Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina DAIŞ’ê (1)

Piştî pêvajoya berxwedana 134 rojan a Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku tevahî cîhan matmayî hişt, çeteyan bi alîkariya dewleta tirk di 25`ê Hezîranê de komkujiyeke ku mirov dikare weke qirkirin pênase bike pêk anî.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Kobanê ya bi navê xwe bû kelha berxwedan û serkeftinê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye ku yekemîn car gavên şênber ên têkoşîna azadiya gelê kurd û Kurdistanê lê hat avêtin. Gelê Kobanê bi vê gavê re bîrdoziya tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û bi wê gava yekemîn şûnde bû cihê berxwedan û serkeftinê. Lewra ew gava pîroz a ji tevahî gelê Rojhilata Navîn û cîhanê re bû çavkaniya hêvî û baweriyê ji 1979`an ve heta 2011`an rêxistinbûneke xurt xwe weke gel ji xweliyê xwe afirand û bi wê afirandinê gava yekemîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê hat avêtin. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan xwe bi felsefeya û birdoziya azadiyê perwerde kir, hat destpêkirin di roja me ya îroj de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bûye çavkaniya hêvî û û berxwedanê.

Çeteyan bi hemû hêza xwe êrîşî warê şoreşê kirin

Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û navenda wê Kobanê bû, gelek hêzên desthilatdar ji bo xwe weke xetere dît. Di wê navberê de projeya çeteyên DAIŞ`ê derdikeve holê ku li gelek welatan êrîşên hov pêk tîne û bi taybetî li Sûriye û Iraqê xwe bi cih dikin û gelek bajaran desteser dikin. Dewleta tirk ku dijminahiyeke dîrokî bi gelê Kurd re daniye û her wiha hebûna xwe li ser bingehê tunekirina gelê kurd ava kiriye, çeteyên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û di 15`ê Îlona 2014`an de berê êrîşên wan dide Kobanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê navberê de bangewaziya xwedîderketina li Kobanê û rêgirtina li ber çêbûna komkujiyan dike. Pişt re seferiya xwedîderketina li Kobanê tê ragihandin ku bi hezaran keç û xortên Kurd berê xwe didin Kobanê û li rex şervanên YPJ`ê û YPG`ê li dijî DAIŞ`ê şer dikin. Piştî berxwedana ku 134 rojan berdewam dike, Kobanê di 27`ê Çileya 2015`an de ji çeteyan ve tê rizgarkirin.

Kêfxweşiya vegera welat nîvco ma

Piştî mizgîniya tunekirina DAIŞ’ê ji Kobanê gelê wê ku koçberî Bakurê Kurdistanê bibû, bi lez û bez vedigerin warê xwe û di nava bermahiyên şer de dijîn. Piştî zayîna nû ya gelê Kobanê, wan roj bi roj malên xwe ji nû ve ava dikirin. Di nava hestên kêfxweşî û metirsiyê de, çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta tirk di 25`ê Hezîranê de êrîşî navend û gundewarên Kobanê dikin. Çete komkujiyên hov ku bi çekan, sator û şûran bi sedan kes qetil dikin. Di vê komkujiya ku weke rojeke reş ket dîroka gelê Kobanê de, 233 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 7`emîn salvegera komkujiyê de, encama meclisa jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl ku cihê xwe di nava şerê Kobanê de girt û di komkujiyê de hevjînê wê ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin, axivî.   

"Bangawaziya Rêber Apo Kobanê parast"

Sara Xelîl ya bûye şahidê komkujiya Kobanê, di destpêka axaftina xwe de berxwedana Kobanê bi bîr xist û got: "Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de bi rengekî dijwar êrîşî Kobanê kirin, jixwe Kobanê beriya êrîşê ji sê aliyan ve ji aliyê çeteyan û dewleta tirk ve di dorpêçê de bûn. Dema şer gihîşt navenda bajar, Rêber Apo bangawaziyek kir ku gelê Kurd û dostên xwe xwedî li Kobanê derkevهىxwse xwedî li Kobanê derkeve.  Kobanê derkeve. yek kir ku rîşê di dorpêçê de bû .in. Li ser bingeha banga Rêber Apo seferberî hat ragihandin ku li ser asta Kurdistanê xwedîderketin li Kobanê hat çêkirin, bi taybetî jî gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku nobet li ser sînor girtin da ku çete derbasî bajar nebin. Ji ber ku dewleta tirk çete perwerde dikirin û sînor ji wan re vedikir. Li aliyekî din ve gelek kesên biyanî jî hatin Kobanê û xwedî lê derketin. Mirov dikare bibêje Kobanê bi saya banga Rêber Apo rizgar bû."

"Komkujiyê asta hovîtiyê jî derbas kir"

Sara Xelîl di domandina axaftina xwe de komkujî nirxand û got: "Me gelek zehmetî û azar dît, li hemberî tang û topên çeteyên DAIŞ`ê me bi tifingan berxwedaniyeke bêhempa nîşan da. Bi taybetî jî şervanên jin li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê têkoşîneke mezin dan meşandin. Tevî êrîşên dijwar Kobanê neket, herî dawî taxeke mezin di destên me de ma ku me xwe hemûyan tê de bi cih kir. Serkeftina Berxwedana Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de hat ragihandin. Têkçûna dewleta tirk û DAIŞ di vê dîrokê de bû. Dewleta tirk netehmulkirina xwe ji têkçûna çeteyan re nîşan da, beriya vê Erdogan her dem digot Kobanê ket û dê bikeve, ji ber vê çeteyên DAIŞ`ê piştî demekê ji rizgarkirina Kobanê komkujiyeke mezin pêkanîn. Komkujiyeke wiha bû ku asta hovîtiyê derbas kir, çeteyan zarok, ciwan, jin, extiyar û heta jinên ducanî jî bi gule û şûran qetil kirin. Dewleta tirk ji bo tola çeteyan, zêdetirî 250 kes qetil kir."

"Dewleta tirk ji gavên piştî berxwedana Kobanê tirsiya"

Herî dawî Sara Xelîl armancên komkujiyê wiha analîz kir û got: "Gelek cudabûn û taybetmendiyên Kobanê ji bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê heye. Rêber Apo cara yekem ji Kobanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di şoreşa 19`ê Tîrmehê de Kobanê bû navenda şoreşê û tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kir. Di pêvajoya êrîşan de bangawaziya Rêber Apo hebû û hevdîtin jî pê re hatin çêkirin. Dewleta tirk dît ku bi banga Rêber Apo re planên wan têk çûn, ji ber vê gelo wê bi hevdîtinan re çi encam derkeve holê. Ji ber vê komkujiyeke di vê astê de hat çêkirin, dewleta tirk û çeteyên wê kîna xwe wiha anîn ziman."

Komkujiya ku li Kobanê pêk hat, îsrar û daxwaza şervanên YPJ`ê û YPG`ê ya tolhildan, tunekirin û rizgarkirina hemû bajarên din ji hovîtiya DAIŞ`ê zêdetir kir. Ji ber vê rêwîtiya berxwedana têkbirina DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kir, ber bi Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê ve çû.