Ji Rosayan heyanî Sarayan ber bi bihara jinan ve – 6

Dîroka têkoşîna azadiya jin û civakê weke xelekên bi hev re girêdayî ye ku bêyî azadiya jinan pêkankirin û mîsogerkirina azadiya civakê ne gengaz e.

BÊRÎTAN ZINAR

Di destpêka beşa xwe ya dosyayê de me pirs kiribû ku gelo ‘dîrok çi ye’. Bi giştî mirov di her kêliyê jiyan, têkoşîn û rastiya hebûnê de dikare bibîne ku dîrok ne tenê rabirdû ye û ne jî bi tena serê xwe dikare pênaseya dahatûyê bike. Dîrok ew e ku di hemû kêliyên jiyanê de pênaseya rabirdûyê dike û bi kêliyê tê jiyîn re dahatuyek rasteqîn ava dike. Lewra bi têkoşîna çil salan zêdetir a têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê re di hemû kêliyên jiyanê de, di kêliyê de rabirdû hat dahûrandin û bi keda ku bi bedelên mezin hat dayîn, di kêliyê de dahatû hat avakirin. Çawa ku ew jinên têkoşer û şoreşger ên di dîrokê de bi erkê xwe rabûn têkoşiyan, canê xwe feda kirin û di oxira jiyana azad de mîrateyek pir mezin a berxwedanê afirandin; îro jî li ser mîrateya wan jinên berxwedêr dîroka azadiya jinê bi kedên bê hempa tê nivîsandin. Ew dîrok dibe partîbûn û xwe birêxistin dike, dibe artêşbûn û hebûn û nasnameyê diparêze, dibe şer û têkoşîn û bi afirandina dahatuyek azad, ji Rosayan heyanî Sarayan ber bi bihara jinan ve diherike.

Di beşa dawî ya dosyaya xwe de weke berdewamiya hevpeyvîna xwe ya bi Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma re em li ser destkeftiyên ku bi têkoşîna jinên Kurdistanê hatine bidestxistin rawestiyan. Zozan Sîma bal kişand li ser destkeftiyên ku li çar aliyên Kurdistanê hatine bidestxistin û got;“Îro li her derê şoreşa jin, jinolojî û sîstema konfederalîzma demokratîk û her wiha xwe parastina jinan bala her kesî dikşîne.”

“Pênaseya me ya şoreşa jinê di her kêliyê de avakirin û mayîndekirina derfetên azadiyê ye”

Zozan Sîma destnîşan kir ku ji bo pêkhatina şoreşa jinê divê derfetên azadiyê bên avakirin û wiha got: “Tevgera azadiya jin a Kurdistanê, her dem encamên dîrokî ji bo jinan derxistiye. Rêbazên careserkirina pirsêkên ku bi jinê re derdikevin, her dem bi dîrokê re kiriye yek. Dema ku mirov li dîrokê vedigere, dibîne. Ji xwe pirs dike, bê ka tekoşînên ku heya niha hatine meşandin çima encam ne girtine? Çima nebûn weke şoreşeke jinê? Jinan tekoşînek pir mezin da meşandin. Mînak di şerê rizgariya netewî de, di lêgerîna mafên karkeran de têkoşînek pir mezin dane meşadnin û di heman demê de jinan di nava tekoşînê de di asta pêşengtiyê de cih girtiye. Lê çima ev nebûn weke deskeftiyên jinan ên mayinde? Çima di mafê siyaset û hilbijartinê de jin di asta herî jêr de dimîne? Li ser vî bingehî bê guman lêgerîn û lêpirsîneke tevgera jinê heye ku bi rastî çareseriyên mayinde, şoreşên çandî û mayînde ava bike.”

Zozan Sîma weke destkeftiyek mezin bal kişand li ser pergala hevserokatiyê ya di encama têkoşînek mezin de hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Dema ku şoreşa jinê tê gotin, ev nayê wê wateyê ku dema Kurdistan azad bibe, wê demê şoreşa jinê wê pêk were. An jî dema ku kapîtalîzm bin bikeve, wê demê şoreşa jinê pêk tê. Pênaseya me ya şereşa jinê ewe ku em di her kêliyê de derfetên azadiyê bafirînin û vê yekê mayînde bikin. Pêwîste ku em bikaribin derfeta azadiyê ava bikin, bi sazî bikin û li ser vî bingehî xwe biparêzin. Wê demê ev bi xwe dibe şoreşa jinê. Ji bo vê yekê jî em dikarin mînakên Rojava, Şengalê bidin û di heman demê de mirov dikare vê pênaseyê li ceribandina ku li Bakurê Kuridstanê de jî çêbû bide. Raste di warê nimûneyê de Rojavayê Kurdistanê li pêşe, lê belê li Bakurê Kurdistanê jî cerbandinek pir mezin û bi deskeftî hat pêşxistin. Ev yek di pergala hevserokatî, her wiha saziyên ku ji bo jin hatine ava kirin û perwerdê de bi bingehîn li wê derê jî pêk hat. Îro li her derê pergala hevserokatî, li cîhanê tê piratîkirin. Di vê derê de jî nûnertiya her beş û netewan di nava xwe de digre.”

“Şoreşa jinê, bi pergala xwe parastinê bala her kesê dikşîne”

Zozan Sîma di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Êdî her ku diçe xebatên jinan berfirehtir dibe. Mînak niha rêxistinên jinan, televizyona jin û her wiha xebatên çand û hunerê, di heman demê de pir xebatên jin hene ku rojane her ku diçe hê berfirehtir dibe. Dema ku mirov van tevahiyan bigre dest, tişta ku herî zêde li Rojava û Şengal bal kişande ser xwe, şerê li hemberî DAIŞ’ bû. DAIŞ’ê li tevahî cîhanê tirsa xwe di dilê mirovan de ava kiribû. Artêşên dewletan jî nekarîn li beramberî wan şer bikin û bi ser bikevin. Li Şengalê tişta ku herî li pêş hat jiyîn, qirkirina jinan bû. Ev qirkirin di cîhanê de, li ser jinan qirkirina herî mezin bû ku hat meşandin. Li hemberî vê yekê ne rêxistineke jin, sazî û ne jî artêşek, ev qirkirinê neda rawestandin. Lê belê artêşa jin a tevgera jin a Kurdistanê, rewşek wiha ava kir ku ji kesên bibûn mexdûrê van pêkanînan, qehreman da avakirin. Berê her ji bo gelê me yê Êzîdî dihat gotin: ‘Êzîdiyên belangaz’. Lê di heman demê de tu kesî jî di demên herî aloz de piştgiriya vî gelî nekir.”

Zozan Sîma wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di gavên despêkê de ev qirkirin da rewastandin. Li beramberî vê yekê mirov dirûtiya hêzên cîhanê dibîne, dema ku alozî hebin bi tu awayî mudaxeleyek nayê kirin û piştî wê jî wan serpêhatiyan mîna bîranînên xemgîn tînin ziman. Di dema ku ewqas mirov dihatin qetilkirin de bi tu awayî mudaxeleyek nehat kirin. Tevgera Azadiyê û tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê dawî li vê yekê anî û ji bo careke din ew civak û jin bi vê yekê re rû be rû neyê, divê çi bê kirin, li ser vê bingehê pergalek bi vî rengî hat avakirin. Jin û gelên bindest di bin pegalek wisa de tên hiştin ku her dem bi qirkirinê re rû be rû werin. Eger îro hêzên navnetewî Şengalê di rojevê de digrin, ji bo wê ye ku her dem wê civak û jin di bin qirkirinê de bigre. Pêwîste em wê pergala ku dihêle em bi xwe, xwe biparêzin û li beramberî qirkirinê bisekinin, pêk bînin. Tişta ku li Rojava û Şengal pêk hat, di asta cîhanî de bi nav û deng bû. Êdî her kesî got ku bi fikir, rêxistin û tekoşînekê çawa civakê ji vê rewşê derxistin. Îro li her derê bi heman awayî şoreşa jin, jinolojî û sîstema konfederalîzma demokratîk û her wiha bi pergala xwe parastinê jî bala her kesî dikşîne. Ji ber ku ev tev di bin yek fikir û felsefeyê de hatiye pêk anîn.”

“Tevgera azadiya jin a Kurdistanê pêşengî û hewildanekê pir mezin dimeşîne”

Zozan Sîma destnîşan kir ku her dem berxwedan mîna çemekî diherike û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê di her rojeke 8’ê Adarê de, ev yek dibe mijara nîqaşê û li ser wê guftûgo tê kirin. Ji bo ku em bikaribin pergala ku her roj qirkirina jinê pêk tîne û jinan di nava xizaniyê û çanda tecawizê de dihêle, her roj tekoşîna wê bikin û di lêgerîna wê yekê de bin ku bi çi awayî vê pergalê hilweşînin. Ji ber vê yekê jî Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê, her dem hewildan û rojeva xwe ya 8’ê Adarê weke şoreşa tekoşîna jinê dide meşandin. Bi vê armancê wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê. Jin ji vê yekê re pêşengî dike û ji bo wê hewildaneke mezin dide meşandin. Rojeva xwe ya 8’ê Adarê bi vî rengî saz dike. Dema ku em her dem ji dîrokê heya roja me ya îro temaşe dikin û wek xelekekê ava dikin, dibînin ku her dem berxwedan mîna çemekî diherike û di her demekê de avên nû tevlî nava vî çemî dibin ku bikaribe astengiyên li pêşiya xwe rake û derbas bike. Ji ber vê yekê jî pêwîste em di vê salê de jî bi wê heyecanê di asta cîhanî de jî dibîne ku ne tenê li Kurdistanê, li tevahî cîhanê pirsgirêkên civakî ku li wan deran jî tê jiyîn, bi têkoşîna jinan dibe rojev. Qirkirina ekolojîk ku li Latîn Amerîka tê kirin, ji bo li dijî derketina vê dîsa jî jin pêşengî dikin. Çawa ku ji pêşengên Kurdan heval Sara (Sakîne Cansiz) hate şehîd xistin, bi heman awayî li Latîn Amerîka jî pir jinên ku cihê xwe di tevgera ekolojîk de digirtin, hatin şehîd xistin. Her wiha li himberî xizanî û çînayetiyê, li hember kapîtalîzmê jî tekoşînek pir xurt tê meşandin û jin pêşengiya tekoşînê dikin. Bi heman awayî li gelek cihan li himberî dagirkeriyê, jin pêşengiya tekoşînê dikin.”

“Qirkirina ekolojîk û civakî, jin û xwezayê bi hev re girêdayî ye”

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma bal kişand li ser wê yekê ku biqasî darbe li aqilê zilamê serdest bê dayîn dê ewqas pêşî li qirkirinan bê girtin û wiha dom kir: “Ev bi salan e li Kurdistanê jî li hember dagirkeriyê tekoşînek bê hempa tê meşandin. Bi heman awayî jin û bi taybet jinên Rojava xwe diparêzin û bi dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dadikevin qadan û têkoşînê berdewam dikin. Dema ku Rêber Apo ji bo sedsala 21’an got ‘sedsala jinê ye’, ev yek ne tenê ji bo wê ye ku dilê jinan were xweşkirin. Ev rastiyek e ku bi tekoşîna tê meşandin ve girêdayî ye. Bi vê yekê re jî nakokiya pirsgirêka jinê bûye pirsgirêka bingehîn ku li ser were rawestandin. Îro eger em behsa qirkirina ekolojîk û civakî dikin, qirkirina jin û xwezayê her sê bi hev re pêk tê. Ev hersê bi hev ve girêdayî û ji bin aqilê serweriya zilam derdikeve. Em çiqasî darbe li aqilê zilamê serdest bidin, em ê ewqas qirkirina xwezayê jî didin sekinandin, desthilata ku ewqas li ser civakê kûr e û qirkirina civakê pêk tîne jî bidin sekinandin û qirkirina bi pergalî ya li ser jinan tê meşandin jî didin sekinandin. Ji bo vê jî têkoşîna me ne tenê ew e ku em tiştên heyî protesto bikin. Erê, emê protesto bikin lê heman demê tiştên ku me ava kiriye, hemû tiştên ku bingeha şoreşa jinê ye bi pêkanîna wê jî em têkoşînek didin meşandin. Ji bo vê jî him erkên negatîf him jî erkên pozîtîf hene. Erkên negatîf sekinandina qirkirinê ye, erkên pozîtîf jî li hemberî wê avakirina alternatîf e. Ji bo vê jî 8’ê Adarê him rojekî berxwedanê ye, him jî rojek weke cejnekî jinan e ku jin bi keda xwe bi xweşikbûna xwe vê rojê dixemilînin û îdiaya xwe tînin ser ziman ku ‘em li hemû cîhanê car din dikarin bi hebûna jinê şoreşekî pêk bînin’. Koka vê jî di dîrokê de pêk hatiye.”

Di dawiya axiftina xwe de Zozan Sîma 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha bidawî kir: “Em dema ku ewqas qala dîrokê dikin, qala civaka xwezayî dikin ya rast em dixwazin motîvasyonekê wisa bidin avakirin ku tiştên bi destê civakê hatine avakirin car din dikare were guhartin, tiştên ku bi desthilatê hatine avakirin car din dikare were guharin. Şoreşa Rojava jî nimûneyek biçuk a vê ye. Bê guman em nikarin bêjin di Şoreşa Rojava de her tişt pêk hatiye. Dibe ku hîn pir kêm gav hatibin avêtin, li gel wê jî çiqas di cîhanê de hêvî da avakirin mirov dibîne. Divê mirov him vê hêviyê mezin bike, lê divê ji bo mayîndekirina van destkeftiyan erka xwe ya şoreşa jinê jî bide berdewamkirin. Bi vê bîr û baweriyê em hêvîdar in ku ev 8’ê Adarê jî ji bo tevahî jinên cîhanê weke rojekê berxwedan û weke rojekê cejna jinan li hemberî desthilatdariya mêr bibe rojekî nimûneya şoreşa jinê. Car din em 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr, li hemû jinên ku li zindanan, serê çiyan û li çeper û qadan têdikoşin pîroz dikin û wan silav dikin.”

Bi dawî bû