Mala Jin bû modela şoreşa jinan - 1

Mala jin bû hêvî û çareseriya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nîşan da ku jin dikarin mafên xwe di Mala Jinan de biparêzin û bi dest bixin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Jinên Rojavayê Kurdistanê di sala 2004’an de bi pêşengiya Yekitiya Star dikaribûn xwe bi rêxistin bikin. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ev gav pêşve çûn û jin dikaribûn gelek sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ava bikin. Yek ji wan saziyan Mala Jin e ku dikaribû bibe dengê jinên rastî zehmetiyan tên. Mala Jin di 20’ê Adara 2011’an de xwe yekem car li bajarê Qamişloyê bi rêxistin dike. Di Mala Jin de hemû endam ji dayikan pêk tên û ev dayik dema jin rastî pirsgirêk û zordestiyê dihatin, dikaribûn çareser bikin û bibin dengê wan. Ji bo ku em zêdetir kar û xebatên Mala Jin binasin hewceyê lêkolîn û guhdarîkirina kesên ku tê de kar û xebat meşandine hebû.

Gelê Kurd serhildêr e û xwedî şoreşê ye

Yek ji neteweyên ku bi sedan salan e ji mafên xwe hatiye dûrxistin, gelê Kurd e. Kurd her dem rastî zext û zoriya desthilatdariyê hatine. Di peymana Sycs Pico de xaka Kurdistanê bû çar perçe û xwestin Kurdan bi vê perçebûnê re bihelînin. Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava bi siyaseta asîmîlasyonê re rû bi rû hatin hiştin. Lê desthilatdar nikaribûn, vê armanca xwe pêk bînin û rastî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd hatin. Gelê Rojavayê Kurdistanê dikaribû bihara Ereban veguherînin şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Kurdên Rojava ku bi salan rastî zextên rejîma Baasê hatibûn bi serhildana 19’ê Tirmehê re dikaribûn şoreşa gelan bi pêşengiya jinan ava bikin. Desthilatdar ji bo ku bikaribin vê şoreşa gelan û jinan têk bibin gelek hêzên mîna El Nusra, Ehrar El Şam, Ketîba Sultan Murad, herî dawî jî çeteyên DAIŞ’ê bi her cureyên qirêj êrîşî vê şoreşê kirin, jinan rivandin û gel di komkujiyan re derbas kirin. Lê Kurdan ruxmê bedêlên giran dan, tu carî teslîmkarî qebûl nekirin û bihustek ax di destên çeteyan de nehiştin. Ev çirûsk dikaribû xwe bigihîjîne herêmên Ereban mîna Minbic, Tepqa, Reqa û herî dawî jî Dêra Zor. Îro bi saya şoreşa gelan û jinan hemû neteweyên mîna Ereb, Kurd, Tirkmen, Aşûrî, Suryan û Ermenî xwe bi projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşkêşkirin, bi rêxistin dikin.

Jin dikarin civaka wekhev ava bikin

Pirsgirêka jinan di civakê de çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Di heman demê de çavkaniya dîrokî û civakî ye. Nirxandina rewşa jinan di nava civakê de, li gel rehendên dîrokî û civakî, babeteke gelek girîng e, ji ber azadî û demokratkirina civakê bi azadiya jinan re pêkan e. Jin di civaka xwezayî de bûbûn çavkaniya jiyanê û li ser bingeha dadweriya wan a ku têgehên wekhevî, beşdarî û hevkariyê di civakê de dike, hembêz dikir. Lê bi zilamên serdest û hîlebaz re rola jinan hat dizîn û jin ji hemû mafên xwe bêpar ma. Ji lewre bi windakirina jinan re, hemû civak hilweşiya û li cihê jinan, dewlet- netew ku ji bo berjewendiyên xwe hukum dimeşîne derket ser dikê. Hilweşandina civakê, ji koletiya jinan dest pê kir, ji bo ku civak careke din bikaribe xwedî îrade be divê jin ji kirasê koletiyê xwe rizgar bikin û bibin pêşengên civaka xwe. Jin bi afrînerî û wekheviya dadwerî dikarin di civakê de rola xwe ya bingehîn bilîzin û pirsgirêkên ku di civakê de tên jiyîn, bi dest, fikir û aqilê jinan ê ku xwe dispêre wekheviyê dikare çareser bibe. Ger jin di sazî û dezgehên civakî de bikarin xwe bi rêxistin bikin dê bikaribin prensîbên cewherî û dadweriya civakê ji nû ve bi bawerî, agahdarî û haydariyek mezin ava bikin.

Mala Jin di 2011’an de hatiye avakirin

Mala jin di 20’ê Adara 2011’an de hatiye avakirin. Mala jin ji bo ku wekheviya civakê ava bike hemû şaxên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekirine. Mala jin malbata demokrat ava dike û bi nêzîkatiya wekhev û adil nêzî pirsgirêkên jinan û civakê dibe. Mala jin saziyek sivîl a civakî ye. Ji bo belavkirina zanînê, kar û xebat dimeşîne. Armanca mala jin ew e ku felsefeya wekheviya civakî, çanda malbata demokratîk û hevjiyana azad ku li dijî kiryarên dermirovî der barê jin û zarokan de dide rûniştandin. Çareserkirina pirsgirêkên jinan û malbatê, xebatên xwe bi şêwazên komîteyê bi rê ve dibe. Nûnertiya Mala Jin di hemû rêveberiyên xweser û sivîl de û di encûmana Dadweriya Jin de cihê xwe digire. Mala Jin xwe bi rêbezên meclisê bi rêxistin dike û di meclisê de Meclisa Sulh (Lihevkirin), Komîteya perwerde, Meclisa Dadwerî (Edalet) û Komîteya Ragihandin û arşîvê bi rêxistin dike. Bi armanca pêşxistina şoreşê, çareserkirina pirsgirêkên civaka Rojava li ser bingehek demokratîk û parastina jinan ji her cure tundiya mêran, ji bo wan bikin mijar hat avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 62 şaxên Mala Jin hene. Mala Jin xwe di bin banê Rêxistina Kongreya Star de bi rêxistin dike ji bo ku edaletê di nava civata Rojava de bide rûniştandin û pirsgirêkên jinan û civakê çareser bike kar dimeşîne. Mala jin li Kantona Qamişlo 11, li Hesekê 10, li Efrînê 4, li Şehbayê 4, li Kobanê 8, li Reqayê 2, li Minbicê 5, li Dêrazorê 6, li Tebqayê 11 yek jî li paytexta Sûriye, Şamê li taxa Zorava hatiye avakirin. Her wiha 2 şaxên Mala Jin ji bo jinên Suryan hatine avakirin û bi dozên wan re eleqedar dibin.

Mercên pejirandina Mala jinê

Daxwaznameya endaman ji Mala Jin re, ji hemû şaxên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tên şandin. Her wiha di Rêveberiya Xweser û sivîl de tên piştraskirin. Kesên ku dixwazin bibin endamên Mala Jin divê xwedî kesayetek ku civaka xwe nas bikin û xizmeta civaka xwe bikin bin. Divê daxwaznemeyek nivîskî li gorî forma têgihîştina taybet ji Mala Jin re pêşkêş bikin. Xwendin û nivîsandina wan hebe. Pêwîst e temenê wan di ser 18 salî de be. Dema bibe Endama Mala Jin divê derbasî akademiyên zanistê bibe. Endam ger di Mala Jin de dest bi kar bike divê mehekî di ezmûnê de bimîne û ger pêwîst kir, ji mehekî zêdetir jî dimîne.

Rewşa rêxistinî ya Mala Jinê

Hemû endamên lihevhatinê li tevahî bajarokan, di komîteyên jin ên taybet de endamên Mala Jinê ne. Hemû endamên Komîteya Lihevhatinê li bajarokan encûmana Mala Jinê ne. Endamên ku pirtirîn deng di hilbijartinên encûmana navçeyê de bi dest dixin, dibin berdevkên Mala Jin a navendî di kantonê de û erka berdevkiyê diyar dikin. Sê endam di nav Encûmana Rêveberiyê de di Kantonan de tên hilbijartin ji bo bibin rêveberiya Mala Jin di Kantonan de.

Erka Encûmana Rêveberiya Kantonan

Şopandin û berpirsiyariya karên komîteyan, girêdayî Mala Jin e. Koordînasyon li gel navendên taybet bi jinê û amadekirina bernameyên perwerde û agahdarî de berpirsiyare. Endam dema bixwaze dev ji kar berde ango ji karên mala jin bê dûr xistin, di pejirandina koordînasyonê re derbas dibe.  Berpirsiyare ku endaman erkdar bike û li ser komîteyan dabeş bike. Her mehê di derbarê çalakî, darayî, kar û xebat de rapor amade dike. Rêveberî da ku kar û xebatên Mala Jinê binirxîne, her heftê carekî li hev dicivin. Komîteyên girêdayî Mala Jinê her heftê carekî civînên xwe li dar dixînin. Hemû endamên Mala Jinê, hefteyê carekî dicivin û raporên xwe pêşkêşî Encûmana Rêvebir dikin. Her wiha Encûmana Rêveber a Kantonan her mehî dicivin û raporên xwe pêşkêş dikin.

Komîteya Lihevhatinê ya Civakî

Komîteya Lihevhatinê têkildarî çareserkirina hemû pirsgirêkên jin an pirsgirêkên ku rastî tê çareser dike. Yek ji nûnera Mala Jinê, rûniştinên dîwanên dadgeriyê de, dozên ku wergirtine û çareser nebûne dişopîne.

Komîteya Perwerdeyê

Xebatên kurs û jinên ku di komînan de kar dikin wan bi rêxistin dike. Dîdaran li dar dixîne û semîneran têkildarî jin û mafê wê dide.

Komîteya Ragihandinê

Hemû kar û xebatên ku Mala jin pê radibe belge û arşîv dike. Dozên ku tên ber destên Komîteya Lihevkirinê dinivîsînin. Biryar, daxuyanî û nûçeyên têkildarî Mala Jinê di malperên xwe de diweşînin. Doz û dozên ku tên ber destên Mala Jinê bi arşîv dike. Her wiha rapirsînên pêwîst amade dikin.

Komîteya Civakî ya Jinê

Rewşa jinan li komînan dişopîne. Da ku civak baldariyek nîşanî kesên astengdar bide li gor derfetên di destê Mala Jin de bi kesên têkildar re hevkarî dike. Koordînasyona Mala Jin li gel Komîteya Têkiliyên Kongreya Star ji bo alîkarî û pêwîstiyên jinan kar dimeşîne.

Meclisa Edaletê ya Jinê

Bi pêşketina zîhniyeta desthilatdar re doza jinan, di dîrok û civakê de hat paşguhkirin. Ji ber demokrasî bi riya azadiya jinan bi pêş dikeve. Ev yek jî metirsiyeke mezin li ser berjewendiyên desthilatdaran çêdike. Ketina civakê bi ketina jinan re dest pê kir. Li ser vê esasî pêşketina jin û civakê ger ne bi têkoşînê be bi ser nakeve. Tenê zagon, ne çareserî bû exlaq û edaleta civakê ji bo mafê jinan çareseriya herî guncaw e. Ji bo ev yek bi pêş bikeve, pêwîst bû jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe bigrin. Her wiha bi rengekî rêxistinî kesayeta xwe ava bikin û li ser esasê zanistê û parastina hiqûq û cewherê jinan û yên ku pişta xwe didin edaleta jinan be. Bi vê armancê meclisa edaleta jin hat avakirin. Têkiliya meclisê bi hemû meclisên jinan ên edaleta civakî di rêveberiya xweser û civakî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re heye. Mecliseke hevbeş a meclisa edaleta jin di hemû rêveberiyên saziyên civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye. Yek jî nûnera Mala Jinê di Meclisa Edaleta Jin de heye ku dozên ku neyên çareserkirin, Meclîisa Edaleta Jin çareser dike.  

Mala Jin a Suryanan ‘Eşterot’

Bi armanca hişyarkirina jinên Suryan û çareserkirina dozên malbatî, Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Edaletê ya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekemîn mala jinan a Suryanan li taxa Beşîriyê ya Qamişloyê vekir. Niha du malên Jinên Suryan bi navê “Eşterot” li Hesekê û Qamişloyê hene ku dibin çareseriya jinên Suryan.

Sibê: Rêveberiya Mala Jin a Herêma Cizîrê Îlham Omer avabûn, kar û xebatên mala jinê dinirxîne.