Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Lubnan

Ji Başûr heta Bekaayê, ji kampên penaberan heta qada dîjîtal, dîmenên zextê cihêreng dibin, lê belê dengê jinên Lubnanî nekarî bê qutkirin. Li hemberî her çîroka rizgariyê ya tê vegotin, çîrokek din di bin siyê de veşartî disekine.

FADIA JUMA

Lubnan – Di nava hilweşandinên şer, pêlên koçberiyê û koçê de, jinan ji mexdûrbûnên rolên duyemîn wêdetir, di dilê trajediyê de cih girtin. Jin rastî tundiyek nûjen a di hûrgiliyên herî zirav ên jiyana rojane de cih digre, hatin. Ev tundî êdî ne tundiyek ku mîna berê diqîrê ye; hîn zêdetir veşartî û fêlbaz e. Li malên tarî, ofîsên alîkariyê, nêrînên civakê û hemû saziyên dewletê belav bû. Ev sazî, dijminatiya li dijî jinan kûrtir dikin.

Emê di vê beşa dosyayê de, tenê xuyabûnên tundiyê belge nakin; em armanc dikin kokên wê di siyaset, aborî û hiqûqê de analîz bikin. Em hewl didin fêm bikin ku tundiya li dijî jinan çawa ji bûyerên takekesî veguherî avahiyek pergalî û yekparebûna avahîsazî dibe. Ev avahî ji çanda serweriya mêr-dewletê xwedî dibe, bi polîtîkayên gendelî tê rewakirin û ji aliyê saziyan ve tê paşguhkirin.

Îsal, ji bo jinên Lubnanê cuda nebû. Berevajî wê, qeyranên dewletê kûr bûn, qeyrana civakî jî girantir bû û sal bi şer û qirkirinan re derbas bû. Ev tablo, welat di aliyê jinan de ji her demê bêhtir lawaztir kir. Ji bilî şer, hilweşîna aborî û felcbûna pergala îdarî, di xizmetên giştî de bû sedema rawestandinek giştî. Bi vê re, sistbûna normên zayendî, serbesbûnek ku her cûre tundiyê rewa dike, afirand. Jin îro di nava şerekî nedîtî de ne; ev şer ne tenê çekdarî ye, bi xizanî, tenêtiyê, bêdengiyê û xiyanetên hiqûqî re jî tê meşandin.

Tundî êdî ne diyardeyek kesî an jî rewşek cuda ye. Di nebûna edaletê de veguherî zimanek ku jiyanê birêve dibe. Ev rastî, encama rasterast a hilweşîna pergala siyasî, binketina polîtîkayên ku di civak û jinan de baweriyê ava nakin û hevkariya qanûnan a bi çanda serweriyê re ye. Belavbûna bêsînor a tundiya li dijî jinan, êdî ne tenê diyardeyek e; divê mîna neynika welatekî ku nirx û edalet hilweşiyane bê dîtin.

Li hemberî her çîroka rizgariyê ya tê vegotin, çîrokek din di bin siyê de veşartî disekne; li welatekî ku edalet hilweşiyaye û hêza berxwedana jinan tê ceribandin. Piraniya bûyerên tundiyê li Lubnanê, nayên belgekirin û bi gelemperî wekî qanûnî nayê naskirin. Tundî bi awayek bêdeng belav dibe û mîna rûyê nedîtî yê Lubnanê; li malbatê, li cihê kar û di hemû hûrguliyên jiyana rojane de tê dîtin. Lê ev rastî gelek caran ji aliyê dewletê ve tê paşguhkirin û şopên nayên jêbirin dimînin. Ev tablo, şerekî ku li dijî jinan hatiye ragihandin ku ji malbatê heta qadên kar, ji asta qanûnan bigre heta hemû welatê hildigre, radixe berçavan.

Di bin bêdengiya fermî de tundî zêde dibe

Di çaryeka ewil a îsal de, bi lezbûna tempoya şer û pêlên koçberiyê re, bi taybetî li başûr, Bekaa û li kampên bakur, rîskên tundiya nava malê û saziyî bilind bû. Nebûna xizmetên bingehîn, bi piranî di torên kevneşopî yên bêedalet de dibe sedema ji nû ve hilberandina parastinê.

Seroka Komîteya Jin û Zarokan a Meclîsê Înaya Îzzeddîn, destnîşan kir ku bi tundbûna êrîşên Îsraîlê, firehbûna qada operasyonê û zêdebûna hejmara koçberên bi darê zorê re, di sektorên perwerde, tenduristî, xurek û aboriyê de bandorên cidî tên jiyîn.

Di sûcên li dijî jin û zarokan de, mekanîzmayên dewletê yên darizandin û cezakirina kiryaran, qels dimîne. Ev qelsbûn, dibe sedema paşguhkirina mafên jin û zarokan û çavgirtina sûcên tên pêkanîn. Bi gelemperî sûcên li dijî jinan tên belgekirin û bi awayekî zelal xuya dikin jî, lêpirsînên li dijî kiryaran û rêyên hesabdayînê pirî caran nezelal an jî veşartî tên girtin. Ev rewş, di encamê de dibe sedem ku kiryarên mêr bi destê dewletê bên parastin. Li gorî ku Human Rights Watch belge kir, bêcezakirin bi qanûnan tê xurtkirin û di bin bêdengiya fermî û hevkariya sûcê saziyî de tundiya li dijî jinan zêde dibe.

Tundiya Dîjîtal: Qadeke nû ya zextê

Di sala 2025’an de, di qada medyaya dîjîtal de herikînên tundiya organîze yên li dijî jinan belav bûn. Gelek platformên dîjîtal, li gorî vîzyonên ku tundiya her cûre ya li dijî jinan hilberîne û ji nû ve hilberîne, şêwe dibe. Ev rewş li Lubnanê bi awayekî vekirî xwe nîşan da; bi taybetî rojnamevan, jin û siyasetvan, veguherîn armanca kampanyayên reşkirina nav, hewldanên şantajê û êrîşên sîber ên girêyî siyasî an jî tolhildanê. Raporên Maharat û SMEX’ê, eşkere dike ku ji her 10 jinan 8’ê wan rastî cureyekî tundiya dîjîtal tên; ev yek jî nîşan dide ku qada dîjîtal veguherî amûrekî bi bandor ji bo bêdengkirina jinan û vederkirina wan a ji qadên giştî.

Li Beyrûdê aktîvîstek û xebatkarek medyayê, ji ber sekna xwe ya femînîst, rastî êrîşeke dîjîtal a tund hatin. Wêneyên wan ên taybet hatin belavkirin û kampanyayek reşkirinê ya organîzeyî hat meşandin. Ev bûyer, bû sedema destpêkirina lêkolîna fermî ya ewil a Dozgeriyê ya derbarê sûcê tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî. Bi vî awayî bi awayekî fermî eşkere bû ku tundiya dîjîtal veguheriye amûrek bipergalî ku ji bo bêdengkirina jinan di qada giştî de tê bikaranîn.

Rapora Navenda Lêkolînên Lubnanê (LCPS), bi awayekî eşkere derdixe holê ku dewlet, li dijî jinan rasterast tundiya sazûmanî bikar tîne. Li gorî raporê ev tundî, bi valahiyên hiqûqî û cihêkariya veşartî ya di polîtîkayên giştî de xwe nîşan dide. Ji ber ku yasayên rewşa kesane, hê jî rehînêya ol û siyasetê ye, bi rêgezên wekhevî û reformê re nakok e.

Di vê çarçoveyê de, medyaya Lubnanî jî nikare ji berpirsiyariyê bireve. Li gorî Navenda Maharatê, mexdûrên jin ên rojnamevan, bi piranî bi awayekî ku xwe ji tundiyê berpirsyar bigrin, têne taswîrkirin; ev jî çanda tawanbarkirina mexdûr xurt dike û şansên hesab dayîn û edaletê qels dike.

Êrîşên domdar ên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê, welat anî ber hilweşîna aborî ya cidî. Bi kûrbûna qeyrana aborî re tundî jî zêde bû. Dewlet, ji bo veşartina bêrehmbûna xwe, jinan datîne navenda qeyranê û di her qadê de cihêkariya zayendî domdar dike; bi vî awayî jin him ji qeyranê berpirsyar têne dîtin û him jî bedelê wê didin.

Jin, bi rêze pêkanînên cudakariyê yên mîna bêparbûna ji dahatê, sînordarkirina gihîştina çavkaniyan, zewaca bi darê zorê an jî zû, durxistina ji perwerdeyê re rû bi rû ne. Ev polîtîka tenê lawaziya heyî nîşan nade, di heman demê de pêwendiya jinan a bi torên desthilatdariya mêran xurt dike û serxwebûna aborî an jî civakî asteng dike.

Li hemberî vê tabloyê, tundiya li dijî jinê ya li Lubnanê, nikare mîna diyardeyek civakî bê dîtin; berhema avahiyek siyasî, aborî û hiqûqî ya şikestî ye û bi hilberîna zextê re domdariya xwe pêkan dike. Li gorî daneyên Pergala Rêveberiya Agahiyên Tundiya Li Ser Bingehê Zayendî, di heyama navbera meha Çile-Hezîrana 2025’an de, ji sedî 12’ê bûyerên hatine ragihandan zarokên keçên di bin temenê 18 salî de û ji sedî 34 jî bi zewaca bi darê zorê ve girêdayî ne.

Tevî ku ev dane, pîvana tam a tundî û zordariyê nîşan nedin jî, lawaziya zarokên keç ên li hemberî binpêkirinên ku gef li ewlehî û paşeroja wan dixwe, bi eşkere nîşan dide. Her wiha derdixe holê ku tundî çiqas kûr belavî avahiya civak û siyasetê bûye û jinê vedercdike û parastina wan lawaz dike.
Li Taalabaya, jinek li ber çavên zarokên xwe ji aliyê mêrê xwe ve bi kêrê hate qetilkirin; digel ku jin berê gilî kiribû jî, derbarê kiryar de doz nehatibû vekirin. Ev bûyer,  valahiyên di qanûna parastina jinê ya ji tundiya nava malbatê, ji nû ve anî rojevê.

Li Achrafieh, jinek ciwan a 20 salî, bi lêdan û xeniqandinê hate qetilkirin. Gumanbar, ji welat reviya û bûyer mîna “cînayeta jinê” hate binavkirin. Ev bûyerên biêş, lawaziya pergala parastina hiqûqî û domdariya bêcezakirinê ya di dozên tundiya li dijî jinan de radixe ber çavan.

Li Sûrê jinek penaber a Sûrî, piştî ku gelek caran rastî tundiya xizmek xwe hat, di kona xwe de mir. Ev bûyer, tundiya ku jinên li kampan lê rast tên û valahiyên hiqûqî û polîtîkayên fermî yên ku di van hawirdorên lawaz de nebûna parastinek bi bandor, ronî dike.
Li Trablusşamê jinek 30 salî, di mala xwe de bi saxî hat şewitandin û mir. Kiryar, îdia kir ku wê xwe kuştiye, lê rapora edlî ya tibê nîşanên îşkenceyê yên eşkere derxist holê û piştrast kir ku cinayet bi zanebûn pêk hatiye. Ev her du bûyer, lawaziya parastina jinan li Lubnanê, nebûna hesabdayînê û belavbûna bêcezakirinê de, bi awayekî zelal nîşan dide.

Li Nabatiye, jinek ji aliyê mêrê ku pê re dijiya ve bi hinceta “hesûdiyê” bi çekê hat birîndarkirin. Ev bûyer, li hemberî dubarebûna bûyerên tundî û nebûna tedbîrên hiqûqî yên bi bandor, daxwaza lezkirina biryara girtinê ji nû ve anî rojevê. Ev bûyer, hewcedariya xurtkirina mekanîzmayên parastina hiqûqî ya ji bo jinan û hesabdatîna lezgîn a kiryaran, careke din tekez dike.

Li Sofarê, jinek ducanî ya ku bêyî destûra malbata xwe zewicî û hevjinê wê, ji aliyê malbatê ve hatin qetilkirin. Li Bekaaya Rojava jî, zarokek keç a 16 salî, piştî zewaca bi darê zorê xwe kuşt. Ev bûyer, mîna “cinayeta namûsê ya veşartî” hat binavkirin.

Ev her du bûyer, belavbûna kûr a tundiya li ser bingeha zayendî ya di avahiyên malbat û civakê de bi awayek eşkere nîşan dide. Her wiha nîşan dide ku di nebûna parastina hiqûqî ya bi bandor û hesabdayîna rast de, têgehên mîna “namûs” çawa ji bo rewakirina binpêkirinên giran li hember jin û zarokên keç têne bikaranîn.

Li gorî texmînên rêxistinên Kafa û Maharatê, li Lubnanê heta cotmeha 2025’an zêdetirê 20 cînayetên jinan hatine belgekirin. Piraniya kiryaran ji hevjîn, bav, bira an jî endamên malbata fireh pêk tê. Li gorî daneyan ji sedî 60’ê mexdûran, beriya cinayetê ji ber gef an jî tundiyê gilî kirine, lê dewletê tedbîrên pêşîlêgirtinê yên bi bandor negirtiye.

Ev qeyran, bi taybetî li herêmên gundewar û kampên penaberan tundtir dibe û li dijî kiryaran tedbîrên bi bandor nayên girtin. Ev yek jî  di mijara parastina jinan de nebûna îradeya siyasî nîşan dide, çanda bêcezakirinê xurt dike û pêşiya domdariya tundî û dubarebûna sûcan vedike.

Êşa şer û ji cih û warên xwe bûyîn

Şer, ne tenê qadên niştecihbûnê weran kir, ewlehiya derûnî û civakî ya jinan jî perçe kir. Di vê rastiyê de, jin ber bi hawirdorek ku bêtir ji bo metinkariyê vekirî ye re birin. Li vir serweriya mêran bi çek û polîtîkayên xirabûyî re têkel dibe û zext jî bi awayên tevlihevtir û veşartîtir ji nû ve tê hilberandin. Jin êdî fam dikin ku tundî ne tenê êrîşek fîzîkî an devkî ye, veguheriye avahiyek yekgirtî ya ku ji aliyê dewletê ve tê xwarin û bi sazî, qanûn û bêdengiya fermî re tê xurtkirin. Ev zanebûn, kûrahiya qeyranê nîşan dide û hewcedariya perçekirina avahiya ku tundiyê veguherîne perçeyek pergalê tekez dike.
Şerê domdar û hedfgirtina Îsraîlê, di navbera jin û mêran, sivîl û çekdaran de cudakarî nekir. Piştî agirbestê jî, bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin. Her wiha şer di nav nebûna îstatîstîkên fermî û kêmbûna lênerîna tibî û derûnî de bû sedema bi sedan jinên birîndar û astengdar. Înaya Îzzeddîn, vê rewşê wiha şirovê kir: “Tiştên ku jin di şer de pê re rû bi rû dimînin, dikare mîna cûrekî bipergalî a tundiyê bê qebûlkirin.”

Bi hezaran jin, ji mafê xwe yê vegera mal û axên xwe bêpar hatin hiştin û beşdarbûna jinan a pêvajoya ji nû ve avakirinê hat astengkirin. ; ev yek jî bi awayekî rasterast gef li jiyana wan xwar. Jinan, li herêmên ji cih û warbûnê de, rastî şert û mercên jiyanê yên zehmet, nebûna qadên taybetî û zêdebûna gotinên cudakariya zayendî tên. Ev hemû barên aborî î derûnî yên li ser jinan girantir kir. Înaya Îzzeddîn, wiha got: “Dema ku binesazî, xizmetên bingehîn, dibistanan, nexweşxanê û navendên parastinê hatin hedef girtin, encamên vê yekê ewil jin hîs dikin. Ji ber ku rolek wan di malbat û civakê de wan bi awayî rasterast bi bandorên pevçûnê re rû bi rû tîne.”

Înaya Îzzeddîn, da zanîn tundî ne tenê êrîşek fizîkî an jî zayendî ye, bêparbûna ji mafên bingehîn, bêewlehiya xurek û tenduristî, windakirina stargehbûn û dahatê, barên zêde ya di nava malbat û civakê de, dihewîne û got: “Lewma tundiya dijî jinan a di demên pevçûn de, curekî tundî ya pirqat e û her wiha tundiyek avahî û pergalî ku ji ber şer, koçberbûn, xizanî û cudakariyên civakî pêk tê.
Înaya Îzzeddîn, derbarê mekanîzmên mudaxelyê de jî wiha got: "Ev mijar, di çarçoveya xebatên Komîsyona Jin û Zarokan de, di dema nirxandina perspektîfa wekheviya Planê Tevgera Lezgîn de, rasterast hate destgirtin. Her wiha me ji Serokatiya Karûbarên Civakî û Serokatiya Karên Hundir û Şaredariyan, daxwaz kir ku şertên taybetî yên jinan di dema şerê de bên berçavgirtin û ji wan re parastin û alîkarî û piştgirîya derûnî pêşkêş bikin.”

Pêşkeftina siyasî di dîjîtalê de namîne

Tevî ku zêdetirê 70 salan di ser naskirina mafên hatine dayîn û namzetbûna jinên Lubnanî re derbas bû jî, beşdariya wan a siyasî hê jî bi awayekî teng e. Ji sala 1953’an vir ve tenê 17 jin ketin Parlamentoya Lubnanê. Ev hejmar, cûdahiya mezin a di navbera mafên ku bi awayekî teorîk hatine bidestxistin û temsîliyeta rastîn de nîşan dide.

Lubnan, veguherînên kûr ên civakî û çandî dijî, lêbelê ev guhertinan di temsîliyeta siyasî de deng venadin. Ev yek di mijara bandora polîtîkayên heyî û amadebûna pergala siyasî ji bo hembêzkirina beşdariya rastîn a jinan ku ji fîgurên sembolîk wêdetir diçe de nîşanên pirsê yên cidî derdixe holê.
Ev valahiya berbiçav a di navbera rastiya civakî û siyasî de, kêmasiyek avahîsaziyê di mekanîzmayên demokrasiya Lubnanê de derdixe holê. Pergal, bi awayî rast nikare cihêrengiya zayendî hembêz bike. Tenê xwe dispêre xuyangên fermî û nikare beşdariya bi bandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê de mîsoger bike.

Li gorî raporên fermî, jin ji sedî 15 û 58’ê endamtiya partiyên siyasî de pêk tînin. Her çend ev rêje di nihêrîna pêşîn de wekî ku hêvî dide xuya bike jî, di dema pozîsyonên serokatiyê de kêmbûnek dramatîk dijî û ji sedî 20 derbas nake. Her wiha di pozîsyonên rêveberiyê de jî tenê ji sedî 5 re dikeve. Ev kêmbûna tund, bi zelalî nîşan dide ku nûnertiya jinan di marjînalîzekirin de dimîne û rêya beşdariya siyasî ya wekhev pêdivî bi reformên bingehîn ên avahiyên partî û saziyan dibîne.
Tevî rêjeya namzetên jin di hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê de di sala 2018’an de ji sedî 12.1, di 2022’an de ji sedî 15.7 re zêde bû jî, ev pêşveçûna hejmarî nebû sedema nûnertiya rasteqîn. Ji ber ku ji lîsteyên partiyan tenê 5 jin hatin hilbijartin. Ev yek ji nû ve piştrast dike ku namzetbûn nayê wateya piştgiriyek rasteqîn an jî qezenckirina şansek serketinê.

Di hilbijartinên şaredariyê yên 2025’an de jî jinên Lubnanî bi baweriyek mezintir deriyên xwe ji meclîsên şaredariyan re vekirin; rêjeya serketina jinan gihîşt ji sedî 10.37 û di meclîsên muxtaran de jî ev rêje gihîşt ji sedî 16.4. Lê belê, rêjeya jinên mîna muxtar hatin hilbijartin ji sedî 2.42 derbas nekir. Tevî ku ev hejmar li gorî serdemên berê hêvî dide jî, bidestxistina nûnertiya wekhev an jî mîsogerkirina hebûna jinan a bi bandor di pêvajoyên biryargirtinê de hîn jî armancek dûr e.
Ev nakokî serdestiya mêran a di nav partiyên siyasî de eşkere dike û derbarê pêbawerbûna wan partiyan a ji bo gotînên wekheviyê de nîşanên pirsê yên cidî derdixe holê. Li pişt van daneyên eşkere, ne tenê li ser sindoqên dengdanê, di rûbirûbûna çandeke baviksalar a kûr de, têkoşîna rojane ya namzetên jin heye. Jêhatibûnên piraniya wan tê lêpirsînkirin an jî têrkerbûnên wan ên siyasî rastî gotinên civakî ku girêdayî statûyên wan ên malbatî tên kirin, tên. Di hinek rewşan de, zewaca wan a bi kesekî ji gundekî din re jî mîna ji bo redkirina namzeta wan mîna sedemek têrker tê hesibandin. Ev feraset ne tenê dûrxistina siyasî, di heman demê de têgihîştinek çewt a mafên hemwelatîbûnê û beşdarbûnê jî nîşan dide. Ji ber ku jin li şûna jêhatibûn û sekna xwe, li ser girêdana xwe ya malbatê tên nirxandin.

Wekî ku tê zanîn, hilbijartinên şaredariyê yên li Lubnanê ne bi rojevên siyasî, pirî caran bi mantiqa hevpeymaniyên di navbera malbat û partiyan de tên birêvebirin, Ev modela kevneşopî, hegemonyaya mêran a vê qada ku di dîrokê de aydê mêran e, xurt dike. Nebûna qanûnên ku wekheviya zayendî teşwîk dikin an jî nebûna kotayek mecbûrî ya jinan beşdariya jinan dike îstîsna û xwegihandina wan a pozîsyonêm biryargirtinê qels dike. Di vê rastiyê de, beşdariya jinan a siyaseta herêmî, hê jî mîna rehînek avahiyek civakî û siyasî dimîne ku li hember guhertina avahîsaziyê li ber xwe dide.

Tevgera Jinan: Berxwedana ku bi hêza xwe bilind dibe

Tevgera jinan a li Lubnanê ya mezin dibe, nayê paşguhkirin. Ev tevger, li dijî tundiya ku ji ber qeyrana siyasî ya berdewam ava bû, derket holê. Ev tevgera ku roj bi roj mezin dibe, nûnertiya îradeya jinan ku tevî hemû astengiyan hewl dide tercûbeyan bidest bixe, di pêşkeftina herêmî de daxwaza rolek çalak dike û hawîrdorek siyasî ya wekhevtir dixwaze, dike.

Di nebûna piştgiriya saziyî de, jin berê xwe didin rêxistinên hevgirtîtir û serbixwetir; van avahiyan, hêza wan a xweser radixe berçavan û beşdariya siyasî û civakî ji perspektîfek femînîst a berxwedanê ji nû ve pênase dike. Ev dînamîk, ne tenê bersivek ji bo marjînalîzekirinê ye, di heman demê de projeyeke ku rastiya siyasî û civakî veguherîne alitek hîn berfireh û wekhevtir.

Jinên Lubnanî li deverên têkoşînê, bi rêxistinên herêmî û torên ciwanan re hevkariyê kirin û hewildanên mîna piştgiriya derûnî, kampanyayên hişyariyê li dijî tundiya dîjîtal û xetên germ parastina jinên çalakvan ji gefan dan destpêkirin.

Yekîtiya Jinên Demokratîk a Lubnanê (RDFL) di vê qadê de mînakek pêşeng e: ji bo jinên rastî tundiyê hatine, stargehên ewle mîsoger kir û ji bo bihêzkirina wan a derûnî û civakî tevkarî da. Lê belê, ev sazî bi pirsgirêkên avahîsaziyê ên mîna kêmbûna fonê, zextên kevneşopî yên bi sembolên civakî û olî şêwê dibin û bi nebûna piştgiriya sazî û qanûnî re rû bi rû ne. Ev rastî, nîşan dide ku têkoşîna femînîst ne tenê bi tundiyê re sînordar e, di heman demê de têkoşînek perçekirina avahiyên ku marjînalbûnê xurt dikin û rakirina astengiyên ku gihîştina edalet û wekheviyê asteng dikin e.

Berpirsa Parastinê ya RDFL Rania Milaa, wiha dibêje: "Jinên rastî tundiyê yên, tenê dikarin êşên xwe di rûniştinên girtî de îfade bikin; ji ber ku civak wan bi şermê demxe dike û jinan mîna berpirsyarê tiştên dijîn nîşa dide.

Astengiyên qanûnî: Mafê Parastinê ne pêkan dike

Astengiyên qanûnî, ji lêçûnên hevberdanê bigre heta cudakariya mezhebî, bidestxistina parastina qanûnî ne pêkan dike. Ev rastî, dîmenek ku maf û îradeya jinan paşguh dike avadike, jinan marjînal dike û dema rastî tundiyê tên piştgiriyê mîsoger nake. Ya herî xirab jî, hinek qanûnên heyî vê rewşê xurt dikin û rewatiyek sazûmanî ya guhertinek bingehîn a wekheviya zayendî ya bêedalet asteng dike, dide qezenckirin. Berpirsa Parastinê ya RDFL Rania Milaa, di vê mijarê de balkişand ser xalek din a girîng:

"Paşketinên heyî, ne ji ber qelsiya komeleyan e, ji polîtîkayên dewletê yên li hember jinan çavkanî digre. Qanûn hebin jî, nayên bicîhanîn û biryar jî bi awayekî îzole ya ji kesên rasterast bi mexdûran re di nava têkiliyan de ne tên girtin. Nêzîkatiya 'li ser bingeha kesên sax mane”, daxwaz dike ku polîtîkên li ser hewcedariyên jinan bi xwe werin avakirin.”

Berpirsiyarî û bicîhanîna qanûnan: Di Sala 2025’an de çi guherî?

Digel ku di sala 2025’an de tundiya li dijî jinan zêde bû jî, îsal li Lubnanê tu veguherînek bikok a qanûnî ku çarçoveya parastina qanûnî ya jinan ji nû ve şêwe bike, nehat jiyîn. "Qanûna Parastina Jinan ji Tundiya Nava Malbatê” (Qanûna Hejmar 293’an) ku di sala 2014’an de hate pejirandin, hê jî mîna çarçoveya qanûnî ya di meriyetê de ye didome. Lê belê di pêkanînê de sînorkirinên girîng nîşan dide. Ev sînorkirin, ji valahiyên prosedurî, bicîhanîna qels a biryarên dadgehê û kêmbûna çavkaniyên ji bo parastinê hatine veqetandin, çavkanî digre.

Îstismara avahiyên qanûnî û performansa nehevseng a saziyên fermî, hesabdayîna bi bandor a kiryaran asteng dike. Jin bêyî temînatên rastîn ên edalet an jî ewlehiyê, di çerxa xeteriyê de tên hiştin. Mînak, li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Lubnanê (ISF), dozên tundiya dîjîtal bi awayekî bilez zêde dibe û dozên tundiya navmalê yên hatine ragihandin jî li gel qeyrana aborî û pevçûnan re bilind bû. Lê belê, derengketinên di pêkanîna mekanîzmayên qanûnî de daxwazên parastinê bê bandor dike.

Rewşa heyî bi zelalî nîşan dide ku tundiya li dijî jinan êdî ne koleksıyonek bûyerên îzole ye û veguherî berhema cudakariya avahîsaziyê ya kûr a ji malbatê heta saziyên dewletê dirêj dibe. Ev tundî ne tesadufî ye; encama kombûna çandî, qanûnî û civakî yw ku marjînalkirinê xurt dike û parastinan qels dibe. Jinan neçar dike ku bi domdarî bi pergalekî ku bi rastî mafên wan nas nake re rû bi rû bimînin.
Fêmkirina tundiyê ya mîna parçeyek ji avahiyek berfirehtir, ji nû ve nirxandina polîtîkayên giştî ferz dike. Pêdivî bi pêşxistina bersivên berfireh ku bi bersivên demkî razî nabe, sedemên bingehîn ên cudakariyê parçe dike û beşdariya tevahî û bi ewle ya jinan a jiyana giştî û taybet mîsoger dike, heye.
Zehmetiya herî mezin a îro, ew e ku ev hişmendbûna zêde veguherîne çalakiyek siyasî û qanûnî ya berbiçav. Ji nû ve pênasekirina têgeha parastina ji tundiyê ne tenê gavek qanûnî ye, neynikeke ku mirovahiya civakê nîşan dide ye. Her wiha pîvanek ku amadebûna wê ya bi rû bi rû na bêedaletê re û razibûna wê ya bi awayekî bêdeng bi wê re bijî, nîşan dide ye.