Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê (2)

'Em maf û hevsengiya civakê diparêzin' Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi damezirandina pergala Rêveberiya Xweser, modela hevseroketiyê di tevahî encûmen, deste û buroyan de ket meriyetê. Jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin bi lêv dikin ku rêbaza hevseroketiyê hişmendiya civakê guhertiye.

'Em maf û hevsengiya civakê diparêzin'
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi damezirandina pergala Rêveberiya Xweser, modela hevseroketiyê di tevahî encûmen, deste û buroyan de ket meriyetê. Jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin bi lêv dikin ku rêbaza hevseroketiyê hişmendiya civakê guhertiye. 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat, gelê Rojava ji bo xwe xeta sêyemîn ango Neteweya Demokratîk hilbijart. Li ser vê bingehê di 21'ê Çileya 2014'an de yekemîn Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêma Cizîrê hat ragihandin, piştre di 27'ê Çileyê de li Kobanê û di 29'ê heman mehê de li Efrînê hat ragihandin. Modela Rêveberiya Xweser ji pergalên din cudatir û balkêştir e. Li rex ku di nava xwe de hemû pêkhate, nijad, reng, ziman, mezheb û olên herêmê hembêz dike, wekheviya zayendan jî hîmekî bingehîn ê avakirina pergal û jiyana azad, demokrat û wekhev dibîne. Ji ber vê di pergala Rêveberiya Xweser de jin û mêr li gel hev xwedî nêrîn û biryarên wekhev in. 
Cîgira Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir ku ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser ve cihê xwe di nav de digre, têkildarî modela hevseroketiyê ji ajansa me re nirxandin kir.
Jinan pêşengiya destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Emîne diyar kir ku têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re bûye sembol û wiha got: "Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve jinên Rojavayê Kurdistanê xwe berpirsyarên yekemîn dîtin û pêşengiya serkeftina şoreşê kirin. Her wiha jinên Kurd di berxwedana Kobanê de ji tevahî cîhan re asta vîn û têkoşîna jinan nîşan dan. Jinên ku di berxwedana Kobanê de cih girtin û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê şer kirin di asta navdewletî de bûn sembol."
'Em pergala xwe ji desthilatdarî û hişmendiya netew-dewletê diparêzin'
Di salên destpêkê yên ragihandina Rêveberiya Xweser de mêrên ku wekî hevserok hatin hilbijartin, bi hişmendiya serdest, zayendperest û netew-dewletê rêveberî dikirin. Emîne wiha behsa vê mijarê dike: "Bi ragihandina pergala Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, rêbaza hevseroketiyê jî ket meriyetê. Bi vê gavê re guhertin û veguhertinên ber bi çav di nava civakê de hatin çêkirin. Li ser vê bingehê bi sedan jin cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin û xebatên bi nirx didin meşandin. Destpêka bikaranîna rêbaza hevseroketiyê gelek dijwar bû. Mêran jinên li kêleka xwe kêm didîtin û dixwestin bi hişmendiya zayendperest û desthilatdar hevseroketiyê bikin. Lê em jin li dijî hişmendiya mêrên serdest derketin, me derfet neda ku di nava pergala Rêveberiya Xweser de zayendperestî ava bibe û zagonên Rêveberiya Xweser jî mafên me parastin."
Hevserokatî têkoşîna ber bi wekheviya zayendan e
Her çendî êrîş li ser pergala Rêveberiya Xweser hene jî jinên ku cihê xwe di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de digirin bi têkoşîneke xurt parastina mafên xwe dikin. Emîne Bekir der barê vê mijarê de wiha dibêje: "Rêveberiya Xweser Neteweya Demokratîk, wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê bingeh digre. Mafên hemû beşên civakê diparêze û li dijî hişmendiya netew-dewlet û zayendperest têdikoşe. Gelek jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digrin xwedî malbat û zarok in lê em li dijî tevahî astengî û zehmetiyan têdikoşin da ku em bikaribin jiyana demokrat, wekhev û azad ava bikin û mafên xwe yên birêvebirina civakê jî biparêzin."
Qediya…