Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 10

Rêveberî û Mamosteya Dibistana Hunerî, Rehev Zilfo kar û xebatên Dibistana hunerî wiha dinirxîne: “Dibistana hunerî ev bû salek hatiye avakirin ku him perwerdeyên teorî him jî ya pratîkî tên dayîn.”

‘Dibistana hunerî bi destê mamosteyên jin tê bi rê ve birin’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Mamosteya yekem dayike û dema zarokek tîne cîhanê, her tiştê jiyan, çand û exlaqê nîşanî dide. Her pêkhateyek xwedî çandek dewlemend e ku heta niha gelek pêkhate da ku çanda wan nehile û ji qirkirinê biparêzin li hember her cure êrîşan têkoşîn dikin. Gelê Kurd piştî ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn, karîbûn gelek destkeftî bi dest bixînin. Di oxira destkeftiyan gelek bedêl hatin dayîn ku îro bi hezaran gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çand û dîroka xwe dijîn. Gelê Kurd bi zanista çand hebûna mirovane, hewil dide ku dîroka xwe cardin zindî bike. Hîlala Zêrîn roja ku hatiye avakirin gelek kar û xebatên pîroz meşand, her wiha da ku xwe li ser çand û hunerê berfirehtir bike gelek beşên xwe avakiriye ku yek ji wan dibistana hunerî ye. Dibistana Hunerî ev 3 salin kar û xebat dimeşîne, lê ev saleke bi awayekî resmî kar dike. Di dibistana hunerî de du pol hene ku him perwerdeyên teorî, him jî pratîkî dibînin. Di dibistana hunerî de gelek amûrên dîrokî hene ku her zorkek xwe li ser amûrekî hîn dikin û pêş dixînin. Her wiha kesên ku ji dibistana hunerî derbas dibin, di demên pêş de dikevin koman û hunera ku hîn bûne sûdê wê dibînin. Di derbarê kar û xebatên hunerê de Rêveberî û Mamosteya dibistana hunerî, Rehev Zilfo nêrîna xwe parve kir.

“Saleke dibistana hunerî hatiye avakirin”

Rehev Zilfo armanca avakirina dibistana hunerî wiha vedibêje: “Ev sê salin em kar û xebat dimeşînin, lê ev saleke bi awayekî fermî dibistana hunerî hatiye vekirin. Me xwest li gor daxwaza zarokan dibistana xwe vekin û wiha beşdar bibin. Gelek kar û xebat hatine kirin. Her wiha amadekariya biranşan hate kirin û ji nû ve hatin nivîsandin. Hêjmara zarokan di destê me de pir bû, ji lewra me dibistan wek fermî ragihand. Xewin û xeyalên me di nava hunerê de cih digire. Armanca me ewe ku huner li Rojavayê Kurdistanê bighêje astek mezintirîn. Bi şoreşê re gelek beş hate avakirin ku herkes para xwe ji şoreşê girtiye û herkes bi awayekî serkeftî di nava şoreşê de diherike. Em wek beşa hunerî em ê çawa rola xwe divê şoreşê de bileyîzin û têbikoşin kar û xebat hate meşandin. Dibistana hunerî di bin sîwana Hîlala Zêrîn de kar û xebatên xwe dimeşîne. Em dixwazin hunera xweş, bi hemû paqijiya xwe bidin pêş.”

“Çanda xwe ji çanda kurdewarî digirin”

Rehev Zilfo perwerdeyên ku di dibistana hunerî de tê dayîn wiha tîne ziman: “Bingeha dibistanê ne tenê mûzîke, ev dibistan, dibistanek hunerî ye û gelek beşên mîna mûzîk, şano û wêne tên dayîn. Her wiha em amûrên mîna temûr, keman, gîtar, erbane, rîtîm, şano û gelek amûrên cuda yên Rojhilat jî didin. Dema şerek rû dide yekem car êrîşên çand û ziman tê kirin, em wek çand û huner girîngiya çand û hunerê ji bo her netewekî pir bi wate dibînin. Mirov bi çand û hunerekî tê naskirin ku em giringiya çanda kurdewarî bidin nasîn û pêş bixînin. Em mijarên ku di dibistana hunerî de didin, ji dîrokê digirin û heta roja îro. Em dikarin bêjin ku waneyên ku em didin ji dîrokê digirin û nifş bi nifş wan hîn dikin û ev yek xwedî derketina çanda gelan raber dike. Em çanda xwe ji çanda kurdewarî digirin û em xizmeta wê çandê dikin. Em dixwazin hunera ku em pêşkêş dikin, eynika çanda me raber bike.”

“Duh em şagirtbûn, îro em mamostene”

Rehev Zilfo kesên ku beşdarî dibistana hunerî dibin û perwerdeyên ku dibînin wiha parve dike: “Bi şoreşê re huner gavek serkeftî avêt û kesên ku tên vê perwerdê li ser bingeha daxwazê xwe tên. Her wiha em kesên ku perwerde dikin temenê wan ji 8 heta 18 salî ye. Di heman demê de dibistana hunerî li ser du polan tê dayîn. Di polan de him teorî him jî pratîkî tê dayîn. Her wiha di dibistanê de her xwendevanek amûrek wê heye ku xwe li ser wê yekê pêş dixîne. Di dibistana hunerî de 7 mamoste hene. Mamosteyên ku li virin ev 7 salin li vir kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Beriya ku em bibin mamoste asta me nebû, dema bingeha dibistanê hate dayîn, em jî xwendevanbûn û bi demê re em bûn mamoste û em waneyan didin xwendevanên niha. Şoreşa me şoreşa jinê ye dibû ku em jî wek Hîlala Zêrîn hemû kar û xebatên xwe wek jin bi rê ve bibin. Duh em şagirtbûn, îro em mamostene. Îro dibistana me bi destê mamosteyên jin tê bi rê ve birin.”

“Armanca me belavkirina hunerê ye”

Rehev Zilfo herî dawî destnîşan kir ku armanca wan belavkirina hunerê ye û wiha bi dawî kir: “Karê me karê hunerî ye û kesên ku em wan perwerde dikin û bi dawî dibe em wan dixin koman û dikin mamosteya dibistanê. Her wiha kesên ku ji perwerdeya dibistana hunerî derbas dibin, li her derê dikarin perwerdeyên hunerî bidin. Armanca me belavkirina hunerê ye, ji lewra me gelek derfet avakiriye.  Daxwazê me ewe ku hemû zarokên ku xewin û xeyalên wan ên hunerê hebe berê xwe bide dibistana hunerî û em ê wan hem teorî him jî pratîkî pêş bixînin. Jin bi şoreşê re gelek gavên erênî di her warê de avêt ku yek ji wan çand û huner e. Em li virin û em dixwazin kesên ku xwedî xeyalên hunerin ji wan re derfet ava bikin.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa studyo.