Jinên hekîm ên dest bi şifa II

Elizabeth Black Ell û Florence Nightingele Ji serdemên despêkê ji bo derman kirina nexweşiyan dîtinên zanyarî yên dermanan û rêbazên tedawiyan carcara ji destê jinan hatibe girtin jî tu caran dest ji vê rêwîtiya zanistiyê bernedan. Rûxmê zorî, zahmetî û bê derfetiyan jî pir jinên hekîm navê xwe li dîroka tibê bi tîpên zerîn nivîsandin û îro jî hîna wek rêber rê nîşander hene.

Elizabeth Black Ell û Florence Nightingele

Ji serdemên despêkê ji bo derman kirina nexweşiyan dîtinên zanyarî yên dermanan û rêbazên tedawiyan carcara ji destê jinan hatibe girtin jî tu caran dest ji vê rêwîtiya zanistiyê bernedan.Rûxmê zorî, zahmetî û bê derfetiyan jî pir jinên hekîm navê xwe li dîroka tibê bi tîpên zerîn nivîsandin û îro jî hîna wek rêber rê nîşander hene.
Navenda Nûçeyan - Yek ji van jî Elizabeth Black Well e. Di cîhanê de bijişka jin a yekemîn ku wek mezûna zanîngeha Tibê xwediyê destura bijişkiyê ye. Elizabeth di 3’ê Sibata 1820 de ji dayik bûye. Salên jiyana xwe ya despekê li Britanya derbas kiriye. Ji ber di temenê biçuk de bavê xwe winda kiriye zaroktiya wê di şert û mercên zahmet de derbas bûye. Ji sedema ku hevalê wê ya zaroktiyê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest daye berê xwe daye bijişkiyê. Hevalê wê di nameya xwe de gotiye; ‘Ger bijişkeke jin hebûya, hinek pirsgirekên xwe dê bihêsanî gotiba û bi vî awayî wê hîn kêmtir êş kişandiba.’ Ji niha û pêde ji mirovahiye re bi taybet jî ji jinan re bi gotina ezê xizmet bikim serî li hinek cihên wek Newyork  dabe jî nexwestin qebûl bikin. Piştre serî li zaningeha herî biçuk a Newyorkê ya bi navê ceneva da. 
Şagirtên xwe yê ku difikirî wê bersîvên neyinî bidin mafê axaftinê da. Di civînên hevbeş ên şagirtên mêr de biryarên ku derketin bi vî şewazî bûn; ‘Yek ji rêgezên herî girîng ê rêveberiya komarê, ji her du cinsan re di hemû şaxên zanistê de derfetên perwerdeya gerdûnî ava kirin e. Daxwaza Elizabeth Blacwell ku dixwaze tevlî pola me bibe bi yekdengî û bi kefxweşî em qebûl dikin û jê re vexwendina xwe radigihînin. Piştî ku tevlî me bû ji bo vê biryara dayî ji tu bûyerên poşmanbûnê re emê fersendê nedin.’
Elizabeth dest bi dibistanê kir û piştî salekê di betlaneya havînê de xwe di nava şewba tîfo ya di Philadelphia tedawî dikir de dît. Di 20’ê Çileya sala 1849’an de diplomaya xwe girt û mewzûn bû. Jinek bi navê Maniz Zek ya ji Polonya li Newyork nexweşxaneya nexweşiyên jin û zaroka saz dike. Di sala 1874’an de li Londra li ser beşa jinekolojî ya nû hatî vekirin û şagirtên keç qebûl dikir disekine û di xizmetê de îspat kir ku jin jî dikarin vî karî ser bixin. 
Florence Nightingele
Florence Nightingele jî di qada tibbê de hebûna jinan diyar kir. 12’ê Gulana 1820’an li bajarê Florenca yê Îtalya yê dayik bûye. Malbata wê navê bajarê wê lê kirin. Di temenê zaroktî de kesek a ji alîkariya derdora xwe hez dikir, dema ku bi zarokan re dileyîst wana wek nexweş di hesiband û dixwest baş bike. Di temenê wê yê ciwantî de jî ev rewş neguherî. Weke xwişkên wê ango hevalên wê xwe xemilandin û lîstin ne li gorî wê bû. Ji ber bavê wê ew baş perwerde kiribû zimanê yûnanî, latînî, almanî û îtalî dizanî. Di mijarên wek dîrok, bîrkarî û felsefê de bi zanebûn hatiye mezin kirin. Herçendî di xwest alîkariya mirovan bike û ji bo wê li nexweşan binêre, di wan salan de yên ku li nexweşan meyze dikirin bi çaveke baş lê ne dihatin temaşekirin. 
Nexweşxane di nava qirêjê de bûn û yên ku li nexweşan meyze dikirin bê perwerde bûn. Lewra malbata wê jî nêrîna wê ya ku li nexweşanê binêre qebûl nekirin û li dijî wê derketin. Florans bi biryar bû karê di zarokatiyê de jê heskiriye bidomîne. Despêkê bi nexweşxaneyan gerandinê re rewşa nexweşan, pêdiviyên wan û pêwîste çawa nexweşxane werin sazkirin agahî kom kir. Di wê demê de leşkerên Ingiliz tevlî şerê Kirim ê bû bûn û birîndar jî ji ber nebaldariyê jiyana xwe ji dest didan,  ev wek agahî li Londra di geriya. Çawa van nûçeyan bihîst ji bo dermankirina birîndaran berê xwe da Kirim ê. 
Xelata dermankirina birîndaran girt 
Hukumeta Ingiliz wê weke seroka hemşîreyên biçin qada şer erkdar kir. Bi hevalên xwe yên hemşîre re di sala 1844’an de li Baregeha Selimiyeyê ya navçeya Uskudar a Stanbolê dest bi kar kir. Wê rojê 500 leşkerên Ingilîz anîn nexweşxane yê. Bi hemşîreyên din re birîndar derman kirin û nexweşxane rêkûpêk kirin. Dema ku ji nexweşan re ji bo şîfa belav bike di pirpitî herkesê bi navê jina bi lamba banî dikirinê. Hema hema tevahiya rojê bi lambaya di destê xwe de di korîdora nexweşxaneyê ya sar û tarî de ronahî belav dikir. Ji aliyê keybanû Victorya ve bi madalyayê hate xelat kirin û ev xelat kirin yekemîn car ji bo ku jinek Ingiliz ji aliyê keybanûyê ve tê xelat kirin e. Pereyên ku wek xelat jêre hate dayîn ji bo hemşîreyan cîhê lê mayinê vekir. Nêzîkatiya nû a zanistî ku ji meyze kirina nexweşan re anî bû sazkarê hemşîretiyê ye. Îro li gelek cihên cîhanê dibistan û qadên tenduristiyê bi navê wê hatine vekirin hene. Li Stanbolê di sala 1958’an de dibistana bilind ya Florance hatiye vekirin.
Di 13’ê Tebaxa 1910’an de jiyana xwe ji dest daye. Di roja me ya îro de rojbûna wê 12’ê Gulanê di tevahiya cîhanê de wek heftiya hemşîreyan hatiyê qebûl kirin.
Sibê: Hemşire û nivîskar Lavinia Lloyd Dock.