Jinên Îranî di dîrokê de berxwedanên mezin nîşan dan (13)

Di cîhana wêjeyê de jinên Îranî

Ji Cariya Dînar heta Furûx Ferruxzad, ji Sîmîn Danişvar heta Zoya Pirzad, ji Jîla Huseynî heta Azar Nafîsî berhemên gelek jinên Îranî di cîhana wêjeyê de cihê xwe girtine û bûne ronahî

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Nivîskar û helbestvanên jin ên Îranî, mîrasê civakên xwe, bi her awayê hunerê, ji nifşên wê demê ragihandine nifşên îro. Jinên Îranî di pêşketina çandê de bûn xwedî rolên girîng û di bîra civakê de hebûnên çandî zindî hiştin. Di nava wêjeyê de jî bi taybetî di warê helbestê de em dikarin bibêjin ku jinên Îranî pir li pêş bûn. Dibêjin ku di cîhanê de yekem car jinan helbest nivîsandine, dema ku em ji vê bigrin dest, em ê bibînin ku jin di civakê de di kîjan astê de bûne, bila bibin, di nava helbesvanên serdema xwe de cihekî girîng girtine. 

Jin di warê hunerî de hatin perwerdekirin

Li Îranê di dema xelîfetiya Ebasiyan de, di hunerên bedew, helbest û gotina stranan de gelek jin hebûne. Jinên ku di qasrê de jiyane, perwerdeya karên destan, gotina stranan û lêdana amûrên muzîkê dane cariyeyan. Tenê di bin banê qesrê de wan jinan dikaribûn xwe bi pêş bixistana jixwe tiştên ku hîn dibûn bi wan re dimaniya. Yek ji wan jî Cariya Dînar e, wê helbestê kesên navdar dikir beste û digot. Helbestvan û kesên rewşenbîr ji bo li helbestên xwe yên ku nivîsandibûn, ji dengê wê guhdarî bikin diçûn qesrê. Di pirtûka bi navê “Kitab al-Aghanî” (Pirtûka stranan) ya ji 20 cildan pêk dihat navê Cariya Dînar heye. Di pirtûkê de di heman demê de navê gelek jinên ku di wê serdemê de bi helbest, stran û wêjeyê re têkildar bûne, bi pêş ketine jî heye. Bêguman jinan tenê helbest û stranên evîndariyê negotin, bi awayên din jî wekî lorîk, hîciw, pesn û xwezayê jî di berhemên xwe de gotin.

 Li Vîs û Ramînê jin xwedî qerekterên esasî bûn

Nivîskarê Vîs û Ramînê ku bi zimanê Farsî versiyona Ferhad û Şirîn Romeo û Juliet, Mem û Zînê ye, Fakhruddin As'ad Gurganî, hewl daye li Îranê di wêje û helbestê de îmaja jinan ava bike. Di berhemên nivîskî yên wê demê de jin weke qerektera esasî ye. Di tabloyek cesûr û serbixwe de îmaja jinan heye. Hema bibêje di hemû zimanên cîhanê de, qerektera esasî ya Çîrokên Hezar û Şevek de Şehrâzâd heye, ew keybanûya Fars û çîrokbêj e. 

Di sedsala 20’an de pirtûkên bi sedan jinan hatin çapkirin

Pêşketina jinan di warê wêjeyê de heta nivîskariya femînîst bêguman ji ber rola jinan a di warê wêjeyê de ye. Ji Furûx Ferûxzad, heta Jîla Huseynî, weke Simin Danshor, gelek jinên nivîskar, helbstan, romanûs ku em navê wan bibêjin hene. Wan hem mora xwe li sedsala lê jiyane dan, hem jî li ser jinên wêjevan ên piştî wan hatine, bandor kirine. Nivîskarên jin ên Îranî yên sedsala 20’an, tabloya serdema xwe nîşan dane, di heman demê de bi sekna xwe ya polîtîk bûne mînak. Tenê bi nivîs û berheman bi sînor nemane, di heman demê de bi nivîsên xwe li ser pirsgirêkên jinan nîqaş kirine, li riyên çareseriyê geriyane. Di serê sedsala 20’an de li Îranê berhemên bi sedan jinên Îranî hatine çapkirin, belavkirin û ev yek bûye sedema pêla wêjeyî. Vê yekê li Îranê rê li pêşketina tevgera femînîst vekiriye.

Li Îranê rûmanûsa yekem: Sîmîn Danişvar

Sîmîn Danişvar, li Îranê weke rûmanûsa yekem cihê xwe di dîrokê de girt. Wê akademîsyenî, romanûsî û tercumaniyê kir. Ew di navbera salên 28’ê Nîsana 1921 – 8’ê Adara 2012’an de jiyaye. Sîmîn Danişvar, di sala 1935’an de, dema ku di pola 8’an de bû dest bi wêjeyê kir. Di sala 1948'an de koleksiyona çîrokan a Farsî, pirtûka yekem a jineke Îranî bû. Romana yekem a jineke Îranî Savuşun e bi navê “Kesên şîngirtî yên Siyâvaşê" jî tê nasîn û yek ji pirtûkên ku zêde hatiye firotin e. “Daneshvar's Playhouse” ku ji pênc çîrok û ji du xebatên otobiyografîk pêk tê, ji aliyê jineke nivîskar a Îranlî ve hatiye wergerandin. Sîmîn Danişvar serokatiya Yekitiya Nivîkarên Îranê jî kiriye.

Berhemê wê

Di nava berhemên Sîmîn Danişvar de “Savuşun” a yekemîn e, wekî din berhemên bi navê Entekhâb, Sargardanî, Jazire-ye Sargardāni, Sāreban-e Sargardān hatine çapkirin. Berhema wê ya bi navê Kuh-e Sargardān jî qet nehatiye çapkirin. Nivîskarê ku kurteçîrokan jî nivîsandiye berham bi navê Atash-e Khamoosh-1948, Bajarek weke bihuştê (Shahri Chun Behesht-1961), Ez jê kê re bibêjim merheba? (Ki Salaam Konam mı?-1980) hene. Ew yek ji wergervanên herî girîng ên Îranê tê nasîn. Sîmîn Danişvar, berhemên nivîskarên bi navê Çek û mirov, George Bernard Shaw (1949), a Anton Çehov "Dijmin" (1949), a ji aliyê Arthur Schnitzler Beatrice (1953), Nathaniel Hawthorne hatiye nivîsandin Nameya Sor (1954), ji aliyê komedî ve mirov William Saroyan (1954), Cry, Ji aliyê welatê xoşewîst ve Alan Paton (1972), Bexçeyê wişneyan, Anton Çehov (2003), Alberto Moravia [9] û Ryūnosuke Akutagawa wergerandine zimanê Farsî.

Helbestvana ku nave xwe li dîrokê da nivîsandin: Furux Ferruxzad

Yek ji helbestvanên Îranê ya navê xwe di cîhana wêjeyê de da nivîsandin Furux Ferrûxzad e. Di sedsala 20’an de li Îran jiyaye, di temenê xwe yê kurt de gelek berhem afirandine û bûye îlham ji bo gelek kesan. Pirtûka wê ya yekemîn Esir di sal 1952’an de li Tahranê hat çapkirin, piştî wê jî ya bi navê Dîwar (1957) de, îsyan (1959), Jinûve jidayikbûn (1964), Em ji destpêka demsala sermayê bawer bikin (Vê berhemê beriya ku biqedîne di sala 1967'an de jiyana xwe ji dest da.) Ligel nivîsandina helbestan wê derhênerî jî kiriye. Di sala 1962’an de bi dukumantera ku çêkiribû li Mîhrîcana Fîlmên Dukumanter a Îtalyayê layiqê xelata yekem hat dîtin. Di sala 1963’yan de bi fîlmê bi navê “Mala reş” jiyana nexweşên cuzam ên Îranî nîşan da û di Mîhrîcana Fîlman Oberhausen a Almanyayê de xelata fîlmê herî baş girt.

Berhemên Zoya Pîrzad li gelek zimanên din hatin wergerandin

Yek ji nivîskarên ku riya nivfê nû ronî kir û hewl da bi naveroka wêjeyê valahiya polîtîk bibîne, Zoya Pîrzad e. Di sala 1952’yan de li Abadanê hat cîhanê. Ew Ermeniyeke Îranî ye û Tahranê mezin bûye. Ji ber nivîsên xwe yên di rojnameyên cur be cur de bi nav û deng bû. Berhemên Zoya Pîrzad, bi Almanî, Yunanî, Îtalyanî, Lehçeyî, Spanyolî û Tirkî hatin wergerandin û li wan welatan hatin çapkirin. Pirtûka wê ya bi navê “Ez ê lembeyan vemirînim” hê jî bi zimanên ku hatibûn wergerandin ji nû ve tê çapkirin. Pirtûka wê li welatê wê xelata “Romana herî baş” girt, bû yek ji Îraniyên ku herî dawî xelata Fransayê ya Chevalier of Legion of Honor girt.

Ji penaberiyê mînaka wêjeya jinan: Li Tahranê Xwendina Lolîta    

Azar Nafîsî, di sala 1948’an de hatiye cîhanê. Nivîskara Îranî ya DYA’yê ye. Nivîskar ji malbatek rewşenbîr e. Azar Nafîsî, di sala 1981’ê de ji ber ku li zanîngehê ferzkirina girtina serê xwe nepejirand hat avêtin. Di wan salên ku bi navê “Lîberalbûyîn” dihatin binavkirin de jî careke din vegeriya karê xwe û li zanîngeha Allame Tabataba'I ders da. Ji bo ji kar were avêtin neçû dibistanê û ders neda. Li cihê vê yekê li mala xwe jinên ciwan anî ba hev û bi rêkûpêk civînan li dar xist. Pirtûka wê ya navdar a bi navê “Li Tahranê xwendina Lolîta” bi mehan li welatên ku hat çapkirin di lîsteya “yên herî hatin firotin” de cih girt. Di pirtûka Azar Nafîsî de mirov dikare bibêje ku li ser tecrubeyên jinan ên di Komara Îslamî ya Îranê de hatiye rawestîn. Azar Nafîsî hê jî akademîsyen e û pirtûkên xwe dinivîsîne. Bi saya wê jinên Îranî yên li penaberiyê dijîn zêdetir hewl dan pênûsên xwe bigrin û nivîsandin.

Zehra Kazemî ya hatî qetilkirin: Dest bi edebiyata zindanê kir

Em dikarin bibêjin ku wênekêşa serbixwe Zehra Kazemî ku li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirin, destpêka wêjeya zindanê bû. Zehra Kazemî ya ku di dema xwepêşandanên Tehranê ya sala 2003’an de wênekêşiyê dikir, di dema li ser kar bû hat binçavkirin û piştî jiyana xwe ji dest da bi awayekê lez û bez wê spartin axê li girtîgeha Evînê hat lêpirsînkirin. Her çiqas hat diyarkirin ku li ser laşê wê şopên îşkenceyê hebû û bi darbeya ku girtiye jiyana xwe ji dest daye, ev bi ti awayê fermî nebû. Piştî vê wendahiya hat jiyîn jî Marina Nemat a li Girtîgeha Evînê dîl dihat girtin, bîranînên xwe yên zindanê û îşkenceya ku jiyaye nivisî. Nivîsên ku Marina Nemat nivisî bû sedem ku îşkenceya li ser girtiyên jin ên li Îranê tê pêkanîn bê bihîstin û her wiha ew jî weke nivîskara bîranînê ya di asta cîhanî de bê nasîn.  Li Zaningeha Toronta li Dibistana Xebatên Timî waneyên nivîsanidnê dide, bûye xwediyê gelek xelatan û li gelek dibistan û zaningehan konferansan lidar dixe. Marina Nemat, hê di 16 saliya xwe de di sala 1982’an de girtîbûn û cezaya sêdarê nas kiribû. Marina Nemat di sala 2006’an de pirtûka “Prisoner of Tehran: a memoir”, di sala 2010’an de “After Tehran: a life reclaimed” û di sala 2017’an de “The Best Canadian Essays” nivisiye.

Nahid Rachlin

Nahid Rachlin bi nivîsên bi sernivîsa tundî, li hundir û derva bûyîn, pêkutî, girtîmayîn, qebûl-red û bi taybetî êşên ku jin di civaka Îranê de dijîn, berxwedaniyên ku bipêş dixin û têkiliyên civakî derdikevin pêş. “Persian Girls”, “Jumping Over Fire”, “Foreigner”, “Crowd of Sorrows”, “Married to a Stranger”, “Heart's Desire: A Novel (Children of Poverty)” hîn pirtûkên wê yên hatine weşandin in.

Jîla Huseynî

Jîla Huseynî di saşa 1964’an de li bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Jîla Huseynî di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. Jîla Huseynî ya sûdê ji helbestên bav û qalê xwe digre, bi azweriyekê mezin helbestên xwe nivisî. Pirtûka wê ya bi navê “Geşeyî Evîn” di sala 1995’an de hat weşandin, “Qelat Raz” di sala 1998’an de, “Mirina Rojê” piştî mirina wê tê weşandin. Di dîroka 27’ê Îlona 1996’an de helbestwana Kurd Şerko Bêkes a diçe Tehranê pêşwazî dike. Lê dema ku diçin cihekê nêzî Saqizê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dide, pêşgotina pirtûka wê jî Şêrko Bêkes dinivsîne.

Sarar Salar a berhemên wê bi zimanên Îtalî û Elmanî jî hatine wergerandin, di sala 1966’an de li Zahîdanê tê dinê û li Şîrazê dijî. Di xebatên xwe de piranî jiyana xwe ya hundir dinivsîne û serlehengên pirtûkên wê jin in.

Dê bidome...