Mala Jin bû modela şoreşa jinê - 5

Endama Rêveberiya Mala Jin Behiye Mûrad ku di Mala Jinê de bi karê perwerdeyê re eleqedar e da zanîn ku ew hemû jinan li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê perwerde dikin.

“Rola Perwerdeyê di Mala Jinê de girîng e”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Perwerde bingeha avakirina zanîn û exlaqê civakê ye ku roleke sereke di nava civakê de dilîze. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêşketin çêbûn yek ji wan jî di aliyê perwerde û perwerdekirina civakê de ye. Di hemû mekanîzmayên rêxistinê de perwerdekirin û perwerde bingeha hemû karan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dema gel bixwaze dest bi kar bike, ji bo ku karê xwe bi awayekî zanist bimeşîne, di perwerdeyên bîrdozî û pişeyî re derbas dibe. Perwerdekirina civakê sûdek mezin dide civakê ku zêdetir bi awayekî pispor û zanist pergala xwe bimeşînin û bibin model ji tevahî cîhanê re. Di rêxistinbûna Mala Jin de jî bingeha her tiştî perwerdekirina civakê tê dîtin ku Behiye Mûrad hem rêveberiya Mala Jinê ye hem jî bi dilxwaziyek mezin karê perwerdeyê dimeşîne. Endama Rêveberiya Mala Jinê, Behiye Mûrad der barê perwerdekirina jin û civakê de nêrîna xwe parve kir.

“Di hemû saziyan de pergala perwerdeyê heye”

Behiye Mûrad rola komîteya perwerdeyê di Mala Jinê de wiha parve dike: “Rola Perwerdeyê di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de heye. Wek Mala Jinê komîteya perwerdeyê di pergala me de jî heye. Hem em xwe perwerde dikin, hem jî em perwerde didin. Rola Perwerdeyê di Mala Jin de gelek girîng e. Di hemû saziyan de pergala perwerdeyê heye lê ya herî zêde di nava saziyan de perwerde dide, Mala Jinê ye. Dema pirsgirêkek tê Mala Jinê em bi riya perwerdeyan dikarin çareser bikin. Kesên ku tên Mala Jinê û mişkuleyên xwe parve dikin, em vê yekê jî weke perwerde dibînin. Em bi riya perwerdeyên xwe gelek tiştên civakê ku rastî tên, parve dikin. Em dikarin bibêjin ku perwerdeyên Mala Jinê dide civakê, sûdê gelek dide civakê.”

“Bi riya perwerdeyê pirsgirêkan çareser dikin”

Behiye Mûrad da zanîn ku Mala Jin hem xwe û hem jî civaka xwe perwerde dike û wiha domand: “Ji bo ku em bikaribin civaka xwe perwerde bikin, me destpêkê xwe perwerde kir û em wek Mala Jin bi rêxistinî nêzî perwerdeyê dibûn. Wek Rêber Apo jî dibêje perwerde ji nan û avê girîngtir e. Me di destpêkê de xwe perwerde kir û niha em civaka xwe jî perwerde dikin. Em wek Mala Jinê li ku derê pêwîstiya me bi perwerdeyê hebe, amade ne. Wek mala jin jî perwerdeya xwe her dem dibînin. Di gava destpêkê de nêrînek wiha hebû ku jin li ser rastî be jî ne rastî be jî bi destên jinan digire lê me bi riya perwerdeyê vê nêrînî guhert ku di Mala Jinê de wekhevî esas e. Em dikarin bibêjin ku Mala Jinê cihê heqîqet û rastiyê ye. Em wek Mala Jinê dixwazin di navbera her du zayendan de jiyana hevbeş ava bikin. Em dikarin bibêjin ku bi riya perwerdeyê em pirsgirêkên ku civak dijî çareser dikin. 

“Sazî û dezgehên civakî perwerde dikin”

Behiye da zanîn ku ew li hemû sazî û dezgehan perwerdeyê didin û wiha got: “Perwerdeyên me piranî li ser civakê ne. Her wiha em girîngî didin zagona jinê ku em civakê li ser wan zagonan perwerde dikin. Her wiha em li hemû sazî û dezgehên jinan û yên giştî perwerdeyê didin. Her wiha akademiyên me hene, em her dem akademiyan vedikin û jinan li wan perwerde dikin. Her wiha erka Mala Jinê ye ku di akademiyan de perwerdeyên mîna rola jin, zagona jin, rêziknameya Mala Jinê bidin. Ne tenê li Qamişloyê, li kijan bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwazên perwerdeyê hebin, em diçin wê derê û perwerdeyê didin. Di heman demê de em rojên dîrokî mîna 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wek semîner didin. Di dema berê de jin çawa bû, roja îro çawa ye divê jin gavên çawa bavêjin ku mafên xwe bi dest bixin, em van yekan jî didin. Cihê ku jin dixebite divê reng û dengê xwe beşdar bike, da ku ew kar bi serkeftî be.”

“Li ser xetereyên teknolojiyê semîner hatin dayîn”

Behiye Mûrad da zanîn ku ew li ser mijarên ku civak ji ber wan zehmetî û pirsgirêkan dijî perwerde didin û wiha pê de çû: “Pirsgirêkên mîna zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî, heyirandin, berdêl, zewaca bi zorê û tundiya li ser jinan hene ku em li ser van yekan jî civaka xwe perwerde dikin. Di demên dawî de teknolojî jî bandorên neyînî li ciwanan dike û li ser telefonan tên tehdîtkirin. Ev yek jî bandorê li ser civakê tevahî dike. Gelek ciwan hebûn ku ji ber tehdîtê ji malê reviyabûn. Li ser xetereya teknîkê jî me semîner dan ciwanan. Li kêlek ciwanan em dayikan jî perwerde dikin ku zarokên xwe çawa terbiye bikin û exlaqê rast di mêjiya wan de bidin rûniştandin û taybetmendiya zarokên xwe nas bikin da ku zarokên wan nekevin kêmasiyan.”

“Civaka me ji perwerdeyê hez dike”

Behiye Mûrad herî dawî da zanîn ku kesêm ku perwerde dibînin pir kêfxweş dibin û wiha bi dawî kir: “Pêwîstiya gelê me ji perwerdeyê re gelek e. Gelê me dema perwerde dibîne gelek kêfxweş dibe. Her wiha şaş e ku em tenê jinan kom bikin û perwede bikin divê em her du zayendan perwerde bikin. Dema em her du zayendan perwerde bikin, em dikarin bibêjin ku encamên wê zêdetir e. Em dibêjin perwerde gelek girîng e û pêwîstiyek jiyanî ye. Perwerde kengê ji me tê xwestin em amade ne. Civaka me hemû hewceyî perwerdeyê ye û divê li ser rastiyê em wan perwerde bikin.”

(Sibê: Endamên Mala Jinên Eştarût, avabûna mala jinên Suryan dinirxînin.