Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (5)

‘Cemedaniya stuyan kirin kelepçeya destan’ Sebriye Ehmed Kerîm a bi du zarokên xwe ve ji nava qafileyên mirinê yên Enfal ê maye got: “Hevjînê min û 9 xizmên me birin û carekdin me ji wan agahî negirt. Her kes dibirin, tenê em jinên xwedî zarok mabûn. Me jî xwe bi ser zarokên xwe de digirt ji bo em bikarin wan biparêzin.”

Cemedaniya stuyan kirin kelepçeya destan’
Sebriye Ehmed Kerîm a bi du zarokên xwe ve ji nava qafileyên mirinê yên Enfal ê maye got: “Hevjînê min û 9 xizmên me birin û carekdin me ji wan agahî negirt. Her kes dibirin, tenê em jinên xwedî zarok mabûn. Me jî xwe bi ser zarokên xwe de digirt ji bo em bikarin wan biparêzin.” 
Silêmanî - Operasyonêm Enfal ê bi pilana komkujiyên mezin û tinekirinê despêkirin, bi bejahî û hewayî domand. Ev tevgera qirkirinê, ku amadekariyên wê ji sala 1986'an destpê kir, di navbera mehên sibat û îlona 1988'an de derket asta herî bilind û veguherî operasyonên wehşetê. Ji bomberdûmanên hewayî, bi karanîna çekên kîmyayî, xerakirina cih û waran, koçberiya bidarê zorê, li kampên mirinê komkirina mirovan, înfazên komî, mangayên îdamê, heya windakirina keçên ciwan û li welatên ereban firotina wan gelek bûyerên dermirovî kirin. Van kiriyaran birînên kur di bîra zarok û jinên ji karesatan mane de vekirin. Ji jinên dema Enfal ê bi zarokên xwe re li kampên rejîmê mayî Sebriye Ehmed Kerîm diyar kir ku ew terkî mirinê hatin kirin, lê bi înad nemirin.  
Sebriye da zanîn ku ew ji malên wan derxistin bi şêweyê qafîle dan hev û birin kampan û wiha domand: “Ez û du zarokên min jî xistin nava qafileyekê û birin. Di rê de bavê zarokan û 9 xizmên me birin. Zarok li peyî bavê xwe giriyan, li wan guhdarî nekirin bavê wan birin. Ez bi du zarokan ve di nava qafilê de mam, dê çî bê serê min û zarokan nediyarbû. Ji xwe derdora me hemû leşkerbûn, me nedikarî bilivin. Her dema diketin nava qafîlê û hinek dibirin, min xwe bi her du zarokên xwe de dida ji bo tiştek bi wan neyê. Wekedin tiştek ne ji destê min ne jî ji destê jinên derdora min nedihat. Tenê weke çêlikên miruşkê me parastina zarokên xwe dikir.”
‘Despêkê yên temenê wan ser 40’ê re birin’
Sebriye destnîşan kir ku cemedaniyên ciwanan kirin kelepçe pê destê wan girêdan û birin û wiha pêde çu: “Yên temenê wan ser 40 salî re hemû ji me veqetandin û birin. Paşê em hînbûn ku ew hemû kuştine û di gorên komî de veşartine. Piştî ku mirovên temen mezin qedandin vêcarê jî li ciwanan vegeriyan, hemû ciwanên destê wan çekê bigirin bi cemedaniyên situyê wan ew kelepçe kirin û birin. Ciwanên birin hemû biçek kirin û dinava leşkerên xwe de bicîh kirin. Bi salan Kifrî û Xaneqîn ji ciwanên kurdan re kiribûn îşkencexane. Hema kî li gorî daxwaza wan nebûya an înfaz an jî îşkenceyên giranbû. Wê demê hevjînê min jî li gel 9 xizmên me birin û me carekdin agahî ji wan negirt.”  
‘Di nava destên leşkeran de hewara keçên ciwan’
Sebriye hewara keçên ciwan dinava destên leşkeran de jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Ji hev kirin hê berdewam bû, di rêyên mirinê de weke gurê têkeve nava keriyek pez li me dikirin. Kîjan kêliyê dora kê ji me ye nediyarbû. Mirovên temen mezin birin, zarokên lawik jî birin, niha jî dor hatibû keçên ciwan. Bi pilan dikirin, despêkê mirovên temen mezin birin paşê jî ciwan, ji ber dizanin dinava civaka me de hesasiyet li hemberî jinên ciwan hene ji bo wê jî dawiyê li wan vegeriyan. Em jinên xwedî zarok man, me jî xwe bi zarokên xwe de girtin û parastina wan dikir, wekedin tiştek ji me nedihat. Me nedikarî wan keçên xwe yên weke avê zelal û delal biparêzin. Hewar, hewara wan bû dinava destên leşkeran de. Bi keziyên wan ên hunandî digirtin û ew bi erdê ve kar dikirin. Hîna hewara wan nazenînan li ber guhê mine. Ew birin û weke yên dinê me agahî ji wan jî negirt. Paşê em hînbûn ku birin li welatên ereban firotin.” 
‘Me jinên xwedî zarok hêz dida hev’
Sebriye bilêv kir ku piştî ji destê rejîmê rizgarbûn bi çend jinên weke wê xwedî zarok re xebitiye û wiha dom kir: “Ji xwe tenê jinên weke min xwedî zarok, li ser zarokên xwe mabûn wekedin kes tinebûn. Rejîmê em berî çolan dan, bê xwedî û bê ku tiştek me hebe. Her çend jinan me xwe dida hev û bi hev re karek dikir ji bo em bikarin zarokên xwe bidin jiyîn. Ji bo em bixebitin divê em xwe bidin hev malekê bigirin zarokên xwe têde bicîh bikin û wiha bixeibitin. Ji ber ti belgeyek fermî bi me nebû, kesê mal nedida me. Navê me jî tinebû, kesê qîma xwe bi me nedanî. Bi zorî me malek girt û zarokên xwe xistin têde. Em vêcarê jî li dergetên kar geriyan, dawiyê me ew jî peyîda kir û em xebitîn. Bi zoriyên gelek  mezin heya van rojan hatim. Ya herî zêde hêz daye min jî jinên weke min xwedî zarok bûn. Bê ku tiştek me hebe, bi zoriyên mezin me xwe li hev girt û zarokên xwe xwedî dikir.”
Sibê: Endama Serkirdeya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ê Taban Germiyanî ku di enfalê de 7 xuşk û birayê xwe winda kiriye û bi xwe jî tez li ser enfalê amadekiriye bûyerên bi serê wê û malbata wê hatî û xebatên xwe yên li ser Enfalê dinirxîne.