Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 7: Dîplomasî

Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinan bû hêvî û çavkaniya tevahî gelên azadîxwaz ên cîhanê, bi kar û xebatên xwe yên dîplomasiya jin tevahî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê hembêz dike.

VIYAN TAMARA

Qamişlo – Di pergala Netewa Demokratîk de yek ji rehendên ku weke pergal xwe li ser dide avakirin dîplomasî ye.

Şoraşa Rojava ya weke Şoreşa Jinê xwe li tevahî cîhanê bi nav û deng kir deh sal in li ser bingehê têkilî û tifaqên li ser bingehê demokrasiyê hebûna xwe diparêze û mayînde dike. Derbarê mijarê de Endama Têkîlî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûkên Ehmed ji ajansa me re axifî û xalên di netewa demokratîk de girîngiya rehenda dîplomasiyê, xebatên di nav deh salên şoreşê de hatine meşandin û her wiha hedef û armancên wan ên ji bo demê pêş nirxand.

Rûkên Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya dîplomasiyê ya di pergala netewa demokratîk de û wiha got: “Bi fikr û felsefeya Rêber Apo me ji nû ve şîroveya gelek têgihan kir mîna siyaseta ku birêvebirina civakê were kirin û dîplomasiya ku deng û rengê wê civakê li gor xizmeta civaka xwe bikaribe têkîliyên bi gelan re bide çêkirin. Rastî jî weke gelê Kurd hewcedariyek gelek mezin li ser van mijaran heye ku weke gel em qirkirinekê civakî, çandî li ser me hatiye avakirin, ji bo hebûna me ya weke Kurd dîplomasî mijarekê girîng e ku em hebûna xwe bidin nîşandan, fikr û armancên xwe bikaribin pêk bînin. Pergala Netewa Demokratîk jî pergalek wiha ye ku bi hev re jiyankirina hemû gelan pêk tîne, li ser bingehê pergalek demokratîk bihev re jiyankirina hemû gelan dihewîne. Weke dîplomasî erka ku dikeve ser milê me çi di asta navxweyî de be çi di asta navnetewî de be ragihandina vê siyasetê ye.”

“Tevlîbûna şoreşê ya jinan bingehek da avakirin”

Rûken Ehmed da zanîn ku ji destpêka şoreşê ve têkilî û tifaqên bi civakên azadîxwaz re hatine pêşxistin û wiha pêl da axaftinên xwe: Weke komîteya dîplomasî ya Kongra Star di kongra 8’emîn a Kongra Star de me navê xwe da guhartin û kir Têkilî û Tifaqên Demokratîk. Ji ber dîplomasî di astekê zêdetirîn fermî di navbera dewletan de tê çêkirin. Lê em zêdetir bi rêxistinên civakî û civakên demokratîk yên azadîxwaz re têkili çêdikin. Ji ber ew zêdetir li ser berjewendiyên gelan didin meşandin. Xeteyên me yên stratejîk ên em dikarin bivan gelan re bidin rûnistandin heye. Di dîplomasî de jî ji bo em bikarîbin rolekê gelek giring di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhiletê Suriyê de bilêyzin, xebat didin meşandin. Kongre Star di 2005’an de hat damerazdin. Ne di asta rehendan de hat avakirin lê di Şoreşa Rojava de tevlîbûna jin, naskirina şoreşa jin û ji bo jin di hemû qadên jiyanê yên sîyasî, leşkerî, dîplomasî, biryardayin de ew bingeh da avakirin. Lê weke komîte jî 2013’an de, bi kongreyek kongre Star re hat damezrandin. Ji têkiliyên ku projeya ku em dixwazin li ser esasê xeta seyem û azadkirina civakê bi rêya azadiya jin re di herêmê de pêşbixin re bingehek avakir. Xebat û têkoşînek asta civakî de hatibû meşandin ku bikarî be vê têkoşîne ji hemû raya giştî û cîhanî re bide teyisandin.”

“Ger tekoşinek li ser rûye erdê nebûya dîplomasî nikaribû tiştekî îfade bike”

Dema sal 2013’an nîşan dide pêl dayîna şoreşa Rojava û têkoşîna YPJ li tevahî cîhanê hat nasîn, lewra ev yek jî ji bo xebatên têkilî û tifaqên xurt bû bingehek mezin. Rûken Ehmed wiha qala xebatên wê pêvajoyê kir: “2013’an de weke komite destpêkir, aliyê leşkerî de bi têkoşîna YPJ’ê ya li hemberê DAİŞ’ê deng veda. Têkoşîna jin di şexse Arîn Mirkan de berxwedaniya Kobanê rêyen deriyên dîplomasiyê vekirin. Berxwedana jinan ji bo jinên cihanê weke sembolêk hat nîşan dan. Çawa heta îro qadên leşkerî, îdolojî û dîplomasî ji jinan re ne vekiribû, îro di Şoreşa Rojavada tesbitên xwe yên rast ji hemû cîhanê re nîşan da ku jin dikarin hemû qadan de têkoşinek mezin ya bê hempa dibin meşandin. Bi şehadeta Arîn Mirkan bal hat kişandin li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa jin. Di asta Cîhanî de li Rojava gelek çûyin hatina şandeyan çêbû. Gelek belge flim jî li ser Şoraşa Rojava û Şoreşa Jin hate çêkirin. Di zaningehên cîhanî de gelek xwendevan xwestin, weke projeya xwe ya teqereca zaningehê ser şoreşa rojava û têkoşîna jin binivîsin. Ger tekoşinek li ser rûye erdê nebûye di hemû qadên jiyanê de dîplomasî nikarî bû îfade tiştekî bike û balê bikşîne li ser tiştên diqewime. Di hemû qadên jiyanê de edaleta jin, zagona jinan û parastina mafên jinan û saziyên jinan avakirin. Tenê yek saziyên rêxistina jinan ya girêdayî dewletê hebû, ew jî li gor berjewendiyên dewletê bû û ji bo jinan tiştek nedikirin. Le di şoreşê da Kongre Star ya yekemin rêxistina jinan karibû deriyên qadên dîplomasiyê veke û em jî avakirina rêveberiya xweser ya sala 2014’an de tevlîbûnek xort ya jinan misoger kirin. Ji ber ve bingehêk bû ku demokratîbûn di civakê de were çêkirin.”

“Li Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetirî 30 rêxistinên jinan hene”

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmet bal kişand li ser diyardeya têkiliyên demokratîk ên di navbera pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de û wiha berdewam kir: “Êdî gelek cureyên rêxistinên pêkhateyên Ereb, Sûryan, ol û baweriyên dinî, rêxistinên jin, saziyên civaka netewî berfirehtir bûn. Em dikarîn bêjin di asta Bakur û Rojhilatê Sûrî de zêdeyî 30 rêxistinên jinan heye. Berê hemû kes biriya Kongre Star dîplomasî dikir, lê piştî sazkirina van saziyan êdî qadên diplomasiya van saziyan jî hat avakirin. Wekê dîplomasî Rêveberiya Xweser, dîplomasiya zanîngehan, dîplomasiya şaredariyan û gelek qadên din hatin avakirin. Gelek şandeyên ku xwe wek demokrat didin nîşandan digotin rêjeya ku ewqas jinan di Rojava de gihiştin, me derbaskiriye. Li gelek qadan gelek minakên balkişandina ser şoreşê dihat kirin.”

“Sûcên dewleta tirk a dagirker tê nîşandan”

Rûken Ehmed şer û berxwedaniya Efrînê û di pêvajoya dagirkeriya li ser Efrînê de xebtaên wan bi çi awayê bû nirxand û wiha got: “Sistemê Dîplomasiya civakî karibû piştgirek mezin dibe me. Lê me di şerê Efrîne de didît ku çiqasî di aliyê dîplomasî netewî de ruxmî berxwedana 58 rojan ya gelê  Efrinê sefeqatên ser Efrinê hatin çêkirin. Divê mijarê de em dikarîn bibêjin ku kêmasiyên me di milê enternasyonalîst de hebû û pisporiya me ya belgekirina sûcên tên kirin hinek lewaz bûn. Ji ber ve piştî dagirkirina Efrînê me hewil da herî zêde di warê enternasyonalîst de xebat bidin meşandin. Di şerê Efrînê de enternasyonalîst rolêk gelek giring lêyist û heta gelek jin û mêrên enternasyonalîst tevlî şoreşa Rojava bûn. Di warê enternasyonalîst de karîbûn bi gelek ziman belgeyan amede bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û hewkarên wî  yên di herêmên dagirker pêktinîn heta roja me ya îro didin nîşandan. Ji bo ve di şerên 2019’an ya Serekanî û Girê Spî ji bo raya giştî piştgirêk gelek zêde hat kirin. Belkî armanca Dewleta Tirk ew bû seranserê Bakurê û Rojhilatê Sûrî bikin bin dagirkeriya xwe de, lê bi piştgriya gelên azadîxwaz û demokrasîxwazan rastiya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî dan naskirin.”

“Di asta cîhanî de ji 12 dewletan, 35 rêxistinên jinan piştgiriyê dide Şoreşa Rojava”

Rûken Ehmed derbarê têkilî û tifaqên xwe yên bi saziyên jinan ên di asta Rojhilata Navîn û asta cîhanî de wiha bilêv kir: “Divê demê jî di asta cihanî ya 12 dewletan de 35 rêxistinên jin piştgiriya Şoreşa Rojava kirin û xwe wek komîteya Jin Rojava Diparêzin (Women Defend Rojava) binavkirin. Niha jî îro di asta 12 dewletan de 25 komite ne. Em herdem têkili bihevra dikin, rojevên Bakur û Rojhilatê Surî dinirxinin. Elbet ew ji bi rêya diplomasiye hatê çêkirin. Em jî wekê komiteyên Dîplomasiya Kongre Star komiteyên me wek nûnertî Başûrê Kurdistanê, Ewrupa û Lûbnanê jî heye. Em bi rêya van komiteyan dixwazin gelek têkiliyan bidin avakirin. Ji ber li derdorên me şer hene ger em sistema xwe di hundirê xwe de nehêlin an jî berfireh nekin emê rastî qirkirinê werin. Ji ber ve jî di jiyanê de rola dîplomasî pir giring e. Dema ku şer çêdibe rola siyaseta dîplomasiyê pir giring e. Wek dîplomasiya jin em tevlî gelek konferansê cîhanî dibin. Tevlîbûna me wek endam ji konferansa jinên cîhanî, meşa jinên cîhanî, nirxandina rewşa rojhilata Navîn, Însiyatîfa jinên Rojhilata navîn, Însiyatîfa Nûn ji bo azadiya Rêber Apo re jî dibe.”

Rûken Ehmen da zanîn ku mîna hemu rehendên nettewa demokratîk, xebatên têkilî û tifaqên dêmkokratîk jî ji êrişên bi her cureyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî tê meşandin bandor dibe û wiha got: “Ji ber êrişên tên kirin, rêgiriya ku tê meşandin di warê çûndin û hatina şandeyan ya Bakur û Rojhilatê Surî gelek zehmetî bi me dan jiyan kirin. Ev jî bû sedemên dewleta Tirk dagirkeriya xwe û rojanê êrişên sûcên şer di herêmên dagirkirî, Şehba, Zerganê û Til Temirê tiltemir de zêde bike. Her çiqas di warê online de beşdarbûna xebatan û nêrînên xwe anîna ser ziman hebe jî ev yek ne weke rû bi rû dîtina hev e.”

“Çarenûs pergala Netewa Demokratîk e û ev jî ne xeyalî ye tiştek zindî ye û tê jiyîn”

Rûken Ehmed bal li ser pêdiviya têkiliyên bi jinên Rojhilata Navîn re kişand û wiha pêl da axaftinên xwe: “Têkoşîna jin a ji destpêka şoreşê ve meşiya di asta welatên rojava de gelek bal kişand. Niha krîza ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn krîza me hemuyan e. Me xwest vebûnek di asta Rojhilata Navîn de çêbikin. Lewra konferansa yekemîn û dûyemîn a Jinên Rojhilata Navîn çêbû. Di van dû salan de me gelek xwest ku ev şande werin. Pergalên hegemon her xwestine di navbera Kurd û ereban de bêbaweriyê bidin çêkirin. Li Sûrî jî armanca me ew e ku em yekîtiyek di navbera jin û gelên Sûrî de ava bikin. Lê îdiaya hikumetê ew e ku em dixwazin parçebûnek ava bikin. Ev bi zanebûn him li Sûrî him jî li welatên Ereban tê avakirin. Dewleta tirk jî di bin navê îslamê de gelek xapandinên mezin li welatên Ereban dike. Heta gihişt wê astê ku welatên ereban piştgiriyê bidin guhartina dmeografya ya li heremên dagirkirî pêk tê. Em dixwazin vê rastiyê zelal bikin ku em tekoşer in, lewra em Suriyeyek demokratîk û Rojhilata Navînek demokratîk dixwazin. Li hemberî krîza Sûrî ya 12 sal in berdewam dike, çarenûs pergala Netewa Demokratîk e û ev jî ne xeyalî ye tiştek zindî ye û tê jiyîn. Pergala netew dewlet her tim krîzê ji Rojhilata Navîn re aniye. Me xwest di van salên dawiyê de girîngî bidin van mijaran. Weke Kongra Star jî amadekariyên me hene. Demekê din wê meşa jinên cîhanê li Tûnisê bê çêkirin hewldanên me hene em buroyên xwe di asta dewletên Ereban de vekin.”

Derbarê hedef û armancên xwe yên ji bo demê pêş Rûken Ehmed wiha got: “Sala derbasbûyî me kongreyên xwe çêkir. Weke Kurd û weke rojava xebatên dîplomasiyê ji bo me tiştek nû ye. Ji bo vê hinek zehmetiyên me hene. Armanca me heye ku em akademiyek siyasî û dîplomasî vekin. Ne tenê di asta rojava de di asta cîhanî de beşdarbûna jinan a xebatên siyasî û dîplomasî kêm e, negihaye rêjeyeke ku tê xwestin. Ji bo em bikaribin di pêvajoyê de xurt bibin kar û xebat li ser vê tê kirin. Beriya çend rojan jî dewreyek perwerdehiyê hat dayîn. Her wiha mijara me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye ku pêşengê azadiya jin e û di mijara jin de gelek perspektîf da me. Car din têkilî û tifaqên navxweyî çiqasî xurt be ewqas êriş û dagirkeriya dewleta tirk dê vala bê derxistin. Li ser vê mijarê jî xebatên me hene. Weke Rojava me şêwriek jî lidarxist û di wê şêwirê de weke înisiyatîfa li dijî dagirkeriyê jî hat îlankirin.”

“Ji bo parastina hebûnê Şerê Gel ê Şoreşgerî vêneveger e”

Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de êriş û gefên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî nirxand û got: “Piştgiriya ku di asta cîhanî de em dixwazin ne tenê ji bo me ye. Lê ev rastiyek e ku bi şoreşa rojava re me weke jin gelek destkeftiyan bidest xistiye. Ev yek di warê têkoşîna jinan de bû nexşeyek û em dixwazin vê ezmûnê di asta cîhanê de bikin malê hemu cîhanê. Em him tifaqan ava dikin, him piştgirî didin, him piştgiriyê dixwazin. Her wiha mijarê dagirkeriya li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî em hewl didin heya dawiyê van sûcan eşkere bikin, daxwaz dikin ku komîteyên lêkolînê bên lêkolînê bikin, van sûcan derxin û hesab ji dagirkeran bipirsin û em bikaribin ev heremên hatine dagirkirin rizgar bikin. Êriş li ser me hene, gef li ser me hene. Weke stratejîk jî em dibêjin çiqas têkilî û tifaqên me bi pêkhateyên heremê û hêzên azadîxwaz ên cîhanê re xurt be emê bikaribin bikaribin van sûcên şer aşkere bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em Şerê Gel Ê Şoreşgerî bidin domandin ji bo em bikaribin hebûna xwe biparêzin. Divê em xwe bispêrin hêza xwe bi xwe, lewra em çiqas yek bin emê ewqas bikaribin van planan bidin rawestandin.”

Bi dawî bû.