Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (6)

Jinên Afgan ên ku ji domandina têkoşîna xwe ya li dijî Talîbanê gav paşde neavêtin, kêliyekê jî ala azadiyê ji destê xwe bernedan.

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Amerîkayê di 7’ê Cotmeha sala 2001’ê de bi 45 welatên din ên bi hêz re, di bin navê têkoşîna li dijî terorê û dayîna mafên jinan de êrîşî Afganistanê kir. Ji 7’ê Cotmeha 2001’ê heta 15’ê Tebaxa 2021’ê hikûmeta dîktatorî ya Amerîkayê li Afganistanê welat veguherand welatê herî gendelî, bê ewle û dijminê jinan ê cîhanê. Armanca Amerîka û hevalbendên wê bi dagirkirina Afganistanê ne ew bû ku aştî, aramî û mafên jinan ji Afganan re mayînde bike, berjewendiyên wan ên siyasî, stratejî û aborî li pêş bûn.

Statîstîkên sûc zêde dibe

Di van salan de li hemû deverên Afganistanê di navbera Talîban û hêzên hikûmetê de şer derket. Amarên fermî ku ji aliyê hikûmetê bi xwe ve hatine ragihandin nîşan didin ku her roj zêdetirî dused leşkerên Afganî hatine kuştin. Hejmarek mezin ji navçe û gundên Afganistanê di destên Talîbanê de bûn. Roj bi roj statîstîkên xizanî, betalî, êrîşên xwekujî, kuştin, kuştina jinan, şîdeta nava malê, kuştinên bi hinceta namûsê, tecawiz, recimkirin û bi sedan sûcên din di civakê de zêde dibin.

Malali Joya

Bi hilweşandina hikûmeta Talîbanê û avakirina hikûmeteke nû bi piştgiriya Amerîkayê, Loya Jîrka (desteya şêwirmendiya eşîran) ji bo amadekirin û pesendkirina destûreke nû ya welat hat avakirin. Piraniya kesên ku beşdarî vê encumenê bûne, serokên komên sereke yên Afganistanê bûn ku beşdarî şerê navxweyî yê salên 1989-1992’yan bûne û tawanên şer kirine. Jin jî beşdarî meclisê bûn, di navbera wan de jina bi navê Malalî Joya ya ji parêzgeha Fereh hebû. Malalî Joya axaftinek kurt kir lê bandorek mezin çêkir, rewşa bêdengî û tirsa li hemberî tawankaran şikand, wan wek sûcdarên şer wesif kir û daxwaza dadgehkirina wan kir. Piştî wê rojê Malalî Joya bû sembola wêrekiyê û di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de xebatên giranbuha kir.

Li parlementoyê têkoşîn dom kir

Di sala 2005’an de Malalî Joya wekî nûnerê malbata Fereh ket Parlamentoya Afganistanê. Li wir jî bêdeng nema û têkoşîna xwe berdewam kir û Parlamentoya Afganistanê weke “dirêj” bi nav kir û ev yek bû sedem ku tîma Îxwan wê ji parlamentoyê derbixe.

Ket senatoya Afganistanê

Belqîs Rewşen nûnera gelê Afganistanê ya parêzgeha Fereh bû li parlamentoyê. Di gera tûra hilbijartinên encumenên parêzgehê de hat hilbijartin ji bo Encumena Fereh û ji ber gelek xizmetguzariyên ku wê pêşkêşî xelkê wê herêmê bi taybetî xelkê gundên dûrî bajaran kiribû, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinan berendam bû. Ew di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi israr û piştgiriya xelkê xwecihî bi ser ket û bi piraniya dengan gihîşt Senatoya Afganistanê.

Bû dengê gel

Di sala 1992’an de dema ku hikûmeta Afganistanê bi serokatiya Kerzayî 2500 nûnerên xwe vexwendibûn ji bo gotûbêjkirina îmzekirina peymana ewlehiyê di navbera Afganistan û Amerîkayê de, Belqîs Rewşan yekane jin e ku li dijî îmzekirina vê peymanê bû.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2017`an de, Belqîs Rewşen berbijarê parlamentoyê ya herêma Ferehê bû, bû dengê xelkê welatê xwe û bi bikaranîna parlamento û platformên ragihandinê dengê xwe li dijî her cure neheqiyê bilind kir.

Dilê gel qezenc kir

Di sala 1999’an de Loya Jîrka li Kabulê civînek li dar xist û 5 hezar endamên Talîban ji girtîgehê derxist. Belqîs Rewşen ku beşdarî vê civînê bû, dirûşma xwe ya "Fîdye dayîna Talîbanên hov xiyanetek neteweyî ye” berz kir, ji aliyê polîseke jin a Xanê ve rastî êrîşeke çekdarî hat. Her çend Belqîs Rewşen nûnera gelê Ferît di meclisê de bû jî bîr û rayên wê her dem rast bûn û ji ber vê sedemê di dilê gelê Afganistanê de cih girtibû, gel her dem jê re rêz digirt.

Ala azadiyê danexistin

Sîlî Xefar berdevka "Partiya Yekitiya Afganistanê" bi çalakiyên xwe bû dengê gelê Afganistanê û her dem sûcdar û gendeliyan eşkere dikir. Piştî vegera Talîbanê jiyana gel guherî, jinên Afganî li seranserê welat xwepêşandan kirin, her çend bi tundiya Talîbanê re rû bi rû man jî ala azadiyê danexistin.