Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (9)

Li Somaliyê jin di dorpêça birçîbûn, sinet, tecawiz û recmê de ne Li Somaliyê her sal ji 5 milyonî zêdetir zarokên keçik tên sinetkirin, bi hezaran jin rastî tecawizê tên, zarokên keçik di temenê biçûk de bi zorêtên zewicandin. Li gorî daneyan3,7 milyon însan birçî ne û zêdetirî wan jin in. Di şerê navxweyî de destpêkê êrîşê bedena jinan dikin, jinên direvin sînoran jî rastî tecawiza leşkeran tên. Şerê bi navê îslamê li welat tê meşandin, hem tecawiza li dijî jinan hem jî recma bi zîhniyeta mêr bi xwe re aniye. Çîroka “Kulîlka Çolê” ya Waris Dirie, dengê jinan digihîne hemû cîhanê, ji bo hemû jinên li welat bûye awêne.

Li Somaliyê jin di dorpêça birçîbûn, sinet, tecawiz û recmê de ne
Li Somaliyê her sal ji 5 milyonî zêdetir zarokên keçik tên sinetkirin, bi hezaran jin rastî tecawizê tên, zarokên keçik di temenê biçûk de bi zorêtên zewicandin. Li gorî daneyan3,7 milyon însan birçî ne û zêdetirî wan jin in. Di şerê navxweyî de destpêkê êrîşê bedena jinan dikin, jinên direvin sînoran jî rastî tecawiza leşkeran tên. Şerê bi navê îslamê li welat tê meşandin, hem tecawiza li dijî jinan hem jî recma bi zîhniyeta mêr bi xwe re aniye. Çîroka “Kulîlka Çolê” ya Waris Dirie, dengê jinan digihîne hemû cîhanê, ji bo hemû jinên li welat bûye awêne.  
Navenda Nûçeyan - Li cîhanê yek ji welatên ji bo jinan herî bi xetere Somalî ye û li cîhanê di rêza pêncan de ye. Di şerê 20 sal in li Somaliyê didome de bedela herî giran jin didin. Li welatê ku NY’yê ragihand 3.7 milyon mirov ji birçîna li ber mirinê ne, her çiqas bi komarê were birêvebirin jî di rastiyê de ji destpêka salên 80’yî ve saziyên finansê yên kurewî ku li welat bi bandor in; bi polîtîkayên aborî, komên cuda di bin navê şerên olî de bera hev didin. Jin jî wekî welatên din ên Afrîkayê li Somaliyê jî di dema zayînê de dimirin, tecawiz û sineta jinan zêde ye û jin ji çavkaniyên perwerde, tendirustî û aborî sûdê nagirin. Wezîra berpirsa jinan a Somaliyê Meryan Kasim, diyar kir ku ew şaşwaz maye çawa welatê wê di serê lîsteyê de cih nagire û dibêje ku li Somaliyê, tişta herî xeter a jin pê re rûbirû bimîne ducanîbûn e lewre ji ber beriya zayînê kontrol tune ne, îhtîmala jiyana jineke ducanî ji sedî 50 ye. Kasim, radigihîne ku tevî vê, li welat bûyerên tecawizê rojane çêdibin, her zaroka keçik sinet dibe û tevî van hemûyan, bêavî, xizanî û şer û pevçûn hene, jin bi van rewşên xeter re rûbirû ne. 
Li Somalî û cîhanê sineta jinan
Li Somaliyê pirsgirêka herî mezin a jinan sinet e. Her sal 5 milyon 034 hezar û 260 zarokên keçik tên sinetkirin. Bi sedan zarokên keçik dema tên sinetkirin, dimrin. Di deme sinetê de nebe jî di dema zayînê de mirina jinan rewşeke ji rêzê û normal tê dîtin. Ji bo jinan yek ji zoriyên mezin jî ducanîbûn û zayîn e. Gelek jin ji ber sinetê jiyana xwe bi nexweşiyan derbas dikin. Sinetên jinan ku li Somaliyê bûye kevneşopî, zêdetir li herêmên bejahî çêdibe. Ji sedî 99 şêniyên Somaliyê ku misilman in; sineta ku tu têkiliya wê bi îslamê re nîn e bi wê baweriyê ve têkildar dibînin. Sineta jinan di nava gelên xwedî baweriya xirîstiyan, yahûdî û misilmanan de heye. Li gorî lêkolîna ku li 29 welatên Afrîkayê û Rojhilata Navîn  hatiye kirin, sineta jinan herî zêde li Misir, Etiyopya, Nîjerya, Sudan, Kenya, Burkîna, Faso û Somaliyê heye.
Birçîbûn û tecawizê wekî alternatîf didin pêş
 Şerê 20 sal e li Somaliyê heye, herî zêde jin û zarokan mexdûr kiriye. Di vî şerê navxweyî de tecawiz li dijî hejmarek zêde jin û zarokan pêk hat. Li welat bi nexweşiyên belavbûyî re birçîbûn jî heye. Ji sedî 51 kesên li Somaliyê dijîn bi alîkariya li derve dijîn û birçîbûn sînorê mirinê bi xwe ye. Di 2014’an de bi hezaran jin û zarokên keçik rastî tecawiza leşkerên 22 welatên di bin Yekîtiya Afrîkayê de û piştî tecawizê, xwarin û pere didin kesên mexdûr. Tecawiza ku êrîşeke herî xirab û hovane ye wekî ‘têkiliya tîcarî zayendî’ nîşan didin
Di nava mexdûrên tecaawizê de zarokên 4 salî jî hene 
Li gorî qeydan li welat 300 leşkeran tecawizê jinek kirine. Jin ji bo xwe rizgar bikin, li sînorê welatê xwe rêya Kenyayê, rastî tecawiza gelek haydûtan tên. Her wiha li Somaliyê di salên 1991-1992’yan de 300 hezar jin, li kampên penaberan rastî tecawiza leşker û peywirdarên kampê hatin. Beriya dagirkirinê, prezervatîf li leşkerên Amerîkayê hatin belavkirin. Di nava kesên rastî tecawizê hatin de zarokên çar salî û şeş salî jî hebûn.  
Jinên di dorpêça recmê de  
Kirinên Elşebaba girêdayî El Kaîdeyê ku ji sedî 60 welat di dest de ye, pirsgirêkên jinan girantir dike. Di nava salek de 10 jin bi recmê hatin kuştin. Ji 2008’an heta 2014’an gelek jin hatin recmkirin. Yek ji vana 13 salî bû, hinek ji wan jî piştî tecawizê bi recmê hatin kuştin. Jina rastî tecawizê hatibû hat recmkirin lê tecawizkar tenê cezayê qamçiyê girt. 
Çîroka Varîs, çîroka hemû jinên Somaliyê ye 
Li Somaliyê ev tabloya ku jin dijîn, têkoşîna Warîs Dîrîeyê afirand. Warîs jineke somaliyî ye. Warîs di sala 1965’an de li Somaliyê li çolê hatiye dinyayê. Malabata wê li çolê bi koçberî jiyana xwe didomand. Çîroka Warîs, zoriyên jinên li Afrîka û Rojhilata Navîn dijîn nîşanî me dide. Bi taybetî li Afrîka û Rojhilata Navîn bi milyonan jin tên sinetkirin Warîs jî 5 salî bû hat sinetkirin. Di temenê ku nizanibû sinet ji bo çi tê kirin, êşek wisa jiya. Heta salên xwe yên ciwaniyê jî digot qey lebata zayendî ya hemû jinan weka ya wê ye. Wê bedena xwe jî nas nedikir.
5 salî sinet, 6 salî şivanî, 13 salî zewac...
Warîs jiyana zor derbas kir. Ew nizanibû ku dê çavên xwe li cîhana ji bo jinan veguheriye êş û êşkenceyê veke. Di 6 saliya xwe de li ba malbata xwe li çolê şivantî kir. Li Somaliyê zanîna xwendin û nivîsandinê pir kêm bû, malbata Warîs jî xwendin û nivîsandinê nizanibû ew bi xwe jî dawiyê  hînî xwendin û nivîsandinê bû. Bavê Warîs xwest di 13 saliya wê de beramberî pere wê bi mirovek 60 salî re bizewicîne. Warîs vê yekê nepejirand û ji malê reviya. Li çolê bi rojan meşiya, ji xeterên mirov û ajalan xwe rizgar kir û xwe gihand ba xizmên xwe yên li Mogadîşhuyê. Dapîra wê ya li wir, ji bo di sefateta Somaliyê de xizmetkariyê bike Warîs şand Londrayê û lê şîret kir ku ‘Cihê jê hatiye tu carî ji bîr neke.’  Warîs li sefareta Somaliyê ya Londrayê tam 4 sal hemû rojan karê şûştina firaqan û paqijiyê kir, li wir bi temaşekirina televîzyonê hînî înglîzî bû, xwendin û nivîsandinê jî ji ber xwe ve hîn bû. Dema ji sefaretê gazî wê kirin, ji tirsa ji neçarî biçe Somaliyê, careke din reviya. Dema ji sefaretê reviya, 18 salî bû. Wekî ku dapîra wê jê re gotibû tu carî welatê xwe ji bîr nekir û dem bi dem bêriya welat kir. Piştî ji wir reviya, li lokantayek karên peqijiyê kir û li wir wênekêşek navdar ji bo modeliyê bike ew îqna kir. Warîs 10 salan modelî kir.   
Warîs dûre hîn bû ku hatiye sinetkirin
Dema ku ji çolê reviya û çû Londrayê mirovê nû nas kir, fam kir ku her jin weka wê nîn e. Di rewşek asayî de her jin pêdiviya xwe ya tiwaletê demek pir kin pêk dianî lê Warîs ji 15-20 deqeyan kêmtir pêk nedianî. Lewre ji ber sinetê cihek pir biçûk bû, wê dilop dilop dikaribû mîza xwe bikira. Bi heman rengî xwîna wê ya mehane jî pir dewam dikir lewre hindik hindik dihat. Warîs dema ji ber êşa zêde çûye nexweşxaneyê, dema bijîjk jê re gotiye “Tişta ji te girtine nikarim bidim te lê dikarim êşa te kêmtir bikim” fam kiriye ku ew hatiye sinetkirin.  
Diviyabû ji bo hemû zarokên keçik ên hatibûn sinetkirin vegota 
Warîs destpêkê nikaribû bigota sinet bûye lewre şerm dikir lê dûre wê serpêhatiya xwe pêşî ji rojnamevanek re dû re jî ji nûnerê Neteweyên Yekbûyî re vegot. Di 1997’an de dema di jiyana xwe ya modeliyê de gihîştibû lûtkeyê, Warîs serpêhatiya xwe vegot û bû navdara yekem a behsa sineta zarokên keçik kiriye. Dawiyê ji bo vê doze dev ji modelvaniyê berda. Di sala 1998’an de zarokatiya xwe ya zor a li Somaliyê derbas kir û dîsa ciwaniya xwe ya li Londrayê zehmet derbas bû bi romanek anî ziman. wê xwest hemû cîhan zoriyên ku zarokên keçik li Somalî û gelek welatên Afrîkayê dijîn bizanibe. Ji bo vê jî bi awayê fedakarî dest bi têkoşînê kir. 
Hemû zarokên keçik ên li Afrîkayê ‘Kulîlka Çolê’ bûn
Li romana xwe ya ku tê de behsa jiyana xwe kir navê ‘Kulîlka Çolê’ danî. Warîs, li gelek welatan bi navê Kulîlka çolê tê zanîn. Di rastiyê de Warîs bi romana xwe, bi pênûsa xwe behsa bi milyonan jinan kir. Serpêhatiyên trajîk ên bi milyonan jinên li Afrîkayê dijîn, bi hemû cîhanê da zanîn. Roman ‘Kulîlka Çolê’ çawa derket, li 11 welatan hat çapkirin û li Ewropa, Amerîkaya Başû, Gana Nîjerya û Afîkaya Başûr deng veda.
“Tenê jinek dikare min fam bike”
'Kulîlka Çolê’ çawa derket, hat xwestin bibe fîlm lê Warîs, demek dirêj teklîfan red kir. Lê dema ku derhênerek jin derket pêşberî wê, teklîfê pejirand û ji derhênerê fîlm Shery Horman re wiha got: “Tiştên min jiyabûn, tenê jinek dikaribû fam bikira.” Fîlma “Kulîlka Çolê” li gelek derên cîhanê hat pêşandan û eleqeyek mezin dît. Warîsa niha 50 salî ye, li Awustralyayê dijî û li ser navê weqfa Kulîlka Çolê mafên jinan diparêze. Warîs jiyana xwe ji bo têkoşîna mafên jinan û bi taybetî jî ji bo kevneperestiya sineta jinan ji holê rake diborîne. Warîs 3 pirtûkên din ên bi navê “Berbenga Çolê” (2002) “Zarokên Çolê” (2005) û “Nameya bo Dayika min”  jî nivîsandin.