Mala Jin bû modela şoreşa jinê - 6

Xebatkarên Mala Jinên Suryan (Eştarût ) têkildarî kar û xebatên xwe yên rêxistînî di mala jinan de wiha got: “Mala Jinên Suryan Eştarût navendeke parastina mafên jinan e”

Mala Jinên Suryan (Eştarût ) cihê parastina mafên jinên Suryanî ye

ROJ HOZAN

Qamişlo- Bi pejirandina şoreşa jinan re hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli kar û xebatên wê bûn bi taybet jinî. Li ser vî esasî yekemîn Mala Jinên Suryan bi navê Eştarût di meha Îlona 2019’an de li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Mala jinan gaveke girîng bû ji bo komkirina jinên Suryan û parastina mafên wan her wiha yek ji encamêm têkoşîna wan bû di nava şoreşa jinan de. Navê Eştarût balê dikşîne ser edalet û zanista jinan ji bo hemû jinên Suryan ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe berê xwe didinê. Têkildarî mijarê xebatkarên Mala Jinên Suryan Eştarût xebatên xwe nirxandin.

“Mala Jinên Suryan Eştarût navendeke parastina mafên jinan e”

Rêvebereya Mala Jinên Suryan (Eştarût) Ayda Melkê behsa avakirin û xebatên xwe yên rêxistinî wiha dike: “Navenda me di meha Îlona 2019’an de hat avakirin, navê navenda me jî vedigere navê xwedewenda jin Îştar a ku destnîşanî edalet û zanistê dike. Destpêkê zehmetî hebûn ji ber civaka me ya Suryanî ne têgiştibû ku malake jinan heye bi çareserkirina pirsgirêkên jinên Suryan ve mijûl dibe. Her wiha jinan bi xwe zehmetî didît çawa berê xwe bidin me. Hin bi hin naskirina jinan ji mala jinan re çêbû û jinan hemû pirsgirêkên xwe rehet ji me re dianîn ziman. Di aliyê xwe de me jî dan û standin ji jinan re pêşkêş dikir ku ev navendeke parastina mafên wan e û ji bo xebatên jinan hatiye pêşxistin. Dema jin destpêkê serdana me dikin em armancên xwe ji wan re pêşkêş dikin ku em dozên wan bi rêbazên rêxistinî çareser bikin. Pir jin hene rastî îşkenceyê tên yekser berê xwe didin me yanî me dikaribû em gihandinek di navbera mala jinan û jinên Suryan de bidin çêkirin.”

Xebatên rêxistinî yên mala jinên Suryan Eştarût

Ayda Melkê bal kişand ser xebatên rêxistinî yên mala jinên Suryan Eştarût û wiha domand: “Di hundirê mala jinan de 5 jin dixebitin her wiha me komîteyên xwe jî li ser vê esasê dane avakirin. Komîteya maliyeyê, komîteya bicihanîna biryaran û şopandina dozên jinan û komîteya lihevanînê. Me xebat di navbera xwe de hevbeş kiriye û hemû komîteyên me bi hev re alîkar in. Me girîngiya xwe di nav civaka xwe ya Suryan de daye rûniştandin û hemû mirovên civakê nirxê didin gotin û sekna me. Heya niha me gelek pirsgirêkên malbatî çareser kirine hin ji van dozan me di hundirê mala jinan de çareser kirine û hin jê jî me derbasî dadgeha gel kirine. Heya ji me tê em dixwazin çareseriyeke aştiyane di hundirê mala jinan de, bibînin. Hêviya me ji hemû jinên Suryan ew e ku berê xwe bidin mala jinên Suryan û pirsgirêkên xwe li vir çareser bikin. Em hemû derfetên xwe dixin xizmeta jinan.”

Kar û xebatên Komîteya Lihevkirinê di Mala Jinan a Eştarût de

Endama Komîteya Lihevanînê di Mala Jinên Suryan Eştarût de, Necah Mûrad têkildarî kar û xebatên Komîteya xwe wiha nêrîna xwe anî ziman: “Erka me em bi riyên guncav çareseriyên mayinde bibînin. Dema pirsgirêkên jinan ji me re tên destpêkê em herdu aliyan tînin gel hev bi wan re diaxivin pirsgirêkê fêm dikin û wiha çareseriyê jê re dibînin. Ger pirsgirêk mezin be em derbasî dadgeha gel dikin. Pêwendiyên me yên xurt bi dadgehê re jî hene û gav bi gav em dozên jinan dişopînin heya bi encam dibe. Pir caran pirsgirêkên mezin ji me re tên û ger mêr tê de alî bin em rastî zehmetiyan tên, ev jî vedigere zîhniyeta serweriya mêr a ku heya roja îro em rastî wê tên. Em naxwazin ew têkiliyên malbatî û hevjînî hilweşin heya ji me tê em herdu aliyan bi rêbazên rast ên çareseriyê didin fêmkirin. Hêviya me ew e jinên civaka me jî di wê zanebûnê de bin ku em alîgirên wan in û heya ji me tê em ê ji bo mafên wan têkoşîn bikin.”

(Sibê: Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên Mala Jinan.)