Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne -8

Biharîn Can der barê beşa wênexêziyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn de got ku hunera xêzkirinê di nav civakê de girîng e, bi riya tabloyên xwe ew dixwazin civakê bi bandor bikin û peyama xwe bigihîjînin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Xêzkirin yek ji wan têgînan e ku têgihîştina hest, an jî xeyalan dihewîne. Hunera xêzkirinê hunerek e bêhempa ye ku gelek hûrguliyên wê yên taybet hene. Wênexêzî beşeke pir girîng a dîroka hunerê ye û ew yek ji hêmanên bingehîn e di seranserî dîrokê de, nemaze di hunera hevdem de. Hunera xêzkirinê dibe ku di jiyana ferd û civakê de xwedî girîngiyeke mezin be, ji ber ku wekî amûrek bingehîn tê hesibandin ku cîhana li dora me bi wan tên wergerandin û belgekirin. Ji ber girîngiyeke wiha ya wênexêzî û şêwekariyê, bêguman Tevgera Hîlala Zêrîn jî beşeke xêzkirinê da avakirin û tê de zarok û ciwanên xwedî huner fêr dike û bi pêş dixe. Têkildarî beşa wênexêziyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a li Heleb- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endama beşa wênexêziyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn Biharîn Can ji ajansa me re axivî.

Di Hîlala Zêrîn de di warê şêwekariyê de perwerdekirina zarokan

Biharîn Can di destpêka axaftina xwe de behsa beşa wênexêziyê di hundirê Hîlal Zêrîn de û girîngiya wênexêziyê û naskirina wê ya zarokan wiha dike: “Xebata me di beşa wênexêziyê ya Tevgera Hîlal Zêrîn de, wekî beşa şêwekarî ye. Endamên ku di vî beşî de kar dikin ji temenê cuda ne, bêhtirî xwe zarok in tevî ciwanan jî mamosteyên pispor li ser perwerdekirina wan disekinin. Zarok pêşeroja me ne, ji lewre em girîngiyeke mezin didin wan da ku xwe nas bikin û derdora xwe baş bizanibin. Bêguman lêhûrbûn di nav zanînan de bandoreke xwe ya mezin li huner û wênexêziyê dike û ev yek di nava tabloyan de diyar dibe. Ne tenê ji bo wênexêziyê em kar û xebat didin meşandin, helbet dan û standina bi zarokan re û komkirina wan ji bo nîqaşkirina hemû mijaran pir girîng e ji bo xurtkirina kesayetên wan. Wênexêzî jî exlaqê xwe heye, em hewl didin vê yekê bi zarokan re bidin naskirin.”

‘Yekemîn car beşa wênexêziyê li Qamişloyê hat birêxistinkirin’

Biharîn Can bal kişand ser dîroka Hîlala Zêrîn û got: “Dîroka Hîlala Zêrîn ji Çemê Dîcle û Firatê dest pê kir. Di wir de çand û hunerê xwe da pêş û ji bo parastina wê ji helandinê xwe bi coş kir bi beşên xwe yên şano, wênexêzî, dîlan û stranbêjiyê ava kir. Armancên wê jî xuya ne, kar û xebatên wê li ser esasê pêşxistina zarok û ciwanan ji hemû aliyan ve ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî beşa wênexêziyê yekem car xwe li bajarê Qamişloyê bi rêxistin kir û paşê jî li herêmên din şaxên xwe belav kir.”

‘Şêwekar çîrokên gel û civaka xwe xêz dike’

Biharîn Can destnîşan kir ku şêwekar çîrokên gelê xwe xêz dike û wiha berdewam kir: “Şêwekar taybetmendiyeke xwe ya cuda heye, bi rîşa di destên xwe de çîrokên ku bi gel û civaka wê/î re rû dane yan jî bi serê wan de qewimiye, xêz dike û dibe tabloyek. Mirov dikare bibêje ku her tabloyek çîrokekê vedibêje, ango şahida bûyerekê ye ku bi riya wê peyamek tê dayîn. Mînak, dema ku bajarê me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, me bi riya xêzkirinê êşa xwe derxist û li ser tabloyan xêz dikir.”

‘Her tabloyek di pêşangehê de peyamek dide’

Biharîn Can da zanîn ku ew bi şagirtên xwe re pêşangehan li dar dixin ku bi riya wan dixwazin peyamek bigihîjînin civakê û wiha pê de çû: “Beşa wênexêziyê ya Hîlala Zêrîn bi rêbazeke taybet an jî bi tenê bi kar nayne, hemû amûr û cureyên xêzkirinê bi hemû rengan tablo tên xêzkirin ku ev yek jî dihêle ku taybetmendiya vê beşê derkeve pêş. Em gelek mijarên cuda di tabloyên xwe de digrin dest wekî êş û azarên ku ji ber şer û dagirkeriyê rûdane, xêzkirina wêneyên şehîdan û serkeftinên ku şervanan bi dest xistine û di heman demê de xêzkirina her quncikek ji xwezaya me. Piştî xêzkirina hejmareke baş ji tabloyan, hem wekî mamoste hem jî weke şagirt pêşangehekê li dar dixin da ku wan tabloyan ji gel re pêşkêş bikin.”

Xêzkirina azarên jinan û bandorkirina civakê

Biharîn Can qala mijarên girîng ên ku digrin dest wekî xêzkirina êş û azarên jinan ku dixwazin civakê bi bandor bikin dike her wiha hêvî dike ku kesên xwedî huner xwe bi pêş bixin û di nav çar dîwaran de asê nemînin û wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku em bikaribin li ser civakê bandor çêbikin bi riya van pêşangehan, bi taybetî li ser mijara qetilkirina jinan û her cure tundiyê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin rastî gelek êrîşan tên ji her hêlê ve ji aliyê dagirkeran ve. Mirov nikare şer tenê bi leşkerî bide girêdan lê belê şerekî derûnî û zihnî li ser jinan tê meşandin. Pêwîst e gel û civak van tiştan bizanibin û bikevin ferqa wê.”

(Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa berhemên destan.