Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 13
Endama Komîna Fîlîma Rojava Safînaz Evdiko ji bo beşa sînemayê teqez kir ku Armanca wan a esasî ewe ku ew bikaribin çîroka gelê xwe binivîsînin û dixwazin serkeftin, êş û kêfxweşiya gelê xwe bi riya sînemayê bînin ziman.
‘Şoreşa Jinê, beşa sînemayê li Rojavayê Kurdistanê avakir’
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Derketina sînemayê di salên 1830’an de pêk hat. Wêneyên pêşîn û dûv re çêkirina yekem wêneyên tevgerê yên rêzdar ji aliyê wênekêşê Brîtanî Muybridge ve di salên 1870’an de hatiye keşifkirin.
Lêkolînên dema borî bûn sedem ku yekem makîneya wênekêşiya filîmê derkeve. Di encama hewildanan de di sala 1888’an de yekem filîma “Dîmena gulîstanan a Roundhay” bi du saniyan hatiye tomarkirin. Di salên 1890’î de Edison û Dickson makîneyek bi navê “Kinetoscope” çêkirin ku tenê yek kes dikarê divê makîneyê de dîmenê mêze bike. Bi îlhama vê dîmenê Edison, paşê Balck Marîa yekem studyoya filîmê ya cîhanê damezrand. Serpêhatiya sînemayê ya ku em îro têdigihîjin bi vedîtina “Sînematografî” ya Birayên Lumiere dest pê dike.
Sînematografî berovajî Kinetoscope û amûreke ku dihêle ji yekê zêdetir kes di heman wexdê de fîlimê temaşe bike. Birayên Lumiere ku eleqeyek mezin ji hunera wan re hebû ku bi saya filîmên ku kişandine li gelek welatan geriyan e û filîm kişandin e. Di salên 1900’î de yekem filma komedî ya bi navê “Rêwitiya ber bi heyvê” hate kişandin. Di heman salî de êdî filmên bi reng jî hatiye kişandin ku beşa sînemayê di sedsala 20’an de mohra xwe li dîroka cîhanî daye.
Sînemaya Amûdê
Dîroka kurdan bi êş û azar e ku dema mirov qala sînemaya kurdî dike yekem sînemaya Amûdê ku di 13’ê Mijdara 1960’an de 298 zarokên kurd di wê sînemayê de şewitîn tê bîra mirovan. Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke netenê dilşewat e, di heman demê de bûyereke ku ji gelek alîyan ve li ser hatiye girtin. Ew roj heta niha jî her sal tê bîr anîn û her sal hesap ji wê komployê tê xwestin. Rûdana vê bûyerê ji aliyê Rejîma Sûriyê ve pêk hatibû ku rejîm filîma bi navê “Cerîmeya nîvê şevê” ku ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû kişandin li her aliyên Sûriyê dida pêşandan û li Amûdê jî li xwendevanan ferz kiribû ku vê fîlîmê têmaşe bikin. Li hola sînemayê cihê 200 kesî hebû, lê 500 zarokên dibistanê têde hatin bi cih kirin. Dema agir li sînemayê hat xistin, zarok tirsiyan û ji tirsê xwe deriyan qelibandin, lê belê ji ber ku ew dêrî li ser wan hatibû girtin nêzî 298 zarok şewîtin û jiyana xwe ji dest dan. Heta roja îro jî ji aliyê Rejîma Sûriyê ve nayê qebûlkirin ku vê şewatê bi zanebûn pêk anîne.
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re kurdên Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin ku yek ji wan beşan, beşa sînemaye. Beşa Sînemayê karibû şoreşa ku pêk hatiye bike mala dîrokê û bûyerên ku hatine jiyîn, bi riya sînemayê wan rojên ku hatine jiyîn nûjen bikin. Gelek Sînameger ku bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re pêş ketin ku îro dibin îlham ji beşa sînemaya kurdî re. Di derbarê Sînema û kar û xebatên ku hatiye kirin, Endama Komîna Fîlîm a Rojava, Safînaz Evdiko nêrîna xwe parve kir.
‘Bi şoreşê re sînemaya jin gavên mezin avêt’
Safînaz Evdiko qala girîngiya Sînemayê wiha dike: “Em niha di sedsala 21’an de ne û gelek pêşketin pêk hatin û bi saya tevgera azadiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê pêk hat. Di tevahî cîhanê de hêza yekem a artêşa jinan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e. Ji bo wê jî di nava şoreşa jinê de pêşketina sînemayê jin, peyamek pir girîng ji tevahî civakê re ye. Pêşenga şoreşa me jine, loma hewce dikir ku sînemaye jin çêbe. Girîngiya şoreşê li Rojava û her aliyên Kurdistanê hişt ku di demek pir kurt de, sînemaya jinê gavên mezin bavêje. Şoreş, jinê kir û di sînemayê de jî gav bi gav bi hev re meşî.”
‘Beşa Sînemayê bi şoreşê re herikî’
Safînaz Evdiko rêxistinbûna sînemayê li Rojavayê Kurdistanê wiha şîrove dike: “Beriya salên heştî, salona sînemayê li Rojavayê Kurdistanê hebû û temaşevanên wê pir bû. Lê ji ber siyaseta ku li herêmê dihate meşandin, salona sînemayê di demek pir kurt de hate girtin û bûn cihên cuda. Piştî salonên sînemayê li gor siyasete hate guhertin, tişta ku li destê gel dima tv mêze bike û ev yek jî tv’yên Sûriyê ango ya tirkan bû. Di salên 80’î heta 2010’an rola jinan di sînemayê de nînbû. Di sala 2012’an piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê pêk hat, beşa sînemayê jî herikî. Li Rojavayê Kurdistanê kesên ku dixwast xebatê sînemayê bikin, hemû aktîf bûn. Di sala 2015’an dema ku Komîna Fîlm a Rojava hate avakirin, di gava yekem de perwerdeyek mezin a sînemayê hate dayîn û gelek jinên dilxwaz beşdarî vê xebatê bûn.”
‘Şoreş beşa sînemayê li Rojava avakir’
Safînaz Evdiko teqez kir ku girîngiya sînemayê di nava civakê de xwedî role û wiha domand: “Civaka Rojavayê Kurdistanê hîn bûbû ku bibe temaşevanan û kurd di fîlîmên Sûriyê û Tirkiyê de her biçûk dihatin xistin. Kurd her temaşevan bûn, lê nebûbûn temaşevanên çîrokên xwe. Dema ku civaka me destpêkir ku çîroka xwe bi xwe çêbike û temaşe bike, bandorek pir mezin li ser civakê avakir. Çîrokên ku me bi gel re çêkiriye û dema temaşe dikin, yekser şîroveya wê dikin û tiştên rastî ji mirovan re dibêjin, ev yek jî pêşketina li beşa sînemayê teqez dike. Gel bi sînemayên xwe ruhê xwe vegeriyan û me wan hîn kir ku civaka me xwe bi xwe çîroka ku pêk hatiye binivîsînin û bikin sînema. Ferqek pir mezin heye ku dema dijminê te li ser te fîlîm çêdike tu temaşe bikê û dema ku tu bi xwe fîlîma xwe mêze bike. Dîtbarî bandora herî mezin li ser mirovan dike û em van tiştan bi xebatên xwe re dibînin. Şoreş beşa sînemayê li vir avakir. Beriya şoreşê ev der erdek zûhabû û kes nedikarî ji ber zilima Rejîmê tiştekî bike û kesên ku kamereyek digirt di destê xwe de bi salan di zîndanê de dima, ji lewra em dikarin bêjin ku bi saya şoreşê sînema hate avakirin.”
‘Perwerdeyên sînemayê yekser dibûn pratîk’
Safînaz Evdiko girîngiya perwerdeyên sînemayê wiha dinirxîne: “Ji bo sînemayê tê gotin ku hunera heftemîn û heft huner di hundirê xwe de dihewîne. Di beşa me de 3 cureyên çêkirina filîmê heye ew jî beriya produksiyon, produksiyon bi xwe û post produksiyon heye û di her beşê de hêjmarek mezin xebat dimeşîne. Senaryo tê nivîsandin û pilana wê tê derxistin û bûtçeya wê tê derxistin. Cih tê diyar kirin û derbasî kişandinê tê kirin. Perwerdeyên cuda bi cuda hewce dike ku mirov beşa sînemayê bikaribe bike. Beşek pir berfirehe û perwerdeyên dem dirêj pêwist dike. Li Rojavayê Kurdistanê avantajê me ew bû ku perwerdeyên me dibûn pratîk. Gelek xwendevan di dewreyên perwerdê de mezûn bûn û niha berhemên xwe didin.”
‘Êş û serkeftina gelê xwe bi riya sînemayê vebêjin’
Safînaz Evdiko armanca beşa sînemayê di şoreşa jinê de wiha tîne ziman: “Armanca me ya esasî ewe ku em bikaribin çîroka gelê xwe binivîsînin. Em ne durî gelê xwe ne û em zarokên vê gelê ne. Gelek endamên me hene û ji hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî vê beşê bûne. Em ne kesên ku ji êş û azarên gelê xwe dûrin. Heta ji me tê xwestin em dixwazin serkeftin, êş û kêfxweşiya gelê xwe bînin ziman. Gelek belgefilîm û fîlîm ji bo Şengal, Efrîn, Kobanê, Serêkanî û ji bo şervanên leheng hatine çêkirin.”
‘Bê derhêner sînema nayê çêkirin’
Safînaz Evdiko herî dawî rola derhêner di sînemayê de û hêviya xwe wiha tîne ziman: “Ji bo me modela kar modela Rêveberiya Xweser, Netewa Demokratîk û şoreşa ku bi destê jinê hatiye çêkirine. Ev hemû di xebatên me de hene û ji hev ne qut e. Derhêner bi xwe pêşenga sînemayê ye. Xebatê sînemayê, xebatek kolektîf e û bi gurubên pir mezin re tê çêkirin. Ferq û cudahiya derhêner çiye? Çîrok hemû amade dike, bi rê ve dibe, hemû gurubê re eleqeder dibe û organîzeya wê baş çêdike. Ji bo kar sîtilê xwe derdixîne û hemû beşan bi ziraftî bi dest digire. Hemû çîrokê berhev dike û li gor pêvajoyê berhev dike. Bê derhêner sînema nayê çêkirin. Hêviya me ewe ku em vê karê bi ser bixînin. Îro welatê me di bin dorpêçek mezin de ye û di rewşek giran re derbas dibe. Dema em ji vir çîrokek bînin ziman ev ji bo me serkeftinek e. Em dixwazin bighêjin wê astê ku hevalên ku ji bo ax û welat canê xwe fedakirine û bajarên ku me winda kirine em li ser wan jî berhemên rengîn derbixînin.”
Bi dawî bû.