Jêbirina Bîranînê û Rewşa Berdewam a Enfalê (1)
Hewldanên ji bo eşkerekirina aliyên qirkirina Kurdan a berê, li kêleka vê rastiyê berdewam dikin ev gel di serdema hemdem de hêj rastî qirkirinê tê û trajediya wê ev e ku dubarebûna vê qirkirinê li hemû Kurdistanê îro û di pêşerojê de jî mîna gef dimîne.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan- Hewldanên ji bo bidestxistina edalet û hesabpirsînê di çarçoveya dîrokî ya sûcê Enfalê de hîn jî ji ber bêbandorî û sînorkirinên siyasî û dadwerî tên astengkirin. Nebûna serxwebûnê ya di pêvajoyên tiba dadwerî de û neweşandina bi zelalî ya nasnameya qurbaniyan, ne tenê mafên sax mayiyan paşguh dike, di heman demê de rê li ber înkar û jibîrkirina fermî jî vedike. Di hawîrdorek wisa de, vegerandina edaleta dîrokî tenê bi pejirandina polîtîkayên piştgiriyê yên berfireh û pêkanîna bernameyên edaleta sererastkirinê gengaz dibe.
Kurd bûne hedefa herî rewa ya dewlet û komên îslamî
Armanca vê raporê ew e ku rewşa heyî û dijwariyên di eşkerekirin, destnîşankirin û bidestxistina edaletê ji bo gorên komî yên qurbaniyên qirkirina Enfalê de lêkolîn bike. Her wiha hewl dide ku kêmasiyên heyî yên di warên dadwerî, qanûnî û dîrokî de analîz bike û ji bo bidestxistina edaleta dîrokî û dayîna desteka ji bo yên sax mane, pêşniyaran bike. Hewldanên ji bo eşkerekirina asta qirkirina Kurdan a berê, berdewam dikin. Ji ber ku ev gel di serdema nûjen de jî rastî qirkirinê tê û trajediya wê ew e ku metirsiya dubarebûna vê qirkirinê li dijî Kurdan li hemû herêmên Kurdistanê hîn jî heye. Di serhildana gelêrî ya 2023’yan a li Îranê de, kuştina sîstematîk a sivîlan gihîşt rêjeyên tirsnak, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Kirmaşan û Şebadê (Îslamabad). Wêneyên pir tirsnak ên komên cenazeyan nîşan didin ku sûcek bi mezinahiya nediyar hatiye kirin. Ji aliyekî din ve, gefek qirkirinê ya ji nû ve li dijî Kurdan, li Rojava, di heman demê de ji hêla dewletek Îslamî ve tê kirin. Di dîroka nûjen de, Kurd ji hêla dewlet û komên Îslamî ve hedefa herî rewa ya qirkirinê bûne.
Enfal: Projeyek qirkirina sîstematîk li dijî Kurdan
Operasyona Enfalê ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê ve di bin serokatiya Sedam Huseyîn de hate kirin, yek ji qirkirin û paqijkirinên etnîkî yên herî tirsnak ên dîroka Rojhilata Navîn e. Ev operasyona leşkerî û ewlehiyê ku ji aliyê Elî Hesen Mecîd (bi navê Eliyê Kîmyewî tê nasîn) ve hat fermandarkirin, armanc dikir ku herêmên Kurdî yên bakurê Iraqê ji her berxwedan an nasnameya Kurdî "paqij bike". Ew qirkirinek ji aliyê dewletê ve bi dabeşbûnên îdeolojîk û siyasî bû û ew hîn jî gefek dubarekirî ye ji bo Kurdan. Mîna ku DAIŞ’ê li Şingalê dubare kir û her wiha Tirkiye hewl dide ku heman tiştî li Rojava bike. Di heşt qonaxên Operasyona Enfalê de, zêdetirî 4 hezar gund hatin wêrankirin, bi sed hezaran kes bêmal man û herî kêm 100 hezar Kurdên ku piraniya wan sivîl in - jin, zarok û kal û pîr - hatin revandin, darvekirin an jî bi saxî hatin binaxkirin. Li gorî raporek berfireh ku ji aliyê Human Rights Watch (HRW) ve di sala 1993’yan de hatiye weşandin, gelek gorên komî li çolên başûrê Iraqê hatine dîtin. Ev gor bi awayekî zelal projeyek pêşwext a bi armanca "tunekirina" nifûsê eşkere dikin.
Projeya tunekirina sîstematîk a gelê Kurd
Çekên kîmyewî beşek girîng a vê stratejiya çewsandinê bûn, bi taybetî di êrîşa kîmyewî ya li Helebcê ya di Adara 1988’an de. Nêzîkî 5 hezar sivîl li Helebcê di encama êrîşa kîmyewî de mirin. Bikaranîna gaza demarî û gaza xerdelê ne tenê sûcê şer bû, di heman demê de nîşandanek eşkere ya hovîtiya hikûmetek bû ku armanc dikir nifûsek tune bike. Enfal ne tenê bûyerek dîrokî ye; ew belgeyek projeyek îdeolojîk a hikûmeta Baasê ye ku ne li ser encama şer, li ser tunekirina sîstematîk a gelê Kurd armanc dike. Ev sûc di bîra kolektîf a Kurdan de zindî dimîne û bandorên wê li herêmên Enfalê, ji erdên çol bigre heya bîranînên endamên malbatê yên winda, berdewam dikin.
Kampanyaya keşifkirina gorên Komî: Bîrek ku hê tê darizandin
Bi hilweşîna rejîma Baasê ya di sala 2003’an de, beşek tarî ya dîroka Iraqê derket holê; bi sedan gorên komî li seranserê welêt hatin keşifkirin ku bûn delîlên eşkere yên dehsalan zilm, qirkirin û windabûnên sîstematîk. Lê belê tiştê ku divê lêgerîna fermî ya edaletê bûya, veguherî projeyek hêdî, bêplan û carinan siyasî; mîna ku hinek ji wan, hîn jî ji dîtina rastiyê ditirsin. Raportên fermî yên Komîteya Gorên Komî ya Iraqê nîşan didin ku ji sala 2003’yan vir ve zêdetirî 200 gorên komî hatine keşifkirin. Tenê li herêma El-Şeyxiyê, li parêzgeha El-Mesnayê, zêdetirî 50 gor hatine tomarkirin ku piraniya wan aydî qurbaniyên operasyona Enfalê û tepeserkirina serhildanên Şîe yên salên 1980 û 1990’î ne.
Delîlên sûcên ku hatine veşartin lê nehatine jibîrkirin
Wekî din, delîlên gorên komî, bi taybetî yên aîdî Kurdan, li çola başûr a El-Semawe û nêzîkî Diywaniyê derketine holê. Kolandina van goran bi gelemperî bi alîkariya tîmên dadwerî yên navneteweyî û rêxistinên wekî UNAMI û ICMP hatiye kirin. Lê belê, ji ber leza hêdî ya pêvajoyê, nebûna çavkaniyan û carinan astengiyên siyasî, tenê beşek biçûk hatiye destnîşankirin. Gelek malbat hîn jî li benda bersivekê ne, hetta tenê perçeyek hestî an navekî tomarkirî. Kampanyaya keşifkirina gorên komî divê projeyek ji nû ve avakirina bîra neteweyî be, lê nebûna îradeya siyasî, yekdestdariya desthilatdariyê û danûstandinên etnîkî-olî ew tenê kirine pêvajoyek sembolîk. Komara Iraqê ya piştî Seddam, hîn jî bi giyanê wî re têdikoşe û axa ku tê hêvîkirin ku edalet lê çêbibe hîn jî ji bêdengiyê re tê qurbankirin. Heya ku hemû gor neyên kifşkirin û rastî neyên tomarkirin, ne edaletek tevahî û ne jî aştî dikare were bidestxistin. Ev erd wekî delîlên sûcên ku hatine veşartin lê nehatine jibîrkirin radiweste.
Hiştina edaletê ji bo laboratuarên kevin
Pêvajoya keşifkirin, belgekirin û naskirina qurbaniyan di gorên komî de li Iraqê yek ji projeyên edaleta veguhêz ên herî tevlihev û bi pirsgirêk ên siyasî yên serdema piştî Seddam e. Delîlên dadwerî ne tenê amûrek zanistî ne, belgeyek zindî ya sûcên sîstematîk ên rejîma Baasê û têkçûnên edaletê yên paşê ne jî. Pêvajoya derxistina gorên komî li gorî standardên navneteweyî û bi hevkariya rêxistinên wekî Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda (ICMP) û Tîma Dadwerî ya Amerîkaya Latînî (EAAF) dest pê kir. Ev pêvajo belgekirina berfireh a cihên veşartinê, rakirina axê qat bi qat, nirxandina rewşa laşan û berhevkirina delîlên fîzîkî û biyolojîkî (hestî, cil, gule, pakêtên kîmyewî, hwd.) vedihewîne.
Ne tenê têkçûnek teknîkî ye, di heman demê de hilweşînek siyasî û ehlaqî ye jî
Sedema mirina gelek qurbaniyan li ser bingeha delîlên wekî qulên guleyan di serî an stûyê de, nîşanên xeniqandinê, şikestinên hestiyan ji ber binaxkirina bi saxî û qirêjbûna kîmyewî ya hestiyan (wek gaza demaran a ku li Helebçeyê hatî bikaranîn) hatiye destnîşankirin. Ev belgekirina dadwerî ne tenê wekî bîranînek dîrokî, di heman demê de wekî delîl ji bo darizandina navneteweyî ya sûcdarên jenosîdê jî xizmet dike. Testa DNA’yê di pêvajoya nasnameyê de roleke girîng dilîze. Navenda Tiba Edlî ya Bexdayê (MLD Bagdad), bi kapasîteya xwe ya sînorkirî û avahiya xwe ya kevnar, digel laboratuarên ICMP li Hewler û Den Haagê, karê berhevkirina nimûneyên genetîkî bi malbatan re dike. Lê belê, nebûna databasa DNA ya neteweyî, alavên nebaş û nebûna çavkaniyên darayî bûye sedema pêvajoyek hêdî û netemam. Gelek malbat bi salan li bendê mane, ne tenê ji bo dîtina cenazeyên hezkiriyên xwe, di heman demê de ji bo ku vegotinên xwe yên dîrokî yên li ser sûcên ku hewl didin li ser axa wan werin veşartin jî werin bihîstin. Îro, tevî propagandaya hikûmeta Iraqê, pêvajoya edaletê ne temam e û ne jî berfireh e. Ew hîn jî neçar e ku xwe bispêre saziyên navneteweyî û bîra herêmî. Edalet ji bo qurbaniyên qirkirinê ne tenê di dadgehan de tê dîtin, di dîtina navekî di her hestiyê de jî tê dîtin. Lê belê dewletên piştî Saddam, li şûna ku pabendî rastiyê bibin, carinan dibin qurbanê lîstikên li ser bingeha etnîkî û înkarkirina dîrokî. Ev ne tenê têkçûnek teknîkî ye, di heman demê de hilweşînek siyasî û ehlaqî ye jî.
Databeskek ji bo gorên komî tuneye
Rapora dadwerî ya ku ji hêla navendên herêmî yên wekî ICMP, EAAF, û MLD Baghdad ve hatî tomarkirin, analîzên sedema mirinê (gulebaran, gazdan, definkirina zindî), temenê qurbanî, rewşa laşî û nîşanên îşkenceya berî mirinê vedihewîne. Ev belge, digel daxuyaniyên şahidan û şahidiyên saxmayî, bingehek belgeyî ava dikin ku înkarkirinê ne gengaz dike, lê tevî girîngiya wan a qanûnî jî, ew pir caran ji hêla berjewendiyên siyasî, mezhebî, an navneteweyî û hevkariyên herêmî ve têne paşguhkirin. Li Iraqê databeseke giştî ya navendî tune ku hemû gor û daneyên têkildar tomar bike û belav bike. Ev kêmasî ne tenê ji kêmasiyek teknîkî, di heman demê de ji nebûna îradeya di nav avahiya siyasî de ji bo berpirsyariya dîrokî jî tê.
Nexşeyên zindî yên nepenî, bêdengî û hevkariya avahiyên hikûmetên berê û niha ne
Gorên komî yên li Iraqê nexşeyên zindî yên nepenî, bêdengî û hevkariya avahiyên hikûmetê yên berê û niha ne. Her gorrke ku hatiye dîtin belgeyek li dijî rejîmeke kujer e, û her weha li dijî polîtîkayên ku hîn jî red dikin her tiştî eşkere bikin. Bi rêya belgekirina bijartî, qurbanî têne dabeşkirin, bîranîn parçe dibe, û edalet dereng dikeve.
Gor qîr dikin; Belgeyên yasayî û lîsteyên bêdeng veşartî li Iraqê
Zêdetirî 20 sal piştî hilweşîna rejîma Baasê, gorên komî li Iraqê berdewam derdikevin holê. Lê belê, agahiyên qurbaniyan, belgeyên dadwerî û raporên serbixwe pir caran ne temam in an jî bi zanebûn ji hêla bêdengiya fermî ve têne veşartin. Tiştên ku wekî "belgefîlmên goran" têne zanîn ne tenê daneyên dîrokî ne, di heman demê de belgeyên siyasî li dijî makîneyek qirkirinê û li dijî jibîrkirina avahîsaziyê li Iraqa piştî Baasê ne jî. Li gorî daneyên fermî û raporên rêxistinên navneteweyî yên wekî Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda (ICMP) û Neteweyên Yekbûyî, heya niha zêdetirî 300 gorên komî hatine kifşkirin. Tê texmînkirin ku ev gor tenê beşek ji bi hezaran cihên veşartî yên ku dîroka wan vedigere Enfal, Helebce û serdemên zexta navxweyî ya li dijî Kurdan in. Ev gor li deverên wekî Tel Eşêx, El-Mîsanna, El-Amara, El-Muhawwîl, Besra, Nînova û Şengalê hatine dîtin. Gelek ji wan delîlên kuştina sivîlan nîşan didin; hin gor, wekî yên li çola El-Mîsanna, nîşanên destên girêdayî, birînên çekan û karanîna madeyên kîmyewî nîşan didin.
Gorên komî yên li Iraqê û bêdengiya li hember destdirêjiyê
Di vegotinên fermî yê derbarê gorên komî yên li Iraqê de, gelemperî jin wek ‘qurbanên bêdeng’ tên paşguhkirin. Lê belê makîneya leşkerî û îdeolojîk a partiya Baas’ê, enfala li Helebce û operasyonên zextê yên belav ji qirkirina neteweyek re îmza nekiribû, di heman demê de li dijî bedena jinê tundiya sîstematîk û zayendî pêk aniye. Xebatên lêkolîner Choman Hadî û şahidiyên ku dijîn, bi taybetî jinên Kurd, ne tenê wek endamek malbatê, di heman demê de hate dîtin ku wek hedefa taybet a tundiya zayendî û civakî hatine hedefgirtin. Sûcên wek revandina jin û keçan, tecawîzên komî, bi zorê du canîbûn û bi hinceta ‘qirkirinê’ tên kuştin, hê di bîra yên jiyan dikin de zindî ye. Lê belê di belgeyên fermî de ev sûc gelek kêm cih digrin.
Saziyên mafên mirovan jî di vê mijarê de li paş nemane
Di dema vekirina gorên komî û analîzê tibê edlî de, di bermahiyên jin û zarokan de belgeyên wek destê wan girêdayî, hestiyên şikestî û qetanda cilên hundir û li herêmên genîtal de şopên tundiyê hatin dîtin. Lê belê ev nîşane, gelek deman wek tundiya zayendî bi vekirî diyare an jî ji ber zextên siyasî û civakî di raporan de cih nagrin. Di hinek goran de, mînak tîmên naveneteweyî yên ICMP û EAAF li Şengal, Diyala û El Misanne rastî van cûrên nîşaneyan hatine, lê belê di aliyê hiqûqî de ev nîşane gelemperî wek ‘di qirkirinê de sûcên zayendî’ nehatine diyarkirin. Saziyên mafên mirovan jî di vê mijarê de li paş nemane, ji ber destdirêjiya di dema şer û qirkirinê de, ne tenê sûcek ê şexsî ye, di heman demê de ji bo biçûkxistina koma tê hedefgirtin û tinekirinê bûye amûrek pergalî ya tê bikaranîn.
Di encamê de ya ku îro xistin bin axê ne tenê bedena jinê ye, di heman demê de mafê wan ê vegotinê, şehidiya wan û edaletê jî hatiye veşartin. Nasnameya cenazeyên jinan, nasname û sedemê mirinê bi awayek zelal qeydnekirin, tê wateya du caran înkarkirina wan. Carekê bi kuştinê, cara din jî jêbirina ji dîrokê. Êdî dem hatiye, pergalên li rastiyê digerin û jin ne tenê di bedenê qurban de, wek tundiya dewletê û qada berxwedan were fêmkirin û vê tundiyê wek gule û gazê bi nav bikin.
Ên durî malên xwe hatine definkirin, stratejiya windakirina projeya qirkirina Baas’ê ne
Rejîma Baasê, di projeya qirkirina Enfalê de, kuştina gelê Kurd bi awayek sîstematîk ve sînordar nebû, di heman demê de cenazeyê qurbanan ji welatên wan ên biyolojîk girtin, birin herêmên dur ên başurê Iraqê, yên wek Telaşeyh, El-Misanne û El- Çole, li wan deran defin kirin. Ev kar û bar ne tenê bûyerek definkirinê ye, di hema demê de perçeyek polîtakayên windakirinê ya pir alî bû. Tinekirina fîzîkî û di heman demê de jêbirina bîrê ye.
Armanc di heman demê de definkirina vegotinan jî bû
Li gelek gorên komî yên ku li başûrê Iraqê hatin keşifkirin, bi piranî qurban ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê hatine û hatine kuştin û bi eşkereyî tê dîtin ku li cihên dûr hatine veşartin. Ev birina cenazeyan bi zorê, modelek wek ya paqijiya etnîkî ya Bosna û Ruanda dişopîne, li vê derê dewlet hewl didin qurbanan, şopên wan ên fizîkî ji erdnîgariyê sîl bikin, heta veger, lêgerîna edaletê û heta avakirina bîra kolektîf ji holê radike. Li gorî belgeyên Human Rights Watch (HRW) û dadgeha navneteweyî, birina qurbaniyan a çolan, parçeyek makîneya endezyarî ya civakî ya zalimane ya rejîma Baasê bû. Armanc ne tenê definkirina cenazeyan bû, di heman demê de definkirina vegotinan jî bû. Êdî definkirina di xakên xwe yên berê de, di cihên gorên nas de, di merasîmên cenazeyan de an jî li cihek ku derfetê serdana sembolîk neyî de , dihat wateya tinekirina bîra kolektîf, tinekirina piştî mirinê ya nasnameyê.
Ev taktîkek qirkirinê ku dem bi dem serî lê dane ye
Di kevneşopiyên Kurdan de, cihê goran ne tenê cihê ku mirî aramiyê lê dibîne, di heman demê de cihê domandina nasnameya kolektîf a yên jiyan dikin e. Ji ber vê, bi zorê birina cenazeyan, tenê ne jêbirina nivîsa dîroka neteweyek e, di heman demê de înkara mafê şîn girtinê ye jî. Ev taktîkek qirkirinê ku dem bi dem serî lê dane ye. Li vê derê defin dibe çek. Îro jî, keşfa goristanan û anîna cenazeyan ji bo xaka wan, ne tenê hewldanek mirovî ye, di heman demê de projeyek siyasî ya bi armanca bîr û rumeta mirovî ji nû ve bîne ye. Ev projeya rejîma Baasê, bi definkirina ji mala xwe dûr, hewl dida înkar bike.