Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (4)
Cîhaneke zindî ya jinê: 'Compañerayên Zapatista nê Ji sala 1994'an vir ve li parzemîna Chiapas a Meksîkayê projeya wekheviya mafê jinan a Zapatista tê dîtin. Jinên Zapatistayê ku mafê jinan bi nîqaşan didin jiyîn, digotin: "Tişta em lê digerin, bi awayekê ji nû ve çêkirina mirovane. Ya ku em dixwazin biguherin eve. Daxwaza ne cîhanek dine. Têkoşîna ku jin, zilam û em hemû parçeyek ji wê ne eve. Em naxwazin tiştekî ku zîhniyeta dîrokî bimeşîne ava bikin.
Cîhaneke zindî ya jinê: 'Compañerayên Zapatista nê
Ji sala 1994'an vir ve li parzemîna Chiapas a Meksîkayê projeya wekheviya mafê jinan a Zapatista tê dîtin. Jinên Zapatistayê ku mafê jinan bi nîqaşan didin jiyîn, digotin: "Tişta em lê digerin, bi awayekê ji nû ve çêkirina mirovane. Ya ku em dixwazin biguherin eve. Daxwaza ne cîhanek dine. Têkoşîna ku jin, zilam û em hemû parçeyek ji wê ne eve. Em naxwazin tiştekî ku zîhniyeta dîrokî bimeşîne ava bikin.
Navenda Nûçeyan - Bi vê dosyayê re em ji mînakên ku me lêkolîn kirin û derketin rê, me dît ku zîhniyeta bavikasalarî ya ku tehemûlî serkeftina jinan a li pişt barîkatan nakin bi qetlîam û polîtîkayên helandinê êrîş kirine. Mînaka herî berbiçav a ku van polîtîkayan ne karîne ser bikevin li çiyayên parzamîna Chiapas a Meksîkaye ye. Jinên ciwan ên ku berî 20 salan ji aliyê leşkeran ve ji axa wan hatin durxistin, îro bû 'Compañera' (Hevalên Jin) ku bi kolektîgfiya jinan a ku Qanûnên Jinên Şoreşger nîqaş dikin û didin jiyîn.
1'ê Çileya 1994'an: Raperîna Zapatista destpê dike
Kesên ku li wesayîtên zirxî siwar bûn, ji prazemînekê hatin û difikirîn Karavela fetih bikin, ger gavekê hizirîbin ku "girtine" xwe xapandine. Çi wateya agahdariyên li ser kaxezan hatine nivîsîn heye ji bo dayikên ku xwendin û nivîsandinê nizanin? Di sala 1980'an de li gundên Tzotzil, Tzetzal, Chol û gelên din ên herêmî yên parzemîna Chiapas a Meksîkayê bi rêxistin kirin. Di sala 1994'an de Artêşa Azadiya Navneteweyî ya
Zapatista (EZLN) hat îlankirin.
Îlana artêşê, di dema Peymana Ticareta Serbest a Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ku dixwest polîtîkayên neorîberal bîne Meksîkayê de pêk hat. Di 1'ê Çileya 1994'an de EZLN li hemberî NAFTA ku polîtîkayên xwe li ser gelê feqîr ê Meksîkayê ferz bikin raperîn da destpê kirin û li parzemîna Chiapasê gelek bajar bi dest xistin. Di 12 rojan de li ser peymana agirbestê li hev hatin lê leşkerên Meksîkayê di sala 1995'an de agirbest binpê kirin û carekdin êrîş kirin. 20 salên ku bi aştî, yan jî bi binpêkirina aştiyê ya dewletê derbas bûn, di çiyayan de afirandina jiyanek nû ji bo jinan bû firsendek.
Çalakiya jinan a bêxwîn a leşkerî: Bajarê San Cristóbal
Çalakiya leşkerî ya herî bi nav û deng a Zapatistayan, ji aliyê jinên fermandar ve li bajarê San Cristóbal pêk hat. Çalakiya ku bi her awayî hat plankirin bêyî ku dilopek xwîn were rijandin bi ser ket.
Avakarên çalakiyê Fermandar Ana María û Fermandar Ramona, şervanên yekemîn bûn ku bi hespan ketin bajarê San Cristóbala yê. Fermandar Ana María ku çalakiya San Cristóbala ji rojnameger Matilde Pérez û Laura Castellanos re dibêje, diyar dike ku pişti çalakiya wan ji aliyê fermandaran ve tê qebûlkirin wan dest bi planên çalakiyê kirine û wiha dibêje: "Hemû şervanan dizanîn ku dê nokteya xwe çawa bigirin û çi bikin. Fermandaran jî ew peywirên hatine dayîn ji bo werin bicih anîn kontrol dikirin. Dema me êrîşî San Cristóbalê kir, hinek ji bo barîkatan ava bikin hatin hilbijartin û hinekan jî li hemberî leşkerên ku dixwestin bikevin barîkatin kemîn danîn. Hinekan ketin û derketina San Cristóbalê teqwiye kirin, hinek jî ji bo êrîşî avahiya şaredariyê bikin hatin hilbijartin. Berpirsyariyên ku hemû yekîne pêk bînin hebûn û fermandariyê hemû tişt koordîne dikir."
'Karê jinan rêxistin kirin û pirtûk xwendine'
Ana María wiha behsa jiyana komunal a jinan ya li herêma Zapatistayê dike: "Têkoşîna me ne tenê bi çekan bû. Karê jinên li bajarokê dijiyan, ji bo jiyanek komunal rêxistinkirin, ders xebitîn û ji pirtûkan zanist hînbûn bû. Bi dabîn kirina xwarinê piştgirî didan artêşa EZLN a ku li çiyayan bûn." Her wiha bi însiyatîfa jinan li herêma Zaptistayê alkol ku dibû sedema tundiyê hat qedexekirin.
'Çima zilam cilan neşûn?'
Ana María diyar kir ku di wê demê de têgeha "karê jinê ye" êdî bê wate bû û wiha pêde çû: "Her tişt bi awayekî wekhev dihat kirin li vir cudahî tune ye. Rojekê dora xwarin amadekirinê ya zilaman bû, rojekê dora jinan bû, roja din herduyan bi hev re çêdikirin. Ger pêwîstî pê heba zilaman jî cil dişûştin."
Li bajaran jin di atolyeyên çek, cilên leşkerî û cilan de dixebitîn, jinên li gundan jî di karên bostan û zeviyan de dixebitîn. Li gundên ku jiyan, cotkarî û hilberîn bi awayekî komunal bûn ger hilberîna zêde hebaya gundiyan difirotin cihên din û ji bo sewalên xwe dikirîn. Dema pêwîstî ji derve hebana sewalên ku ayîdê komunê ne dihatin firotin û pêwîstî dihatin dabînkirin. Jinên ku dikarîn biryara perwerdeyên xwe bigirin, bi heman şêweyî ji bo pêwîstiyên xwe bicih bînin kolektîfên cuda ên zevî û sewalan birêve dibirin. Axa Zapatistayê ji 5 perçeyên wekî Morelia, La Garrucha, La Realidad, Oventik û Roberto Barrios pêk dihat. 40 şaredariyên ku xebatkarên wê piranî jin bûn, pêwîstiyên navendên tendirûstiyên ku ji xwezayê sûd digirtin û dibistanên ku mirovên di her temenî de dikarin lê bixwînin bicih danîn hebûn.
Misogerkirina mafê jinan: Qanûna Jinên Şoreşger
Beriya îlana sala 1994'an, Zapatistanan 4 mehan li gund, bajarok û taxên ku xebatên rêxistin kirinê lê meşandin, meclis hatin avakirin û fermandarên EZLN'ê Ramona û Susana di van meclisan de cihê xwe girtin. Aramnc ew bû ku qanûnek jinan a ku hemû gel di heman fikrî de bin bê avakirin bû. Qanûna Jinên Şoreşger û ji 10 madeyan pêk dihat û bi hevkariya jinan hat amade kirin di sala 1993'an de hat temamkirin. Ev qanûn ligel qanûnên şoreşger ên Zapatistan di 1'ê Çileya 1994'an de hat îlankirin. Lê bi wê rojê re bi dawî nebû. Ji bo li hemû herêman qanûnên şoreşgerî bên bicihanîn, guhertin bi awayekî baş bên pêkanîn nîqaş dihatin meşandin. Di pirtûkên "Li gorî Zapatistan Azadî" de, di cîlda bi navê "Di Hikûmeta Xweser de Tevlibûna Jinan" de nîqaşên ku der barê jinan de hatine kirin tê dîtin.
Hinek notên Sylvia Marcos ku li herêma Zapatisatanê der barê Qanûna Jinên Şoreşger de komkirine wihane:
* Hemû jin bêyî ku li nijad, bawer, reng û girêdana wan a polîtîk bê nêrin li gorî daxwaz û kapasîteya xwe xwedî mafê tevlibûna têkoşînê bûn.
Ji herêma Oventîkê: "Serkeftinên me ne ji sedan sed bûn. Havalên jin, li herêmê koodînasyona perwerdê û tendirûstiyê girtin ser milê xwe. Dema ev qanûn hat çêkirin, daxwaza jinan ne ew bû ku kar, ferman dana zilam û li ser wan serdestî dana meşandin bû. Em naxwazin tiştekî wekî sertestiya ku dîrok didomîne biafirînin."
* Jin xwedî mafê xebat û girtina pereyekî adîlane ne.
Ji herêma La Garrucha: "Mafê jinan ê bi zilaman re heman pereyî bigirin heye, ji ber ku em ji heman xwînê tên. Lê li vir di nava rêxistinê de jin be jî zilam be jî pere nayê girtin."
Li herêma Ovetikê: "Ji bilî jinên ku ji bo rêxistinê diçin bajaran tu kes pere nagire."
* Jin xwedî mafê ku dê çend zarokan bînin û berê xwe bidin çend zarokanin.
Ji herêma La Garrucha: "Wekî jin mafê me yê ku em di mala xwe de çawa bijîn, çend zaroka çêbikin û berê xwe bidin çend zarokan bi hevjînê xwe re biryar bigirin heye. Mafê me yê ku em kêm yan jî gelek zarokan bînin û rêz ji fikrên me re bê girtin heye. Em dixwazin ku di herêma me ya xweser de rêz ji mafên me re bê girtin."
* Jin xwedî mafê tevli geşedanên civakî bibin, bi awayekî azad bi rêyên demokratîk bên hilbijartin û mûçeyan bigirtin.
Ji herêma La Garrucha: "Em jin wekî zilaman xwedî heman mafanin. Em xwedî mafê ku dê kîjan biryarên li gundan hatine girtin birêvebibinin, ji ber ku êdî em dikarin bibin nûnerên tendirûstî, hilberîn û perwerdeyan."
* Jin û zarok xwedî mafê tendirûstî û lênêrîna taybetin.
Ji herêma Roberto Barrios: "Di vê xalê de em dibînin ku li gelek cihan navendên tendirûstiyê hene. Li cihên ku navendên tendirûstiyê hene jin bitendirûstin û ji bo lênêrîna zarokan derfet dibînin. Li cihên din jin bi piştgirên tendirûstiyê re diçin navendên tendirûstiyê, ji ber vê divê ev were ava kirin. Li herêmê ji bo xwedîtiya me xwarina me ne dure. Divê em der barê kevneşopiyên dayikên xwe ku çawa xwe xwedî dikirin de lêkolînan bikin û bizanin çi dixwarin."
* Jin xwedî mafê perwerdeyê ne.
Ji herêma Roberto Barrios: "Li herêma me ji bo jin neçin dibistanê nîqaş hatin meşandin. Dema ji jinên pîr hat pirsîn gotin ku ji ber dayik û bavê wan ew ne şandine dibistanê ne xwendine. Ger xwendin û nivîsandin nizanin ne sûcê wan e, me ferq kir ku ne sûcê dayikên wan e jî. Ji ber ku sermayedaran bi wan dabû bawerkirin ku ger zarok jin be bê nirxe. Me dît ku ne sûcê dayik û bavane. Yê ku ev bawerî daye wan ew sûcdarin."
* Jin xwedî mafê ku hevjînê xwe hilbijêrinin û ne mecbûrî zewicînê ne.
Ji herêma Roberto Barrios: "Wekî em îro jî dibînin mafê jinan ê dê bi kêre bizewicin ew bi xwe hilbijarên heye. Lê fikrên jinên pîr ên ku dixwazin rêz nîşanî kevneşopiyên xwe bidin jî hene. Ji ber vê hîna jinên ciwan ên ku nikarin bi xwe hevjînê xwe hilbijêrin hene lê dema têkoşîna şoreşê bê hizirîn divê ev maf bê bikaranîn."
* Ne xizmên wan ne jî kesên biyanî nikarin li ser jinan tundiyê bimeşînin. Kesên ku teşebusên taciz û tecawizê jî bikin dê bi awayekî tund bên cezakirin.
Ji herema Roberto Barrios: "Ji ber ku li gundên me hîna bûyerên wiha tên jiyîn û di mejiyan de bûye hînbûnekî nebaş. Hîna gotinên; 'Ez ji te bihêztirim rêz nîşanî min bide' di gundên me de hene. Hinek kesên ku dinava me de mane gotinên me fam dikin lê hinek hevalên me yên zilam fam nakin."
* Jin bi rêxistinê re dikarin pêşengiyê bikin û dikarin di nava hêzên şoreşger ên bi çek de bibin xwedî rutbe.
Ji herêma Morelia: "di herêma me de jin di tendirûstî, perwerde û hilberînê de xwedî gotinin. Jinên ku ji kar baş fam dikin hene lê di xebatan de astengiyên ku em rûbirû dimînin jî hene. Ji bo em xebatên xwe berfireh bikin derdikevin qadan."
* Jin dê bibin xwedî hemû maf û binbartiyên ku ji aliyê qanûnên şoreşgerî û nûnertiyan ve hatine dayîn.
Ji herêma Oventik: "Tişta ku em lêdigerin ew e ku mirovahî bi awayekê ji nûve bê çêkirin. Tişta ku em dixwazin biguherin ev e. Daxwaza me cîhanek dine. Ev têkoşîneke ku em jin, zilam û hemû kes parçeye ji wê ne. Ji ber ku ev ne tenê têkoşîna jin û zilama ne. Em jin dizanin ku kê ew Qanûnên Şoreşgerî ava kirine. Pêwîst bû ku yek ji me re têbikoşe û yekê em parastin. Jina ku ji bo me têkoşiya kî bû? Fermandar Ramona. Ji bo me wê têkoşîn meşand."
Sibe: Di herikîna dîrokê de barîkat û ruhê serhildêr ê jinan