Ji dîrokê heya îro berxwedana jinên Îranî

Bûyerên dawî yên jinên Îranê û serhildana wan a li dijî rejîmê, ferqa mezin a di navabera dîrok û rastiya jinên Îranê de nîşand dide.

Di navbera dîroka jinên Îranî û rastiya wan de ferqeke mezin heye

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan - Tevî rola girîng û naskirî ya jinên Îranî jî em li hemû navendên biryargirtinê û qadên din ên jiyanê de hebûna wê ya kêm dibînin û îro ji bo bidestxistina mafên xwe di nava têkoşîneke dijwar de bi desthilatdariyê re di civakek ku ji hêla pergala olî ya otorîter, baviksalarî ve tê kontrolkirin de dijî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk”de xwe ya çaremîn de destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên nava civakê pirsgirêka jinan e û bêyî wê ev pirsgirêk nayên çareserkirin.

Gelek sedem hene ku nahêlin jin mafên xwe bi dest bixin, ya herî girîng jî nêrîna civaka Îranê ya li ser jinan e. Li gorî wan mêr bingeha civakê û malbatê ne û jinan wek pêkhateyeke jêrdestê mêr û ji mêr kêmtir dibînin, maf didin mêran ku jinan kontrol bikin. Her wiha kêmbûna baweriya meyla siyasî ya serdest a li welat bi cudahiya zayendî û ji ber vê yekê jî gelek caran fikra beşdarbûna jinan di xebatên siyasî û ketina hemû qadên din ên civakî û çandî de teşwîq nake.

Sîstema baviksalarî dîrok û ramana jinan berovajî kir û hişt ku jin xwe ji mêran kêmtir û lawaztir bibînin û di wê baweriyê de bin ku divê serokatî tenê ji bo mêran be.

Li ser vê bingehê, mijara gihandina jinan ji bo cihên biryardanê bi giştî yek ji kêşeyên herî girîng e ku li Îranê pê re rû bi rû ne.

Jin bi xebata xwe ya di siyasetê de armanc dikin ku zagonên neheq ên li dijî jinan biguherînin û yekdestdariya mêr a li ser navendên biryargirtinê û qanûnên ku di encamê de tenê xizmeta mêran dikin derbas bikin.

Di sedsalên derbasbûyî de, riya bidestxistina wekhevî û bidestxistina mafên bingehîn ji bo jinên Îranî ne hêsan bûye, ji bo hemû mafên xwe têkoşiyane û heta niha jî têdikoşin.

Jinên Îranî dikaribûn di gelek bûyerên ku welat tê de derbas bû, xala zivirînê pêk bînin ku ya herî girîng beşdarbûna wan a Şoreşa Destûrî ya sala 1905’an bû. Ev yek nîşaneya guhertineke mezin a civakî û çandî li Îranê bû. Di wê serdemê de tevgerên femînîst aktîf bûn û dikaribûn zagonên malbatê biguherînin û mafê xwendinê bidin keçan.

Di serdema Riza Şah Pehlewî de mafê jinan hebû ku cil û bergên ku dixwestin li xwe bikin. Paşê di sala 1962’an de mafê dengdanê ji jinan re hat dayîn û dikaribûn pozîsyonên biryardanê bigrin. Lê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979’an rewşa wan bi awayekî radîkal hat guhertin û welat weke komarek bi karakterê îslamî hat ragihandin û di vê serdemê de hemû şêweyên bajarîbûn, azadiya jinan û rola wan a di civakê de ji holê rakir.

Ferzkirina zagonên hişk

Guhertina ku di jiyana siyasî ya Îranê de pêk hat, hemû aliyan vegirt û bi taybetî di jiyana jinan de berb,çav bû, ji ber ku mafên wan kêm bûn û niha rastî zilm, zordarî û cudakariyên berdewam tên. Civaka Îranê niha di çarçoveya sîstemeke tund a zagon û sîstemên civakî yên girêdayî ol û zîhniyeta baviksalarî de dijî lewre adet, urf û dersên îslamî yên ku li ser doktrîna Şîa ya Duwazdeh in bûne zagonên tund ên sepandinê. Wan zagonan ji bo bihêzkirina sîstema baviksalarî li welat û serdestiya mêran li ser jinan kar dikirin, maf didan mêran ku hemû hûrgiliyên jiyana jinan kontrol bikin û biryara çarenûsa wan bidin.

Piştî ku jina Kurd Mahsa Emînî ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hat qetilkirin, jinan dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Di van çalakiyan de zext û zordarî hatin kirin, gaza rondikrêj û heta guleyên rastî jî li dijî wan hatin bikaranîn, bi sedan çalakvanên ku ji bo daxwazên azadiyê derketibûn qadê hatin girtin û bi dehan kesan jî jiyana xwe ji dest dan lê ev hemû jî li pêşiya jinên Îranê nebûn bend û heya niha jî çalakiyên protestoyî li dar dixin, banga guhertina rastiyê dikin.

Jinên Îranê beşdarî xwepêşandanên 15’ê Mijdara 2019’an jî bûn ku wek berteka li hember têkçûna rewşa jiyanê û aborî û siyaseta derve ya rejîmê bû sedema têkçûna rewşa aborî ye derketin.

Derbeya li dijî têgînên jinan

Rewşa niha ya Îranê encama derbeya li dijî sîstema neolîtîk e ku bi hezaran sal berê serdest bû, li ser wê şaristaniyên kevnar hatin avakirin û dadmendî û wekhevî dabîn kir. Li ser bingeha nirxên jinan û meqamê dayikê di pêşketina mirov de bû ku mirov bi xwezayê re kir yek. Ji ber ku jiyan pîroz e, wê demê her tiştê ku xizmeta berdewamiya jiyanê dike, pîroz dihat dîtin, ji ber vê yekê kesên ku bi zanistê re eleqedar dibûn, bi taybetî jin, wesfeke pîrozkirinê ji wan re dihat dayîn.

Vê mîrasê jinan teşwîq kir ku biguherin, nemaze di ronahiya guhertinên civakî, siyasî û çandî yên ku welat tê re derbas bû de. Dema jinan li kêleka mêran rola xwe ya pêşeng lîstin di civakek ku jinan wekî yek ji bandorkerên pêvajoya guhertinê nas nake, rastî gelek kêşeyên curbecur hatin.

Desthilatdarên Îranê hewl didin wêneyên jinên Îranî yên ku ji mafên xwe yên xwendin û xebatê sûd digrin û di warê aborî û siyasî de gihîştine dereceyên pêşketî û di astên biryardanê de cih girtine ji cîhanê re pêşkêş bikin lê nakokiyên li ser rewşa jinan û mafên wan berdewam kirin. Amar û raporên navdewletî yên mafên mirovan bi berdewamî rastiyek ji vê îmaja heyû dûr eşkere dikin û xwepêşandanên vê dawiyê yên li dijî hîcaba mecbûrî, binpêkirina mafên jinan û tundiya li dijî wan, baştirîn belgeya vê yekê ye.

Sibê: Jinên Îranî û împaratoriyên beriya zayînê.