Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan - (8)
Meksîka: Çîroka Normayê û bi deh hezaran jinên winda
Di tevahiya dîroka Meksîkayê de, di her berxwedanê de jinan pêşengî kir. Li welatê ku bi deh hezaran jinên di fabrîkayên li sînorê DYA’yê de dixebitîn; bi hevkariya çete-polîsan hatin revandin, piştî tecawizê hatin windakirin, îro rojeva jinan kuştinên li ser sînoran, xemsariya dewletê ya li dijî tecawizên li ser sînoran e. Li Cîudad Juarezê ku wekî peytaxta berxwedana li dijî revandin û kuştina jinan tê zanîn, avakara koma “Bila keçikên me Vegerin Malê” Norma Andrade, bi têkoşîna ji bo keça xwe û hemû jinên ku hatine kuştin dimeşîne bi caran ji mirine rizgar bûye.
Meksîka ku wekî welatê Maya û Aztecleran tê zanîn, piştî kefşkirina Amerîkayê, cihê yekem ê hatiye dagirkirin e. meksîka bi salan di bin dagirkeriya Îspanyol de ma. Di 16’ê îlona 1810’an de serxwebûna xwe bi dest xist, xwedî şêniya 121 hezar e. têkoşîna jinan a meksîkayê mîrasê xwe yê dîrokî ji şervanên bi navê Margarîta Nerî, Marîa de la Luz Espînosa yên di şoreşa Meksîkayê ya ji 1910’an heta 1920’an berdewam kir, li dijî rejîma Porfîrîo Dîaz ê muhafezakar otorîter têkoşiyan digire. Mîrasê xwe ji jinên wekî Comandante Ramona û Ana Marîa yên di serhildanên Zapatîstayê de pêşengî kirin û hunermendên weka Frîda Kahlo digire. Di 1916’an de jinan bi pêvajoya têkoşîna mafê deng de kongreya jinan a yekemîn li dar xist. Jinan di şoreşa Meksîkayê de di 1968’an de ya protestoyan, şoreşa Zapatîstan jî tê de di her berxwedana girîng a sedsala 20’an de pêşengî kirin.
NAFTA: Dayika xirabiyan
Li Meksîkayê jin li dijî şîdet û newekheviyê bênavber bi biryardarî li ber xwe didin. Di 2014’an de 43 xwendekarên Ayotzînapayî ji aliyê polîsên bi çeteyên tiryakê re hevkarî dikirin ve hatin revandin û kuştin. Jinan piştî vê bûyerê kampanyaya bi navê “Şerê Tiryakê dest pê kirin, her wiha di rojeva jinan de kuştina jinan a li ser sînor, şîdet û xizanî heye. Li welat ji sedî 70 kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn, mirina jin û zarokan ji sedî 30 e ku di nav welatên cîhanê de herî zêde ye. Di 1994’an de li welatê ku xwedî Peymana Bazirganiya Serbest a Welatên Amerîkaya Bakurê DYA’yê (NAFTA) ye, wekî kevneşopî partiyên xirîstiyan rastgir serokatiyê dikin. NAFTA ku piştgirî ji DYA û Amerîkaya Latîn dibîne jî li welat wekî “Dayika xirabiyan” tê zanîn.
Rojê 6 jin tên kuştin, xaça pembe zêde dibe
Jinên meksîkî, li dijî kuştina jinan a di salên dawî de zêde bûye, li gelek bajaran xaçê pembe danîn. Li gorî Mala Çavdêriya Kuştina Jinên Sivîl ên Neteweyî (Observatorio Ciudadano Nacional del Feminicidio) li Meksîkayê rojê 6 jin tên kuştin, ji bo ji sedî 24’ê cînayetan lêpirsîn tên vekirin û ji sedî 1,6 ê wan kiryar sûcdar tên dîtin. Li gorî Nûnera Jinan NY’ê Ana Guzemes, ji 3 1 cînayet ji aliyê hevjînan ve ji 3 2 ji aliyê çeteyên tiryakê û hevkarên wan ve tên kirin. Polîs, bi gotinên “Hûn bi xwe negerin û dengê xwe dernexin, yan na dê lêpirsîn berdewam neke” malbatên li edaletê digerin tehdît dike lê di encama lêpirsînê de jî jinên mexdûr sûcdar dibîne.
Kujeran ceza negirt kuştina jinan zêde bû
Bi îmzekirina Peymana Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur (NAFTA) a di 1994’an de; jinên ku li atolyeyên bi armanca hilberîna kincên erzan ji bo bazara Amerîkayê hatin vekirin dixebitîn bi kuştin û revandinê re rûbirû ne. Dema cenazeyên wan jinan tên dîtin, şopên tecawiz, demek dirêj girtin û îşkenceya fizîkî li ser wan tê dîtin. Ji van jinan bi deh hazaran hê jî winda ne. Di sê salên dawiyê rayedaran tenê hestiyên şeş jinan dan malbatên wan lê li morga Juarezê cenazeyên bi sedan mexdûrên bê nasname hene. Li Ciudad Juarezê tevî kuştina bi deh hezaran jinan jî bêdengiya hikûmetê û bêcezamayîna kujeran bû sedem ku cînayet li bajarên din jî çêbibin. Ji 2007’an vir ve li eyaletên Nuevo Leon, Sînaloa ve Chîhuahuayê rêjeya kuştina jinan ji sedî 40 zêde bûye. Destpêkê li eyaletên sînor ên Meksîkaya bakur Chihuahua, Nuevo Leonê, kuştina jinan bi awayê sîstematîk dest pê kir û bi demê re li eyaletên başûr ên bi navê Guerrero û Veracruzê belav bû. Îro jî eyaleta ku herî zêde jin lê tên kuştin Mexsiko Cîty e.
Berxwedana Normayê ya 14 salan
Aktîvîstên feminist ên bi navê Marîsela Escobedo Ortîz, Josefîna Reyes Salazar, Susana Chavez ji ber ku cînayetên jinan ên li welat anîn rojevê û xwestin bale bikşînin ser hatin kuştin. Li dijî kuştin û revandina jinan Cîudad Juarez ku wekî paytexta berxwedanê tê zanîn; koma jinan a bi navê “Bila keçên me vegerin. Careke din bila wiha nebe” (Nuestras Hîjas de Rogreso a Casa) ku bi piranî ji dayikên jinên winda û yên kuştî pêk dihat, bi salan e têkoşîna xwe didomîne. Herî dawî li dijî activist Norma Andrade ku keça wê jî di kuştinên sînor de bûbû qurban, di du mehên destpêka sala 2015’an de du car hewldana sûîqestê çêbû. Serpêhatiya Normayê kurteya jiyana jinên li Meksîkayê hatine kuştin û yên li dû wan mane. Serpêhatiya Norma û keça wê ya hatiye kuştin wiha ye: “Keça Norma Lîlîa Alejndra, ya di fabrîkaya plastîkê de dixebitî, her roj dema diçû kar di zeviyeke beyar de derbas dibû, dûre siwarê servîsa fabrîkayê dibû. Di sibata 2001’ê de rojek Lalîa nehat malê. Norma ji bo dîtina wê ket hewldanan. Piştî hefteyek cenazeyê wê hat dîtin. Polîs, ji norma re gotin, “Keça we tenê şeş roj girtî maye, rastî îşkence û tecawizê hatiye, hûn bi şans in.” Norma ji ber ji polîsan bawer nake, ew bi xwe lêkolîn dike da ku bizanibe keça wê ji aliyê kîjan kesan ve hatiye kuştin. Wê gotina “Kujerê jirêderketî” (sapık) bes nedît û lêkolîna xwe berdewam kir. Di encamê de hîn bû ku keça wê bi hevkariya polîs-çeteyan hatiye kuştin û bi hezaran jin weka keça wê yan hatine kuştin an jî di wê rewşê de bi xeterê rûbirû ne. Norma diyar kir ku cînayet bi zîhniyeta mêrê serdest û bi cesaretdayîna sîstematîk a polîs û çeteyan pêk tên û wê rojê koma “Bila Keçên me Vegerin” ava kir. Norma di 2011’an de ji aliyê çeteyan ve bi pênc guleyan birîndar bû. Nor3ma ji aliyê polîsan ve gelek caran hat binçavkirin û îşkence dît, mala wê ya ku bi keça xwe ya din re lê dima hat şewitandin, gelek caran di encama êrîşên polîs-çeteyan de birîndar bû. Li keça wê Malu Andrade gelek caran gefên kuştinê xwarin. Têkoşîna edaletê ya Norma û keça wê tevî her tiştî berdewam dike.
Navenda nû ya kuştinan Mexîco Cîty
Di sala 2013’an de jinan bi pêşengiya Norma li dijî kuştina jinan meşa bi navê “Meşa Ji bo Jiyan û Edaletê” dest pê kirin. Jin heft roj li çolê meşiyan û gihîştin Chîhuahuayê. Jinên ku hejmarek zêde ji wan dayikên windayan bûn, bi walî re hevdîtin kirin û daxwazên xwe gotin lê daxwazên wan nehatin pejirandin. Jinên ku ji bo aqubeta keçên xwe hîn bibin bêrawestan derketin kolanan, ji polîsan lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Di tevahiya sala 2014’an de jinan çalakiyên xwe berdewam kirin, rûniştin, kon vedan û dawiyê jî ketin greva birçîbûnê. Dayikên Juarez, bi pêşengiya Normayê, ji bo dewletê di mijara jinên winda de bikin tevgerê çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Niha jî li Meksîko Cîty ku kuştina jinan lê dest pê kiriye, jin hewl didin weka Normayê dest bi têkoşînê bikin.
Jinan sala borî di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bo balê bikşînin ser kuştina jinan, meşeke mezin li dar xistibûn, Norma jî ji bo piştgiriyê tevli wê meşê bûbû.
Ji sedî 80 jinên dixwazin birevin DYA’yê rastî tecawizê tên
Li Meksîkayê ji ber şerê tiryakê û xizaniya zêde ya aborî, jin li dijî komkujî û tecawizên ku zêde bûne re têdikoşin. Gelek jinên ku ji ber vê rewşê direvin, dema dixwazin derbasî DYA’yê bibin, li sînorê başûr rastî tecawiza dewletê û çeteyan tên û gelek ji wan tên kuştin. Elvîra Gordîllo ya di mala parastina jinên koçber Frontera Comlapa ya li sînorê Guatemala-Meksîkayê, deh salan xebitî dibêje ku hemû kesên ber bi sînorê bakur ve diçin, dizanin ku tecawiz daxilê buhayê daxwaza çeteyan e ji bo revandinê. Di 2014’an de jinên ku dixwazin ji sînor derbas bibin, ji bo ducanî nemînin dermanê kontrola zayînê bi kar tînin dû re diçin lê ji wan ji sedî 80 rastî tecawizê tên. Gelek jinên ku ji sînor tên derbaskirin jî radestî çeteyên fuhûşê tên kirin. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOm) li Meksîkayê her sal ji 20 hezar kesên ku ji bo fuhûşê yan jî wekî din tên revandin û bi zorê tên xebitandin, ji sedî 80’yî wan jin an jî zarokên keçik in. Zilma li ser jin û zarokan piştî derbaskirina sînoran jî didome. Li navendên mezin ên binçavkirinê yên li DYA’yê hatine avakirin, ji sedî 45 zarokên keçik rastî îstîsmara zayendî tên.
Xwecih, xizan û jin
Helbestvan û activist Susan Chavez, ji berk u li dijî kuştina jinan pêşengiya çalakiyên protestoyî kir, ew jî wekî gelek qurbanan, rastî tecawizê hat û di 31’ê çileya 2011’an de hat kuştin. Susana di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû: “Li Meksîkayê hemû kesên dixwazin karên derzagonî bikin, bedena jinan bi kar tînin.” Li Meksîkayê jin ji ber xwecihî ne, xizan in û jin in sê caran mêtinkariyê dijîn. Jinên meksîkî tevî ku wekî mêran dixebitin jî zagon mafê milkiyete nade wan. Bi taybetî jinên hevjînên xwe berdane, malên wan ên hevpar piştî hevberdanê nadin jinan. Dema biryarên der barê parvekirina erdan de tên girtin, jin ji derveyî van biryaran tên hiştin û di saziyên biryarê de nikarin cih bigirin.
Têkoşîna nûnertiya wekhev
Li qada siyasî jinên meksîkî ji bo temsîliya wekhev têdikoşin. Di 10’ê sibata 2014’an de namzedên ku partiyên siyasî ew nîşan dabûn, madeyek ji bo pêşniyarkirina girtina tedbîrên ji bo pêkanîna wekheviya zayendî, di makezagonê de cih girt. Bandor û pêkanînên madeya nû ji ber li gorî eyaletan diguhere hê nediyar e. Di heman demê de li qada siyasî ji bo jinan zîhniyeta mêr li pêşiya wekheviyê asteng e. Di hilbijartina hezîrana 2014’an de li gorî beyanên namzedên jin dane dadgeha taybet; hejmarek zêde ji wan di pêvajoya hilbijartinê de li dijî wan û malbatên wan gef hebûne, rastî hîlekariya hilbijartinê, êrîşên fizîkî û îftîrayan hatine. Jinên xwecihî yên wekî Oaxaca, Chîpas jî bi zîhniyeta mêr, bi cudakarî û netewperestiya rayedarên partî û dewletê re rûbirû dimînin.
Jinên xwecih gerîlatiyê dixwazin
Tevgera Zapatîsta ya ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn, li herêmên gelên xwecih dijîn jiyanê şên dikin. Li Meksîkayê jin, bi nasnameya xwe tevli têkoşîna azadiya neteweyî dibin. Gelek jinên di nava tevgerê de cih digrin, dibin fermandar. Jinên xwecih, bi têkoşîna dimeşînin hem peywirên girîng digrin hem jî hewl didin nakokiyên navxweyî yên civakê biguherînin. Ev jinên şoreşger, dema nû derketin çiyayan bi fahîşetiyê hatin sûcdar kirin lê bi têkoşîna ku meşandin, bûn hêviya jinên xwecih. Ji bo bi hezaran jinên tevli Zapatîstayê bûn, wateya jiyanê guherî. Hem ji bo jinên çekdar hem jî yên alîkarên wan. Di rêxistina Zapatîstayê de vexwarina alkolê bi daxwaza jinan hatiye qedexekirin, ji bo zarokên keçik û kurik bi hev re perwerde bibînin merc çêbûne, ji bo jinên xwecih, li ocakên tendirustiyê xizmeta bê pere tê kirin, jin ji bo berhemên xwe li bazaran bifrojin dikarin derkevin rêyên dûr, li pêşiya gelek kesan dikarin biaxivin, çalakiyên girseyî bi rêxistin dikin, bi kesê dixwazin re dikarin bizewicin, biryara hejmara zarokên biwelidînin bi hevjînên xwe re didin, jinên ji bav û hevjînên xwe şîdetê dibînin dikarin ji bo cezakirina wan kesan gilî bikin. Tevî hemû destkeftiyan jî Meksîka bi taybetî ji bo jinên xwecih navenda xirabiyan e. Jinên di nava Zapatîstayan de cih digrin her çiqas di navbera xwe de pêşî li xirabiyên li dijî jinan girtibin jî jinên ji derveyî rêxistinê hê jî tên kuştin, rastî tecawiz û şîdete tên.
Jin têkoşîna Belenê dimeşînin
Li aliyekî Meksîkayê mirin û polîtîkayên neoliberal hene, li aliyek wê jî berxwedan heye. Di şoreşa Meksîkayê de li dijî rejîma muhafezekar otorîter Porfîrîo Dîaz, jinên wekî Marîa de la Luz Espînosa Barrera, Margarîta Nerî şer kirin, di serhildanên Zapatîstayê de şervanên xwecih ên wekî Comandante Ramona û Ana Marîa û hunermendên wekî Frîda Kahlo cih digrin
Yek ji sembolên vê berxwedanê jî Juana Belên Gutîêrrez de Mandoza ye. Ew navê xwe ji girtîgeha Belenê ya Meksîkayê digre. Belen, li bejahiya Meksîkayê di malbatek xizan de hat dinyayê. Di temenê biçûk de bi karkerekî madenê re hat zewicandin. Ji ber hevjînê xwe şahidî ji hemû pirsgirêkên karkerên madenê re kir. Nivîseke li ser mercên jiyanê û xebata zor a karkerên madenê nivîsand û di kovarek de weşand. Ji ber wê nivîsê Belen di 18 saliya xwe de hat girtin. Dema ji girtîgehê derket, bû yek ji pêşengên têkoşîna jinan û fermandarên şoreşa Meksîkayê. Belena ku ji girtîgeha Belenê derket; bû çapxanevan a hosta ya şoreşa Meksîkayê, serhildêrek, nivîskar, jineke fermandar û yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinan.
Fermandara artêşa Zapatayê
Di 1901’ê de Belen dema 20 salî bû rojnameya Vazperê weşand û banga şoreşa li dijî kapîtalîzmê kir, bang kir ku xizan dest bidin ser maden, rêyên hesin û çiftlikan. Rojnameya Vasper di 1903’yan de hat girtin. Belen careke din ket girtîgehê. Di 1911’an de bi hevjînê xwe re tevli artêşa Zapatayê bû, ji bo fermandariyê hat hilbijartin. Piştî salên têkoşînê yên çalak Belen, li qada mafên jinan û azadiya jinan, têkoşîna xwe domand. Belen, komeleya bi navê “Keçên Anahaucê” ava kir, kovareke feminist a bi navê “The Source) derxist. Belen salên dawî yên temenê xwe di nava xizaniyê de derbas kir. Ji bo ji keça xwe ya nexweş re derman bikre, weşanên xwe yên çapkirî firot. Dema mir, tenê daktoloyek wê hebû, malbata wê ji bo mesrefa cenaze wê daktîloyê firot.