Li Kobanê hêvî bi ser ket 1

Dîroka gelê kurd bi pêşengtiya jinên kurd xwe dispêre gelek berxwedanî û têkoşînên mezin, bi van berxwedaniyan re veguheriye pêtên agirê serhildanê û ber bi avakirina şoreşa jinê ve herikiye. Yek ji qadên ku bû pêtê agirê serhildanê û şoreşa jinê lê zindî bû Kobanê ya berxwedêr e.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê -  Kobanê yek ji heremên Rojavayê Kurdistanê ye ku şahîdiya gavên destpêkê yê tevgera azadiya kurdistanê kiriye. Bi vê gavê re kêlî bi kêlî li hemberî pergal û feraseta dewletê ya ku xwe dispêrê hişmendiya yekdestiyê xwe birêxistin kir. Her çiqas bi navên cûda yên çeteyên ku ji aliyê hişmendiyên olperest û cîhadîst ve li ser qadê êrişên mezin hatibe pêkanîn jî, bi rêxistinbûn û şahidiya destpêkê ya têkoşîna azadiyê, Kobanê li berxwe da û bi vê berxwedaniyê bû afirîner û pêşengê avakirina şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê û ji tevahî mirovahiya pêşverû re bû çavkaniya hêvî û têkoşîna azadiya gelan. Bi armanca tunekirina hêviyên azadiyê yên gavê xwe yê yekemîn li Kobanê hat avêtin, rûxmê plansaziyên kîret û qirêj ê tûnekirina hêzên berxwedaniyê êrişên DAIŞ’ê û piştre jî yên dewleta Tirk a faşîst li ser heremê çêbûbe jî, li hemberî her cûre êrişan li Kobanê hêvî biser ket. 
Êrişên Çeteyên DAIŞ’ê
Çeteyên DAIŞ’ê yê bi destê hêzên faşîst û kûrevî hat avakirin di sala 2013’an de li seranserê Kurdistan û Rojhilata Navîn dest bi qetilkirina gelan kir. Li ser vê bingehê bi taybetî li Iraq û Surî dest bi dagirkirina axa Kurdistanê kir. Ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve çeteyên DAIŞ’ê hat xwedîkirin û di êrişên li hemberî Kurdan de ji ser Tirkiyê şandin Rojavayê Kurdistanê. Hêzên DAIŞ’ê yên her cûre piştevaniya wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat pêkanîn, sala 2014’an derbasî Cerablûsê bûn. Di heman sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê piştî komkujiya li ser Şengalê, di 13’ê Îlona 2014’an de berê xwe dan Kobanê û xwestin tevahî heremê dagir bikin. Lê bi berxwedaniya lehengên Kurd êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hat şikandin û di 27’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. 
Plansaziyên dewleta tirk a faşîst 
Bi rizgarkirina bajarê Mînbîcê ya ji aliyê Hêzên Sûrî ya Demokratîk ve, di 15’ê Tebaxa 2016’an de QSD’ê plana rizgaririna Cerablûsê jî danî. Li hemberî vê serkeftina ku li Rojavayê Kurdistanê teqez bû, dewleta Tirk a faşîst bi plansaziyên nû yên dijî şoreşê ket nav plansaziyên nû. Li ser vê bingehê di Tebaxa 2016’an de bi navê Mertala Firatê operasyonêk da destpêkirin. Di çarçoyeya vê plansaziya xwe ya armanca bingehîn tunekirina hêzên şoreşerî bû, heyanî 29’ê Adarê heremên Ezaz, Marî û Babê dagir kir. 
Êrişên li ser Efrînê
Hêzên Suriya Demokratîk QSD di sala 2017’an de bajarê Rewa û Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û pêngava rizgarkirina Dêrazorê da destpêkirin. Dewleta tirk ji ber destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibûn ji xwe û pergala xwe ya baviksalar re weke metirsiyek ditît, planeke berfireh ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade kirin û di 21`ê 2018`an de dest bi hemleya bi navê Şaxên Zeytûnan a dagirkirina Efrînê kirin. Gelê Efrînê û hêzên wê yên parastinê berxwedaniyeke dîrokî li hemberî êrîşa dewleta tirk a ku tevahî cureyên çekên giran û balafirên şer bi kar anî, li ber xwe dan. Lê di encama lihevkirin û bêdengiyeke navneteweyî de, Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de hat dagirkirin. Dewleta tirk weke domandina tevgera dagirkeriyê, di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşê bajarê Serêkaniyê ya herêma Cizîrê û kantona Girê Spî ya herêma Firatê kir û ew jî dagir kirin û hemû hevpeyman û zagonên navneteweyî binpê kir. Lê heta vê rojê jî tu helwesta cidî û berbiçav ên civaka navneteweyî li hemberî vê dagirkeriyê derneketiye holê.
Plansaziyên dagirkeran têk çû
Dewleta tirk ji destpêka 2013`an ve hewl dide erdîngariya Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe. Çi bi riya çeteyên ku bi kar tîne, çi jî bi riya artêşa xwe û diyalogên bi aliyên Rûsya û Emerîkayê re. Dewleta tirk hewl da bi riya dagirkirina Efrînê xeta Cerablûs û Babê bi Heleb û Îdilbê re dewam bike. Lê ji ber ku Şehba, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd di destên YPJ/YPG`ê de bû, planên dewlet a dagirkeriyê têk çûn. Ji bo vê em dibînin ku di roja îro de dewleta tirk hewl dide bajarên stratîjîk ên weke Til Rifet, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û Til Temir dagir bike. Ev yek jî ji daxuyanî, axaftin û gefên dewlet tirk diyar dibe.
24`ê Tebaxê gava destpêkê ya hewldana zindîkirina Osmaniyan bû
Planên û hewldanên dewleta tirk ên dagirkeriyê xwe dispêrin dîroka Osmaniyan. Hilbijartina dewleta tirk a 24`ê Tebaxê ji bo destpêkirina dagirkirina Cerablûs û pişt re herêmên din, ne tesaduf e. Di 24`ê Tebaxa 2016`an de 500 sal li ser cenga "Merc Dabiq" re ku Osmanî li dijî Memalîkan bi ser ketin re borî. Di wê cengê de Osmaniyan axa Sûriyeyê û piştre cîhana Erebî 400 sal dagir kirin. Di roja îro de dewleta tirk dixwaze 400 salên bi xwînmijî, zordarî, belengazî, paşverûtiyê nûjen bike, ji ber vê pergala ku li herêmên dagirkirî hatiye avakirin heman rewşa di serdema Osmaniyan de nîşan dide.
Dewleta tirk têk diçe
Êdî nêzikbûna hilweşîna pergala dewleta tirk ji tevahî cîhanê re eşkere bûye. Rewşa hûndirîn a Tirkiyeyê ku serokê wê Erdogan hewl dide bi êrîş û gefên xwe yên li ser gelek herêman veşêre, asta kontolkirinê derbas kiriye. Tirkiye aloziyeke siyasî, dîplomasî, aborî, civakî û her wekî din dijî. Ji ber vê ew ber bi tunebûnê ve diçe. Dewleta tirk dixwaze di vê rewşê de Kurdan jî bi xwe re bikşîne. Bi taybetî jî piştî ku gelek welatan behsa naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê kirin, daxwaza zanyar, çalakvan, hiqûqnasên ji gelek welatan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Tunebûna DAIŞ`ê ku amûreke sereke ya dewleta tirk bû her wiha binketina diyalogên Tirkiyeyê yên bi Rûsya û Emerîkayê re. Heger mirov van xalan bîne ber çavan wê binketina dewleta tirk a dîrokî were xuya kirin. 
Sibê: Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) Bêrîvan Îmaîl pêvajoya siyasî dinirxîne.