Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (11)

Bekçiyên rejîmê "polîsên exlaqê"

Li ber çavên hemu cîhanê hewl tê dayîn ku xwepêşandanên Îranê bi tundiyê bê tepeserkirin. “Polîsên exlaqê” yê parçeya herî mezin a pêkutiyê ne weke parazvan û berdewamkerên pergalê tên dîtin.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Li Îranê piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve aloziyên ku li Îranê dest pê kirin, dom dikin. Di çalakiyên 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek kes hatin girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 304 kesên ku 41 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di xwepêşandanên Îranê û Rojhelat Kurdistanê de hatine qetilkirin. Sîstan, Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê ji wan cihên ku xwepêşandan lê zêde bûn. Ji aliyê din ve Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) îdia dike ku di xwepêşandanan de heta niha 14 hezar kes hatine binçavkirin. Çarenûsa girtiyan bi taybet jinan nediyar e. Çalakî li hemû wargehên zanîngehan jî didomin.

Ne yekem çalakî ne

Di Çileya 2016’an de çalakvanên Îranî ji bo jin bê hîcab ajotinê bikin kampanyayek dan destpêkirin. Bi vê kampanyayê vîdeoyên jinan ên bê hîcab ajotinê dikin, bi taybetî li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Desthilatdaran bi tundiya xwe tevgera femînîst a li kolanên Îranê tepisandin. Di rapirsiya ku di vê demê de ji aliyê Navenda Lêkolînên Meclisa Îranê ve hat kirin de derket holê ku ji sedî 70’ê jinan ferzkirina hîcabê red kirine.

Di sala 2017an de Masih Alînejad hashtaga “Çarşema Spî” belav kir û xîtabî jinên ku ji ber ferzkirinê hicabê li xwe dikin, kir. Masih Alînajed roja Çarşemê bi hîcaba spî derket cihekê vekirî li dijî ferzkirinên hîcabê, hîcaba xwe ya spî bi darekî ve kir û hêjand. Jinên ku ji vê çalakiya wê bandor bûbûn, ji bo protestokirina hîcaba mecbûrî ya li Îranê di navbera Kanûna 2017 û Çileya 2018’an de serê xwe hildan ser stûnên elektrîkê û hîcabên xwe derxistin.

Bi dehan jin avêtin zindanan

Masîh Alinejad her wiha dest bi tevgera "Azadiya Min a Veşartî" kir ku li ser înternetê li dijî qedexekirina cil û bergên mecbûrî yên jinan li Îranê çalak e û piştgirî da hemwelatiyên xwe yên li hember hîcaba ku li ser wan hatiye ferzkirin li ber xwe didin. Ji Çileya 2018’an û vir ve, herî kêm 48 parêzvanên mafên jinan, di nav de 4 mêr, hatine girtin. Hin kes hatin îşkencekirin û piştî mehkemekirinên pir neheq bi hepsê an jî qamçiyan hatin cezakirin. Jinên ku beşdarî çalakiyan bûn şandin girtîgehan. Muxalefeta Îranê û Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî ragihandin ku gelek jin li Girtîgeha Evînê di bin îşkenceyê de mirine. Nêzîkî 35 jin ji ber beşdarbûna xwenîşandanên li paytexta Îranê Tehranê hatine desteserkirin û hinekên din jî heta deh sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Cezayan dan

Çalakvana mafên mirovan Nasreen Sotoudeh piştî çend rojan ji xwepêşandana Weda Muwahed hat girtin û bi kefaletê hat berdan. Lê tenê rojek piştî serbestberdana wê, ew bi sê jinên din re hat girtin. Xwepêşandana jin û mêran di 30’ê Çileya 2018’an de Îsfehan û Şîraz jî di nav de li gelek bajarên Îranê belav bû.

Binçavkirina Madîh Hajbrî ya piştî ku wê vîdyoya dîlana xwe ya bi mûzîka rojavayî ya bê hîcab li ser hesabê xwe yê Instagramê ku zêdetirî 600 hezar şopînerên wê hene, belav kiribû hatibû girtin, gengeşiyek mezin li welat çêkir. Piştî girtina 29 jinên ku li kolana El-Thawra ya paytexta Tehranê hîcaba xwe derxistin, çalakvanên Îranî klîpek vîdyoyek parve kirin ku tê de komek jin bi awayekî komî serê xwe li dijî rayedaran derxistin. Parêzer Nasreen Sotoudeh a ku di havîna 2018'an de parastina jinên girtî kir, bi sûcdariya "hevdîtin û komploya li dijî rêxistinên neteweyî" 33 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha bi hinceta ku bi binpêkirina yasayên Îranê bê hîcab hatiye dadgehê bi 148 qamçiyan hat mehkûmkirin.

Gaşte Erşad/Polîsên Exlaqî çi ye?

Helwesta tund a hêzên ewlekarî û polîsên exlaqî di serhildanên ku bi pêşengiya jinan li dijî rejîma Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kirin, bû sedema berteka hemû cîhanê. “Gaşte Erşad” ango “Polîsên Exlaqê” kî ne? “Polîsên Exlaqê” ku bi rastî bi lêdan, îşkence, binçavkirin û girtinan li kolanan nêçîra jinan dikirin, çawa û bi çi armancê hatin avakirin?

“Gaşte Erşad” ango Navenda Polîsên Exlaqê û dewriyeyên wê her tim li Îranê bi şekl û pêkhateyên cuda pêk hatine. Çalakiya yekem a van dewriyeyan vedigere sala 2005’an. “Dewriyên polîsên exlaqê” yên weke “Dewriya Rehberiyê” jî tê zanîn, di nav hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê de weke tîmeke alîkar dihat binavkirin. Ew ji bo girtina jinan (lê di heman demê de hin mêran) yên ku yasayên cilûbergê binpê dikirin, hatin erkdarkirin. Dewriyên Polîsê Exlaqî bi gelemperî mêr in; jinên bi hîcab jî bi wan re tên. Ew li cihên qelebalix û giştî yên wekî navendên danûstendinê, meydan û stasyonên metroyê disekinin. Ji kontrolkirina kesên ku di Remezanê de rojî nagirin, ji destwerdana porê mêran, heya mudaxelekirina cil û berg û jiyana gel her cure mafan dibîne. Vê yekê hem şerîat û hem jî erkekî qanûnî dibîne.

Dersê bi zorê li ser jinan ferz dikin

Ew jinên ku çarşef li xwe nakin an jî bi xeletî veşartibûn binçav dikin. Piştî binçavkirina jinan, wan dibin navendên binçavkirinê yan jî qereqolan û wan fêrî cil û berg dikin. Di vir de ders ew e ku piştî axaftin, carna lêdan, girtin û îşkenceyê gelek caran jin heman rojê radestî xizmên xwe yên mêr tên kirin. Her çendî tê xwestin ku porê wan li Îranê were pêçan, lê di rastiyê de tê xwestin ku jin çarşefa reş li xwe bikin.

Şîdet her ku çû zêde bû

Di 27’ê Tebaxa 2006ê de, Serokê Polîsên Ewlekariyê yên Fermandehiya Polîsên Tehranê Reza Alipour ragihand ku wan di nava mehekê de hişyarî dane 63 hezar û 693 jinên ku “hîcaba wan bi pirsgirêk e”. Lê belê di mehên paşê de, prosedur guherî û hîn tundtir bû, bi rayedarên polîsan re girtina hejmareke mezin ji jinan ragihand. Di Nîsana 2007’an de Ahmadreza Radan ê fermandarê hêzên polîs ên Tehranê ragihand ku "Yên ku xerabtir û riswatir in, divê ji aliyê şêwirmendên jin ên lijneya me ve bên girtin û hişyarkirin. Piştre ji malbatên wan tê xwestin ku werin navenda polîs û bi sererastkirina cil û bergên wan zarokên xwe bibin.”

Di sala 2013’an de, Îranê di roja dayikan de, dewriyeyan ji ber hîcabê li xwe kirine bi kulîlkan jinan xelat kirin. Di 27’ê Kanûna 2017’an de, Midûrê Polîsê Tehranê Tûggeneral Hossein Rahimi wiha gotibû, "Li gorî fermandeyê NAJA (Fermandariya Hêzên Sînor ê NAJA) kesên ku li gorî nirxên îslamî tevnegerin û di vî warî de xemsariyê bikin, êdî wê nayên binçavkirin, der barê wan de wê doz neyê vekirinan jî wê neşînin girtîgehê; hê bêtir ji bo sererastkirina tevgerên wan dê waneyên perwerdê ji wan re bê dayîn.”

Polîs xeta êrîşê ava dikin

Xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî rû dan, taybetmendî û çarçoveya îdeolojîk a qedexeyên rejîma Îranê eşkere dike. Hîcab di warê  îdeolojîk de li ser jinan tê ferzkirin û bi van nîqaşan sînorên jinan tên xêzkirin. Çalakiyên jinan îro ne tenê çalakiyek ji bo hîcabê ye, di heman demê de îsyanek li dijî ferman û zilma pergalê ye. Jin ji bo ji nû ve bidestxistina hiqûq û azadiya xwe ya di navbera lêvên mêran de maye, li kolanan berxwe didin. Xeta fermî ya êrîşa vê berxwedanê ya li ser jinê, bi taybet “Polîsên Exlaqê” ava dike. Dûrxistina jinan ji qada civakî, kontrolkirina cil û bergên wan, tepeserkirina dijberiya wan... van hemûyan her tim jinan li ser axa Îranê dike hedef.

Dê bidome...