Ji warê afirîneriyê kêliyên berxwedana serdemê – 6

Berxwedan zimanê hebûn û gerdûnê ye. Çawa ku her zindî bi berxwedaniyê hebûna xwe mayînde dikin, civak jî bi berxwedaniya xwe ya li hemberî polîtîqayên tûnekirinê yên faşîzmê, hebûna xwe mayînde dikin. Efrîn jî bi berxwedaniya xwe ya dîrokî, xwedî li erkên xwe yên parastina hebûna xwe derket.

Di kampên penaberan de hêviyên vegera Efrînê tim zindî ne
 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb – Piştî êrişên dewleta Tirk a faşîst ku digot ewê di nav sê rojan de Efrînê bidest bixin, hêzên Efrînê bi berxwedaniyek bêhempa bedenên xwe kirin ben dli pêşiya êrişên dagirkeriyê. Lewra hesabên dewleta Tirk a faşîst ya ji bo Efrînê destnîşan dikir vala derket, sê rojên ku ew qala wê dikir rûxmê hemû tank-top, çekên kîmyewî, her cûre teknîkên leşkerî, balafirên şer, balafirên şer ên bê mirov jî veguherî dîrokek tijî ya berxwedana 58 rojan. Li hemberî vê berxwedaniya dîrokî dewleta Tirk a faşîst ya xwedî feraseta qirker û dagirker, bi pêkanîna qetlîman xwest vîna gelê berxwedêr bişkîne. Lê, ev hesabên wan jî pêk nehat, ji ber gelê Efrînê yê navê wê ji afirîneriyê tê, bi ti awayê dev ji berxwedanî û vîna xwe ya azad berneda.
Di encama êrişên dewleta Tirk a faşîst de 300 hemwelatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500 kes jî birdîndar bûn. Her wiha ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk nêzî 300 hezar niştecihên herema Efrînê, neçar man ku koç bikin. Piştî dagirkeriya li ser Efrînê 4 sal borî. Di nav 4 salan de Efrînê rastî binpêkirin û kiryarên dijî mirovî hat. Li ser gelê Efrînê yên li heremê mayî ji qetilkirinê heya revandin, talankirinê, bûyerên taciz û destdirêjiyê kêm nebû. Bi sedan jin di vê pêvajoyê de ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin revandin.
Destdirêjiya li ser erdnigariya Efrînê kêm nebû, bi hezaran darên zeytûnê yên bi sedan salan bedewiya Efrînê ava dikir hatin jêkirin, zimanê Kurdî li ser Kurdên Efrînê hat qedexekirin. Bi giştî dagirkeriya faşîst a Tirk, li ser bingehê feraseta xwe ya faşîzmê her cûre sepanên dijî mirovahiyê li ser Efrînê ferz kir û her wiha dest danî ser mal û milkên Efrîniyan. Bê guman tiştên hatin jiyîn ne pêvajoyekê resen a hat û derbas bû ye. Dewleta Tirk a qirker û çeteyên wî bi sepanên xwe dixwazin li hemberî berxwedaniya ku li Efrînê hat jiyîn tol hildin. Êrişên wî yê li hemberî jinê, polîtîqayek ku li ser vê daxwazê tê pêkanîn e. Lewra divê were zanîn ku rastiya ku di nav çar salan de li Efrînê hat jiyîn û hêj tê jiyîn, feraset û rastiya dewleta dagirker a faşîzma Tirk pênase dike. Lewra êrişên wî yê li hemberî Şehbayê ku piştî dagirkirina Efrînê, beşekî mezin ên Efrîniyan berê xwe dabû wê derê bi heman armanc, birdozî û polîtîqayê tê pêkanîn. Efrîniyên ku koçber bûne li rojhilatê bajar di nav kamp û gundewarên Şehbayê de dimînin û di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Şehba jî dem bi dem ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê topbarankirin û komkujî li ser gelê li vê deverê dijîn pêk tên. Di aliyê din de Şehba ji aliyê Rejîma Sûrî ve di bin dorpêçê de ye û pêdiviyên jiyanî derbasî wê herêmê nabin. 
Di beşa xwe ya şeşemîn a dosyayê de, derbarê çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê û rewşa şert û mercên jiyanî yên Şehbayê de em bi jinên Efrînê yên niha li Şehbayê dimînin, axifîn. Jinên Efrînî derbarê êrişên dewleta Tirk a faşîst ya li ser Şehbayê destnîşan kirin ku ew di bin dorpêçê de ne û gotin; "Bi balafir, top û tivingan me ji warên xwe koçber kirin û keda me ya bi hezaran salan hat talankirin û wêrankirin. Ev çar sal in em di bin konan de dijîn. Em jiyanê pir zehmet li Şehbayê derbas dikin ji milekî ve topebarana dewleta tirk û ji milê din ve jî dorpêça rejîma Sûriyeyê."
"Weke ku çawa koka darên me hildikin dixwazin koka me Kurda jî hilbikin"
Îlfet Henan destnîşan kir ku bi darê zorê ew ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker bi 72 balafiran êrişî Efrînê kir da ku Kurdan qir bike. Lê gelê me li hemberî vê hovîtiyê berxwedanek bêhempa da meşandin. Niha jî dewleta tirk li gor dilê xwe demografiya Efrînê dide guhertin, hemû xêr û bêrên erdên me didizin û darên me yên zeytûnan ku bi destên bav û kalên me hatine çandin bi rehetî qut dikin. Dema ez dîmenên qutkirina darên zeytûnan dibînim dilê min diêşe. Em tehemul nakin ku darên me ji kokê ve bên rakirin, bi vî rengî dixwazin koka me Kurdan jî bînin. Mirovên me yên ku li Efrîne mane rojane rastî tundî, qetilkirin, tecawizkirin, revandin û diziyê tên da ku wan neçar bikin dev ji cih û warên xwe berdin û li şûna wan niştecihên din bi cih bikin."
"Ji bilî berxwedanê tu rêyekê me yê din tune ye" 
Îlfet anî ser ziman ku dewleta tirk bi van kiryaran dixwaze dawî li hebûna Kurdan bîne û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker li ser navê îslamiyetê tevger dike lê tiştê ku ew dike qet di pirtûkên pîroz de nehatiye nivîsandin. Dema ku Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir me nedît tu kesî helwesta xwe li hember vê yekê da nîşandan. Ev dewletên ku banga mafên mirovan dikin çima mafên me neparastin? Qey rewşa me nedidîtin? Bêdeng man, xwe ker û lal kirin û bi çaranûsa me lîstin. Tirkiye çi ji me dixwaze, me ne êrişî wê kiriye û ne jî me bela xwe li wan daye. Bi balafir, top û tivingan em ji warên me koçber kirin û keda me ya bi hezaran salan hat talankirin û wêrankirin. Niha em li Şehbayê jî di bin dorpêçê û şert û mercên jiyanî yên zehmet de dijîn. Ji bilî berxwedanê tu riyeke me ya din tune ye, em ê li ber xwe bidin heta ku em vegerin ser axa xwe. Berxwedan nîşaneya serkeftinê ye."
 "Berdel çi be jî emê bidin da ku em vegerin ser axa xwe"
Fatma Xelîl jî diyar kir ku wan qet xeyal nedikir wê rojek were û ew ê ji warên xwe yê pîroz, ji Efrînê dûr bikevin û wiha berdewam kir: "Ev çar sal in em di bin konan de dijîn û kesên xerîb di malên me de dijîn. Dewletên navneteweyî yên ku banga mafên mirovan dikin ne alîkarî û ne jî ji bo me tiştek kirine. Hebûna gelê Efrînê ya li Şehbayê misogeriya vegera Efrînê ye. Em bi hêz û îradeya xwe bawer in û em ji berxwedana xwe venagerin. Efrîn a Efrîniyan e û em dev jê bernadin bila her kes vê yekê baş zanibe û  berdêl çi be jî em ê bidin da ku em vegerin ser axa xwe. Hêvî û daxweza vegera Efrînê her tim di dilê me de zindî ye."
 "Em ê heqê xwe ji dagirker û dijminan bistînin"
Fatima da zanîn ku çavên dewleta tirk a dagirker her dem li mal û milkên Kurdan e û wiha axivî: "Em hemû xwedî milk û mal bûn û dewlemend bûn her wiha xêr û bêrên bajarê me pir bûn lê dewleta tirk qet naxwaze Kurd bi pêş bikevin û dewlemend bin, ji ber vê yekê her dem çavên wê li mal û milkên me ye. Em ê bi xwe heqê xwe ji dagirker û dijminan bistînin. Her dem ez ji xwe dipirsim gelo dema em vegerin Efrînê, wê Efrîn a berê be yan jî wê hatibe guhertin ji ber ku rojane em li ser televîzyonan dibînin ku dewleta tirk guhertina demografiyê li Efrînê pêk tîne. Guhertina demografiya Efrînê tê wateya çewisandin û qirkirina neteweyek. Lê ew çi bikin jî wê Efrîn bimîne ya Kurdan ji ber ku bi hezaran nifşên Kurd li ser axa Efrînê ji dayik bûne."
"Ji milekî ve topebarana dewleta tirk û ji milê din ve jî dorpêça rejîma Sûriyeyê"
Zelox Ehmed jî eşkere kir ku tevî dewleta tirk ji cih û warên wan ew koçber kirine jî hê ji hovîtiya wê xelas nebûne û wiha anî ziman: "Tevî ku dewleta tirk a dagirker herêma me dagir kir, mal û milkê me talan kir jî hê bela xwe ji me venake, dem bi dem herêma Şehbayê topebaran dike da ku em ji Şehbayê jî koçber bibin. Ez nizanim çima ewqas kiryarên dijmirovî bi serê me de tên û cîhan bi tevahî bêdeng dimîne, qey wijdanê wan nîn e? Em jiyana pir zehmet li Şehbayê derbas dikin ji milekî ve topebarana dewleta tirk û ji milê din ve jî dorpêça rejîma Sûriyeyê. Gelo hebûna me wekî gelê Kurd ewqas xeter e ji bo wan? Dîroka me ji dîroka wan kevintir e û ev ax axa me ye em ne ji xêra wan li ser wê axê bûn."
"Wê rojek were, emê vegerin û emê Efrîna xwe ji berê xweşiktir bikin"
Bi van gotinan Zelox dawî li axaftina xwe anî: “Gelek mirovên me yên temenê wan mezin ji ber dûrketina ji Efrînê û dîtina dîmenê birandina darên zeytûnên ku wan bi destên xwe ew çandibûn, mezinkirbûn û kedeke mezin di ber wan de dabûn, jiyana xwe ji dest didin. Ev yek ne hêsan e belkî pir kes ji wê hestê nezan in ji ber ku nejiyane lê yên ku ev hest jiyabin dizanin çiqas bi êş e. Gelê Efrînê fêr bibûn di nava xwezaya xwe de bijî. Em dixwazin rojên me yên berê vegerin û em dîsa axa Efrînê bêhn bikin. Wê rojek were û em ê vegerin û em ê Efrîna xwe ji berê xweşiktir bikin. Ev çar sal in em li vir li ber xwe didin. Divê dewletên navneteweyî ji bo Efrînê helwestên cidî bidin nîşandan, bêdengiya wan dihêle ku neteweyek were qirkirin divê bi erkên xwe rabin û sînorekî ji dewleta tirk û çeteyên wê re deynin û hemû kesên xerîb ên ku li Efrînê bi cih bûne jê werin derxistin ji ber ku hebûna wan di Efrînê de jiyana gel û pêşeroja Efrînê dike xeterê."
Bi dawî bû