Navendên bişaftin û helandinê: Saziyên perwerdeyê yên li Tirkiyê

Ji damezrandina komara Tirkiyeyê ve heta niha perwerde wekî amûreke îdeolojîk û bişavtinê hat bikaranîn. Mêjiyê zarok û ciwanan bi sêgoşeya “Yek welat, yek al, yek netew” hat tijîkirin û armanc kesên ne Tirk û ne misilman ji koka xwe qutkirin e.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê ji dema damezrandina komarê ve heta niha saziyên perwerdeyê ji bo gelê Kurd erka keleha bişavtinê lîstin. Saziyên perwerdeyê û mufredatên ku bi ferzkirina gotar û îdeolojiya “yek welat, yek netew, yek al” li mêjiyê zarok û ciwanan empozê kirine hatin teşekirin, bi taybetî di salên dawî de li gel wan “dîn” jî zêde bû û hewl didin mirovên yektîp ku lêpirsîna wan nîn e û fêm nakin ava bike.

Zarokên Kurd ên ku ji dibistana dayikê heta amedeyî rastî polîtîkaya bênasnamekirinê tên, ji aliyê 'mamosteyên dewletê' ve bi zimanê ku 'bi zorê were zanîn' bi zorê tên perwerdekirin. Zarokên Kurd ên ku nikarin 'rast' tirkî biaxivin, tên vederkirin, şermezarkirin û heta rastî tundiyê tên. Şikestina jiyana dibistanê ya zarokên Kurd ku bi vê zextê dest pê dike, di hemû pêvajoya wan de berdewam dike.

Temayên 'dewletparêz û neteweperest'

Mînakên herî eşkere yên neteweperestî û dewletparêzî yên di pergala perwerdeyê de destpêkê di pirtûkan de têgînên "welatparêzî", "hezkirina alê", "fedakarî" û "netewek bihêz" ji yek netew re ango netewe Tirk re pîrozkirin, tê dîtin. Di dersa dîrokê de ku ji dibistana seretayî heta lîseyê di mufredata perwerdeyê de cih digre, hişê zarok û ciwanan bi têgihîştina neteweperest a dîroka fermî ya ku gelên din înkar dike yan jî dike dijmin tê tijîkirin. Di pergala perwerdeyê ya li Tirkiyeyê de, çawa ku di têgihîştina dewletê de nirxên aydê Tirkbûnê tên zêdekirin û pîrozkirin, halîsulasyonek "Tirkbûnê" tê avakirin û nirxên neteweyên din an tên înkarkirin an jî şermezarkirin.

Li gorî pirtûkên dersan li Tirkiyeyê ji bilî Tirk û misilmanan tu kes najî. Temayên neteweperestî ji dersên dîrok û hunerê bigre heta dersên zanist û teknolojiyê hema bêje di hemû dersan de, tên dîtin. Mejiyê zarok û ciwanan ku di dibistanê de bi têgîn û çîrokên 'qehremaniya' Tirkan, 'hêza' dewlet û neteweya Tirk û fethên dîroka bi 'rûmet' a Osmaniyan pêk tê, bi rêzefîlmên nijadperest, dewletparêz, kontrgerîlla û mafya yên di serdema AKP'ê de li pey hev hatin kişandin re tê felckirin û jehrîkirin.

Zarokên Kurd û zarokên gelên din di nava vê pergala perwerdeyê ya ku wan înkar dike û hewl dide wan bike tirk de, tam di nava xeleka bişavtinek de dimînin û gelek ji wan travmaya kesayetiyê dijîn.

Netew zimanê dewletê ferz dike

Di pergala perwerdeyê ya ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve heta niha li ser têgihîştina yek ziman, yek netew û yek alê hatiye avakirin de jî yekane ziman Tirkî ye. Nîqaşên ku bi têkoşîna Tevgera Kurd a nêzî deh salan di rojevê de ne û ji aliyê rayedarên dewletê ve di çarçoveya mafên çandî de bi daxwaza Tirkiyeyê ya ku di sala 2002’an de bibe endamê Yekitiya Ewropayê, dest pê kirine nehatine çareserkirin. Berevajî vê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pirsgirêka Kurd weke amûreke şerê taybet a ku bi hikûmetên AKP’ê re bi armanca pêwîstiya bi dengan û dûrxistina Kurdan ji nirxên xwe dihat meşandin, hat bikaranîn.

Dibistan û kreşên Kurdî û çalakiyên çandî yên di bin banê şaredariyên HDP’ê de hatibûn vekirin, ji aliyê qeyûmên ku di salên 2016 û 2019’an de hatibûn tayînkirin ve, hatin betalkirin. AKP'a ku vê yekê dike, li aliyê din ji bo Kurdan bi Kurdî bixapîne dest bi vekirina kursên Kurdî kir. Naskirina zimanê dayikê ku mafê herî xwezayî yê her mirov û civakê ye û perwerdeya bi zimanê dayikê bi lîstikên dewlet û desthilatdariyê di ders û dibistanan de bû dersa hilbijartî lê ev yek tenê li ser kaxezê ma. Her wiha dayik, bav û xwendekarên ku dixwazin Kurdî ku jê re dersa hilbijartî tê gotin hilbijêrin, tên vederkirin.

Li gorî pisporan perwerdeya bi zimanê dayikê piştî ku zarok ji dayik dibe di navbera 0-6 saliya xwe de bi pêşketina kesayetiyê derdikeve holê. Piştî ku beşa devkî ya ziman piştî 6 saliya xwe temam dibe, beşa xwendin û nivîsandinê derbas dibe. Lê pergala heyî dibêje ku piştî dibistana seretayî perwerdeya bi zimanê dayikê wek derseke hilbijartî dikare bê girtin. Dema ku dewleta netewe zimanê fermî ferz dike, ji zarokên ku zimanê wan bi wan re daye jibîrkirin, zimanê wan wekî dersa hilbijartî dayîn wek pêşketinek nîşan dide û hem jî ji bo ev yek di pratîkê de nexebite hewl dide.

Yên ku Kurdî hilbijartibûn, derbasî dersên din hatin kirin

Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî xwezayî yê bi milyonan Kurdên li Tirkiyeyê ye. Lê Komara Tirkiyeyê ya ku li ser esasê Tirkperestiyê hatiye avakirin, li ser esasên xwe yên înkar û îmhayê israr dike. Ji bo ku li Tirkiyeyê pergala perwerdeya li gorî avahî û bîrdoziya dewletê hatiye afirandin demokratîk bibe, di sala perwerdeya 2022-2023’an de li dibistanên navîn zaravayên Kurdî yên Kirmancî û Kirmanckî wek dersên hilbijartî hatin dayîn.

Lê belê di piraniya formên dibistanan de Kurdî wek vebijark nehat pêşkêşkirin an jî ger hebe jî paşê ji formê hat derxistin. Di mufredatên, pola 5, 6, 7 û 8’an a perwerdeya mecbûrî ya Tirkî ya 12 salî de, ger xwendekar bigihîjin hejmara polê yan jî têra xwe bikin, hefteyê 2 saetan dersên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) dikarin werin dayîn. Li gorî "nexşeya dersa bijarte ya Kurdî" ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî, ji ber ku li gelek parêzgehan hejmara 10 nehate bidestxistin, Kurdî wek dersa hilbijartî di dibistanan de cihê xwe negirt. Li gorî malbatên xwendekarên ku daxwaza dersa Kurdî kirine, hin midûrên dibistanan ji ber ku dersên wan têra wan tunebû, Kurdî neda hilbijartin û li gorî ji ber nebûna mamosteyên Kurdî zimanê kesên Kurdî bijartine, derbasî dersên din hatin kirin.

Mamosteyên 'hilbijartî' hewl didin zarokên Kurd ji nasnameya wan dûr bixin

Li Kurdistanê ji bo bişavtina bilez a zarokên Kurd jî xebatên taybet hatin kirin. Bi taybetî ji bo berdewamkirina vê perwerdeyê mamosteyên 'hilbijartî' şandin herêmê. Mamosteyên bi peymanê yên lingê bişavtinê hatine hilbijartin hatin avakirin. Dema ku zarok di bin navê geştiyariya  dibistanê de ji bo parêzgehên rojava geştiyar dihatin şandin, bi hin pêkanîn re rê ji bo tunekirina hişmendiya nasnameyê pêş xistin. Di dibistanan de axaftina bi Kurdî di nav zarokan de qedexe bû. Ji zarokan re sirûdên cîhadîstan hatin vegotin. Dîsa li hin dibistanan ala Tirk li ser eniya zarokan xêz kirin û şandin malê. Ev tenê çend mînakên tiştên ku qewimîne.

Pêşnûname hatin redkirin

HDP’ê gelek caran ji bo zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin pêşnûname pêşkêşî meclisê kir lê ev pêşniyar nehatin nirxandin. HDP'ê di her firsendê de li meclisê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir, her car ev daxwaz hat redkirin û di polîtîkaya xwe ya cudakariyê de îsrar kir. Ji gelek pêşnûme û pêşniyarên HDP'ê yên ji bo mafê zimanê dayikê hatin redkirin.

Jiyana zarokên Kurd di bin xetereyê de ye

Di gelek sernavan de binpêkirinên giran ên mafan wek zarokên tên xebitandin, êrîşên zayendî, di temenê biçûk de zewacên bi darê zorê, binpêkirina mafên zarokên ku bi dayik û bavê xwe re di girtîgehê de ne tê jiyîn. Welat ji bo zarokên Kurd û bi taybetî ji bo zarokên keç bûye cihekî ku jiyana wan di bin metirsiyê de ye. Tirkiyeyê îro sînorên xwe jî derbas kir û di bin navê "operasyonên derveyî sînor" de, li ber çavên hemû cîhanê qetilkirina zarokan berdewam dike.

Li bajarên herêmê di 15 salan de di encama lêdana wesayîda zirxî de 44 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran zarokan ji ber şer zirar dîtin, ji perwerdeya xwe hatin dûrxistin an jî neçar man ku nîvco bihêlin. Ji bilî maşîneyên zirxî, bi hezaran kes bi birînên ku ji ber pevçûn, mayin û bermahiyên şer çêbûne neçar man jiyana xwe bidomînin. Di dema ku rejîma AKP-MHP’ê zarok anîn rewşa bê parastin, di dehan dosyayan de kiryar bi bêcezatiyê hatin xelatkirin.

Zarokên ku zimanê wan ne tirkî ye, bi salan e ji mafê perwerde, azadiya raman û çanda xwe bêpar mane, ji ber şerê li vê erdnîgariyê mafên herî bingehîn û bi taybetî mafê jiyanê ji van zarokan ji destê wan hat girtin. Lê malbatan dest ji daxwaza van mafan bernedan, bi biryar bûn ku bi zimanê dayikê û çanda xwe bijîn.

Xwebawerî û serkeftin

Ji bilî pergala perwerdeyê ya li Tirkiyeyê û mufredata li dibistanan zarokên Kurd dibişivîne, wan ji nirxên wan dûr dixe, qeyranên nasnameyê û travmayan jî çêdike, ev yek jî li gorî pîvana pergalê bandorê li serkeftina wan a di nava vê pergalê de dike.

Li gorî pisporan perwerdeya bi zimanê dayike di serî de bandorê li xwebaweriya zarokan û helbet serkeftina wan dike. Perwerdeya bi zimanê dayikê ku wek zimanê mirov bikaribe xwe herî baş xwe bi lêv bike û ji dayik û bavên xwe hîn bûye tê pênasekirin, di salên pêş de jî serkeftina zarokan zêde dike. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin baştir xwe îfade dikin. Li aliyê din tê diyarkirin ku xwendekarên bi zimanê xwe yê dayike perwerde dibînin di saziyên xwendina bilind de cih digrin.

Kîjan welat çawa perwerdeya bi zimanê dayikê dide?

Almanya

Li Almanyayê nêzîkatiya perwerdeya duzimanî tê qebûlkirin. Hin dewlet ji dibistana seretayî dest pê dikin her hefte 3 heta 5 saetan dersên mecbûrî yên zimanê dayike didin. Ji sala yekem a perwerdeya navîn ve modelên "perwerdeya zimanî ya nehatiye beranberî hev" hatin pêşxistin.

Çîn

Li welat gelek komên etnîkî yên cuda hene. Nêzî 140 zimanên cuda tên axaftin. Di sala 1984’an de “Qanûna Xweseriya Herêmî ya Kêm Netewan” hat derxistin. Bi vê qanûnê re hat gotin ku divê xweseriya herêmê, zimanê herêmê bê parastin û pêşxistin. Herêmên xweser xwedî wê hêzê ne ku li ser zimanê perwerdeyê li wê herêmê biryarê bidin û xwendekarên kêmar ji bilî zimanê xwe yê zikmakî divê fêrî zimanê çînî jî bibin.

Bolîvya

Di sala 1994’an de li Bolîvyayê reformeke perwerdehiyê ya nû hat pêkanîn. Di vî warî de ji bilî spanî, 30 zimanên xwecî yên Bolîvyayê hem wekî dersên ziman hem jî wekî zimanên hînkirinê li hemû dibistanan tên bikaranîn.

Swîsre

Zimanên fermî û neteweyî yên welat Almanî, Fransî û Îtalî ne. Hin kanton yek zimanek bikar tînin, lê hin kanton ji yek zimanî zêdetir bikar tînin. Li gorî qanûna bingehîn a Swîsreyê, herêm li gorî zimanan hatine dabeşkirin, ziman xwedî statuya wekhev in û zimanên kêmneteweyan tên parastin.

Swêd

Swêd di mijara ziman de sala 1976’an reform kir. Reform zarokên koçber mecbûr dike ku beşdarî pergala perwerdeya Swêdê bibin. Lêbelê mafê xwendekaran heye ku bixwazin zimanê xwe hîn bibin. Armanca hînkirina zimanê dayike ew e ku bi awayekî aktîf ango bi devkî û bi nivîskî, duzimanî ji zarokan re peyda bike. Pergala perwerdehiyê ya Swêdî zimanê ku li malê tê axaftin di perwerdehiyê de wekî zimanê derbasdar qebûl dike û ji şaredariyan re neçarî ferz dike ku dema komek herî kêm ji 5 kesan pêk tê perwerdehiya zimanê dayikê bidin.

Fransa

Li Fransayê dibistanên pirzimanî ne. Zimanên hindikahiyên li welat jî di dibistanên taybet û giştî de tên hîn kirin. Ji dibistanên dayikê destpê dike ku mirov zimanên hindikahiyan bide xwendekarên ku li dibistanên taybet dixwazin. Mînak li herêmên Bask û Alsace-Moselê dibistanên dayik û dibistanên seretayî dikarin bi tevahî di zimanên Bask an jî Alsace de perwerdehiya xwe bidin.

Belçîka

Belçîka ku welatekî federatîf e, sê zimanên fermî hene; Fransî, Flamanî (Felemenkçe) û Almanî. Her sê civak (Flemanya, Valonya û Bruksel) bi taybetî di warê perwerde û çandê de bi tevahî biryarên xwe ev bi xwe didin. Li dibistanên Brukselê ji bo kesên Fransî diaxivîn Flamanca û ji bo kesên Flamanca diaxivîn fêrbûna Fransî neçarî ye.