Li Kobanê hêvî bi ser ket 3

Hêviyên ku li Kobanê bi ser ket ji bo hêzên faşîst û dijî mirovhahiyê bû çavkaniya metirsiyê ya hilweşîna pergala baviksalariyê. Lewra piştî serkeftina şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê pêş ket şûnde dewleta Tirk a faşîst dest bi êrişkirina qadên berxwedanê kir, her wiha gefan li şoreşê dixwe.

 

DILUCAN BOZÎ
Kobanê – Bê guman şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê pêş ket, ji bo hêzên faşîst ên mîna dewleta Tirk bû çavkaniya mêtirsiyê. Ji ber vê yekê, bi êrişkirina li ser qadên ku şoreşa jinê lê bilind bû dixwaze pergala xwe ya xwe dispêre aqil û hişmendiya mêr-dewletê mayînde bike. Piştî li Kobanê têkçûna çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve dihat xwedî kirin, vê carê dewleta Trik a faşîst mîna tola têkçûna DAIŞ’ê hilde, êrişî Kobanê kir û her roj bi gef xwarina li ser Kobanê dixwaze hêviyên azadiyê yê li Kobanê ser ket, car din tûne bike. Ev êrişên ku di bingehê xwe de destkeftiyên azadiya jinê pênase dike, hedef digre; bi rê û rêbazên şerê taybet ên bi plansaziyên kîret tên amadekirin hêj didome. Lewra ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve gefên li ser qadên şoreşê her roj berdewam dike. Têkildarî mijarê Endama qada civakî ya kantona Kobanê Hêvîn Miho ji ajansa me re axivî. Hêvîn Miho di derbarê êrîş û gefên dewleta tirk ê li ser civakê nirxand.
“Dixwazin civakê ber bi xirabûnê ve bibin”
Hêvîn balkişand ser êrişên dewleta tirk ê li ser qada civakî û wiha got: "Di van salên dawiyê de dewleta tirk bi rêka şerê taybet, madeyên hişbir, destdirêjî, rêbazên kuştin û xwe kuştinê careke din dest bi kiryarên der mirovahî kir ye, bi vê yekê dixwaze tola xwe ji binketina şerê leşgerî rabike. Dewleta tirk bi hemû rêbazên xwe li beramberî jin, zarok û ciwanan bi kar tîne. Ji 2014'an û vir ve ji şerê leşkerî bêhtir şerê piskolojî dimeşîne. Jinên ku pêşengiya vê şerê dikin an cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de digrin tên hedefgirtin. Çima Kobanê bû ye navenda şerê taybet? Dixwazin civakê ber bi tunekirinê ve bibin. Her kes dizane ku Kobanê yekemîn çiruska şoreşa 19'ê Tîrmehê ye, di heman demê de di asta navnetewî de Kobanê bi nav û deng e. Ev hemû dibe sedem ku Kobanê rastî êriş û kiryaran bê. Li rex vê yekê jî jinên Kobanê, herî zêde rastî tundî, lêdan, qetilkirin, xwekuştin û intîharê tên. Ji bo şoreşa heyî vala derxînin û jinê biçûk bikin Kobanê dikin hedefa xwe."
"Jin wê serkêşiya vî şerî bike"
Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber jin pêşengiya şeran dikin û li beramberî hişmendiya mêrsalariyê serî hildide, tê qetilkirin û wiha bilêv kir: "Jin dayik e, civakê bi rêve dibe û li ser destê wê civak tê perwerdekirin û xwe bi hêz dike. Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava şerekî bê navber tê jiyîn, wek me anî ziman ku dewleta tirk bi rêka şer û komkujiyan hewl dide vê civakê ji civakbûnê dûr bixe. Kobanê jî beriya şoreşê di bin navê civaka feodal dihat nasîn, lê bi şoreşê re hêdî hêdî ev hişmendî xwe veguherinad, hin mêr jî hatin perwerdekirin û ketina wê ferqê ku divê jin û mêr li rex hevdû vê şoreşê bi rê ve bibin da ku civak neyê hilweşandin. Armanca dewleta tirk ew e ku civakeke pûç ava bike, di navenda wê de jî jinan bikin meta ji hişmendiyê re."
"Jiyana zarokan tev şer û pevçûne"
Hêvîn bi van gotinan dawî li axafitina xwe anî: "Li rex van êrişan zarok bi şer re rû bi rûne, ji ber vê yekê jî zarok ji civakbûnê dûrxistine, bê dayik û bav hiştine, temenê vî şerî jî zarok û jin didin. Ji bilî şerê leşkerî, şerê qutkirina çemê Firat û şerê derunî tê jiyan kirin. Ne tehmulkirina civakê li beramberî şer û pevçûnan dihêle ku civak rêka koçberê ji xwe hilbijêre û derkeve dervayî welat. Ya agirê vî şerî vemirîne jin e, jin dikare zarokên xwe û cîranan perwerde û birêxistin bike û rê li ber şerê dagirkeriyê bigre. Di her şerekî de em bi serketin, di şerê civakî de jî em ê bi serkevin."
Sibê: Serpêhatiya dayîkek ji Kobanê