Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Lîbya

Li Lîbyayê piştî şerê navxweyî, tundî bi qeyrana avahîsaziyê bi kûrbûnê re dewam kir. Tundiya li dijî jinan, mîna diyardeyek avahîsazî veguhere amûrek ku ji bo xurtkirina serdestiya mêran û ji nû ve hilberandina hiyerarşiya civakî-siyasî tê bikaranîn.

XEDÎR EL-EBBAS

Navenda Nûçeyan – Di civaka Lîbyaye de kokên tundiya li dijî jinan kûr e; ev tundûtûjî tenê di nava malê de an jî qadên civakî re sînordar namîne, di asta siyasî û sazûmanî de jî mîna îdeolojîk a zayendperestiyê tê xurtkirin. Ev zemîna îdeolojîk, veguherî bingeha herî eşkere ya rewakirina tundiyê. Derîzanên kûr ên di avahiya netew-dewlet de derdikevin holê, welat kişandine nav nakokî û şerekî dirêj ku çareserkirina wê zehmet e. Avahiya dewletê ku bi qeyrana rabirdûya mêtingehî û şerê navxweyî re hatî afirandin şêwe bû, di aliyê jinê de veguheriye pergalek zextker a derketina wî zehmet e. Polîtîka û qanûnên jinan ên dewleta Lîbyayê ya parçebûyî, li ser bingeha hişmendiya serdestiya mêr şêwe bûye. Ev yek jî pergalek ku him hebûna civakî ya jinan lêpirsîn dike û him jî çandek tundiyê ji nû ve dihilberîne, bi xwe re anî. Di rastiyê de, asêyî û nakokiyên bingehîn ên dewlet di van salên dawî de dijî, ji polîtîkayek muhafezekar, olî û zayendperest a li hember jinê çavkaniya xwe digre. Jin ber bi şerekî ne aydê wan re hatin hiştin, bi cûreyên cuda rastî tundiyê hatin û bi vê yekê re bi rêya gelek qanûn û rêziknameyên ku wan ji qada giştî veder dike re, ji aliyê dewletê ve hatin dorpêçkirin.

Giliyên welatekî parçebûyî

Ji sala 2011’an û vir ve, li welat di aliyê siyasî û ewlehiyê de parçebûnek kûr tê jiyîn. Navendên hêzê di navbera hikûmetên reqabetkar, komên çekdar ên cûrbecûr û amûrên ewlehiyê yên ji yekbûnê bêpar de perçe bûye. Rojhilatê Lîbyayê, ji aliyê avahiyek leşkerî-parlamentoyî ya bi serokatiya Xelîfe Haftarê ku çareseriyê di hêza leşkerî û avakirina desthilatdariyeke navendî ya hişk de dibîne tê rêvebirin ve, li rojava Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Ebdulhemîd Dîbeybe ku xwedî rewatiya navneteweyî ye lê di bin bandora komên çekdar de tevdigere, heye. Ev parçebûna sazûmanî welat ber bi cihekî ku bêcezatî bûye tiştekî asayî ve dibe. Îro Lîbya him ji ber avahiya xwe ya siyasî ya perçebûyî û him jî ji ber veguherîna wê ya ji bo qadeke pêşbaziya bazirganî û leşkerî hêzên navneteweyî re di bin qeyranek giran de ye. Girîng e ku divê bê dîtin mîna welatekî ku di siya polîtîkayên leşkerî de asê maye, li dijî avahiyên desthilatdariyê yên perçebûyî û mudaxeleyên derve, di nava têkoşînek domdar de ye.

Di bin van şert û mercan de, tundiya li dijî jinan hin bûye mekanîzmayek kontrolê û him jî provaya pêş a  modela Lîbyayê ya serdest a mêran a di rêziknameya nû ya Rojhilata Navîn de tê pêşbînîkirin, dike. Yek ji faktorên sereke yên li pişt girtina deriyên ji aliyê saziyên dadwerî ve li jinan hatine girtin, pênaseya jinan a siyaseta eşîrî ya serdest a bi dilsoziyê ye. Ev nêzîkatî gihandina jinan a edaletê û bidestxistina mafên xwe, ne pêkan dike. Ev rewş tenê bi tundiya nava malê an jî civakî re sînordar nîne; tundiya siyasî û sazûmanî jî pir zêde ye. Amûrên heyî yên dewletê ji bo sînordarkirina jinan tên bikaranîn. Qedexeyên rêwîtiyê û kampanyayên reşkirinê yên organîze yên di hawirdora dîjîtal de tên meşandin, mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne.

Jinên di sêgoşeya koçberiyê, jiyana di kampan de û tundiyê de

Trajediya ku jin dijîn, di navenda pevçûn û dabeşbûnên ku welat dorpêç kiriye de bêtir xuya dibe. Ji guhertina rejîmê ya di sala 2011’an de, Lîbya nekariye aramiyê bi dest bixe. Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan zirar dît; lê di heman demê de yên herî zêde li ber xwe dan, dengê xwe bilind kirin û têkoşîna xwe ya hebûnê bibiryarî didomînin, jin bûn. Pevçûnan, bi hezaran malbatan ji bajarên mîna Tawergha, Merzuk û Sebha koçber kir. Ev jinên ji cih û warên xwe bûn, di şert û mercên ne ewle de bi xetereyên mêtingerî û kedxwariyê re rû bi rû man. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, di destpêka sala 2025’an de hejmara koçber û kesên ku li Lîbyayê di hundirê welat de koçber bûne, gihîştiye 858 hezar û 604’an; ev hejmara di dawiya sala 2024’an de 824 hezar û 131 bûye. Ev zêdebûn nîşan dide ku welat bi qeyranek kûrtir re rû bi rû ye. Jin û zarok bi qasî ji sedî 22’yê nifûsê pêk tînin û ev yek jî nîşan dide ku di rewşeke çiqas qels de ne.

Beşek girîng a ji kesên ji cih û warên xwe bûn û ji koçberan, ji welatên mîna Sûdan, Nîjerya, Misir û Çadê tên. Bi vê yekê re jinên Lîbyayê jî bi bêwarbûna navxweyî, bêewlehî û windakirina stargehê re têdikoşin. Tevî van zehmetiyan jî, jinan paşve gav neavêtin. Piraniya wan beşdarî hewldanên navbeynkariya herêmî ya di navbera eşîr û komên çekdar de bûn û ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne piştgiriya derûnî û civakî mîsoger kirin. Îro dengên jinan ên her diçe bilindtir dibe, bi awayekî bihez tînin ziman ku avakirina pergalek ku jin tê de aktorek hevpar û avakar bin, divê bibe beşek girîng a pêvajoya aramiya neteweyî.

Zêdebûna Tundiyê

Dema ku Lîbya di nava salan de di gelek qadên bandorê de dabeş bû, tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî jî bûye yek ji diyardeyên di siyê de dimîne, lê belê diyardeyên herî kûrtir. Tundî; di nava malan, li kolanan, li navendên binçavkirinê û li kampan de belav dibe û pêşîniyên siyasî û ewlehiyê yên dewletê, vê qadê paşguh dikin. Dema ku hevsengiya hêzê diguhere û pêşîniyên wê bi berdewamî diguherin, jin û zarok, ên mîna kesên ewil ên bedela vê bêaramiyê didin e. Nebûna bingehek makezagonî ya di qanûnên dewletê de ku mafên jinan diparêze û bi bandor sûcdarên tundiyê ceza dike, rewşê hîn xirabtir dike. Şahidî û raporên mafên mirovan ên qadê, nîşan didin ku tundî êdî bi şêwazên kevneşopî ve sînordar nîne û nîşan dide ku ji normên civakî an nakokiyên malbatî derbas bûye û şêwazên tevlihevtir girtiye. Hilweşîna avahiya ewlehiyê, sûcên komên çekdar û zextên kêmbûna aborî barê li ser malbatan zêde kiriye û metirsiya jinan a tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî mezin kiriye. Di gelek rewşan de, ev pêkanînan bi gotina "nepeniya malbatê" tê rewakirin. Li kêlaka vê yekê, jinên ku ji tundiyê rizgar dibin pirî caran ji tirsa demxekirinê bêdeng dimînin.

Daneyên 2025’an zêdebûna rêjeya tundiyê nîşan didin

Daneyên ku ajansa me ji Navenda Agahdarî û Belgekirinê ya Wezareta Karên Hundir a li herêma rojhilat bidest xist, nîşan didin ku tundiya ku bi awayên cuda di civakê de belav bûye, gihîştiye astên xeternak. Tundî tenê bandorê li jinan nake, bandorê li mêr û zarokan jî dike; hemû kes di nava vê çerxê de ne. Li gorî daneyan, di sê mehên dawî de:

* 28 mirinên bi awayekî gumanbar,

* 127 cînayetên bi zanebûn,

* 33 cînayetên bi qestî,

* 7 bûyerên destdirêjiyê yên li dijî zarokan (yên hatine ragihandin),

* 26 bûyerên revandinê hatin tomarkirin.

Dema ku hejmar zêde bibin, nezelaliyên di daxuyaniyên daneyan de û veşartina hejmarên bi taybetî têkildarî jinan, balkêş e. Dozên di kategoriya "birîndarbûna giran” de di sê mehan de gihîşt 224’an û gihîşt astek cidî; "birîndarbûna hêsan” jî mîna 161’an derbasî tomaran bû. Tevî ku ajansa me ji bo pênaseyek cuda ya birîndarbûnên giran û hêsan jî daxwaza îstatîstîkên li ser dozên jinan kir jî, Navenda Agahdarî û Belgekirinê ya Wezareta Karên Hundir bersiv neda van lêpirsînan û daxuyaniyê red kir.

Tundiya di avahiya malbatê de kûr bûye

Dema em dozên takekesî dişopînin, em dibînin ku tundî bi kiryarek fîzîkî an jî gefek rasterast destpê nake. Berevajî vê yekê, tundî ji avahiyek civakî ku rolên kevneşopî ji nû ve diafirîne û serdestiya mêran li seranserê deverên berfireh ên jiyana rojane rewa dike re kok dide. Ev yek diyardeya tundiyê tîne rewşekî tevlihevtir; hêmanên çandî, aborî û siyasî dikeve nava hev û têkoşîna li dijî tundiyê vediguherîne hewldanek pirqatî ya hewceyê reforman e. Ev reform, qanûn, xebatên hişyarkirin, pêşxistina karûbarên piştgiriyê û bihêzkirina aktorên ku dikarin bi awayekî profesyonel bi sûcdaran re mijûl bibin vedihewîne. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di Hezîrana 2024’an de ji Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan pêşkêş kir, belavbûna binpêkirinan û nebûna çarçoveyên qanûnî yên bi bandor, jinan li herêmên cûda yên welat di nava komên herî xeter de derdixe pêş.

Tundiya li navendên binçavkirinê

Lîbya, ji bo koçber û penaberan xalek sereke ya derbasbûyî ye; lê ev kes, bi taybetî jin û zarokên keç bi rîskên zêdetir ên tundî û êrîşa zayendî re rû bi rû ne. Tundî li dijî jin û zarokên keç penaber xwe bi awayê tecawiz, destdirêjî, binpêkirina derunî û hestyarî xwe nîşan dide. Êrîşên zayendî pirî caran tenê bi bûyerek re sînordar nabe; jinên penaber û koçber gelek caran rastî cûreyên cûrbecûr ên tundiya zayendî ya sûcdarên cûda tên. Ji ber xwezaya demkî û belavbûyî ya van koman, berhevkirina daneyên berfireh ên tundiya ku jin û zarokên keç ên koçber pê re rû bi rû dimînin, zehmetir dibe.

Li pişt dîwarên navendên ragirtinê yên Lîbyayê, trajediyên bêdeng tên jiyîn. Li gor raporên sala 2025’an ên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, li navendên ragirtinê yên Trablusê cenazeyên şopên îşkenceyê hildigrin hene û bikaranîna bipergalî ya tundiya fîzîkî û windakirinên bi zorê hatine belgekirin. Ev trajedî û dane ne sûpriz in; ji ber vegotinên şahid û kesên rizgar bûne, şert û mercên ragirtinê yên dijî mirovahiyê piştrast dikin. Îşkence, mîna amûrek kontrol û xirabkirina rûmeta mirovan tê bikaranîn. Li navendên din û bi taybetî jî yên ji bo koçberên neqanûnî, tecawiz, karê bi zorê û şantaja darayî tên raporkirin.

Qanûn tenê ji bo mêr-dewlet heye

Li Lîbyayê qanûnek berfireh ku tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî digre dest nîne. Tevî sozên ji bo reformkirina pergala hiqûqî jî, qanûnên heyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan ne têrkêr e. Rûxmê ku Pêşnûmeya Qanûna Pêşîlêgirtina Tundiya li dijî Jinan a 2017’an hê nehatiye pejirandin jî, qanûnên heyî li şûna ku edaletê mîsoger bike, bi gelemperî cudakariyê xurt dike. Qanûnên Lîbyayê tecawizê mîna "êrîşek li dijî rûmet û exlaqê" pênase dike; ev pênase sûcê bi çarçoveyek exlaqî a teng sînor dike û binpêkirina azadiya bedan û rûmeta mirovan a vê kiryarê paşguh dike. Her wiha qanûn tecawiza hevjînê nas nakin û bi vî rengî yek ji şêwazên herî gelemperî yên tundiya nava malê rewa dike. Destûrdayîna sûcdar a bi mexdûr re bizewice jî, reva ji cezayê pêkan dike û qanûnê vediguherîne amûrek ji bo bêdengkirina mexdûran û neçarkirina wan a ji bo lihevhatinê. Ev valahî, tenê kêmasiyên hiqûqî nîşan nade; di heman demê de hebûna pergaleke hiqûqê ya qedrê mêran datîne pêşiya mafên jinan jî eşkere dike û jinan li dijî tundiyê bê parastin dihêle.

Jin bi civakek ku wan berpirsyar dibîne re rû bi rû dimînin û ji ber demxekirina civakî neçarî bêdengkirinê tên kirin. Navendên jinan ên têrker tunene; mekanîzmayên piştgiriya derûnî û hiqûqî nezelal in û heta jiyankirin jî ji bo jinan dibe barekî nû. Tundiya li dijî jinan bi eşkere û bipergalî di medyaya dîjîtal de didome û bi rêya kampanyayên reşkirin û şantajê tirs û zextek mezin li ser jinan tê çêkirin. Digel ku pêşnûmeyên qanûnên di konferans û semînerên zanistî yên li zanîngehên Lîbyayê û di nîqaşên parlemento yên hatine lidarxistin de hatin pêşkêşkirin jî, ev hewldan pirî caran di gotinê de dibîne. Dabeşbûnên siyasî, pejirandina qanûnên rast asteng dike û piştgiriya navneteweyî pir caran di asta pêşniyarê de dimîne.

Oldarî û zêdebûna sînorkirinan

Rayaderên olî û siyasî yên li Lîbyayê, ne tenê derxistina qanûnên ku dê mafên jinan mîsoger dike asteng dikin, di heman demê de kampanyayên reşkirinê û fetwayên sînordarker jî dane destpêkirin. Di nav wan de fetwaya ku di sala 2023’an de ji aliyê Dar al-Ifta ve hate dayîn û bikaranîna peyva "zayenda civakî" qedexe dike jî cih digre. Ev fetwa îdîa dike ku ev peyv "bi nirxên olî re li hev nayê." Her wiha ji ber zextên olî, îmzekirina hevpeymaniya CEDAW’ê ya dihat plankirin di navbera Wezareta Karûbarên Jinan û Jinên Neteweyên Yekbûyî de bê îmzekirin û armanc dike rojeva jin, aştî û ewlehiyê bicîh bîne, hate betalkirin.

Di Mijdara 2024’an de, banga Wezîrê Karên Hundir ê "Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî" ya demkî ya Lîbyayê Emad Tripolî ya ferzkirina hîzara bi darê zorê ya jinan û di qadên giştî de qedexekirina têkiliyên di navbera zayendan de, li welat bû sedema nîqaşek mezin. Ev biryar mîna "xurtkirina nirxên ehlaqî di civaka Lîbyayê de" hate dayîn û daxwaza çalakkirina "Polîsê Ehlaqî" ya li kolanan û li ser platformên medyaya dijîtal jî, şopandina naverokên ne guncaw kir.

Li Lîbyayê koka Polîsên Ehlaqê dighê serdema Muammer Qedafî. Ev hêz, mîna yekîneyeke ewlehiyê ya ji mêr û jinan pêk tê, bi şopandina tevgerên giştî û mîsogerkirina kesan a normên civakî û olî yên ji aliyê civakî ve têne pejirandin, erkdar bû. Tevî ku ev yekîneya ewlehiyê qels bû û rêveberiya ji aliyê kesên tundwer ve dihat rêvebirin jî, ji aliyê hikûmetên din ve ev çend sal in hewildana ji nû ve zindîkirinê tê dayîn. Ev biryar ne xwedî bingehek qanûnî ne û mîna binpêkirina mafên mirovan tên hesibandin. Azadiyên bingehîn heta bi pergal û ehlaqê giştî re nekevin nakokiyê, tên parastin; mîna azadiya tevgerê û mafê hilbijartina cil û bergan.

Hilbijartinên 2025’an bi jinan çi da qezenckirin?

Li Lîbyayê, bi salan e bi taybetî piştî ku pergala kotayê beşdarî qanûna "Pergala Hilbijartinê" ya li Parlamentoya Lîbyayê hate kirin, beşdariya jinan a jiyana siyasî bû mijarek nîqaşek berfireh. Li gorî qanûnê, ji 200 kursiyan 31 kursî ji bo jinan hatine veqetandin, ango rêje ji sedî 16’an derbas nabe. Ev yek li gorî rêjeya ji sedî 30’yî kêmbûnek girîng e û li dijî jinên Lîbyayê yên armanc dikin di pêvajoyên biryardanê de beşdariyek zêdetir bidest bixin, niheqiyek aşkera nîşan dide.

Dema ku pergala kotayê cara ewil hate destnîşankirin, armanca hat ragihandin ew bû ku kursiyên jinan di parlamentoyê de bên mîsogerkirin. Lê belê, kêmkirina vê kotayê eşkere kir ku ramanên li ser bihezkirina jinan bi berxwedana navxweyî re rû bi rû man û tê xwestin hebûna wan bi temsîliyeta sembolîk bê sînordarkirin. Gelek aktîvîstan, ev pergal mîna binpêkirina mafên jinan û bêparkirina jinan ji derfeta ku di pêvajoya siyasî de bibin hevkarên tam, pênase kirin. Di hilbijartinên 2025’an de, jinan tenê karîn bi qasî ji sedî 16’yê kursiyên parlamentoyê ya rêjeya herî kêm a ku ji aliyê kotayê ve hatî destnîşankirin, bidest bixin. Her çend ev rola diyarker a pergala kota ya di mîsogerkirina hebûna jinan di parlementoyê de nîşan dide jî, di heman demê de armancên siyasî yên jinan sînor kiriye û hebûna wan a di parlementoyê de bi şiklî hiştiye.

Li gorî rapora Yekîtiya Parlamenterên Navneteweyî ya 2025’an, Lîbya di aliyê rêjeya jinan a di parlementoyê de di rêza 139’an a cîhanê de cih digre; ev rêjeyek pir kêm e. Ev rêz, tenê kêmbûna beşdarbûnê nîşan nade, di heman demê de têkçûna bi zanebûn a dewletê ya dûrxistina jinan a di aliyê siyasî de û bêbandor û sînordar mayîna jinê ya di pêvajoyên biryargirtinê de jî radixe ber çavan. Hilbijartinên 2025’an, nîşan dan ku pergala kota ya heyî ya Lîbyayê di rêya bihêzkirina jinê de tenê gavek nîvco ye û di heman demê de cudakariyê xurt dike û jinan di pozîsyonek pir kêm de digre. Pêwîstiya Lîbyayê ne tenê kursiyên veqetandî ne, îradeya siyasî ya rastîn e ku piştrast bike ku jin li gorî rolên xwe di civakê de û fedakariyên xwe yên di pêvajoyên pevçûn û veguherînê de, beşek bingehîn a pêvajoyên biryargirtinê ne.

Di destpêka sala 2023’an de gelek jinên li Lîbyayê, bi prosedurên nû yên li deriyên balafirgehan hatine bicîhkirin re matmayî man. Ev rewş ne lêgerînek hêsan an jî kontrolkirina pasaportê bû; ji her jina ku bi tena serê xwe ango "bêyî mahrem" rêwîtî dikin re, formek taybetî dide tijîkirin û ji jinan dihat xwestin ku sedema rêwîtiya xwe ya bi tena serê xwe û beriya niha çend caran ji welat derketine diyar bikin. Azadiya rêwîtiyê ya ku Danezana Destûrî ya Lîbyayê mîsoger kiriye, bi rêveberiya nû re bi gelek pirsan re şêwe bûye û azadiyên jinan bi gelek sînorkirinên cûrbecûr hatibû sînorkirin. Dema ku li Balafirgeha Mitiga ya li Trablusê tedbîr hatin bicîhanîn, dîmen her gav yek bû; aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan û xwendekarên zanîngehê bi belgeyên fermî di rêzên dirêj de li bendê disekinîn û erkdaran jî hûrguliyên kesane yên ku bi rêwîtiyê re ne girêdayî bûn, dixwestin.

Derketina derveyî welat a hinek jinan hat astengkirin, hinek jî neçar man rêwîtiyên xwe taloq bikin an jî li çareseriyên din bigerin. Piştî sînordarkirina li balafirgehên din ên rojavayê Lîbyayê belav bûn, mijar veguherî nîqaşeke berfireh a raya giştî û di medyaya herêmî û medyaya civakî de rexneyên tund bilind bûn.

Parêzvanên mafên jinan ên ji bo beşdarbûna konferansan an jî beşdarbûna bernameyên perwerdeyê hewceyê rêwîtiyê dibûn, bi astengiyek nû ku gef li xebatên wan ê sivîl dixwe re rû bi rû man. Êdî pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek teknîkî bû; peyamekî pir aşkera ku ji bo jinan dihat dayîn hebû; hebûna jinekî ya li qadên giştî, heta li derveyî sînorên welat jî, di bin kontrola hişk de ye.

Gelek rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, van prosedurên mijara gotinê mîna cudakar û zordar binav kirin û destnîşan kirin ku ev pêkanîn li dijî Makezagona Lîbyayê û li dijî taehûtên navneteweyî yên tevgera azad û qanûna cudakariyê garantî dike ye. Li dijî vê yekê, hinek saziyên fermî hewl dan ku van pêkanînan wekî "tedbîrên guhertinê” biparêzin, lê belê van daxuyaniyan raya giştî razî nekir û hêrsa hêyî zêdetir kir. Li Lîbyayê azadiya tevgerê êdî ne mafekî ku tenê bi qanûnê tê mîsogerkirin e, ket bin siya ferman û biryarên ku ji aliyê komên çekdar û dezgehên ewlehiyê yên li ser erdê ve hatine ferzkirin jî. Ev rastî, bi taybetî jinan bi pêkanînên zextker ên maf û azadiyên wan a di jiyana wan a rojane de sînordar dike re rû bi rû dihêle.

Bi hedefgirtina aktîvîstên jin re rewakirina tundiyê ya di qada giştî de

Ji sala 2014’an vir ve, êrîşên li ser aktîvîstên jin li Lîbyayê roj bi roj berfirehtir dibin. Pirsgirêk êdî tenê bi tepeserkirina îdarî an jî civakî ve sînordar nîne; veguheriye rêze binpêkirinên bipergalî yên mîna cînayet, revandin, îşkence û gefên dîjîtal. Van pêkanînan ne tenê jinên asayî, di heman demê de rojnamevan, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên navdar jî hedef girt; ev yek jî qada giştî ya li Lîbyayê ji bo jinan anî rewşekî xeternaktir.

Çîrok pir zêde ne. Jinên navdar ên dozên wan hê di tariyê de dimînin hene. Mînaka vê ya herî berçav jî doza endama Parlamentoya Lîbyayê Siham Sergiwa ya di sala 2019’an de li mala xwe ya li Bengaziyê winda bû û ji vê rojê heta niha aqûbeta vê nayê zanîn heye. Ji wê demê ve çarenûsa wê nayê zanîn. Tevî ku 6 sal derbas bû jî, rayedarên li rojhilatê Lîbyayê, ji bo eşkerekirina aqûbeta wê an jî darizandina berpirsyaran gavên bi bandor neavêtin.  Ev rewş berdewamkirina bêcezatiyê û felcbûna mekanîzmayên dadwerî yên neteweyî nîşan dide.

Di hinek rewşên din de, aktîvîst û siyasetmedaran di nava rojê de hatin qetilkirin; qetilkirina Sulva Bugaygis a bi helwesta xwe ya wêrek tê nasîn, yek ji mînakên herî berbiçav e û wê veguherand sembola fedakariyê. Lê belê, mîna ku xwîna jinan ji bo edaletê ne bes be, lêpirsînên cidî nehatin kirin.  Ev bêdengiya fermî an jî bêdiliya şopandina sûcdaran, peyama ku hedefgirtina jinan a li cihên giştî wê bêceza bimîne da. Gef tenê li qada fîzîkî sînordar neman; derbasî qada dîjîtal jî bûn. Gelek aktîvîstên jin peyamên gefxwarinê yên serhêl girtin, rastî kampanyayên reşkirinê yên rêxistinkirî hatin an jî hesabên wan rastî êrîşan hatin. Qada dîjîtal a ku mîna qada îfadeyê dihat bikaranîn, veguherî qadeke nû ya tundiyê ya ji bo bêdengkirin û tirsandina jinan tê bikaranîn.

Li dijî vê tabloyê, gelek jin bi du bijarteyan re rû bi rû man: an ji bo parastina jiyana xwe û ewlehiya malbatên xwe ji qada giştî vekişin an jî li hember polîtîkayên li dijî jinan ên dewleta mêr, li ber xwe bidin û ger pêwîst bike neçar bimînin di vê oxirê de terka welat bidin. Di encama van polîtîkayên ku ji aliyê dewletê ve bi zanebûn tên meşandin de, qadên siyasî û mafên mirovan bi awayekî mezin ji dengên jinan ên bi bandor bêpar man. Vê rewşê, demokrasî û mafên mirovan li Lîbyayê bi awayekî cidî qels kir. Her windabûn, her cînayet û her gef derbeyek din a li dijî mafê beşdarbûna jinan e û nîşanek eşkere ye qada giştî ya li Lîbyayê hêj di xetereyek cidî de ye. Tevî vê yekê jî, biryardariya domandina têkoşînê ya aktîvîstan a digel gefan jî, îradeya jinan li dijî tundî û cudakariyê radixe ber çavan.

Jinên di her qadê jiyanê de hebûnek dibînin

Jin, di gelek qadên jiyanê de mîna pêşeng derketine holê û nîşan didin ku hebûna wan ne duyemîn e û di avakirina civakê de kirde ye. Daneyên sala 2025’an tabloyek balkêş nîşan didin; dema ku ji sedî 43’yê xebatkarên perwerdehiyê ji jinan pêk tê, di qada tenduristiyê de rêjeya jinan ji sedî 70’yî derbas dibe û di vê qadê de bi pêşiya mêran ketine. Ev rêje ne tenê asta beşdarbûnê nîşan didin, di heman demê de rastiya ku jin bûne parsiyê qadên xebatê yên ku pêdiviyên civakê pêk tînin, nîşan dide.

Li dibistan û zanîngehan, jin ne tenê mamoste ne, di heman demê de di erkdên îdarî de û mîna lêkolîneran hebûnek berfireh in. Dema ku rewş baweriya civakê ya bi kapasîteya jinan a birêvebirina pêvajoyên perwerdehiyê nîşan dide, di heman demê rola wan a krîtîk a di mezinbûna nifşên pêşerojê de destnîşan dike. Bi vê yekê re, ev hebûna xurt her gav naguhere bihêzkirina siyasî an jî îdarî; pozîsyonên rêveberî yên asta bilind a di perwerdehiyê de hêj di destê mêran de ye.

Her çend rêjeyên beşdarbûna jinên Lîbyayî ya di qadên perwerde û tenduristiyê de potansiyelek mezin û îradeyek bihêz nîşan dide jî, di heman demê de cudahiya girîng a di navbera xuyabûna wan a civakî û hêza wan a siyasî de eşkere dike. Jinên Lîbyayî nîşan dan ku dikarin di qada civakî de pêşengiyê bikin; pirsgirêka bingehîn, veguherîna vê hebûnê ya hêza nûnertiya siyasî û îdarî ye.

Navenda azadiya jinê: Li dijî dewleta mêr Rojhilata Navîn a demokratîk

Jinên Lîbyayî, beşa ku herî zêde ji ber qedexeyên qanûnî yên bi hinceta "parastin" an jî "kontrola civakî" tên ferzkirin bi bandor dibin e. Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, van pêkanînan mîna êrîşek rasterast li ser mafên mirovan û rêbazek ji bo ji nû ve hilberandina serdestiya mêran bi rêya amûrên ewlehiyê bi nav dikin. Heta civaka navneteweyî jî di kêmkirina hêza çekan de rolek bi bandor nelîstiye. Berovajî vê yekê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di demek nêz de hinek qedexeyên li ser ketina çekan a nava Lîbyayê sivik kir. Ev rewş bû sedem ku fikarên ku komên nakok dê bêtir xwe çekdar bikin zêdetir bibin. Ev biryar, bi zelalî nîşan dide ku nêzîkatiya li dijî Lîbyayê hê li ser hevsengiyên ewlehî û leşkerî tê avakirin û ne li ser mafên mirovan an jî reformên hiqûqî ye.

Di encamê de, qanûn û adetên civakî yên li Lîbyayê, di asteke mezin de dişibin sînordarkirin û pêkanînên ku li ser jinan li Efganistanê têne ferzkirin. Ger li Lîbyayê jinek ji ber ku bêyî mêrek rêwîtiyê dike li xaleke kontrolê bê rawestandin û li Kabîlê jinek ciwan ji bo biçe bazarê neçar e burqa li xwe bike, ev her du dîmenên cuda di bingeha xwe de heman peyamê hildigre; beden û hebûna jinê, veguheriye qada şerê diyardeya dewleta serdest a mêr.

Ev wekhevî, encamek girîng ku sînorên welat derbas dike derdixe holê. Di rastiyê de, di bingeha qeyranên ku van pergalan dijîn de dijminahiya jinê heye. Dewlet an jî avahiyên hikûmetê, hebûna xwe bi xurtkirina li dijî derketina jinê ya di civakê de didomînin. Lewma, xala ku divê bê îfadekirin, dewlet bi xwe di navenda tundiya li dijî jinan de cih digre ye. Ji sala 2025’an û vir ve xeta bingehîn a têkoşîna jinan, li dijî hişmendiya ku ji aliyê feraseta "dewleta mêr" ve hat hilberandin, bipêş ket. Lê belê, çareserî jî ancax bi avakirina civakek demokratîk, hevjîna jiyana azad û temsîliyeta wekhev a ku nasnameya jinan nas dike dikare pêkan bibe. Lewma, pergalek demokratîk a ku bi pêşengtî û hevkariya jinan bê damezrandin, xwedî potansiyelekî ku dikare Rojhilata Navîn veguherîne cejnek ku dê serdemek nû ya azadiya jinê bide destpêkirin.