Siûdî bû.
25 salan çalakî û binçavkirin
1-Ajotina wesayîdan: Li hemberî zagona ku di sala 1975'an de hatibû tomarkirin, çalakvanên jin, kampanya dan destpêkirin. Ev di sala 1990'î de hatibû destpêkirin û heya salên 2000'an bi pêşketina ereban xwe bi rêxistin dikirin.
Bertekdayîna dewletê ya li hemberî tevgera jinan a sala 1990'î gelek hişk bû, 47 jin ji kar hatin avêtin û 13 jin hatin binçavkirin. Piştî bikaranîna wesayîdên xwe li kolanên bajêr qedexkirina çûn û hatina derveyî welat bi tena serî xwe hat betalkirin.
Di sala 2009'an de nivîskar û çalakvana hiqûqî Wajiha Al-Huwaider û rojnemegera bi navê Ibtîhal El-mubarek daxwaznameyek ji 1100 îmze ji mêr û jinan pêşkêşî mîrê dewletê kirin. Daxwaz dikirin ku qanûna qedexekirina ajotina wesayîdê ji bo jinan bê rakirin. Wekî tê ragihandin Wajiha ji nivîs û weşana nûçeyan sala 2003'an hatibû qedexekirin. Herî dawî di sala 2006'an de dîsa hatibû binçavkirin. Ji ber bangewaziya wê, li ser malperên medya civakî ji parvekirina nûçeyan li ser malperan jî hatibû qedexekirin.
Çalakiyên jinan di 2011'an de weke qonaxa duyem a kampanyayê dan destpêkirin. Çalakvana bi navê Manal Al-Sharif di 21'ê Gulana 2011'an de dema wesayîda xwe diajot hat girtin. Piştî ku soz da dê tu carî wesayîdê bi kar neyne serbest hat berdan.
Di 17'ê Hezîrana 2011'an de çalakvan Manal dîsa dest bi parvekirina nûçeyan li ser malperên medya civakî dike û peyama bi navê "Ez ê bi xwe wesayîda xwe biajom” parve dike. Her wiha bi dehan jinan piştgirî dan peyamê û bi wesayîdên xwe daketin kolanên Siûdiyê. Lê belê roja din bi darizandina muxalefeta zagonê, ji aliyê komîsyona pêşxistina û pêşîlêgirtina cîgiran ve tên binçavkirin. Lê belê Manal piştî alîgiriya komîsyona çavdêriya mafên mirovan bi kefaleteke ku careke din nekeve vê şaşîtiyê serbest tê berdan.
Mehek piştî vê bûyerê çalakvan Najlaa Al-Harîrî derdikeve ser malperên medya civakî bi navê "Women 2 Drive" û bi wesayîdê li kolanên bajarê Cedeyê digere her wiha tê zanîn Najlaa nerazîbûna xwe ji îmzeya ji bo sozdayîna ajotina wesayîdê jî red dike. Li ser vê, di îlona 2011'an de keça bi navê Shaima Jastaniah li kolana bajarê Cedayê wesayîdê diajo tê girtin û deh celd ceza lê tê birîn. Her wiha ji ber nerazîbûna gel hikumdar Abdullah bin Abdul Aziz zagona bexişandinê derxist û Shaima serbest hat berdan. Lê beramberî wê ji bo parvekirina cezayê celdayê du rojnamegerên jin Nisreen Nejmuddin û Samia Al-Essa anîbûn dadgehê.
Di sala 2013'an de kampanyaya duyemîn hatibû destpêkirin. Lê ji ber hişmendî û qedexeya wezareta navxweyî bi ser neket. Ji bo pêşgiriya kampanyayê, çalakvanan destpêkirina wê li ser medya civakî berdewam kirin û bernameya 31'ê Mijdarê dan diyarkirin.
Di vê kampanyayê de çalakvana bi navê Aziza Youssef di 29'ê cotmehê de tê girtin. Piştî soz dide û îmze dike ku wesayîdê careke din neajo tê berdan.
Di çaremîn kampanyaya 2014'an de pêşgiriyên dijber li ser malperên Twîtterê bi navê "pergal e ne mecbûrî” rêveberan rexne li kampanyayê kir. Lê li dijî vê, çalakvanên hesthagê bi navê ajotina 29'ê Adarê belav kirin ku jin bikaribin wesayîdan bajon.
Hejmarek ji çalakvanan wesayîdên xwe ajotin û bi dîmen li ser malpera Twîtterê weşandin. Ji wan keça bi navê Lugin Hathloul ku hevkariya xwe bi kampanyaya 2011’an re kiribû, ji balafirgeha Siûdî wesayîda bavê xwe diajo heya malê û bi dîmen jî parve dike. Polîs bavê wê dibin û bi soz pê didin îmzekirin ku keça wê li Siûdiyê careke din wesayîdê najo.
Di 2015'an de Lugin ji ber ku wesayîdê ji bajarê Îmaratê heya Siûdiyê diajo tê girtin, piştî 37 rojan tê berdan û Îmarat lê tê qedexekirin.
Tê diyarkirin ku girtina Lugin cara sêyemîn di 18'ê Gulana 2018'an de bû, bi tewanbarkirina wê ji dezgehên olî û zagonên wê ji aliyê rejîmê ve tê darizandin. Her wiha bi hevkariya bi dewletên derve re bêyî tu agahiyên ji bilî navên Aziza Youssef û Eman al-Nafjan tu sedem nehatibûn ragihandin .
Dewletê di rojname û ragihandinên fermî de bi îxanet û hevkariya bi dewletên derve re ew tehşîr kirin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn.
Kampanyaya binçavkirinê didomiya û di 15'ê Gulana 2018'an de Aisha Al-Mana, Welei El Şibir, Hisa El Şêx û Madiha Al-Ajroush hatibûn girtin lê ji ber der heqê wan de tu tişt derneket hatin berdan.
Lê belê keça bi navê Israa Al-Ghamam bi hinceta piştgiriya wê ji çalakî û parvekirina li ser medya civakî û raya giştî re hat girtin.
Çalakvana mafên jinan Samar Badawî ku nasnameya jina qehreman wergirtibû, di kampanyaya 2011 û 2012'an de hevkariya çalakvanan kiribû û di destpêka sala 2016'an de hatibû girtin.
Her wiha çalakvanên bi navê Nassmia El-sadah û Nassima Badawi Di 30'î Tîrmeha 2018'an de tên girtin. Bi idiaya bi sefareta derve re hevkarî kirine tên darizandin û girtin.
Her wiha di heman salê de Htun El-Fassi yek ji çalakvanên herî navdar tê girtin. Tê zanîn ku Htun yek ji alîgira herî girîng a mafên jinan e. Wê akademiya dîroka jinan qedandibû, tevî wê çalakvan û rojnamgera Nouf Abdulaziz pê re tê girtin. Her wiha Maya Al-Zahrani, ji gotara ku li ser çalakvana Nouf diweşîne tê binçavkirin.
Di kampanyaya binçavkirina cara duyemîn de, 5'ê Nîsana 2019'an komek ji çalakvanan hatibûn girtin. Khadija Al Harbi jina ducanî bû. Tevî nêzîkbûna welidîna wê jî nehat berdan.
Kurtejiyana hin çalakvanên berbiçav
Aziza Al-Youssef: Li paytexta Riyadê ji dayik bûye. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê beşa zanista kompîtorê xwendiye. Di sala 2016'an de xebata siyasî û hiqûqî kiriye. Destûra alîgeriya parastina mafên jinên Siûdî wergirtibû û li ser televîzyonên dewletê gelek caran derdiket û dixwest zagona cerdevaniyê ji ser jinan bê rakirin. Her wiha bi şêwaza xwe ya baş bala civakê dikişand. Der heqî mafên jinan de li gorî perspektîfên îslamî û lîberalî nîqaş dikir.
Lugin Hathloul: Di sala 1989'an de li bajarê Cedeyê hatiye dinyayê. Ligel xwendina xwe ya wêjeya Fransî li Kanadayê, çalakiyên xwe yên ji bo mafên jinan jî dimeşand. Ji ber pangewaziya wê û şîdeta li ser jinên Siûdî gelek caran tê girtin. Herî dawî ji ber parvekirina xwe ya li ser medya civakî di Gulana 2019'an de tê girtin û heya niha jî di girtîgehê de ye.
Eman al-Nafjan: Nivîskar û akademîsyena herî navdar e. Di sala 2011'an de ji aliyê rojnameya Foreign Policy ve weke jina herî jêhatî û zana tê hilbijartin. Li bajarê Eltaife ji dayik dibe. Wêjeya Ingilîzî li Birîtanyayê xwendiye. Zarokatiya xwe li dewletên yekbûyî yên Amerîkayê derbas kiriye. Her wiha li zanîngeha Mîr Siûd xebitiye. Weke hevgirtina dengên jinên Siûdî li Rojava xebat dikir. Di rojnameya El-Gardiyayê de rexne li desthilatdariya pergala rejîma Siûdî li ser jinan û zayendperestiyê kiribû.
Destûrdayîna ajotina wesayîdan
Di 26'ê îlona 2017'an de Mîr Salman Nin Abdulazîz biryara rewakirina jinan ji bo ajotina wesayîdan îmze dike û di 24'ê Hezîrana 2018'an de parve dike.
Di 4'ê Hezîrana 2018'an de keça herî yekem nasnameya ajotina wesayîdan girt Ehlam El Senyen bû. Wêneyê nasnameyê li ser medya civakî parve kiribû.
(Sanaa El-Elî)
.
.