Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 9

Emriya El-Xayir derbarê beşê Hunera Destan a Hîlala Zêrîn de got: “Avakirina beşeke wiha ji bo me derfeteke mezin e, divê mirov vê derfetê wennda neke û ji bo parastina mîrateyan têbikoşe.”

‘Hunerên destan ji bo gelan mîraseke çandî bi nirx pêk anî’

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Hunera destan dikare wekî komek karên destan ên hêsan ên ku ji hêla mirovan ve têne çêkirin, ku di gelek rewşan de bi xwezaya hunerî ya cihêreng û nûjen ve têne destnîşan kirin, bi karanîna madeyên sade û erzan ve têne destnîşan kirin. Ev kar jî ji wan re tê gotin (xebatên hunerî, kêrhatinên hunerî, xebatên hunerî, an jî  bi karê destan tên nasîn. Tevgera Hîlala Zêrîn di nav xwe de gelek beşan dihewîne, di nav wan de jî beşê karê destan ango Hunera Destan ku tê de hêjmareke mezin ji jinan cihê xwe tê de digirin û bi tiliyên xwe yên afrîner dîrok û mîraseya xwe ya dewlemend nûjen dikin û di nav civakê de belav dikin.

Hunerên destan ji bo gel û welatan xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye, ji ber ku ew bûne sedema pêşveçûna şaristanî ya ku van civakên mirovî şahidî kirine. Bi demê re, hunerên destan ji bo şaristaniya gelên li deverên cuda yên cîhanê bûne alîkar û mîraseke çandî pêk dianîn û ev mîras ji nifşekî derbasî nifşekî din bû. Di derbarê vê mijarê de, Emriya El-Xayir ku wekî mamosteyekê cihê xwe di beşê karê destan de digire,  karê Tevin û hunera destan  dike û jinan fêr dike, ji ajansa me re axivî.

Parastina mîrateya bav û kalan ji windakirinê

Emriya El-Xayir destnîşan kir ku bi riya vî karî parastina mîrateya bav û kalên xwe ji windakirinê dikin û wiha dest bi axaftinê kir: “Karê destan di Hîlala Zêrîn de di sala 2020’an de xwe birêxistin kir, hejmara jinên ku cihê xwe di nav vî beşî de digirin 45’ in. Ev xebat mîrateya bav û kalê me ye, van salên dawî yên şoreşê êdî nema mirov weke berê balê didin van karên wiha û hema bêje ku tê jibîrkirin di nav civakê de. Me jî xwest ku em vî karî bikin da ku hem senayeteke baş ji xwe re pêş bixin û hem jî parastina nirxê wê bikin ji helandin û windakirinê.”

Berhemên karê destan û amûrên ku pê tên çêkirin

Emriya El-Xayir berhemên karê destan û amûrên ku pê tên çêkirin wiha rêz kir: “Karsaziya ku em dikin ev e: tevinkirin, çêkirina xalîçeyan ji hiriyê xwezayî û em tiştên ku zirar dîtine vedigerînin. Karên ku em dikin bi hin amûrên taybet tê çêkirin, bo nimûne: Xalîçe bi amûrên wekî tevinkar, çakûç, duka û sîsan tê çêkirin. Her wiha tevinkirin jî bi amûra çengel, sîxan û hiriya xwezayî tê çêkirin. Di heman wextê de em berhemên xemilandinê yên cûr be cûr çêdikin.”

‘Jinê karê destan afirand û pêş xist’

Emriya El-Xayir herî dawî da zanîn ku jin di dîrokê de hunera destan afirand û îcad kir wiha bi dawî kir: “Carê me digot ku tiştên kevnar bê qîmet in, dema ku Hîlala Zêrîn ev beş ava kir, bû derfeteke ji me re ku xwe pêş bixin û nirx bidin mîrasa xwe. Dîroka karê destan ji sala 1785’en ve ye, bi hiriya xwezayî dest pê kir, paşê bi pembo û herîr domiya heta ku pêş ket û bû sînayî, ji xwe em dîsa jî karê dest dikin û me berê xwe nedaye karê sînayî. Ya ku karê destan jî di dîrokê de afirand jin bû û bi demê re ev kar pêş xist, jin xwedawenda civakê ye. Gereke mirov ji dîroka xwe dûr neçe, ji ber ku dîrok esasê însan û nasnameya wî ye. Em weke jin her dem hewl didin ku dîrok û mîrasa xwe zindî bikin.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa dibistana hunerî