Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîna têkoşîna jinan - DOSYA (6)

Hindistan: Ji Kralîçeya Haydûtiyê ber bi Rêxistina Gulabî ve Hindistana ku rojeva wê tecawizên komî ye; çîroka Dêwa Phoolan ‘Kralîçeya Haydûtan’ ku bi jiyan û awayê tolhildanê bûye efsane, li welat wekî serhildan, şahidî û kurteya jiyanê ye. Phoolana ku 11 salî bi zorê hatiye zewicandin, rastî tecawizê hatiye, derketiye çiya, ji tecawizkaran tola xwe girtiye, ketiye girtîgehê, bûye parlamenter û bi sûîqestê hatiye kuştin. Li welatê ku tecawiz û kuştina jinan bûye wekî çandek, ji bebika 10 mehî, heta jina 65 salî, şîdeta zayendî, êrîşek e û her dem pêk tê. Jin jî di rêya Phoolan de diçin, li dijî pergala mêr, xwe bi çekan girêdan û ji bo xwe biparêzin di rêxistina Gulabî (Pembe) de bûn yek.

Hindistan: Ji Kralîçeya Haydûtiyê ber bi Rêxistina Gulabî ve  
Hindistana ku rojeva wê tecawizên komî ye; çîroka Dêwa Phoolan ‘Kralîçeya Haydûtan’ ku bi jiyan û awayê tolhildanê bûye efsane, li welat wekî serhildan, şahidî û kurteya jiyanê ye. Phoolana ku 11 salî bi zorê hatiye zewicandin, rastî tecawizê hatiye, derketiye çiya, ji tecawizkaran tola xwe girtiye, ketiye girtîgehê, bûye parlamenter û bi sûîqestê hatiye kuştin. Li welatê ku tecawiz û kuştina jinan bûye wekî çandek, ji bebika 10 mehî, heta jina 65 salî, şîdeta zayendî, êrîşek e û her dem pêk tê.  Jin jî di rêya Phoolan de diçin, li dijî pergala mêr, xwe bi çekan girêdan û ji bo xwe biparêzin di rêxistina Gulabî (Pembe) de bûn yek.   
Navenda Nûçeyan - Hindistana ku di her 18 saetan de jinek rastî tacîz û tecawizê tê, bi zêdebûna nifûsa xwe ya 1,2 milyarî li cîhanê welatê mezin ê duyemîn e. Li Hindistanê jin her dem bi tirsa kuştinê û xetera tecawizê re têdikoşin. Jin li nava kolanan, li qadên gundan, di otobusan de, li dibistan, dema diçin malên xwe û hema bêje li her derê, rastî êrîşan tên û nikarin xwe ji tecawizê biparêzin. Aktîvîstên mafên jinan ên hindistanî, bal dikşînin ser vê rewşa xirab û didin zanîn ku heta statuya kêm û nêrîna biçûkdîtî ya li jinan bi dawî nebe, zagonên hişk  jî dê kêm bimînin lewre divê destpêkê ev çand were guhertin. Bûyera 3 sal berê ya xwendekara fakulteya tibê di otobusê de rastî tecawiza bi komî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû, li welat bale kişandibû ser tecawiz û sûcên din ên zayendî. Mirina jina ku piştî tecawizê bi şîşên hesin lêdan xwaribû û ji otobusê hatibû avêtin, li welat bûbû sedema hêrseke mezin, hikûmetê piştî protestoyan cezayên sûcên zayendî zêdetir kiribû.
Jin têdikoşin  
Hem çavdêr hem îstatîstîk, hem jî bûyerên tecawizê yên ji rojevê dernakevin, pir vekirî nîşan didin ku di civaka baviksalar a Hindistanê de cudakarî û şîdeta li hemberî jinan hê jî pir zêde ye. Tecawizên li Hindistanê, ji ber statuya jinan a kêm, cudakariya zayenda civakî, pergala qestê ya baviksalar, qelsiyên di ferzkirinên hiqûqî de, pêkanînên çanda herêmî yên wekî “Satî” “Kurîmar” û “Doodh-peetî” û biryarên lijneyên li gundan çêdibin. Li welat ji ber teacîz û tecawiza zêde, jin di rêxistinbûnên xweparastinê de cih digrin û komeleyan ava dikin. 
Tecawizên hatine jibîrkirin...
Di rojnameyên Hindistanê de her roj nûçeyek êrîşa li dijî zarokên keçik an jî jinek heye. Bebika 10 mehî ya li Delhiya Nû rastî tecawiz cîranê xwe hat, zaroka 18 mehî rastî tecawizê hat û li kolanên Kolkatayê (Kalkuta) hat terikandin, zaroka 14 salî ya qereqola polîsan a li Utrar Pradeş piştî tecawizê hat kuştin, li Hovrayê jineke ku bi alîkariya hevjînê xwe rastî tecawiza komî hat, li Haragpurê jina tecawiza li dijî 65 salî... Ev bûyerên ku heta tu bibêjî hovane ne, ji derveyî mexdûr û xizmên wan, di demeke kurt de tên jibîrkirin.   
 Lijneya gund: Jinan derxin!
Li Hindistanê meclisên gundan, bi hinceta li dijî kevneşopiyan derketine her dem fermana mirinê ji bo jin û mêrên zewicandî dide. Li gundekî herêma Bengala Rojava ya Hindistanê, 13 kesan, bi biryara lijneya gund  bi komî tecawizê jineke ciwan kirin. Jina 20 salî, bi hinceta bi kesek ji civakeke din re têkiliya wê heye rastî vê hovîtiyê hat. Li gorî agahiyên polîsên herêmê, jina 20 salî ya li gundê Sulbalpur ê 240 km. dikeve rojavayê Kalkuta ya paytexeta eyaleta Bengala Rojava, ji ber bi kesek ji civakekek din re têkiliya wê hebûye hatiye dîtin, şefê gund bi lezgînî ji bo civînê bang kiriye. Ji bo civînê bang li jina ciwan û hevalê wê jî kirine. Jina ciwan û hevalê xwe piştî ku her yek ji wan bi darek ve hatine girêdan, bi sûcdariya ‘têkiliya zayendî’ li her yekê ji wan 25 rupî cezayê pere hatiye birîn. Li gorî agahiyên polîs, malbata jina ciwan a di civînê de amade bûye dema gotiye ew nikarin vî pereyî bidin, şefê lijneya gund biryara ceza daye. Li gorî wî biryarî jî dê gundî tecawizê jina ciwan bikin. Li gorî îfadeyên serlêdanê yên malbatê, lijneya gund beyanetek wiha daye: “Malbata wê nikare pere bide. Wisa be hûn biçin li kêfa xwe binêrin.” Lijneyên gundan ên ji extiyaran pêk tê, di serî di li başûrê Hindistanê, li ser jiyana civakî ya li herêmên bejahî xwedî bandorek girîng e. Li gundekî herêma Bîrbhumê mecliseke gund , ji ber bi mêrên ji eşîrên din re ‘têkiliya wan hebûye’ sê jinan li ber çavên komeke mirovan tazî dabûn meşandin. 
Tecawiza bi dewletê dest pê dike
Li Keşmîra di bin rêveberiya Hindistanê ya bi herêma başûr rojhilat re bi pirsgirêk e, tê gotin ku hêzên ewlekariyê, ji bo hemû civakê ceza bikin, her dem tecawizê wekî çekek bi kar tînin. Di gulana sala 2009’an de piştî hat îdiakirin ku li herêma Keşmîrê, li Şopîanê rastî tecawiza polîsan hatine û hatine kuştin, 47 rojan çalakiyên şermezarkirinê û grev çêbûbûn. Li Çattîzgarê Sonî Sorî ya ku bi hinceta kuryetî ji Maociyan re kiriye hatibû binçavkirin, ji 2011’an ve di girtîgehê de ye. Sonî Sorî, li Dadgeha Bilind gotibû ku di bin çav de rastî tecawizê hatiye û keviran xistine vajînaya wê. Gelek mexdûrên tecawizê, piştî salan jî li bendê ne ku edalet bi cih were. Dozgerên dadgehan, hincetên wekî dema sûc kiriye serxweş bûye, yan jî ji malbata xwe dûr bûye neçar bûye malbata xwe xwedî bike û heta di mêrê bi tecawizê tê sûcdar kirin ji ber di qesda jor de ye nikare tecawizê ‘jineke ji çîneke destnedayî tê’ dipejirînin û cezayên sivik didin êrîşkaran. 
Hindistan, xwedî pergala qestê û pergaleke hûrgulî ya daraz û edaletê ye lê kêmasiyan di pêkanîna edaletê de, valahiyên zagonî, dibe sedem ku sûcdar cezeyek biçûk bigrin yan jî qet ceza negirin û rizgar bibin ev jî ji tecawizê re dawetiye derdixe. 
Zarokên keçik ên mirî tên cîhanê!
Li Hindistanê, sedema tecawiza zêde ya li dijî jinan û kuştina wan cudakariya zayendî ya di civakê de bingeha xwe girtiye û tê pejirandin e. Aborînasa hindistanî Dr. Amratya Sen diyar dike ku li Hindistanê li gorî hesabê şêniyên 1986’an 37 milyon jin winda ne. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di 2008’an de li Hindistanê hejmara jinên winda bûye 62 milyon. Li tevahiya cîhanê rêjeya di navbera nifûsa jin û mêran li beramberî 100 zarokên keçik 103 yan jî 106 kurik bûye, li Hindistanê hejmara zarokên kurik derdikeve 132. Dema bi ya cîhanê re were hesabkirin tê dîtin ku li Hindistanê 62 milyon jin hatine tunekirin ango kuştin. Her wiha li welat di nava 20 salên dawî de 10 milyon zarokên keçik berî werin dinyayê hatine kurtajkirin.  
Komkujiya bi etîketên 'Kurimar' ve 'Doodh-peeti' 
Li Hindistanê kuştina jinan, li gorî armanc û awayê pêk tê, xwedî gelek navan e. Rîta Banerjî di kanûna 2006’an de dest bi kampanyaya bi navê “50 milyon jinên winda” kir. Rîta Banerjî, dibêje ku navlêkirina li kuştinan, bûye kevneşopiyek ku ji aliyê civakê ve tê pejirandin û çand û sûc tevlihev bûye. Ev têgihiştin jî dibe sedem ku kuştina jinan di civakê de normal were dîtin. Li Hindistanê zarokên kur, tercîhê zarokên keçik tên kirin. Sedema sereke ya windabûna ewqas jinan ev rewş e. zarokên kur, berdewamiya koka malbatê dibînin, zarokên keçik jî wekî mêvanên neçar in qelen bidin dibînin. Gotineke pêşiyên Hînd wiha heye: “Xwedîkirina zarokek keçik, wekî avdana bexçeyê cîranan e”. Ji ber  vê nêrînê, zarokê di rehma dayika xwe de dema keçik be kurtaj dikin. Rêxistinên jinan ji vê rewşê re dibêjin ‘cînayeta cenîn) Li hindistanê, di dema ducanîbûnê de diyarkirina zayenda zarok, tevî ku di 1994’an de hatibû qedexekirin jî di pratîkê de hê didome. Ji ber ku di malbat û komên xizan de kurtaj biha ye, zarokên keçik piştî diwelidin, dikarin werin kuştin. Ji binaxkirina zarokên keçik re “Kurîmar”, ji xeniqandina di satilek şîr de “Doodh-peetî” tê gotin.  
Di felsefeya Femînîst de komeleya Women In Dîstress 
Li Hindistanê yek ji saziyên girîng ên jinan jî Komeleya Jinên di Xeterê de (Women In Dîstress Unîon) ya navenda wê li peytext Delhiyê ye. Komeleya Dîstress In Women, a di torên neteweyî, herêmî û gerdûnî de peywir digire, avakara Women Power Connct (WPC) ya 1500 saziyên civaka sivîl ên li herêmên cur be cûr ên Hindistanê xwe bi rêxistin kirine di bin banê xwe de dihewîne. Komeleya ku di 1983’yan de hatiye avakirin; felsefeya xwe ya xebatê li ser feminism û ramancên civakî û demokrat ava kiriye, îlhama xwe ji aktîvîteya civakî digire.  Di salên 1990’î de têgeha zayendiya civakî ya her du zayendan di nava xwe de dihewîne xist rojevê û belav kir. Qada xebatên komeleyê, bi vê yekê ve girêdayî li ser zayenda civakî û mafên mirovan lê hûr bû. Mîsyona komeleyê parastina jinan, bihêzkirin, pêkanîna mafên wan ên esasî û bi lêpirsîna perspektîfa zayenda civakî, mijarên civakî û hiqûqî hatiye diyarkirin. Xebatên komeleyê li ser şîdeta ku pirsgirêka hemû jinên cîhanê ye, şîdeta nava malbatê, tacîza-tecawiza zayendî, êrîşên zayendî, zewaza di temenê biçûk de, bazirganiya mirovan, mijarên wekî wê û her wiha kuştinên namûsê ya girêdayî çanda Hîndan, beriya zayînê tercîha zayenda zarok, barê cihêzên jinan jî hene.   
Yekîneya xweparastina jinan: Rêxistina Gulabî
Jin li dijî tacîz û tecawiza li dijî jinan, kuştina bi navê namûsê, şîdet û cudakariya zayendî bi kincên pembe bi darên di destên xwe de li dijî bêmafiyan li ber xwe didin. Jinan li dijî pergala baviksalar çek girtine, xwe diparêzin û carna jî ji bo mêrên tecawizkar ceza bikin, bi êrîşên ji bo xweparastinê bi navê Rêxistina Gulabî (Pembe-Helesor) digihîjin hev. Gulabî ji aliyê Sampat Pal Devî ya dayika 5 zarokan ku berê di qada tendirustiyê de dixebitî û di temenê biçûk de zewicîbû ve di sala 2006’an de hat avakirin. Jinên ji Rêxistina Gulabî diçin serdana mêrên şîdetê li hevjînên xwe dikin, ji bo dawî li şedetê bînin wan hişyar dikin û dema ku dawî lê neynin bi darên bambuyê li wan didin. Ew jin li dijî zewaza di temenê biçûk de û qelenê jî têdikoşin, ji bo jinan kursên xwendin û nivîsandinê saz dikin. Ev koma ku di medyaya Hindistanê de cihek erênî digre, ji 2008’an ve bûye xwedî 20 hezar endaman û li Parîsê nûnertiya wê heye. Jinên Banda yên pembe li xwe dikin, heta demek nêz jî ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dur sekinîn lewre bi gotinên avakara wê Sampat Pal Devî bi gotinên “Ew kengê piştgirî bidin beramberê wê tiştek dixwazin. Li van deran kesek ji me re alîkarî nake. Perwirdarên dewletê û polîs, di sûc de xerq bûne û li dijî xizanan in. Ji ber vê yekê em neçar in edaletê bi destên xwe pêk bînin. Carna jî em kesên şaş tevdigerin teşhîr dikin” rewşê vedibêje.
Li Hindistana ku zayendîbûn lê rewşeke tabû ye, li gorî lêkolînan welatê herî xirab e ji bo jinan. Li gorî daneyên fermî, li Hindistanê di her 18 saetê de jinek rastî tecawizê tê. Di gelek bûyerên tecawizê de kiryar nayên girtin. Di 2011’an de li Delhiya Nû 568, li Mumbaiyê 218 jin rastî tecawizê hatin. Îstatîstîk wiha nîşan bidin jî rêxistinên jinan radigihînin ku hejmar pir zêdetir e. ji derveyî bûyerên tecawizê yên ketine rojevê, gelek jin ji ber tirsa cezakirin, kuştin û ji dervehiştina ji civakê dengê xwe dernaxin. Di 2011’an de li gorî qeydên polîsan ji 256, 328 sûcan, 228, 329 650 yê wan sûcên li dijî jinan hatine kirin in.  
Xwedawenda Kulîlkan –Kralîçeya Haydûtan: Phoolan Devî 
Li welatê ku roejeva wê şîdeta zayendî ye, çîroka Phoolan Devî ya bi jiyan û awayê tolhildanê bûye efsane, wekî pênase, şahidî û serhildana jiyana jinên li Hindistanê ye. Phoolan Devî, Di 10’ê tebaxa 1963’yan de li Madhya Pradesh ê li newala Deryaya Chambayê daristanên hov ku cihê haydût û çeteyên rêbir e hat dinyayê. Dayik û bavê wê di aiyê civakî û aborî de xwedî derfetên pir bûn, xwendin û nivîsandina wan tunebû. Dayika wê navê Phoolan ê tê wateya Xwedawenda Kulîlkan lê danî. Dema 11 salî bû bi kurapê xwe yê ku 20 salan jê mezintir bû re bi zorê hat zewicandin. Bi salan rastî tecawiza hevjînê xwe hat lê ji ber ku êdî nikaribû tehemul bike, reviya çiyayan. Li çiya, ji aliyê çeteyan ve hat revandin û dubare rastî tecawizê hat. Pholan di 18 saliya xwe de bû seroka çeteyên çekdar, destpêkê avêt ser gundê hevjînê xwe yê tecawizkar, wî û 10 mêrên din kuşt. Piştî ku wan kuşt di nîşeyek ku danî ba hevjînê xwe de wiha nivîsîbû “Bila mêrên extiyar bi keçikên biçûk re nezewicin.” Phoolan dûre berê xwe da gundê lê hatiye dinyayê, 22 mêrên ku sûcên herî mezin kiribûn kuşt û organên wan ên zayendî jêkir. Phoolan ku bi navê ‘Kralîçeya Haydûtan’ nav û deng da hat girtin û 11 sal di girtîgehê de ma. Dema hat girtin wê şibandin Robîn Hood û di medyayê de bi navê Kralîçeya Haydûtan behsa wê hat kirin. Dema ku ew hat girtin wiha digot: “Mêrên extiyar ên li vî welatî bi keçikên biçûk re dizewicin bila bitirsin! Ez ê wan bibînim û bikujim!”
'Qurbanbûnê nepejirand' 
Phoolan heta hat girtin tu wêneyek wê tunebû. Wê haydûta ku Hindistanê hejandibû, kesên ku ew dîtin şaşwaz hişt lewre jineke biçûk bû. Di girtîgeha ku bi gotina “Rizîn” bi bîr tîne de nivîskar Mala Sen nas dike. Pirtûka Mala Sen a bi navê “Kralîçeya Haydûtan” di sala 1990’an de bû film û Phoolan li tevahiya cîhanê hat nasîn. Ji ber ku wekî qurbana tecawizê dihat nîşandan Phoolan ji wê rewşê her dem bi bertek bû, bal dikişand ku nîşandana qurbanbûn û mexdûrbûna jinan, dibe sedem ku mêrên xwedî sûcên mezin, jinan ji bo xwe mal bibînin û tecawizê ji bo xwe maf bibînin. Hem ji aliyê bedenî ve hem jî ji aliyê ruhî ve pir êş kişandibû, rastî tacîz û tecawizê hatibû lê temenê wê bi hêrs û serhildana li dijî vê yekê derbas bûbû. Ji ber wê Phoolan tu carî ‘qubanbûnê’ nepejirand.
‘Bila destên haydut ên wekî yê min hebin...’
Di 1994’an de sûcdariyên der barê Pholan de kêm bûn û ew ji girtîgehê derket. Tevli Partiya Samajwadî bû, ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin. Phoolan Devî ya 11 salên xwe di girtîgehê de derbas kir, li Hindistanê yekem jina ku ji sûcên binî (Alt kast min fam nekir) hatibû ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin bû. Tevî ku xwendin û nivîsandin wê tunebû, kurtejiyana wê ya ku tê de hemû tiştên jiyabûn bi hevokên xwe dianîn ziman hebû, wiha digot: “Dema ez hatime dinyayê ji seyek bênirxtir bûm, niha kralîçe me. Diviyabû ez ji zû ve bimriyama lê ez hê jî zindî me. Bila şahidiya min, jiyana min derbas kir tu carî dubare nebe. Bibe bibe destekî û dirêjî alîkariya hemû xizan û bindestên li rûyê cîhanê bibe.” Phoolan Devî di 2001’ê de 38 salî li ber deriyê mala xwe ji aliyê sê mêrên rûyê wan bi maske ve bi çekê hat kuştin.