Meşa jinên Siûdiyê (2)

Qraliyeta Erebistana Siûdî ji bûyerên navxweyî û herêmî bi bandor bûbû ku bû sedema kêmbûna azadiyê. Her wiha komînsyona pêşvebirina hîndekariyê gelek fetwayên girêdayî jinan derxistin û azadiya wan hat dorpêçkirin.

Jidestçûyîna azadiyê û hedefgirtina jinan

Navenda Nûçeyan - Piştî kuştina mîr Feysel, di sala 1975'an de sazûmanên olî careke din serweriya xwe li ser dewletê çêkirin. Herî zêde desthilatdariya xwe li sûk û kolanan meşandin. Dest danîn ser Juhîman Al-otabî û 200 çekdarên li ser mizgefta mezin a Mekeyê. Her wiha bi vî rengî bandorê li ser azadiya jinan kirin û xwestin wan bixin bin desthilatdariya xwe.
Jidestçûyîna azadiyê
Di salên şêstî û destpêka salên heftê de pêşketinek di jiyana jinan de çêbû, jinên xwendekar û yên li kolanan ji bo kirîna hewcedariyên xwe bi awayekî hêsan tevdigeriyan. Lê belê derketina diyardeya destavêtina jinan li kolanên teng û civandina xortan di navbera xwendinê de hiştibû ku bertekeke neyînî ji hêla civakê ve derkeve. Ev jî bû sedema mayîna xwendekar û jinan a di malê de, her wiha fermana xortên ku destdirêjiyê dikirin bên cezakirin û jin divê bi nixumandin derkevin derve dan û herî dawî wekî koma çavdêriyê li kolanan belav kirin.
Destpêk û bandora terîqeta Al-Sehweyê..
Tê ragihandin ku Al-Sehwe aliyekî hişmendî ye. Di sala 1979'an de hatiye sazûmankirin. Damezrînerê wê Îxwanên Muslimîn bû ku ji ber desthilatdariya hikumeta Misir û Sûriyeyê reviyabû Siûdiyê, hişmendiyeke olî li dijî rêgezên civakî di nav xwe de dihewand û kevneşopiya civakî û olî bi hev re dida meşandin. Tê diyarkirin ku nêzîkatiyeke ji fikrên wehabiyan di nav xwe de daye avakirin û xwe bi hêz kiriye. Bi vê şêwazî bandora xwe li ser civaka Siûdiyê kir. 
Di sala 1928'an de Ixwanul Mislimîn Hesen El-bine li Misrê hat avakirin. Li ser bingeha olî û siyasî xwe bi rêxistin dike û li ser xwegihandina desthilatdariya dewletê dixebite. Tê zanîn ku li gelek dewletan belav bû wekî Sûriye, Tirkiye, Qeter û Filistînê heya 72 dewletan xwe bi rêxistin dike.
Tê teqezkirin ku Wehabîzmê pêşgirî da birayên misilman. Her wiha zanyarê Siûdî Omer al-Beşîr al-Turabî di lêkolînên bi navê "Îslamiyeta Siyasî” de wiha dibêje: “Di krîz û serhildanê de ji destpêka damezirandina dewleta Siûdi ya sêyemîn, mîr Ebdil Ezîz pêşgirî dabû ku rêxistina îslamî li Misrê xwe xurt bike.
Bi vî awayî saziyên olî serweriya xwe li ser civak û jinan çêdikirin. Piştî bûyera mizgefta mezin li Mekeyê nakokî û bêbawerî bi rêveberiya dewletê re derket holê. 
Damezrînerê olî piştî bûyera li Al-Haram Al-Makki ku nûnerê dijberiya rast a dewletê bû û di pêbaweriya malbata Al Saud û mafê wan ê rêveberiyê de desthilatdariya xwe li ser civak û jinan ji nû ve çêdikir.
Li ser bûyera Haram Al-Mekkayê ku juhayman al-otîbî di sala 1979’an de bi rêve dibir bi navê ez Mehdî me, xîtabeke li dijî malbatan û serdestiya rêveberiya civakê û sedema krîza civakî şermezar dike û belav dike. Helbet tê zanîn ku ev bû sedema dûrxistina wî ji mizgeftê û darvekirina rêveberên bûyerê. 
Tê îdiakirin ku gel bi gîştî û jinên nexwende bûyera li Haram Al -Mekeyê çêbûye weke xezebeke ji Xwedê dane ravekirin. Her wiha dewletê serweriya xwe ya neteweperestiya olî da meşandin û bal kişand ser girtina krîza gendeliya exlaqî û kontrola xwe herî zêde li ser cil û bergên jinan û zayendperstiyê zêde kir. 
Li ser jinan sekinîn
Tê ragihandin ku nûnerên saziyên olî yên oldaran birêve dibirin, gelek fetwa li ser mafên jinan dane ragihandin. Bi navê misogeriya mayîna civakê jin e, zagon û rêgezên ku li ser wê tên nirxandin nayên kirin, derxistin. Ew jî bi mijara bawerî, îbadet û danûstandina jinan re têkildar e. Tê diyarkirin ku heya salên 80'yî fetwayên ragihandinê gihîştine 30,000’î fetwaya bi navê bedena jinan û keşfkirina laşê wan rê li ber bêexlaqî û krîzan vedike. Ev hemû zagon xistin nava civakê û pergala perwerdeyê li dibistan û zanîngehan, heta ku van nêrînan qebûl bikin û bi wan re mijûl bibin. 
Wekî hatiye rêzkirin, bi fetwayên ku der heqê jinan de hatine derxistin, jin ji hemû mafên xwe yên jiyanî, siyasî bêpar mane. Qedexekirina xwendina li derveyî welat, cilên reş û nûxmandina rûyê wan û rawekirina zilam bi zewaca çar jinan re û gotina jin kêmaqil in hestiyar in û hwd. hat destnîşankirin. 
Nûner û oldarên ku fetwayên li ser jinan dabûn rêzkirin, rêveberiya siyasî jî hat qedexekirin di bin navê jin nikarin bi zilaman re biaxivin û biçin dewletan bê destûra malbatê.
Girêdana bi kevneşopiya civakî re
Bi qasî hewldanên guhertina terzên civakê, ji hêla hevjîna Mîr Feysal, perwerdekirina keçên wan li derve û taybetmendiya kevneşopiyên eşîr û qebîleyan riya azadiya jinan teqez dike.
Lê belê tê teqezkirin ku biryara nemecbûrkirina xwendinê û mafên malbatê, ji bo biryargirtina wan hişt ku hejmara xwendina keçan kêmtir bibe. Ligel wê jî zewaca wan di temenê biçûk de bû, derfetên kar tunebûn her wiha ji dibistanan bêpar diman.
Tê diyarkirin ku sektora neftê di destên mêran de bû. Heger hin jinan jî tê de cih bigirtana jî mirovên karmendan bûn. Febrîqeya Aramko ku di sala 1933'an de hatibû damezirandin ji bo karmendan bû lê gelek jinan jî kar nedipejirandin. Lewre jinên xwenda bêkar diman û beşeke ji wan jî ji ber zîhniyeta xwe cihê baş û rast ji bo xwe malê didîtin.
Wekî ku hatiye destnîşankirin pergala mêr li hemberî pêşketina jinan disekine. Ger derketineke ligel heval û xizmên xwe be jî divê bi erêkirina malbatê be, ji bilî wê jî fetwayên ku hatine dayîn vê yekê radigihînin.
Ramanên femînîst..
Tê hewldan ku jinên kedkar ên li Siûdiyê daxwaza mafên jinan ji dewletê kirin ku bêtir mafên wan bide, di heman demê de soza xwe bi kevneşopiya îslamî re digrin. Her wiha daxwaz ji dewletê dikin ku nêrînên olî yên hişk bi dawî bike. Her wiha daxwaza pêkanîna peymana SÎDAW’ê ya navneteweyî yên têkildarî mafên jinan û wekheviya zayendî bi cih bînin ya di sala 2000'î de hatibû îmzekirin dikin. Ew jî endamên desteya rêveber a rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo wekhevî û hêzdarbûyînê jinan wekî "Un Woman) rêxistina jinan di hevkariya îslamî de.
Cudahî di navbera jinên lîberal û yên îslamî de heye. Jina lîbraliyat dibêje ku sedema pirsgirêkan aloziya civakî ramana Wehabîzmê ye, her wiha jinên misilman jî dibêjin ku edetên eşîrtî li hemberî azadîxwaziya ku îslamiyetê daye jinan aloziya azadiyê derdixe holê. Her wekî din jî xeta sêyemîn ku bi biryara saziyên olî û dewletê pêşgirî dikin ku cudahiya zayend û rêveberiyê qedexe kiriye dikin.  
Bedêlên mafan û azadiyê
Civaka Siûdî di salên 70'yî de hemû derfetên jiyanê bi dest xistibûn û gihîştibû dewlemendiyê. Herî zêde dema febrîqeyên neftê hatin bikaranîn, hemû mafên civakê hatin jibîrkirin bi taybetî jî mafên jinan. Tê îdiakirin ku hilbijartina jinên ji malbata wan sûdê digrin ji bo kar û dewlemendiyê xistin kar. Lê binpêkirina mafan zêdetir bû.
Tê zanîn ku li şûna vê hişmendiya madî li ser gotina dewletê daye destnîşankirin jin aydê zilam in û bê wan nikarin bijîn ango ew cewherê jiyanê ne, karkerên taybet ji bo karên malê ji xwe re digirtin û jinên dewlemend saziyên alîgeriya malbetên xizan û sêwiyan ava dikirin. Jixwe ev ne gaveke azadiyê ye lê belê wekî mijûlkirina wan ji mafên xwe û kêfxweşiyê bû. 
Di mijara perwerdeyê de dewlemendiya neftê ji bo dewletê ferasteke da ku dibistan û zanîngehan bide avakirin. Ji bo mesrefa kêm, derfetên xwendina her du zayendan di dibistanê de biryar didin. Helbet vê yekê jî derfetek ji bo keçên ku nikarin li derveyî welat bixwînin çêkir. Di salên 1980'yî de dewletê mamoste û perwerdekarên zanîngehan ji derve anîbûn.
Bi zêdebûna kedkarên biyanî ango mamoste û yekîneyên weke bijîşkan li Siûdiyê, gelek fetwa hatin dayîn ji bo cudahiyên jinên Siûdî ji yên biyanî nîşan bidin. Hemû tiştên biçûk û mezin hatin qedexekirin. Wekî lixwekirina cilên rengîn bi yên reş, pêlavên bilind, bêhnxweşî, bazin û xirxalên ku li ser û cilên rengîn tên bikaranîn, li firoşgehan hatin qedexekirin. Ev hemû heya di hundirê malê de jî dikaribûn werin pêkanîn. Bi van fetwayan mafên jinên Siûdî kêm bûn û hatin zincîrkirin. 
 (Sanaa El-Elî)