Ji Rosayan heya Sarayan ber bi bihara jinan ve – 3

Têkoşîna jinan a li hemberî metîngeriya li ser hebûn û keda wan, piştî sedsala 18’emîn, di sedsala 19’emîn de jî bi awayek rêxistinkirî û bi dengekî bilind belav dibe. Di dîroka têkoşîna jinan de yek ji ceribandinên herî mezin û girîng berxwedan û sekna jinan a di nav Komûna Parîsê de ye.

 
BÊRÎTAN ZINAR
Navenda Nûçeyan- Y Yek ji ceribandina dîrokî ya têkoşîna maf û azadiya jinan, Komûna Parîsê ye. Komûna Parîsê şêweyê xwerêvebirina cewherî ye ku ji 18’ê Adarê heya 28’ê Gulana 1871’ê 72 rojan rêveberiya bajêr di destên jin û karkeran de bû. Bi komûna Parîsê re di dîrokê de yekemîn car şoreşa proleterya pêk hat, bi pêneşgiya jinan çîna karkeran desthilatdariyê bi dest xist û 72 rojan ev desthilatdarî di bin destên jin û karkeran de bû. Bi Komûna Parîsê re ji holêrakirina rejîma kapîtalîst û avakirina rejîmek sosyalîst, ji nîqaşên teorîk wêdetir bi têkoşîna jinan û çîna karkeran şênber dibe. Jin û karkerên Parîsê bi Komûna Parîsê re serdemeke nû ya şoreşgerî didin destpêkirin. 
Piştî şerê di navbera Prusya û Fransayê de kedkarên Parîsî pirsgirêkek pir cidî ya birçîbûn û xizaniyê dijîn. Çîna bûrjûvazî di nav vî şerê de ji bo xilaskirina canê xwe bi Prusyayê re li hev tên û welat radestî dijminan dikin. Lê jin û karkerên Parîsê hem bi çekên xwe li hemberî dagirkeriyê radiwestin hem jî li hemberî nêzîkatiyên burjûvaya Fransayê têdikoşin. Hem li hemberî dagirkeriya li ser welat û hem jî li hemberî polîtîka û êrîşên li dijî jin û karkeran, gel û jinên Parîsê hêrseke pir mezin dijîn. Bi pêşengiya şoreşgerî, di 18’ê Adara 1871’ê de serhildan dest pê dike. Piştî vê yekê li Parîsê komûn tên avakirin. Gel bi avakirina rêveberiya xwe ya cewherî di heman demê de li dijî dagirkeriyê jî dest bi berxwedana xwe ya dîrokî dike. Bi vê awayê bi pêşengiya jin û karkeran gel dikare rêveberiya welat bigre destên xwe. Di dîroka 28’ê Adara 1871’ê de gel bi awayekî fermî li Parîsê rêveberiya Konseya Komûnê damezrandina xwe îlan dike. Bi şoreşa komûnê re hin biryar tên girtin ku giyotîn were qedexekirin, amûrên karkeran ên di pêvajoya şer de ji destên wan hatibûn girtin bê dayîn, pergala deyn û faîzê were rakirin û seatên xebatê yên karkeran dakeve 8 seatan û her wiha fabrîka ji aliyê karkeran ve were birêvebirin. Her wiha ji bo pêdiviyên gel jî bi taybetî ekîb tên avakirin. 
Di Komûna Parîsê de rola jinan
Jinên Parîsê yên serhildêr û berxwedêr di avakirin û damezrandina Komûna Parîsê de roleke pir çalak digrin ser milên xwe. Jin bi awayeke bi lez çekê digrin û destnîşan dikin ku ew ji bo pevçûna li hemberî dagirkeriya dijmin amade ne. Her wiha li ser fêrbûn bibikaranîna çekan û şûran perwerde didin destpêkirin. Di barîkatan de li hemberî dagirkeriyê canê xwe dikin mertal. Ji rêxistinkirina jiyanê û şer heya xebatên propagandayê bi awayekî çalak cih digrin û heta tabûrên jinan didin avakirin. 
Jinên ku dibêjin ew ji bo serkeftina şoreşê amade ne bimrin, li her herêmê ji bo avakirina komîteyên parastinê tên cem hev. Rêxistina ku navê wê yê kurt Union des Femmes (Yekîtiya Jinan) e jî bi vî awayî hat avakirin. Ev rêxistina ku bi pêşengiya komîteyeke navendî ya ji aliyê heşt karkerên jin ên Enternasyonal ve û bi serokatiya Elizaveta Dmitriyeva, bi navê "Tevgera Jinan a ji bo Parastina Parîsê û Alîkariya Birîndaran" tê avakirin. Tevger bi dirûşma ‘di oxira parastina mafên xwe yên hevbeş heya serkeftinê yan şerkirin an jî mirin’ biryardariya xwe destnîşan dike. 
Jin li kolanan bi cilên xwe yên leşkerî û bi çekên xwe tevdigerin. Mêrên ku li hemberî şer xwe vedişêrin an jî bajar diterikînin bi awayekê tund rexne dikin û destnîşan dikin ku ger mêr nebin jî ew amade ne xwe û komûna xwe biparêzin. Jin ji bo parastina Komûnê di hilberîna çekan de erk digrin û kar dikin. Nêzî 3 hezar jin guleyan çêdikin û nêzî hezar û 500 jin ji bo barîkatan torbeyên axê amade dikin.  
“Divê hemû jin rahêjin çekan!”
Di Komûna Parîsê de jî jin tenê li hemberî dagirkeriyê têkoşînê nameşînin. Her wiha li dijî feraset û hişmendiya mêr serwer a di nav şoreşê de jî têkoşînek bêhempa dimeşînin û dixwazin mafên xwe yên siyasî bi dest bixin. Ew ji bo di rêveberî û mekanîzmayên biryar û gotinê de bibin xwedî maf, têkoşînek bêrawestan dimeşînin. Jinên serhildêr û berxwedêr ên Komûna Parîsê bi şiyara ‘tawilê demokrasî’ dibêjin: “Wekheviya polîtîk ji bo jinan tê wateya mafên polîtîk. Divê ev pîvan ji aliyê mêran ve bê qebûlkirin.”
André Léo, Elizabeth Dmietrieff  û Louise Michel hîn jinên pêşeng ên jinên komûnarê ne. 
Andre Leo, di rojnameyên Komûna Parîsê de edîtortiyê kir. Ji bo mafên perwerdeya jinên ciwan têkoşiya. Femînîstên wê demê li mala wê kombûn û tora têkoşînê birêxistin kirin.
Elîzabeth Dmietrieff, di Komûna Parîsê de li eniyên herî pêş şer kir. Li dijî cudakarî û zayendparêziyê têkoşiya. 
Louise Michel, pêşenga jinên komûnarê ye. Di 17’ê Kanûna 1871’ê de bi tena xwe hat darizandin. Parêzerê parastinê red kir û wê bi xwe parastina xwe kir. Berpirsiyariya çalakiyê girt ser milên xwe û Komûna Parîsê parast. Piştî têkçûna Komûna Parîsê hat sirgûnkirin. Gotina wê mohra xwe li Komûna Parîsê dide: “Em gihîştin kêliya dawiyê ku ji bo gelê xwe bimrin! Bi tu awayê cih ji bo şik û lawaziyê nîn e! Divê hemû jin rahêjin çekan! Divê hemû jin têbikoşin!” 
Hezar û 51 jin dîl hatin girtin û 168 jin hatin darizandin
Bajarên din piştgiriyê nadin Komûna Parîsê. Şoreş tenê bi Parîsê re sînordar dimîne. Hêzên serwer ên Fransî bi Prusyayê re li hev tên û li dijî komûnê êrîşek hevpar didin destpêkirin. Di encama îxanetek de, deriyê bajar ji dijmin re tê vekirin. Bajar tê dagirkirin. Berxwedanî dikeve nav bêrexistinbûnê. Her kolan xwe dikşîne nava xwe û berxwedanê dike. Her çiqas berxwedanên mezin li kolanên xizanan û kedkaran bê dayîn jî çîna navîn yekser xwe radest dike. Heta bi kêfxweşiyek artêşê pêşwazî dikin. 
Dîrok 28’ê Gulana 1871’ê nîşan dide… Tê qalkirin ku di hefteya bi xwîn a têkçûna Komûnê de tenê di nav hefteyekî de 25 hezar jin û gelê Parîsê ji aliyê artêşê ve tên qetilkirin û bi giştî jî ji 50 hezaran zêdetir kes jiyana xwe ji dest didin. Her wiha hezar û 51 jê jin, bi giştî ji 40 hezaran zêdetir kes hatin dîlgirtin û 7 hezar kes hatin sirgûnkirin. 
Piştî tepisandina komûna Parîsê 168 jin hatin darizandin û cezakirin. 
Sibê: Dîroka 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û pêşengiya Rosa û Clarayan