Ji Rosayan heya Sarayan ber bi bihara jinan ve – 4

Ji dawiya sedsala 19’emîn û destpêka sedsala 20’emîn şûnde li welatên weke Îngîltere, DYA û Elmanyayê, li gel têkoşîna nasîna mafên polîtîk ên wekhev û pêkankirina derfetên perwerdeya wekhev a jin û mêr, li hemberî metîngehiya li ser keda jinan têkoşîna herî mezin hat meşandin.

  
BÊRÎTAN ZINAR
Navenda Nûçeyan - Qada kedê li gorî feraset û hişmendiya mêr-dewletê xwe dispêre hêza kar a erzan. Ji ber ku erzan e, ji aliyê sermayedaran ve herî zêde keda jin û zarokan dihat hilbijartin. Mêr weke karkerê bi wesf, jin û zarok jî weke karkerên bê wesf dihatin dîtin. Ne ku tenê mûçeyê jin û zarokan kêm bû; di heman demê de di nav derfetên jiyan û xebata herî xirab de dihatin şixulandin. Piştî ku keda jinan ket nav qada hilberînê, hin caran barê debara hemû malbatê jinan girt ser milên xwe. Jin ji derveyî keda malê; li madenan û li febrîqeyan kar dikin. Ji nîvê sedsala 19’emîn şûnve karkeran bi rêxistinên xwe yên siyasî dikaribûn vê dorpêça xirab bişkînin. Jinên karker jî weke pêşeng cihê xwe di nav van rêxistin û sendîqayan de girtin û xwe birêxistin kirin. 
Bi qasî ku jinan li hemberî mêtingehiya li ser keda xwe têkoşîn dan meşandin, li hemberî sendîkavanên mêr ên xwe ji aqil û hişmendiya mêr serweriyê xilas nekirine jî têkoşînek bêhempa dan meşandin. Ruxmê ku ew gelek caran ji aliyê sendîkavanên mêr ve bicûk hatin dîtin û hatin dûrxistin jî dev ji têkoşîna xwe bernedan û lêgerîna xwe ya mafên xwe berdewam kirin. Di vê heyamê de; bi daxwazên wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev, sererastkirina mûçeya pîşeyên ku kêm mûçe digrin, karê hefteyê daxistina bin 48 saetan, rakirina cezayên kedê, zêdekirina mufetîşên kargehan, tezmînata jidayikbûnê, malên kooperatîf ên ji bo jinên kedkar gelek kampanya hatin sazkirin. Her wiha ne tenê jinên xwedî milk ji bo hemû jin bibin xwedî mafê hilbijartinê kampanya hatin dirustkirin. 
Jinên ku çalakiyên grev, boykot, qelskirina kar li dar xistin, ji nîvê sedsala 19’emîn şûnde di mijarên ewlekariya civakî, destûra welidandinê û wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev, berxwedaniyan bi pêş xistin. 
129 jinên kedkar hatin qetilkirin
Li hemberî têkoşîn û lêgerîna maf a jinan êrîşên ji aliyê mêr-dewletê ve jî nesekinîn. Yek ji van êrîşên ku bi komkujiyek mezin hat pêkanîn jî 8’ê Adara 1857’an e. 
Dema ku dîrok 1857’an nîşan dida li bajarê New York ê DYA’yê 40 hezar karkerên tekstîlê ku piraniya wan jin bûn li hemberî binpêkirina mafên karkeran û daxwazên mafên xwe li fabrîkaya tekstîlê dest bi çalakiyê kirin. Li hemberî çalakiyê gelek caran ji aliyê xwediyên sermayedar û polîsên dewletê ve êrîş pêk hat lê çalakî û grêva ku bi biryardariyek mezin bi pêşengiya jinan berdewam kir nehat şikandin. Di 8’ê Adara 1857’an de polîsan careke din li hemberî karekran dest bi êrîşê kirin. Polîsan karkerên jin ên di grevê de li fabrîqayê hepis kirin û fabrîqayê dan ber agir. Ji ber barîkatên polîsan ên li ber fabrîqayê jin nikaribûn ji fabrîqeyê derkevin. Di encama vê êrîşa dermirovî de 129 jinên kedkar hatin qetilkirin. 
Bêguman mîna gelek êrîşên li ser hebûn û azadiya jinan di dîrokê de pêk hatiye ev êrîş jî di bingeh de li hemberî jinên şoreşger û têkoşer pêyameke mêr-dewletê bû. Lewre dixwestin bi vê êrîş û qetlîamê bi jinên têkoşêr gav paşve bidin avêtin û serweriya hebûna xwe ya weke feraseta mêr-dewletê ragihînin. Lê ev plan û daxwazên mêr-dewletê pêk nehatin. Jinan vê bûyera trajîk a bi qetilkirina 129 jinên kedkar bi encam bû, ji bo xwe kirin bingeha xurtkirin û bilindkirina têkoşînê. Lewre piştî vê êrîşê weke bersiv, jinên têkoşêr û berxwedêr di hemû qadan de birêxistinbûna xwe mezintir kirin, dengê xwe gihandin tevahî jinên cîhanê. 
Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 
Ji bo ev qetlîam mîna qelek komkujiyên li ser jinan pêk hatiye, neyê jibîrkirin pêşengên wê demê Rosa Luksemburg û Clara Zetkîn dikevin nav tevgerê. Sala 1910’an li Kopenhaga paytaxta Danîmarkayê, Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî tê lidarxistin. Di konferansê de li ser bingehê pêşniyara Rosa Luksemburg û Clara Zetkîn tê qebûlkirin ku 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê were bibîranîn. 
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yekemîn car di 19’ê Adara 1911’an de li Elmanya û Îsvîçreyê hat bibîranîn. Di sêyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navneteweyî ya sala 1921’ê de li Moskovayê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku bîranîn di roja 8’ê Adarê de bên kirin. 
Têkoşîna mafê hilbijartinê ya jinan: Sufrajet
Têkoşîna mafê hilbijartinê ya jinan di sedsala 20’emîn de jî bi awayekî herî dijwar berdewam dike. Yek ji rêxistinên jinan a di vê sedsalê de ji bo bidestxistina mafê hilbijartinê mohra xwe li sedsalê dane Sufrajet in. Sufrajet a weke pêyv tê wateya ‘mafê hilbijartinê’ di vê pêvajoyê de bi armanca biçûkxistina lêgerîna maf a jinan li wan tê kirin. Pêşenga tevgera Sufrajet Emmeline Pankhurst e û di vê têkoşînê de keçên wê Christabel û Syvia Pankhurst jî cihê xwe digrin. Sala 1903’yan ji aliyê Emmeline Pankhurts Yekitiya Polîtîk û Civakî ya Jinan (WSPU) tê avakirin. Rêxistina Sufrajet li Îngîltere û DYA’yê xwe birêxistin kir, bi rêbazên curbecur mafên jinan êm civakî û mafên jinan êm hilbijartinê diparêzin û pir bi bandor dibin. Her wiha ew li hemberî mêrên ku tundiyê li ser jinan pêk tînin jî bi rêbazên afrîner têdikoşin. Li Îngîltereyê gelek çalakiyên jinan li dar dixin. 
Ji bo Sufrajetan tenê ji bo çîna navîn û jinên xwedî milk bidestxistina mafê hilbijartinê bes bû. Sufrajetên li DYA’yê Alice Paul û Lucy Burns Partiya Jinên Neteweyî (NWP) ava kirin. Di her çalakî û serîrakirina Sufretan de ew rastî êrîşên tund ên mêr-dewletê hatin. Li girtîgehan îşkenceya xwarina bi darê zorê li ser wan hat meşandin. Di navbera salên 1900 û 1914’an de nêzî hezar Sufrajet hatin girtin. 
Bayê netewperestiyê yê li ser Sufrajetan
Di serdema Şerê Cîhanê yê 1’emîn de (1914) bayê netewperestiyê bi awayekê pir mezin li ser Sufrajetan bandor dike. Ji ber ku piraniya wan çîna navîn û çîna serdest bûn. Bi feraset û hişmendiya ‘berjewendiyên welat ji her tiştî pîroztir e’ ku ev feraser bi xwe ji aliyê mêr-dewletê ve hatiye avakirin têkoşîna xwe ya lêgerîna mafên jinan paşve kişandin û hemû çalakiyên wan bi dawî bûn. Pêşengên Sufrajetan ên mîna Femînîst Emmeline û keça wê Christabel di carekê de vegeriyan netewperestên mezin. Navê rojnameya xwe ya Mafê Hilbijartina Jinan veguherandin ‘Brîtanya’. Dirûşma nû ya rojnameyê jî ‘Qral, Welat û Azadî’ bû. Lê keça din a Emmeline, Sylvia Pankhurst vê yekê qebûl nake û Partiya Komunîst a Brîtanyayê ava dike. 
Têkoşîna mafê hilbijartinê ya jinan li gelek welatan, bi berxwedan û têkoşînên bêhempa deng vedide. Piştî têkoşîn û berxwedanên bêhempa yên bidestxistina mafên hilbijartinê ya jinan, li welatên cuda piştî salan şûn de jin mafên xwe yên hilbijartinê bi dest dixin. 
Di ceribandina şoreşa Rûsyayê de jin
Şoreşa herî mezin a mora xwe li sedsala 20’emîn da Şoreşa Mezin a Rusyayê ya di 1917’an de ye. Yek ji qadên têkoşîna mafê jinan a cîhanî, Rûsya bû. Di 1905’an de li Moskova, Petersburg, Minsk, Yamta, Saratov, Vilna û Odessa yekemîn car mîtîngên mafên jinan hatin lidarxistin. Di Kanûna 1908’an de Yekemîn Kongreya Tevahî Jinên Rusyayê civiya. Li Rusyayê yekemîn car di sala 1913’an de 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Di heman salê de 2 hezar karkerên jin ên di febrîqeya tekstîlê de ji bo daxwazên mîna destûra ducanîbûnê û cilşoxaneyê dest bi grevê kirin. 
Di 1917’an de jinan Şoreşa Cotmehê dan destpêkirin. Bolşevîkan di 25’ê Sibatê de bang kirin ku greva giştî pêk were. Lê jixwe heya ew bang kirin 200 karker ji zû de dest bi grêvê kiribûn. Jinên karker ên di fabrîqayên tekstîla St Petersburgê bi hilbijartina delegeyan, wan dişînin fabrîqayên cîran û vê grevê birêxistin dikin. Bi vê awayê li Rûsyayê dest bi tevgera grevê dikin ku ev grev pêl bi pêl hilweşandina rejîma Çarî dide destpêkirin. Li Rusyayê zagonên ku di navbera salên 1917-1926’an de hatine derxistin ji bo jinan dayîna mûçeyên wekhev, mafê perwerde û destûra bi pere ya ducanîbûnê qebûl dikir. Kreşên zarokan, xwaringehên giştî û malên komûnal hatin vekirin. 
Di sala 1919’an de Buroya Jinan a bi navê Genotdel ku dirûşma wê ji aliyê Aleksandra Kollontay weke ‘çalakî û ajîtasyon’ hat diyarkirin û ew ê li ser bingehê du hedefên bingehîn kar bikira, hat avakirin. Hedefa duyemîn a Genotdel ya herî zehmet bû û ji gelek aliyan ve serkeftinên wê yên berbiçav çêbûn. Ji bo jin xwe ji ristên xwe yên kevneşop xilas bikin û di jiyana siyasî ya dewleta nû ya sosyalîst de kar bikin, şixulîn. Ajîtatorên Genotdel, ji fikrên Inessa Armand a yekemîn pêşenga Genotder derketin rê û ‘meclisên delege’ birêxistin kirin. Jinên wê di meclisan de erk bigrin, ji fabrîkayên heremî û gundan hatin hilbijartin. Ji bo di rêveberiya sendîqayê, di nexweşxane û fabrîkayan de erk bigrin û ji bo weke rêveberên heremî û hakîm erkên xwe pêk bînin dihatin pêşxistin. 
Li hemberî têkoşîna jinan muxalefeta mêr 
Piştî hilweşandina rejîma Çarî, li Rûsyayê jin bi awayekê pir mezin rastî muxalefeta mêr hatin. Bi vê awayê piştî sala 1925’an ji aliyê mêrên ku di rêveberiyê de cih digirtin ve zextekî pir mezin ji bo diyarkirina Genotdelê pêk tê û bi tawanê ku ew ketine riya femînîzma bûrjûva çavkaniyên Genotdelê qut dikin.  
Piştî pêvajoya desthilatdariya Stalîn êdî mafên jinan ên hatine bidestxistin car din ji destên wan hatin girtin. Bi vê awayê di sala 1930’an de Genotdel tê girtin her wiha di heman salê de weke mafek jinan kurtaj jî tê qedexekirin. Bi vê awayê tê xwestin ku têkoşîn û berxwedana jinan bê tepisandin û keda ku wan di Şoreşa Cotmehê de bi berdelên mezin dan ji nedîtî ve hat dîtin û heta tiştên cur be cur li ser jinan hatin ferzkirin.
Sibê: Bi pêşengiya Sarayan têkoşîna jinên Kurd pêl bi pêl bilind bû.