Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen çanda nûjen diafrîne - 4

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn, Hena Elî girîngiya Komîteya Dîplomasiyê di kar û xebatên Hîlala Zêrîn de nirxand û got ku komîte dikare bi têkilî û tifaqan gav bavêje û şoreşa jinan bi ser bixe.

‘Komîteya dîplomasiyê ya Hîlala Zêrîn çanda resen a dayikê vedigerîne’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Şoreşa Jinan bû îlham da ku jin rêxistinbûna xwe ava bikin û careke din dîroka xwe ya ku ji destê wê hatiye dizîn, bigre û bibe pêşenga civaka xwe. Îro jinên ku bêhna azadiyê girtine, îlham didin civaka xwe, deng û rengê civaka xwe nîşan didin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi avabûna pergela netewa demokratîk re hemû gel xwe bi xwe bi rê ve dibin û netew û çanda xwe didin der. Di nava xebatên ku pêş ketine de, yek ji wan a esasî karê dîplomasiyê ye ku pêşketinên ber bi çav hatine dîtin. Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn jî yek ji wan komîteyan e ku di warê çand û hunera jinan de kar û xebat dimeşîne û dixwaze hemû rengên çandê yên jinan bide nasîn û têkilî û tifaqên girîng çêbike. Îro komîteya dîplomasiyê ya Hîlala Zêrîn ji bo ku bikaribe çanda jinan ji nû ve zindî bike û di nava civakan de ronîbûnek çêbike xebatên girîng dimeşîne. Armanca wan a esasî ew e ku afrînerî û çanda dayikê ji nû ve vegerîne. Têkildarî mijarê. Rêvebera Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn, Hena Elî nêrîna xwe ji me re anî ziman.

‘Komîteyê bi bernameyên nû gavên baş avêtiye’

Hena Elî girîngiya karê dîplomasiyê di kar û xebatên Hîlala Zêrîn de wiha dinirxîne: “Hîlala Zêrîn piştî ku hat avakirin, şaxên xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kir. Wek tevgera jinan kar û xebatên çandê dimeşîne û gavên mezin avêtiye. Bi rêxistinbûna xwe hemû jinên ku meraqa wan ji çand û hunerê re heye hembêz kiriye. Yek ji komîteya Tevgera Hîlala Zêrîn, komîteya dîplomasiyê ye ku di van demên dawî de hatiye avakirin. Em dikarin bibêjin ruxmê nû hatiye avakirin jî bi bernameyên mezin gavek baş avêtiye. Niha gelek xebat û plan dane pêşiya xwe ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke girîng bilîze. Em di gava destpêkê de dixwazin xebatên dîplomasiyê di aliyê hundir de yanî di herêmên xwe de xurt bikin û paşê jî li hemû deran, xwe berfireh bikin.”

‘Komîteya dîplomasiyê dixwaze bi tevahî sazî û dezgehên jinan re tifaqê çêbike’

Hena Elî diyar kir ku wan bi avabûna xwe re dest bi hevdîtinan kirine û xwestine çanda pêkhateyên li herêmê binasin û wiha got: “Niha bi avabûna Komîteya Dîplomasiyê re me hevdîtinên girîng bi sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk aniye. Her wiha me bi pêkhateya Ereb û Suryan re hevdîtinek pêk anî û armanca Hîlala Zêrîn bi wan re parve kir ku jin dixwazin çi bikin. Li kêleka vê hevdîtinê me hewl da em çanda wan jî binasin û rola jinan di çand û hunerê de çawa ye me nîqaş kir. Em dixwazin projeyên hevbeş bi jinên Kurd, Ereb û Suryan re pêk bînin. Me hevdîtin bi Suryanan re jî pêk anî û navenda wan a çand û hunerê jî dît. Me wek sazî û rêxistinên jinan têkiliyên rêxistinbûnî di nava hev de çêkiriye. Sazî û dezgehên ku xebatên jinan dikin em dixwazin xwe bigihîjînin tevan û têkilî û tifaqên xwe bi pêş bixin.”

‘Jin bi fikrên kûr û hêzeke mezin gavan davêjin’

Hena Elî armanca Komîteya Dîplomasiyê di Tevgera Hîlala Zêrîn de wiha tîne ziman: “Mijarên çandê, di nava civakê de mijarek pir girîng û berfireh e. Çand ne tenê mijara hunerî ye, çand mijarek kûr û dirêj e. Di nava xwe de gelek mijarên mîna  ziman, adet û teqalit û gelek mijarên din dihewîne. Em dixwazin gava ku jinan di şoreşa rojava de avêtiye berfireh bikin û gavên mezintir bavêje. Em dixwazin jin bi fikrek tijî û hêzeke mezin gavên pîroz bavêjin. Armanca me ya esasî ji bo jin û zarokan ew e ku kar û xebatên mezin bikin. Di hemû herêman de akademî û perwerdeyên me hene hem hunerî ye hem jî bîrdozî ye. Em wek Komîteya Dîplomasî dixwazin kar û xebatên xwe berfireh bikin. Em dixwazin têkiliya me bi hemû jinan re hebe û hemû çand û hunera pêkhateyên li herêmê binasin. Niha me amadekarî kiriye ku em li ser çanda pêkhateyan lêkolînek pêk bînin da ku ji nêz ve çanda gel û jinan binasin.”

‘Têkilî û tifaqên me çiqas berfireh bin em ê ewqas gavên erênî bavêjin’

Hena Elî destnîşan kir ku armanca wan ew e xwe hîn zêde di herêm û welatan de berfireh bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Armanca me ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, em dixwazin têkilî û tifaqên xwe bi kesên serbixwe, rêxistinên jinan û gelek welatan re  daynin. Ji ber têkilî û tifaqên me çiqas berfireh bin, em ê ewqas gavên erênî bavêjin. Em ê bikaribin bi têkilî û tifaqan gavan bavêjin û şoreşa jinan bi ser bixin.”

‘Karê dîplomasiyê ji bo civakê ye’

Hena Elî girîngiya avakirina Komîteya Dîplomasî di kar û xebatên Hîlala Zêrîn de wiha anî ziman: “Girîngiya dîplomasî di tevahî kar û xebatan de heye. Karê dîplomasî bi xwe kombûn û niîqaşkirin e. Mirov bi dîplomasî dikare her tiştî nas bike û fikrên xwe bîne ziman. Bê karê dîplomasiyê nabe, ji ber ku têkilî û tifaqên girîng tên avakirin û mirov xwe li her derê dikare bide nasîn. Armanca vê karê ew e ku karê tê kirin were parvekirin. Karê dîplomasiyê ne ji bo şexsan e, ji bo civak û gel e. Gelê vê derê gelek bi çanda xwe tesîr bûye, ji ber dizane çand nasnameya wan e. Em dixwazin çanda resen a dayikê vegerînin. Beriya şoreşê çanda me qedexe bû lê bi şoreşê re em careke din vegeriyan çanda resen a dayikê. Em ji bo ku çanda xwe xurt bikin kar dikin. Em dixwazin têkilî û tifaqê bi hemû welatan re pêk bînin û xebatên xwe dewlemend û xurt bikin.”

‘Jin di vî warî de gihîştin asteke baş’

Hena Elî pêşketinên jinan di warê dîplomasî de wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava ev 10 sal bûye hatiye avakirin û di nava van 10 salan de gavên pir mezin hatin avakirin. Şoreşa Rojava bi ked û pêşengtiya jinê hate avakirin. Jin bi vê şoreşê re karibû di aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasî û gelek xebatan de gavên mezin bavêje. Ji bo karê dîplomasî jî jin karîbû karên serkeftî bike û bixe mala jin û civakê. Jin bi têkilî û tifaqê xurtbûnek mezin avakir û hêza xwe derxist holê. Em çiqas bikaribin dengê xwe bighênin her derê û keda ku hatiye dayîn parve bikin em ê xurtir û mezintir bibin. Jin gavên mezin di dîplomasiyê de avêt û wê hîn jî xurtir bibe. Em ê wek Komîteya Dîplomasî li hemû herêman xwe xurt û avabikin. Li ser xebatê dîplomasî kar bikin û keda ku hatiye dayîn bidin nasîn. Em dixwazin kar û xebatên girîng ji bo tevahî pêkhateyên ku li vir dijîn bikin. Li gorî hevdîtin û niqaşên ku hatine kirin, encama karê me heye û çalakiyên me hemû xurt derbas dibin. Em dikarin bêjin ku gavên dîplomasî ku ji bo kar û xebatên Hîlala Zêrîn tên avêtin baş e û hêviya me ewe ku em xwe hîn xurt û çalak bikin.”

‘Em hewl didin fikrên hunerî belav bikin’

Hena Elî herî dawî da zanîn ku daxwaza wan wek Komîteya Dîplomasî ew e ku gavên mezin bavêjin û xwe bigihîjînin hemû jin û welatan û wiha bi dawî kir: “Komîteya çalakî jî şaxek dîplomasiyê ye ku karên erênî dide meşandin. Çalakiyên ku sazî û rêxistinên jinan pê radibin, Hîlala Zêrîn jî jê ne cuda ye. Hemû çalakiyên ku li vir tên organîzekirin em jî cihê xwe tê de digirin. Her wiha wek Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên wê yên taybet hene ku komîteya çalakiyan pê radibe û organîze dike. Dema Hîlala Zêrîn çalakiyek pêk bîne komîteya çalakiyan hemû sazî û dezgehan agahdar dike û bernameya çalakiyan ava dike. Em dikarin bibêjin ku komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star gavên mezin avêtine û daxwaza me ew e ku em xwe berfireh bikin û bigihîjînin hemû jinan û welatan. Em dixwazin fikrên xwe yên hunerî belavî tevahî jinan bikin.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa stran